Berê xwe danek di karêt netebayên pirsa kurdî û pêdiviyatiyên nuhe
Xalid Xalid-Koçî
Apec
Naverok
Sivke gotînek jî wergêrî / 7
Pêşgotin / 9
Siruştê gellê kurd û netebagên wî / 11
Siruştê bizava azadîxwaza neteweyî ya kurdî / 16
Netebayên ku kar di bizava azadîxwaza kurdî da diken / 19
Cîhankirina pirsa kurdî û peywendîyêt Kurdistanê di gel derve / 28
Stiraticiyet û pêdiviyatên nuhe / 36
Got û bêja riyalîst royî û idyalistroyî / 57
Jêder / 74
Tîvarêz / 76
Ferhengok, ji bo bi sanahî kirina peyvên giran û nuh / 77
Berhemên nivîsarî / 80
SIVKE GOTINEK JI WERGÊRÎ
Gelek salên giran û nexweş biser gelê mede barîn û dîsa nuhe jî ev gele her yê li bin barê herê nexweşê sitemkariyê, rênc û êşa dikêşit.
Ev nivêsîna Seydayê Xalid nivêsî pêngaveke bo helsengandina salên borî û demê nuhe... Hewildaneke bo dest nîşankirina birînên gelê Kurd û Pedivyatiyên nojdariya wan birînan.
Bi min pêngavek pirr hêjaye, û pêdiviye her Kurdek bixwinit. Hêjatiya vê pêngavê pêtir di hindê daye hewildaneke bo Xilolekirina dîwarê tirsê, tirsa bê eger ji nivêsîn û helsengandinê.
Nivêsevanî gelek hizrên giring yê divê nivêsinêde derbirîn û diyar kirin. Lê wekî min daxwaza wî bi supa sivê pesend kirî û biryar day vê nivêsînê ji erebiyê wergêr me kurdiyê, mêna (wate) ew nine ez xudan û helgirê heman bir û bawer û heman hizra me, di bit li gelek ciha hizr û boçanêt me êk nebin. Lê gelek bi fer dizanim em hemî fêrî loqa dîmukrasiyê bikin û baştirîn rengên dîmukrasiyê ew e, xwe nî bikeyn çawan di xwazîn derav û delîvan ji gotin û derbima hizrêt xwera peyda bikeyn û serbest bêjin û diyar biken. Ez li wê bawerê nînim (ji ber gelek egera) rewşenbîrên Kurd bikarin û bizanin rastiya tewaw û bîr û bawerên gogirî û bê kêmasî derbibirin.
Lê disan li wê bawerême her êk ji me dikarit hindekê ji rastiyê û dirustiyê destnişan bikit û bêjit. Û kengî rastî û dirustiyên me hemiya vêk ketin û gehiştine hev û kombone ser êk, hîngê dê xwe di qonaxek bêrincî û gelek başde bibînîn.
Evca ji bo xizmeta pirsa gelê xwe, ji bo nojdarkirina birîna me ya here bijan û mezin, divêt hestên me diber pirsiyarbin û ne bi tinê rê bideyne hev da hizrêt xwe derbibirîn, lê divê harîkariya hev bikeyn û astenga ji rêya hev ladeyn û cudahiyên li nav bîr û bawer û darêtina hizran ji xwere nekeyne eger bo kuştina vê hulma dîmukrasiyê ya ku hêdî hêdî dinav civaka Kurdistanê de divejit û serhildidet û piç piçe di sexletêt mede diyar dibit.
Cahfer Mayî
Xalid Xalid-Koçî
Berê xwe danek di karêt netebayên pirsa kurdî û pêdiviyatiyên nuhe
Apec
Weşânên Apec
Çapa Oricînal:
Nazratun fî t-tanaqudatî l-lati tahkumu l-qadiy-ya l-kurdiy-ya
wa mustalzamatî l-wad'î r-rahini. 1989
Xalid Xalid - Koçî
Werger: Ji erebî bo kurdî (tîpên erebî)
Cehfer Mayî
Wergêr: Bo tîpên latînî
Abdulwahid Bavî
Çapa yekem bi kurdî
Copyright. Khalid Khalid-Koçî
Printid in Sweden
Stockholm 1992
Sattning och tryck:
Apec - Tryck och Förlag
Box: 3318. 163 03 Spånga - Sweden
Mafê çapkirinê parastiye
ISBN: 91-630-1238-3
Berhemên Xalid Xalid-Koçî yên çapkirî:
1-Partîyên siyasî yên Iraqê (Arabî), çapxana Xebat, Kurdistan, 1973.
2-Den Kurdisk Irakiska Konflikten (Swêdî), Bokforlag kîtabîat, Sweden, 1988.
3-Berê xwe danek di karêt netebayên pirsa kurdî û pêdiviyatiyên nuhe (Arabi), Apec, Sweden, 1989.
4-Dal (kurdî), Şêrko Bêkes, Wergerandin ji tîpên erebî bo latînî, Apec,. Sweden 1989
5-Çawa qanûnên Bingehî yên Iraqê behsa mafên milletê kurd dikin? (Arabî), Ararat, Sweden. 1990
6-Siyaseta Sovyetî di Derheqa pirsa kurdî da (Arabî), Ararat, Sweden, 1990.
7-Kurte welamêk le ser pertûka Fadîl El-Berak "Barzanî le Nêwan efsana û rasti" da (Kurmanciya jêrîn), Apec, Sweden, 1992.