Mîtolojiyên Mezopotamya
Edward Petişka
Apec
Ew kesê bixwaze li ser dîroka kevnare agahdar bibe, bûyerên wê dema herî kevn bizanibe, bere vê pirtûkê veke û bixwîne. Em ê bi hev re biçin kurayiya dîrokê, ji sê heta pênc hezar sal... ber bi avakirina şaristaniyê ve...
Em ê biçin xaka ku rojê xwedatiye herî mezin û herî bihêz li wir kiriye.
Edward Petîşka
Carekê li ser xaka navbera Dicle û Firat, bîngeha şaristaniyê dihate danîn. Fîlosofan felsefeyên nu diafirandin. Astrologan stêrkên nû peyda dikirin. Sal behrî 12 mehan, meh bi 30 rojan, roj bi 24 saetan dikirin. Cara yekem nivîs li vir peyda dibû. Matematîkzanan formulasyonên ku heta hingî nedihatin zanîn didîtin.
Gelek gel jî li ser xaka Mezopotamya dijiyan - Babîlonî, Asûrî, Şumerî, Akadî, Mîdyayî...hemû jî azad û bextewar bûn. Beri sê - pênc hezar salan bû...
Cemal Batun
MEZOPOTAMYA
Elen'an (yunaniyan) ew wusa binav kirine. Navê wê tê mana - xaka navbera du çeman. Qraliyetên Mezopotamya yên kevnare li vir, di navbera du çemên navdar - Dicle û Firat de pêkhatine û hilweşiyane.
Em ji valayiya qamişên Firatê bikevin nav diroka hezarên salan, ên ku me ji Mezopotamya ya mezin û kevnare dûr dixin.
Li ser rûyê şahîk ê Firatê keştî digerin, ên ku ji darên çaman hatine çêkirin û bi çerm hatine jidandin. Her wusa keştiyên biçûk bi wan ve ne, yên ku bi çermên beranan ve hatine pêçandin, ji bo ku siviktir bibin. Li ser pêlên nêzikê beravê, selikek ji qamîşan hatî çêkirin, bi vir û wir de diheje. Aliyê hundir û yê selikê bi benîştê çamê ve pêçaye ji bo avê derbas neke. Di selikê de zarokek şîrê heye. Dayika wî, bi dizi ew teslîmê ava Firatê kiriye, ku wî ber bi çarenûsek nû ve bibe. Ji beravê masîvanê bi navê Akkî, selika bi zarokê ve dibine, lê meyze dike. Ew bi darek dirêj dixwaze selikê ber bi xwe ve bikşîne. Dawî wê dikşêne ber bi xwe ve û zarokê ji selikê derdixe û bilind dike. Bi vi awayî li gor mîtolojiyê masîvanê hejar dikeve dîroka welatê xwe de. Lawê ku ji ava Firatê digihe destê Akkî, li ba wî mezin dibe û fêrî bahçewanîyê dibe. Xortek delal û zîrek jê derdikeve. Piştî Xweda İştar dildikeve wî, alîkariya wî dike ku derbikeve ser textê qraliyê û serfiraziyên mezin hemberê dijminan bidest bixe.
İro, vêce em dizanin, ku qralê ev destan li ser tê gotin, bi rastî jî jiyaye. Navê wî Sargon bûye û împeratoriyek mezin sazkiriye. İro em dikarin nîvîsên ji dema Mezopotamya ya kevnare bixwînin, yên ku ji hezarên salan ve ketibûne jibîrkirinê de, her wekî yên Egîpetê ( Misir a kevn).
Gava em pişta xwe didin Firatê, em bahçe û daristanên ji darên xurman ên delal û bi plan ên Fînîkiyan bibînin. Di dema berê de, her wekî nuha, dara xurmeyê ya Fînîkî danek tebîatê ya herî xweşik ji van cihan re bûye. Ji ava xurmeyên wê, ji hingê ve bi hostayî hingiv û ava tirş çêkiribûne. Ji dendikan xwarin ji bo heywanên xwe derxistine ; pelên darê jî bikar anîne. Her çend di dara xurmeyan de nîmetên zêde nebin jî, li vê de li wan meyze kirine. Ji darên wan bi rastî feydeyên mezin dîtine. Dar ji bo gelek tiştan bikar anîn e - ji bo nîmetên xwarinî û yên nivîskî...
Em ji daristana darên xurmeyan derbas dibin û ji dur ve bajêr dibînin. Dîwarên bajêr ên bilind û avayiyên parastinê li derdorê. Ji bo bajarê kevnare, em dikarin ji deri yê bi darên spîndaran çêkirî û bi baqir ve hatî jidandin, derbas bibin. Kolanên ji xelkê dagirtî, bi qîrên bazirganan, bi derbên çakûçan ên hesinkaran, bi lêdana dahol û zingilan, bi zîvirandina dolaban (tekerlek ) ji me re didin xuyandan, ku em nêzîkî dukanên esnafan dibin. Gava em seri hildin em ê avayiyek bilind û ezîm bibînin. Bilind , bi ser hemû xanîyên bajêr ve, minareyên Zîkuaratê diyar in, ên ku li kesên xwedî bawerî û îmanê tesîrek mezin dikin. Lê mînare û avayiya heri navdar û mezin a li bajarê Babîlonê ye - Keliha Babîlon e. Li gor destanên herî kevn ev avayî ji alî Xwedêyan ve hatiye çêkirin. Bi vi awayî hurmet û nimet, ji bo Xwedayê herî bilind ê Babîlonê - Marduk re hatiye nîşandan, ji bo ku ew di cîhê herî bilind de bijî. Lê, di rastiyê de ev avayî ji bal dîl'an (êsîran) ve hatiye çêkirin, ên ku di wê demê de, di avakirina hemû avayiyan de hatine bikaranîn. Hemû karên zexmet bi wan hatine kirin.
Di derdora kelihan de, avayiyên din jî çêkirine, ji bo ku di rojên cêjnên mezin de bi mirîdan bên dagirtin. Mirîd di van avayiyan de hatine bicîh kirin, li wir razan e û xwe amadeyî pîroziyên cêjnan kirin e.
Navdariya van bajarên ezîm, ji zû ve derbas bûye. Ew hatine jibîr kirin. Ew tiştên xwendevanên bi meraq lê geriyane û peyda kirine di Zabûr, Tewrat, İncîl an Quran ên kerîm de, an jî di nivîsên nivîsvanên kevnare de, dijbehin çîrokan.
Bi awayekî lêgerînek fereh û kûr, di sedsala derbasbûyî (sedsala XIX-an) de arkeologên Ewropayî bala xwe dane vî cihê bi dewlemendiyên senet, dîrok, arkeolojî û hwd. dagirtî. Ev cîh ên ku malê tevayiya insaniyetê ne û di nav erdên împeratoriyên kevnare yên Mezopotamya de bûn e.
Bi alîkariya bi hezarên karkerên cîh, arkeologan dest bi kolanên xwe kirin e. Ji destpêkê ve wan dîtiye, ku ev avayiyên ezîm û kevn ne tebîî ne. Li ser mainî (kalıntı) yên dîrokî, bi sedên salan, di bin tesîra bûyerên tebîî de - baran, befr, erdhejîn û hwd. qum û ax hatiye komê û ew di bin wan de man e.
Di rojên destpêkê de, pîsporên dema nû dilşad û kêfxweş bûne. Mainî yên heykelan, skulpturan, peykeran, çekan, kevirên bi qiymet, wêne yên li ser ferşikên (kevirê pehn û şahîk) ji xeriya sor peyda kirine. Bi vî awayî wan bi şiklek berketî bala xwe ne daye gelek ferşikên, ku li ser wan îşaretên ecêb nivîsandî ne. Ev îşaretan, wekî dewsê piyên çûkan ji wan re hatine xuya kirin û qet tiştek ji wan fam nekirine. Kesên cara pêşîn ev ferşikan girtine destên xwe nizanîbûne, ku di destên xwe de nivîsa kevnare ya ku bi awayê nameyên dîrokî bûn e digrin.
Gelên ku di Mezopotamya de jiyane, nivîsa bizmarî ji Şumeran fêr bûne, yên ku runiştvanên xaka bakûrê Mezopotamya'yê bûne. Lê, xeriya sor (seramik) ?
Li Mezopotamya' yê gelek dar û text nebûne. Lê tu bê çiqas , xeriya sor hebûye. Bêguman ew jî bi destan çêkirine. Xerîya sor ji ber çemên Dîcle û Firatê peyda kirine. Ji xeriya sor kerpîç û kiremêt çêkirine, ew li ber tava rojê hişk kirine û paşî jî ew li ser agir germ kirine. Ji xerîya sor keramîk, teyfik, cêr, lampa û gelek tiştên din ên pêwist ji xwe re çêkirine.
Li ser xeriya sor nivîsandine.
Nivîsvanê Babîlonî yan ên Şumerî di destê xwe de kerpîça tenik a ji xeriyê sor çêkiri girtiye - bi taybetî jî yên ne mezin - û li ser nivîsandiye. Pênûsa wî jî qamîşa tujkirî bûye. Di destpêkê de nivîs wekî wêneyan bûye, her çûye hatine hesanîkirin. Heta ku ji nivîsa şeklê wêneyan derbasî şeklê nivîskî bûyê, lê dîsa jî bi mezinbûna cuda "nivîs" hatiye kirin. Ji van nivîsên li ser ferşikên bi mezinbûnên cuda cuda, bîblîotekên gelekî mezin ava kirine. Ji wan dewlemendiyên insaniyetê, sed xwezî jê re ku beşek biçûk maye, yên ku edebiyat, resim û heta hin ji wan rêziman û ferheng jî di nav wan de ye. Di Mezopotamya kevnare de nuha tê zanîn, ku destpêka ilmên giring - wekî matematik, geometri, medicin ( TIP ) û astronomi hatiye danîn. Veqetandina rojê ji bo dwanzdeh, ya şev û rojê ji bo bîst û çar, her wekî veqetandina salê ji bo dwanzdeh mehan dîsa ji şaristaniya Mezopotamyayê gihiştiye heta roja me.
Ji xwendin a nivîsa nameya bizmarî re sebr û hewldanek giring pêwist bûye. Ji bo vê jî pîspor û zanayên ilmî bi hejmarek zêde hemû zanabûna xwe serfkirin e. Bi vi awayî, zanistiya li ser dunyayê ya ku heta nuha ji alî Incîlê ve dihat zanîn, şiklek nû girt.
Mîtolojiyên, ku hûnê di vê pirtukê de li ser Mezopotamya bixwênin, ji nivîsa nameya bizmarî hatine wergerandin. Beşin ji wan xwendina wan gelek zexmet bûye, beşin xesar dîtine û nehatine xwendin. Zêdeyên wan jî Şumerî ne. Ev mîtolojî xwedî dîrokek gelek gelek kevn û xwedî giringiyek mezin in. Navên ku hûnê di van de mîtolojiyan de bixwînin Akadî ne. Ev mîtolojiyan ji Şumeran gihiştina Akadîyan, paşî xwe gihandine dema Babîlon û Asurîyan û her çûne van mîtolojiyan naverokek ferehtir girtine. Her wusa jî bûne malê tevayiya Mezopotamyayiyan.
Xwedayên Mezopotamyayiyan ji zilma xwedayên din hatine kuştin. Şiklên wan wekî yên insanan bûye û kirinên wan jî wekî yên insanan bûn e. Şer kirine, zewicî ne, zarokên wan çêbûne û ferqa wan ji insanan tenê di jîrbûn û zanabûna wan a "netebîî" de bûye. Însanên tebîî li wan bi xeyraniyek mezin temaşe kirine. Bi hêz bûne, mêrxas bûne, zana, xweşik û gelekên caran zalimên wan demên kevnare bûne, ewan karibûne sêhran bi xwe jî çêbikin.
Lê, ew dema dawî ji wan re jî hatiye - ew dema ku ne sêhr, ne hêz karîbûne alîkariya wan bikin. Ew jî pîr bûne û wekî hemû insanan ji jiyanê koç kirine.
Gava hûnê mîtolojî ya Mezopotamî li ser Etan bixwênin, wê Ikar ê elemî (yunanî) werê bira we.
Ev pirtuka han, armancek wê ku deriyek di ilim de ji nû ve veke tuneye. Nivîskar daxwaz dike, ku bi keda xwe dilxweşiyek bide xwendevanan ku bi dewlemendiya insaniyetê û şaristaniya Mezopotamya nasîn bibin. Ew dixwaze ji we re bibêje, ku zanistî bê sînor e, xweşikbûn bê sînor e, daxwaza wekhevî û edaletê bê sînor e.
Edward Petişka
Dîsa li ser Mezopotamya
Gava ev pirtuka di dest we de bi zimanê bulgarî kete destê min, bê guman ez gelek şa bûm. Tiştên heri girîng ji bo min, dokumenter bûn û dîroka mîtolojiyên tê de cîhgirtine bûn. Ev mîtolojîyan ji hezarên salan gihiştibûne roja me - ji xaka nav çemên Firat û Dicle yê. Li vir, bingeha şaristaniya insaniyetê hatibûye danîn. Xetên pêşîn ên zêdeyên ilmên tebîî, felsefe û edebiyatê di xaka nav çemên Dîcle û Firatê de hatibûye nivîsandin. Çandinî cara yekem ji bal insanan ve, li vir hatibûye kirin. Çemê Dicle û Firatê û xaka di navbera van her du çeman de - Mezopotamya û îro Kurdistan. Ev mîtolojî ji Mezopotamya digihiştin roja me û di nav nîjadên li vir jiyayî, tenê Kurd îro wekî neteweyekî ji hezarên salên dîrokê ve, xwe digihandin roja me. Ji bo bibin xwediyê mîrasê Mezopotamyayê.
Li ser xaka Mezopotamyayê her wekî di pirtûkê de wê navên wan derbas jî bibe, gelek nîjad jiyane, gelek împeratorî yan mîrîtî hatine damezrandin. Babîlonî, Fînîkî, Aşûrî, Akadî, Şumerî, Mîdyayî, Kardûxî... Ew Mezopotamya, ya ku bîngeha şaristaniya mirovayetiye bûye, herwekî herî baş ji bal me Kurdan ve tê zanîn, îro sed mixabin bûye cîhê bikaranîna zordariya herî mezin hemberê neteweyê xwediyê vê xakê - Neteweyê Kurd.
Zanîna dîroka xwe, nexasim dîroka Mezopotamya - zanîna mîtolojî û jiyana beri hezarên salan di navbera çemên - Dicle û Firatê de, bêgûman destkeftinek ji bo xwendevanê kurd e. Yek ji armancên min ên herî mezin di wergerandina vê pirtukê de, ev bû.
Gava min "Mîtolojiyên Mezopotamya" werdigerandin, ji aliyekî ve ez gelekî dilşa dibûm - min didît ku Mezopotamya çi daye mirovayetiyê. Gava min mîtolojî werdigerandin, carnan hîsên min wekî pêlên oqyanûsê bilind dibûn. Ev mîtolojî çend xweş hatibûn nivîsandin? Bi heyranî min dixwendin û min ew werdigerandin zimanê şêrîn ê Kurdî. Ji aliyek din ve, ez gelek xemgîn dibûm - bi hezarên ronakbîrên Kurd ên ku îro dikaribûn bi awayek herî hêja perdeya li ser dîroka Mezopotamya rabikin, tu mecalek weha bidest wan nakeve, ji bo ku dagîrkerên welatê wan dibin asteng li pêş xebatek weha. Vêca ev kirinên dagîrkeran nabin tenê zordariyek li hember mirovê Kurd, ku dîroka xaka xwe binase. Ew dibin zordariyek li hember tevayiya mirovatiyê, ku li ser şaristaniyek ji yên herî kevn a cîhana me bibin xwedî zanistiyek fereh.
Berî ku ez dest pê bikim mîtolojiyên di nav vê pirtûkê de cîh digrin ez wergerînim, min pêşgotina Edward Petîşka wergerandibû. Ew di kovara "Nûdem" hejmara yekem de hate weşandin. Piştî çapkirina wê, min ji çend xwendevanên kovarê namê girtin. Çend hevalan ji bo vê wergerê spasiyên xwe nişan kiribûn. Hevalekî jî, bê ku navê xwe binivîse, nameyek anonîm ji min re şiyand. Di wir de, wî hevalî ji bo wergerandinê çend pêşniyarên xwe nivîsandibûn. Ez spasiya wan hemûyan dikim.
Cemal Batun