The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zindana Diyarbekirê û Şoreşgeriya Me II


Author : Laleş Qaso
Editor : Pelda Date & Place : 1999, Stockholm
Preface : Mehdi ZanaMultimediaPaşa UzunŞükrü GülmüşPages : 384
Traduction : ISBN : 91-9722-75-2-8
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Memory

Zindana Diyarbekirê û Şoreşgeriya Me II

Zindana Diyarbekirê û şoreşgerıya me - 2

Di xweş êvareke gulanê de çavên min girêdayî,
destên min kelepçekirî
gava li bendî dora êşkenceyê bûm,
bayekî hênik li sênga min dida
mezinahiya te ji min re digot
azadî!

Heger ku ez di deryaya dijwariyan de dijîm û
ji dijwariyan re hosteyên xwe dibêjim;
heger ez bi wan pirtikên tîrêjên rojê ku dikevin
taritiya min rojê bêhempa his dikim; û heger
hizna li ser hestên min wek ku kêfxweşiya
evîndariya te dizanim, bawer bike ev hemû
ji bo evîna te ye
azadî!

Bila ew bizanibin ku min
tu di quncikên herî tarî û
di dilê xwe de di cihê herî pêşî de hilgirtiye
azadî!

.....

Naverok

Beş / 4
Jiyana sê salan / 18
Babet bi babet êşkence / 24
1)Dadgeh
a) Karekterê mehmetên dadger
b) Biryarên dadgehê / 27
c) İfade / 31
ç) Îdîaname / 36
d) Bertîl / 40
e) Werger û şahid / 41
ê) Guhdar / 48
f) Çapemeniya tirkan / 51
g) Xweparastina siyasi / 53
h) Çûn û hatina dadgehê / 64
2) Xwarin / 102
3) Dueya xwarinê / 111
4) Paqijî / 113
5) Av / 129
6) Cilşoxane û serşoxane / 137
7) Gwîzan. / 148
8) Mehmetçîkê misilman jop radida kurdoyê / 150
9) Dikana mehmetçîk / 159
10) Saxtîkirin / 165
11) Name / 168
12) Ziyaret û ziyaretçi / 173
13) Rojname û kitêb / 183
14) Perwerdekirin a) Li qawîşê perwerdekirin / 187
b) Li hewşa qawîşê perwerdekirin / 198
c) Li hicreyan perwerdekirin / 213
ç) Li qawîşa pîrekan perwerdekirin / 214
15) Çixarekişandin / 215
16) Merş / 217
17) Qentar / 221
18) Zincîr / 224
19) Jihevvezilandin an jî jihevçirandin / 225
20) Gunkêş / 229
21) Nobet / 233
22) Çayê / 238
23) Bidarvekirin / 241
24) Lêdan / 243
25) Dirankêşîn / 245
26) Nexweş û nexweşxane / 248
27) Razan / 261

Beş 5
Liberxwedan û rev û hin pirsên girîng
Dê û bavên girtiyan / 266
Destpêka rojiya mirinê / 268
Mirina Mazlum Doğan / 270
Mirina Ferhat û hevalên wî / 274
Mirina Hayri û hevalên wî / 276
Liberxwedana mezin / 291
Liberxwedana pir bi xwîn! / 296
Grevên zarokane / 312
Kê di xeşîmê de hilda gelo? / 315
Li Emin Yavuz zilm kirin / 319
Liberxwedan û "ajantiya" M. Şener / 322
Me sosyalîzm çêkir lê çênebû / 329
Kurteçîroka min / 334
Gotina dawî / 346
Lîsteya kuştiyan / 351
Jêrenot / 355
Ferhengoka mehmetçîkan / 358

DI DERBARÊ KITÊBÊ DE

Dema ku mirov li dîroka Kurdistanê dinere, bi hindikayî ev 200 sal in ku gelê kurd di şerê azadiyê de tê qetilkirin, penaber e û di zindanan de ye. Gelê me di bin darê zilmê de bi liberxwedanan heta roja îro jiyana hebûn û nebûna xwe domandiye. Balkêş e, ew hêsîrî û felaketên ku gelê me jiyaye jî, ji qelemên xerîban hatine xwendin û bihîstin.

Dema ku Laleş ji bo nivîsandina pêşgotina vê kitêbê ji min re got, bi rastî min nizanîbû bê ez ê çi bikim. Ji aliyekî ve bi salan ez jî di nav wê zilma zindana Diyarbekirê de jiya bûm û bûbûm şahidê zilm û çavsoriya dewleta tirk û ji aliyê din ve jî ji tirsa heq jê derneketina vê nivîsê bû.

Laleş ew rewşa dijwar û dijwar û hovitiya dewleta tirk, bi zimanekî xweş û bi şêweyê kurdî, rabûn û rûniştin û galgalên girtiyan ji devê wan him tirane dike û him jî pê re rûreşiya insaniyetê ku li zindanê derbas bûye tîne holê. Min Laleş ji nêzîk de nas dikir ku bi espiriyên xwe ên civakî, mesele bi cî dikirin; lêbelê min ew bi uslûba nivîsandina kitêbeke wiha ku xwerû ji uslûba civaka kurdî ye, ewqasî nizanîbû. Kitêb bi mejiyekî kurdî hatiye nivîsandin. Ez hêvî dikim ku ew bi vê uslûba kurdî nivîsên xwe bidomîne. Destê te neêşe dibêjim.

Mêhdî Zana
1. 3. 1999


 


Şerê serxwebûn û azadiya miletê kurd, kûr û dûr û dirêj û ewqasî jî dijwar e. Dawî lê nayê. Di jiyana vî miletî de şevên reş û lal her gav bi dû hevdu de hatine û van şevan jî her gav di pênûsa çend tarîxçiyên kurd de, bi zor û zehmetî çirûsk vedane.

Salên 1980î di jiyana miletê kurd de bi her aliyên xwe ve demeke taybetî ye. Cûntaya eskerî bi tenq û topên xwe ve êrîşî ser miletê kurd dike û rêxistinên wî mîna hemampûşan ji hev dişehetîne. Hin dibin mahcir û terkîdinya dibin, hin tên kuştin û hin jî dikevin zindanan. Rewş tê merheleyeke wisa ku li Kurdistanê di warê siyasi de heta bi pelên daran êdî nalivin. Roja ku cûnta mixalefeta der bi tevayî teslim digire, îcar çavên xwe berdide hindur. Bi hezaran tekoşerên miletê kurd di hindur de ne û serê xwe ji zilmê re natewînin. Ev serên ku bi "serê mêr!" dihatin bi nav kirin, divabû biperçiqiya.

Ordiya tirk bi destpêka sala 1981ê û heta sala 1983an bi qeweteke piralî û bêwestan êrişî ser girtiyên zindana Diyarbekirê kir. Girtî jî bi xwîna xwe li himber êrîşên wan sekinîn. Di vê zindana ku leşkeran ew kiribû qesabxane, bi salan xwîna kurd herikî! Tu zilm nema ku di serê kurdan de ne kirin! Zilma ku dihat kirin hemû jî li ser kurdayetiya me bû, armanc ew bû ku hebûna me bi carekê ve têk bibin, ji ber wê yekê jî her pelê ku bi kurdî bê nivîsandin wek sîleyekê di ruyê zilmê de dişerqe.

Laleş di vê kitêba xwe de piralî li ser vê zilmê rawestiyaye; bi zimanekî xweş û bi haweyekî bêteref tarixa rev û liberxwedana girtiyan nivîsandiye.

Destê te û pênûsa te xweş be.

 

Paşa Uzun
Çile 1999



Ez di heyştê meha sibatê sala 1980î de têm girtin. Ji sala 1980î û heta sala 1988an li girtîgeha Diyarbekirê radikevim. Di sala 1988an de min surgunî girtîgeha Rihayê û piştî salekê min ji vir jî surgunî girtîgeha Ceyhanê dikin. Bi kurtî ez yazdeh salan di girtîgehan de radikevim.

Bi Laleş re li zindana Diyarbekirê em heyşt salan keniyane, giriyane û me kiriye hewar! Min ew hîn ji derve de nas dikir. Em hevalê hev ê rêxistinî bûn. Divê ez bêjim ku ew berî hertiştî kurdperwerekî deqarû bû. Ew tu carî wek me ne bû komunîst. Bi haweyê kurdan radibû û rûdinişt, dida û distend, difikirî û digot. Heger ne ji wê kurdperweriya wî ba, kî dizane belkî îro ev kitêba delal jî ji miletê me re bi zimanê wî nenivîsandiba. Mala wî sed carî ava be ku tarixa liberxwedan û teslîmiyeta me, bi zimanê miletê me pêşkêşî nesîlan kir. Kitêb bi haweyekî objektîv hatiye nivîsandin. Ez wilo bawer dikim kurdê ku vê kitêbê bixwîne, bêminaqeşe dikare bigire ser qereqol û polîsxaneyên tirkan. Tewsiya min ew e ku her kurd vê kitêbê bixwîne û bixwîne. Ji bilî vê jî nivîskar, xwendevanê xwe bi kurdî dikenîne, digirine û difikirîne.

Di kitêbê de gelek sahneyên êşkenceyê hene. Nivîskar bi haweyekî zîrek fikiriye û rê daye şanogerên kurdan ku van sahneyan bi hêsanî bikaribin bi kar binin. Ez wilo bawer dikim ku di rojekê de wê ev kitêb bibe filim jî.

Ez hêvîdar im ku Laleş tu carî dev ji qelemê bernede û bi wê kurdiya xwe a dewlemend û xweş hîn gelek kitêban ji me re binivîsîne.

Şükrü Gülmüş
14. 01. 1999


Min ev kitêb di sala 1995an de qedandibû. Lê mixabin weşanxaneyên kurdan ên li Stockholmê ji tirsa PKKê kitêb çap ne kirin. Yekê ji wan jî elfabeya M.Celadet kir mahne û got "neçapkirina kitêbên bi niqte û kumik prensîbekî me ye".

Di yekê meha dehan sala 1999an di daweta zarokên Lezgînê cizîrî de min araq firot kurdan û min ev kitêb bi perê araqa wan çap kir. Yanî min kir, de here ha!!

Laleş Qaso




Beş 4: Bi haweyê mehmetçîk êşkence, kuştın û talan!


Beri ku ez êşkenceya mehmetçîk rave bikim, dixwazim hinekî li ser pergala dewleta wî rawestim.

Dewleta tirk dewleteke eskerî ye. Di dema osmaniyan de jî wilo bû. Sermiyanên vê dewletê bi sersermiyan e. Û ev sersermiyan jî îro ewrupî û emerîkî ne. Sermiyanê dewletê burjuwaziyê tirk bi giştî ji tebaqa esker, polis û oldaran pêk hatiye. Balkêş e ku ji Tirkiyê pê ve li tu derê cîhanê bi vê ecêbê çîna burjuwazî bi tenê ji esker, polis û oldaran ne hatiye damezirandin. Kompredorên tirk bi giştî general, komîser, mele, şêx, hecî û efe ne. Li gor min, heger gelê tirk îro ewqasî ji qidûm ketibe û bêşexsiyet bûbe, ji ber ku ev kesên xwînxwar her tim bûne mezinê dewletê û bi zihniyeteke pêxwasî gelê xwe perwerde kirine. Gelê tirk hingulîska tiliya dewletê ye. Taybetmendiyeke din a vî gelî ew e ku zarokên wî di xortaniya xwe de bi giştî pêşverû û di mezinahiya xwe de jî paşverû dibin.

Dewleta tirk dewleteke destbixwîn û xwedî tarixeke destbiqirêj e. Împeretoriya osmanî û dû re jî dewleta Atatirk, her dem xwîna gelê kurd rijandine; welatê kurd talan û tajan kirine û jiyan e. Împaratoriya osmanî li ser termê gelê kurd nizim bûbû. Lêbelê piştî ku împeretorî di bin fermandariya Atatirk de, bi navê dewletê dikeve dirûvê Împeretoriyeke modern, li ser termê miletê kurd heta ku digihê roja îro, bilind û bilind dibe! Ordî, polis û oldarên tirkan her tim kurd di xwînê de gevizandine; xistine girtîgeh û zindanan û di van girtîgeh û zindanan de rizandine. Kurd ber bi çol û çiyan de terqandine, kuştine û dest avêtine jinên wan...

Laleş Qaso
Zindana Diyarbekirê û şoreşgerıya me - 2

Pelda

Laleş Qaso
Zindana Diyarbekirê û şoreşgeriya me
Cild 2

© Weşanên Pelda
Wêneyê bergê: Cemal Kurdo
1999 Stockholm

ISBN: 91 97 22 75 -2-8

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals