The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bayê Bakur


Author : Axîn Welat
Editor : Avesta Date & Place : 2006, İstanbul
Preface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 9944-382-02-7
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 1182Theme : Literature

Bayê Bakur

Bayê Bakur

şewatên xwe di çermê min de
vemirîne bila gewdê min rizgar bibe
zengil di barînê de
lêdikevin...
bakur di destên te radibe ser piyan
şaxekî kesk li ser milê min e
tavel baran di destên te de
û têra hemêzekirineke germ
bayê bakur bêdeng dimîne

NAVEROK 

şevên bakur /9
jomartina roj û şevan /11
mizawir in tu û van şevan /13
lêv jî çîk didin /16
dengvedera xewnekê /18

evînek di bahîna bakur de /19
destên te yên bi min hilçûyî /21
Serxoşî /24
destine zêrî, destine zîvî /25
bişkuvîn /28
destê xwe ji bin serê min mekşîne /29
ka destên xwe bila xûna min bişihe /31
tiliyên şekirpereyî... /33
pîvan /34

bayê bakur /35
ji pêjn û baregekê de /37
bahîn /38
du pencere... rûyekî çelmisî /39
rizgarbûn /41
hezkirin /42

rojavayê bakur /43
bi guliyên hinekirî rokê dibin ava /45

pêlek ji beravên bakur /49
pêl û beravên singê te /51
bîranînên rêya jorîn /56

hestên bakur di axîneke bêdengkirî de /59
bi qilafetê xewneke û pergala barovan tê bê /61
bêrîkirin /65
gunehkarî /66
behîdarî /67
tabloyeke ji girî /68
hêstirek /71
lavlaka birîn û bedenan /72
rûniştî ne... av ji tiliyên wan diherike /74
lome /76
zorbirin /77
xulîpifk /78
dilxwazî /79
pirs /80
??!!! /81
newroza 2004 /85

Jimartina roj û şevan

Roj û şevan dijmêre...
herwiha tiliyên xwe yên yek bi yek
di porê wê de diweşin.
hemû tiliyên nazik di deh rojan de winda kirin
roj bi roj porê wê
ji rê û çîrokên zivistanê dirêjtir dibû.
bê nav, bêyî ku tiştekî li şûn xwe bihêle
hat û winda bû.

tenê rê xûdana wî ya şor vedixwin û gavan dijmêrin...
nabêjin çima kenir nema tu îşê xwe ji axê tînin !

ku bê tu îşê xwe ji êgir nanîba î êgir tu îşê xwe
ji argunên dil nanîba
wê porê wê yî ji çemekî dirêjtir,
hemû qeyîkên zaroktiyê bigihandana beravan
babelîşk bişkandana û ba biloranda...

sal û birînan dijmêre, herwiha tiliyên nû şîn dibin
û porê wê ji barana wan salan tevan dirêjtir
ji tîrêjên rokê bi şewqtir
bi ser milên wê diherike.

nêzîk de wê ji guneh û giraniya gewdê xwe rizgar bibe
wê ewr di pêşwaziya giyanê wê de ji hev vekişin,
û ezman firehtir bibe
nêzîk de wê ji xwe rizgar bibe û bifire."

 

avesta | ŞAHMARAN : 206 | 3
Bayê Bakur
Axîn Welat

Edîtor: Rûken Bagdu Keskin
Berg: Genco Demirer
Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2006, Stenbol
Çap: Banş Matbaacilik

© Avesta, 2006
Ji xeynf danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÛZlK DAGlTIM LTD. ŞTl.
Evliya Çelebi Mah.
Aybasti Sok. No: 48/4
BEYOGLU/ISTANBUL
Tel: (0212) 251 44 80
(0212)243 89 74
Faks: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
OFlS/DlYARBAKIR
Tel-Faks: (0412) 223 58 99


ISBN: 9944-382-02-7



AXÎN WELAT di sala 1970 de li Efrînê, gundê Kefercenê (Serêkaniyê), ji dayîk bûye. Beşê edebiyata erebî, li zanîngeha Helebê xwendiye. Bi herdu zimanan dinivîse, kurdî û erebî. Berhemeke wê bi kurdî heye : Helbestina bê ziman, sala 2001î çap bûye. Di radeksiyona malper û kovara Hajalnama de, ku li Swedê bi erebî derdikeve, kar dike.

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals