The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xadim


Editor : Avesta Date & Place : 2008, İstanbul
Preface : Pages : 90
Traduction : ISBN : 978-9944-382-52-6
Language : KurdishFormat : 125x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 6973Theme : Literature

Xadim

Xadim

Jêhat serê xwe bera ber xwe da.

"Hela destê xwe berde..."

Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand.

"Tu ne mêr î!"

Jêhat dengê xwe nekir.

"Tu tê were tu nayê ez radibim!" Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda.

Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû...

Winda bû...

Çîroka dirêj

I

Wê sibehê li mala Xelîl Beg te ax biavêta li erdê nediket. Bi zarokên xwe re keç, law, bûk û zavayên wî; tevî keç, law, bûk, zava û torinên xwe xwişk û birayên wî; bi malî jin û mêrên ji aliyê malbata xwesû û xwezûrê wî, bi gewrbûna serê sibehê re giş hatibûn mala wî. Bi bilindbûna rojê re hatina merivan, nas û dostan her ku diçû zêde dibû. Li ber derî londerek sol çêbûbû. Ne rûniştî ne jî li ser niga di mal de cîkî vala nemabû. Ji wê saetê û bi şûn de yên ku hatin pîreka Xelîl Beg Berfê, ew li ser gîhaşînka bergiya malê û li ber dîwarên xênî bi cî kirin.

Berfê wê rojê li tev emrê wê yî derbasbûyî, wê hilmekê nig di bin xwe de venekir û xwe neda erdê. Ew îro bûbû sivika malê. Nigekî wê li hundir yê dinê li derve bû. Tej û xalîçên hilandî yên ku hê naylonên wan venebûbûn dibir li ber dîwarên xênî radixist, kulavên neşuxulandî derdixist ser mêrgê, balîf û yastuxên rûyên wan bi motîfên gul û teyrikan nexşkirî, ...

Selahattin Bulut

Xadim

Avesta

avesta | Edebiyat: 252 | 40

Editor: Abdullah Keskin
Berg: Genco Demirer
Wêneyê berge: Behrem Haco

Rastkirin û mîzanpaj: Avesta
Çapa yekem: 2008, Stenbol
Çap: Berdan matbaası
Sadık Daşdöğen Davutpaşa Cad.
Güven san. sit. C blok, no: 239
Topkapı / İstanbul
Tel: (0212) 613 12 11

© Avesta, 2008
Ji xeynî danasînê beyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Hüseyin aga mahallesi
Sakız ağacı caddesi
Öğüt sokak no: 7 Beyoğlu / İstanbul
Tel-faks: (0212) 251 44 80 / 243 89 75

Ekinciler caddesi
Nurlan apt. giriş katı no: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-faks: (0412) 223 58 99

www.avestakitap.com
info@avestakitap.com

ISBN : 978-9944-382-52-6


Selahattin Bulut - Di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinyayê. Enstîtuya perwerdeyiyê li Mêrdînê qedandiye. Li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di Hepisxaneya Diyarbekirê ya eskerî de heşt sala girtî maye. Di sala 1997an de li Stenbolê kitêbxaneya Medyayê ava kiriye. Li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê kitêb amade kirine. Di hin rojname û kovaran de nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Kitêbek wî ya çîrokan bi navê 'Bihuşta lal' (Avesta, 2006) heye.

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals