Belê Lotta kare bajo
Astrid Lindgren
Ilon Wikland
Kurdiska Förlaget
"Belê, ez dikarim pisqilêt bajom”, got Lotta bi giri.”Biramin, ku ez dikarim! Bi dizi!” Lotta, li derve, li ber denyê xaniyê zer ê kuça Brak makar, ku lê rûdinişt sekinîbû.Li wê derê rûniştibû, dit, ku Jonas û Mia Maria bi pisqilêtên xwe bi dengeki pêt ji kaşê ber bi jêr de tên.Vê yekê, Lotta gelek ture kir.Lê belê, ew hîn bes pênc salî bû û wê nizambû pisqilêt bajotana, ne bi dizî jî.
"Na, tu biçûkî", got Jonas, dûvre, gava ew li metbaxê, ji bo şivê rûniştibûn.
.....
DESTPÊK
"Belê, ez dikarim pisqilêt bajom”, got Lotta bi giri.”Biramin, ku ez dikarim! Bi dizi!” Lotta, li derve, li ber denyê xaniyê zer ê kuça Brak makar, ku lê rûdinişt sekinîbû.Li wê derê rûniştibû, dit, ku Jonas û Mia Maria bi pisqilêtên xwe bi dengeki pêt ji kaşê ber bi jêr de tên.Vê yekê, Lotta gelek ture kir.Lê belê, ew hîn bes pênc salî bû û wê nizambû pisqilêt bajotana, ne bi dizî jî.
"Na, tu biçûkî", got Jonas, dûvre, gava ew li metbaxê, ji bo şivê rûniştibûn.
"Û ji xwe pisqilêta te jî tune", got Mia Maria, "bes yeka kevna bi sê teker."
Wê gavê, Lotta hîn turetir bû.
"Hûn dibîzin", got ji bav û diya xwe wan re: "Çaxa pisqilêta min tune be, ez nikarim pisqilêtê bajom." Dûvre, pariyek ji sandewiça xwe jêkir û di devê xwe de axaft: "Lê disa jî ez dikarim pisqilêtê bajom. Bi dizî!"
Gelek tiştên din jî bi dizî dikir, Lotta.Wê tim bahs dikir, digot:"Ez diçim dibistanê jî." Fêr bûbû digot:" bi dizî."
Carekê, gava Lotta çûbû mêvaniya cîrana tenişt; meta Berg, wê gavê, meta Berg got: "Çiqas ecêb! Jonas û Mia Maria, her du jî çavên wan şîn in, lê yên Lotta, hema hema wek kesk in."Wê gavê, Lotta gelek bi qerar got:
"Çavên mm şîn in, lê bi dizî." Lewra, Lotta hergav dixwest wek Jonas û Mia Maria be.
Lotta, êvarê, gava diçû ser nivîna xwe, ji bo razanê, got:"Bes kevnekotek bi sê teker, çi bê aqilî!" Vê yekê ji Bamsen ra got. Gava, ku Lotta razana, ew hertim li cem bû. Bamsen ne hirçek wek ku mirov dizane bû. Ew, berazek hêsa, ku diya wê jê re dirûtibû.
Lê, disa jî Lotta, navê wê kiribû Bamsen û jê re behsa her tiştî dikir.
"Yê, ku baş guhdariya min dike, bes tu yî" got, Lotta. "Jonas û Mia Maria, ew qet guhdanya min nakin û tu tiştî jî fam nakin." Erê, jixwe jî Bamsen gelek baştir bû û niha jî li ciyê xwe vezeliyayî, guhdariya planên Lotta, ku behs dikir û dixwest di pêş de çêke dikir.
"Ger ez di sersala bûna xwe de pisqilêtek rastîn bidest nexim, wê gavê ezê biçim, yekê bişelînim," got Lotta, "bi dizî."
Piştî du rojan, sersala bûna Lotta bû.
Dema wê pênc salên xwe tije kir, diya wê, bavo, Jonas û Mia Maria, serê sibê bi mûm û pasteyan hatin, ji berêvkê de jî distiran: ”Belê, bila ew bijî!" Ji Lotta re gelek diyarî anîn. Lê ne pisqilêt. Jê re sê heb texsiyên biçûk, pirtûkeke wênan, benekî holbûnê, hêlekanek nuh, ji bo ku bi daran ve girêbide û çentek mila yê gelek ciwan— lê ne pisqilêt!
Bavo got: "Tu dikari piçekî dinê jî bi sê teker a xwe îdare bikî. Lotta, ji hemû hediyan jî gelek hez kir û ji bo vê gavê jî pir li ser pisqilêtê nesekinî. Ew wê sibê gelekî kêfxweş û bi jîn tije bû. U bi texsiyên xwe leyist, li wênên pirtûkê mêzekir, bi benê holbûnê xwe holkir û di hêlekanê de çû hat.
.....
Astrid Lindgren
Ilon Wikland
Belê Lotta kare bajo
Kurdiska Förlaget
Kurdiska Förlaget
Belê Lotta kare bajo
Astrid Lindgren
Ilon Wikland
Kurdiska Förlaget
Çapxana Kurd
Stockholm
Box 5034 1163 05
Spanga – Sweden
Tel: 08-117086
© Astrid Lindgren
llon Wikland
Visst kan Lotta cykla
1971
Wergerandina Kurdi
Capxana Kurd
Belê, Lotta kare bajo
1982
Aarhuus Stiftsbogtrykkerie
ISBN 91 86146 03 3