Destpêkên şevînê
M. Zîlanî
Apec
Sev bi şevan re
dibûre
Min ii kevirê Aram
danî şikefta jînê
Nêzîkî çemmê Aras
Kevtim şevînê
Kevtim şevînê
- Diyarî bo:
Xwîşka min "Stêr" ...
ya geş li ezmanê Kurdistan,
Xwîşka min "Newroz" ...
cejna Welatê min,
Birayê min "Tîrêj" ...
ronahîya roka azadîyê,
Birayê min "Berzan" ...
hemdemê Zagros û Ararat,
Birayê min "Jîro" ...
hogirê Zanyar û evîndaran.
Hem diyarî bo: Jinbava min (dayika min)
" Şukrîye "
buhatirîn mirov li ber ...
çavê min.
Wiyana welat
Hêsir ji hewrên reş dibarin
tête birim xan û man
Baran ji çavên min dibarî
bê te mam bê xwîn û can
Dikim ji baxên dil bi maxan
bûme warê êş û jan
Finda li ber arim bi çaxan
bo te mam bê jîn û şan
Her bo te ev nalîn ji min têt
bo te tim qîr û fîxan
Gulan, 1988, Amûdê
Destpêkên şevînê
(I)
Mest û bê war
Cana
Bê heware
Çardeh gulên
Mîna rojên heyvê
Li ezmanê
Wan ebrûyan
Şahnamene
Li qonaxên wan
Girr û rivîn
Ji ber şûrên
Kuh û zingargirtî
Devên birînên newalan
Pûç dikin û
Didirrînin
Mest û bê war
.....
M. Zîlanî
Destpêkên şevînê
Apec
Weşanên Apec
No: 54
Destpêkên şevînê
Helbest
M. Zîlanî
Berg û nîgarên dîwanê
Nîgarvan: Spîndar
© Apec-Tryck & Förlag
Apec-Tryck & Förlag
Spångavägen 345
Box 3318
S-163 03 Spånga / Sweden
Tel: 08-761 81 18
Fax: 08-761 24 90
1994
ISBN: 91-87730-54-5