The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Navên Kurdî – Kurdische Namen


Author : A. Bali
Editor : Komkar Date & Place : 1990, Köln
Preface : Pages : 72
Traduction : ISBN : 3-927213-02-0
Language : Kurdish, Turkish, GermanFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Bal. Nav. N° 6560Theme : General

Navên Kurdî – Kurdische Namen

Navên Kurdî – Kurdische Namen

A. Balî

Komkar

Îro welatên li rojhilata navîn heyî pir nav bi tesirê ol (dîn) wekû hevin. Piştî Kurd bûn misilman şunda navên di Quranê da heyî, navên xêlifan, navên zarokên wana, navên ziyaretan di nav Kurdan da gelek bilêv bûn. Welatên nêzikî Kurdistanê ji Kurdan gelek nav ji wana xistine nav xwe. Jin ji wan welatan hilgirtine û navên wana ji di nav Kurdan da bilêv bûyine.
Lê belê di nav Kurdan da navên Kurdî gelek pirin. Navên Kurdî her yekî maneyek xwe hene. Pêwiste ku kareki etimolojîk li ser wan navan bi kar bê.
Ew navên di nav vê pirtûkê da hatin nivîsîn piranî navên Kurdî di nav Kurdan ...


PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ

Tu hatî dinê
Sê rojan me tu birçî hişt
Sê rojan me çiçik ne da te
Adîloşa min,
Bo ku nexweş nebi,
Bo ku edata me usa ye,
De hadê, dema çiçik niha ye,
Bimij û mezm bibe...

Ev,
Koremar û şemar in,
Evana,
Çav berdane
Nan û avê me,
Evana naske,
Naske û mezm bibe...

Wexta ku em li gotinên jorin ya helbestvanê bi navûdeng Ahmed Arif bmêrm û wê bi “wana dixwazm te bê nav û pênas bihêlin” temambikm, wê çaxê pêwistiya derxistina pirtukek ûsa hin baştir tê xûyakirm.
Di biryara yêkitiya Koma Milletan, ya ku di sala 1959 da di derheqa zarokan da hatiye girtm ûsa tê gotm: “ji- yanek baş û xweşi, pêşvabirma ferasetê û perwerdariyek baş, mafê hemû zarokan e. Ew xwediyê mafên nav hilbi- jartmê û tabiyeta xwe ne.”

Gava ku em li jiyanê mêze dikm, dibinm ku Tirkiye û hmek dewletên dm, mercên vê biryarê û yên wek vê nayinm cih.
Di rûpelê dawiya vê pirtukê da bersiva konsolosa Tirk ya Berlina Rojava di warê murecata naveki da cih digre. Ev bersiv, ber bi sedsala 2000’an bo miroveti nişana rûreşiyek mezm e.

Kurdistan, bi erda xwe ya 500.000 km2 zêdetir di warê heyiyên sererdi û bmerdi da gelek dewlemend e. 25 milyon Kurd li ser vê axa bav û kalan, wek “reşikên” rojhilata navin tên hesibandin.

Birçiti, xizani, bindestiya netewi, inkarkirin û asimlasiyon, nefikirm û qetliam bûne parçê jiyana gelê Kurd ya rojê. Ziman û çanda kurdi qedexe ye. Bi kurdi xwendin û nivîsandin, sitran gotin û şin kirin ji insanên me ra pir tê ditin. Kurd nikarin navên Kurdî li zarokên xwe bikin. Bi vi awayi dijminên gelê me, dixwazin zarokên me bê nav û pênas bihêlin.
Hozanê mezin Cigerxwin vê yêkê ji rewşa welatê koloni xirabtir dibine û dibêje “Kurdistan ne koloniye jî”.

Ew dewletên koledar û zordar, ku li ser gelê me serdestî dikin, welatê me bi têlên hesin û mayin çar parçe kirine, vê hovitiya xwe li Ewrûpa ji berdewam dikin. Bi navê “demoqrasî” û “dostaniya” navbera hukmeta Tirk û Elman 350 000 zêdetir Kurd li Elmanya Federal jî, ji hemû mafên ku bo netewên din hatine dayin, bê par in. Kurd li Elmanya Federal di nav biyaniyan da gruba çaran ya mezin e. Lê ew ji hemû mafan bê par in, nikarin navê kurdî li zarokê xwe bikin. Konsolosên Tirk ji ber “sedemên” ku li rûpelê dawi hatiye diyarkirin, navên Kurdî qebûl nakin; bo standina navên Tirkî û Erebî serdesti li ser mirovên me dikin; ew bi destgirtina pasaportê tên tehdit kirin. Maqamên û nivîsgehên Elman jî, di warê navan da astengiyê derdixînin. Ew listê navan yê konsolosê Tirk digrin ber çavan û pêşî li navên Kurdî digrin. Ji ber hevkariya maqamên Elman û konsolosên Tirk bi sedan û hezaran zarokên Kurd, bi mehan bê nav dimînin. Ji ber vê yêkê bi hezaran mirovên me mecbûr dimînin, an navên Tirkî li zarokên xwe dikin, an ji qima xwe bi kaxizê nexweşxanê tînin.

Lê salên dawî dijî vê yêkê gelek kar hate kirin û hewldan hate dayin. Li Rheinland-Pfalz, Wolfgang Taul di vî warî da karekî baş pêk anî û dawiyê da qedexa ser navên Kurdî li wê eyaletê rabû. Îro dê û bavên Kurd dikarin li Niedersachsen, Berlin û Nordrhein Westfalen jî navên Kurdî li zarokên xwe bikin. Bê şik di vê gava pêş da piştgirî û alikariya kes û rêxistinên demoqratik û humanist ciyeki bi rûmet distine.

Em ji yêkitiya EKD-Dêra Protestan ya Elmanya, Dêra Protestan ya Rheinland, DRK-Xaça Sor ya Elman, hukmeta Niedersachsen û Berlin, Berpirsiyarê biyaniyan ya Berlin Barbara John û dostê me Wolfgang Taul ra ji bo piştgiri û alikariya wan di warê navên kurdî û daxwazên Kurdan da bi dil û can spas dikim. Gelê Kurd dosten xwe yên rojên teng wê qet birneke.
Va pirtuka dest we li ser bingeha xebata A. Bali hatiye amadekirin. Di pêkanina vê pirtukê da ji hemû parçên Kurdistanê keda deh hevalên me derbaz bû. Em li vir spasdariya xwe bo Fikret, Firûz, Vazgal, Casim û hevalên din diyar dikim.

Bê şik di vê pirtukê da jî, wek hemû xebatên din kêmasi wê hebe. Me gor imkanên xwe navên Kurdî ji yên Erebî û Tirkî safî kir. Bîrûbawerî, pêşniyar û rexnêyên xwendevanan di warê vê pirtukê da wê me dilxweş bike. Em hêvidarin, ku bi vê pirtukê valayiya di warê navên Kurdî da piçek kêm bibe. Em zarokên xwe, hêviyên dûweroja me ra jiyanek xweşî û serketin dixwazin.

Weşanxana KOMKAR
Tebax 1990

Navên li nav kurdan

Îro welatên li rojhilata navîn heyî pir nav bi tesirê ol (dîn) wekû hevin. Piştî Kurd bûn misilman şunda navên di Quranê da heyî, navên xêlifan, navên zarokên wana, navên ziyaretan di nav Kurdan da gelek bilêv bûn. Welatên nêzikî Kurdistanê ji Kurdan gelek nav ji wana xistine nav xwe. Jin ji wan welatan hilgirtine û navên wana ji di nav Kurdan da bilêv bûyine.
Lê belê di nav Kurdan da navên Kurdî gelek pirin. Navên Kurdî her yekî maneyek xwe hene. Pêwiste ku kareki etimolojîk li ser wan navan bi kar bê.
Ew navên di nav vê pirtûkê da hatin nivîsîn piranî navên Kurdî di nav Kurdan da bi cîh bûyine. Hin nav ji di zimanên biyanî wekû navên Kurdî ketine nav Kurdan.

Piraniya navên di vê pirtûkê da cih girtin di rojname, kovar û pirtûkên Kurdî da hatin hilbijartin. Ji çar aliyên Kurdistanê ji mirovan hatin komkirin.
Hin nav hene ku hem ji bo jinan hem ji ji bo mêran têne gotin. Dema ev nav ji bo mêran bêye gotm bi tewanga nêr yani bi (o) yê bêye tewandin û gava ew nava li jinan bibe, ew bi tewanga mê yanî bi (ê) yê bêye tewandin. Him navên jinan wekû yê mêran bi (o) ji têne tewandin.
Disa him navên mêran bi tewanga mê û hin navên jinan bi tewanga nêr têne tewandin.

Di gotmên navan da wekû bingehên ziman da heyî tûnene. Her aliki Kurdistanê navek bi gotinên cûda cûda têne gotin. Hin nav ji hene hem ji bo mêran û jinan in.
Ew karê min pêkanî karekî biçûk e. Lê bav û dayikên Kurd dema zarokên wana hatin dinê li nav gerine yê hêsantir bike.
Li ser vi kari ra gelek wext derbaz bû û pêk hat. Lê disa ji kemasi tê da hene. Ez bawerim, ku hunê wana biborinm.

Li gel silavên birati
Awê Balî

 


A. Balî

Navên Kurdî – Kurdische Namen

Komkar

Komkar Publikation
Navên Kurdî – Kurdische Namen
A. Balî

Komkar Publikationen

Copyright : Komkar
Alle Rechte vorbehalten

A. Balî
Navên Kurdi / Kurdische Namen

ISBN 3-927213-02-0

Herausgeber: Komkar
Föderation der Arbeitervereine aus Kurdistan
Hansaring 28-30, 5000 Köln 1

Fax: 0221/12 34 85
Tel: 0221/12 33 76

Druck: Eigendruck
Preis : 10,- DM

Komkar Publikation : 37
August-1990, Köln



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2026
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals