The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çarşiya Silîva

Author : Mehdi ZanaMultimedia
Editor : Avesta Date & Place : 2002, İstanbul
Preface : Pages : 187
Traduction : ISBN : 975-8637-34-7
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv.-Kl. 1043Theme : Memory

Çarşiya Silîva

Çarşiya Silîva

Zarokên min î delal, gava ku li rewşa dunyaya îroyîn dinihêrim, heyanî ku ev dewr ü zeman bi wî awayî bidome, doza kurdî jî heya ku weha bi reşayî derbas bibe, îmkana ku em ji zîndanan xelas bibin û bên ba hevdû ü wekî miletên din jiyaneke bê tirs ü bê xof ü bela wê nebe qismetê me, bi hindikayî îroj ewha xuya
ye.

Anuha hun xwe bi xwe dibêjin gelo çima weha ye? Ma qey ev taliha reş jî qedera me ye? Ew ê her tim weha bidome? Na zarokên min î delal. Tu eleqeyeke vê rewşa qirêj û xerab bi qeder û mederê re tuneye. Ev taliha reş ü rewşa ne-xweş ji ber kevneperestî ü nijadperestiya pîs û qirêj ü xerab bû bela serê gelê me.

Tirk heyanî ku rik bi ser gewrebûnê binin û heyanî ji xofa mafê gelê kurd xelas nebin û qebûl nekin, û kurdayetiya me jî heyanî ku weha bi dil ü can û bi daxwazî bidome, diyar e ev şer û kuştin ü malwêranî, ev talan û zordestî wê her berdewam be.

Di 12ê Îlona 1980î de leşkerên tirk darbe çêkirin. Faşîzm hate ser hukum ü em girtin avêtin zîndanan. Wê demê kurê min Ronay tu çar salî bil. Li zîndanê hê heft mehê min temam nebûbû Rûkena min a delal tu hatî dunyayê. Lê mixabin Rûkena min, piştî 17 mehan bû nesîbê min ku ez te bibînim. Ew jî pir najot, qederê pênc saniyan bû, di devê te de memikek, tu li ser milê diya xwe bûyî. Dema ku min ji diya te pirsî, "Ev kî ye li ser milê. te?"
Bi pirsa min re got, "Qîza te ye. Ma qey te pê dernexist?"...

Bi pirsa min re got, "Qîza te ye. Ma qey te pê dernexist?"

Bi bersiva wê re pîzpîzkê lê da, gotin "Ziyaret qediya" û leşkeran ez jipare kişandim, wan dikişand lê hê jî bala min li şûna ziyaretê çavê min li ser te bû. Min nedixwest ez ji wir biçim.

Bi kaşkirinê re, pê re jî li min dixistin lê pir xerîb bû ku cara yekemîn bû min tiştekî his nedikir, çavê min li ciyê seredanê bû. Belkî ez ê karibim cardinê qîza xwe bibînim, di nav wê heyecan û hesretê da diperpitîm, bi wê keserê re, leşkeran bi kulm û jopan ez ji wê derê bi dûr xistim.

Ronay tu dizanî ku ez çiqas pir ji zarokan hiz dikim, axlep êvaran ez û te em bi hey re dileyistin. Pişt re em radiketin. Te yê milê xwe bavêta ser stuyê min û ez pê şa dibûm. Lê mixabin qîza min Rûken, tu bêyî min mezin bûyî. Min tu neda ber dilê xwe ü bi te re neleyist.

Min dengê te ye ku bigota "Bavo!" û min jî bigota "Ha qîza min!" Min nebihîst. Ew denge ku dilê meriv miz dide, min ne ta`mijand û ez pê şa nebûm.
Zarokên delal !

Di destpêkê de wexta ku ez hatim girtin, mehekê li îşkencexanê di bin zixta de pirsa ji min dikirin. Pişt re leşkeran ez anîm zîndanê ba hevalên mahkum, çend rojên din em derketin seredanê. Wê deme diya we mizgîniya ku emê bibin çar kes dabû min. Ew roj qet û qet ji bîra min naçe. Min bi carê de êş û elem ji bîr kiribûn, ji kêfa, te digot qey milê min bûne bask, lingê min vîn, Temtembûrkê, Mintiqa Moşrîtê, Bexçê Ziraetê, şikefta Qula Hemîdo, şikeftên Hesûnê, Mala Badê û Çarşiya Silîva bigerînim. Min têr û tijî ji we re behsa urf û adet û jiyana wê derê nekir.

Lewma îro ez fikirîm ku di şûna ku we bibime Silîva bigerînim qala wan dera bikim û bi we bidim nasandinê, a baş ew e ku bi name nivîsandinê bi qasî ku di bîra min de maye ez ê ji we re binivîsînim. Ji we re ew dewra ku min dîtiye û derbas kiriye, wê demê jiyan li Silîva çawa bû, xususiyetê wê çi bûn, bînime ziman. Ku qenebe ev hesreta dilê min ji bê cî. Ku ez jî pêçekî bi we re rihet bikim. Cardin bi riya van bîranînan wan rojên buhurî ji nû ve bijîm.....

avesta | JIYAN-BÎRANÎN: 131 I 4
Çarşiya Silîva
Mehdi Zana

Edftor: Abdullah Keskin
Dîzayna Bergê: GD
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2001, Stockholm (W. Apec)
Çapa Duwem: 2002, Stenbol
Çap: Berdan Matbaacihk

© Avesta, 2002
Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayê nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÛZlK DA&TIM LTD. ŞTt.
Meşrutiyet Caddesi
ÖzbekIşhaml36/4
BEYOGLU / ISTANBUL
Tel: (0212) 251 44 80
(0212) 251 71 39
Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
OFIS / DIYARBAKIR
Tel-Fax: (0412) 222 64 91

ISBN: 975-8637-34-7

MEHDÎ ZANA : Di sala 1940'î de li Silîva hatiye dinyayê. Piştî mekteba destpêkê dest bi terzîtiyê kir. Di destpêka salên 60'î de kete nav TÎPê (Partiya Karkeran a Tirkiyê), di 65'an de bû serekê partiyê ê Silîva. Ji ber "Mitingên Rojhilat" hate mehkemekirin, salekê ceza danê. Di 69'an de bû endamé rêvebiriya navendî a TÎP'ê. Di 71'ê de ji bo axaftineke ku li Hîlwanê kiribû hate girtin. Piştî muhtiraya 12ê Adarê xistin hepsa Diyarbekré, çar sal ceza danê. Di 74'an de bi efûya giştî derket. TÎP di 75'an de ji nû ve vebû, Zana di nav damezrêneran de bû. Di hilbijarıina mehellî a 77'an de bû reîsê Belediya Diyarbekir. Piştî derba leşkerî a 12ê Îlonê ji nû ve hate girtin. 42 sal ceza danê.

Di 91'ê de ji hepsê derket. Di 92'an de careke din kete hepsê û 2 sal û nîvan girtî ma. Di 94'an de ji bo axaftineke ku li Parlamentoya Ewrûpa kiriye, çar sal ceza danê. Cardin hate girıin. Bi hin guhertinên ku di qanûnan de hate çêkirin, ji hepsê derket. Hepsiyekî bâş e. Heta niha 16 salan di hepsê de maye. Di heqê wî de gelek daweyên ku vebûne dom dikin. Ji van daweyên ku bi encam bûne 16 sal ceza girtiye. Vega jiyana xwe li Swêdê didomîne. Dostên wî ji kitêban bêhtir behsa xwarinên wî yên xweş dikin. Lê dîsa jî em ne menuya xwarinan, navên kitêbên wî dinivîsin: "Bekle Diyarbakır" (bîranîn, 1991), "Vahşetin Günlüğü" (rojenivîs, 1992), "Evîna Dilê Min" (şiîr, 1993), "Sevgili Leyla" (name, 1995), "Zelal" (biranîn, 1996), "Çarşiya Silîva" (bîranîn, 2001), "Me Helal Bikin" (bîranîn, 2001).

PDF
Downloading this document is not permitted.

Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals