La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê


Auteur : Mehmed Uzun
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, İstanbul
Préface : Pages : 377
Traduction : ISBN : 975-7112-38-0
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2314Thème : Littérature

Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê

Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê

"Û piştî qonaxa donzdan, tîrêjên royê mîna lehiyekê herikîn."

Ji teqîna Mezin û bi vir ve tarî û ronahî dorê ji hev distînin. Tarîtî hebûna xwe bi hilbûna ronahiyê winda dike. Di destana qedîm de Gilgamiş, "di nav daristanê de, xwe da ser riya royê, ber bi aliyê çiyayê ku ro jê hildihat. Wî, bi qasî qonaxekê rê birî, tarîtiya ku dora wî rapêçabû, hîn bêhtir bû. "Ronahî nîn bû, Gilgamiş pêşiya xwe, paşiya xwe nedidît." Gilgamiş piştî riyeke bi kosp a dirêj û tarî, rastî lehiya ronahiyê tê.

Piştî bi hezar salan Baz jî, di eynî qonaxan re derbas dibe, berê xwe dide Welatê Çiya, warê "tarî", lê ne bi armanca Gilgamiş. Yek li giyayê nemirinê digeriya, ê din mirin bi xwe re digerand. Û Kevok, ji Welatê Mezin ber bi Welatê Çiya ve bi firrê dikeve li pey şopa Jîr, li pey evîna bênîr. Tariya mirinê ku ji awirên Baz dibare, bi evîna çavên Kevokê ronî dibe. Di şerê man û nemanê de mirin wan di tariyeke bêpayan de diqefêle, yek bi yek dikevin ser axa sar û şahidê vê yekê tenê stêrkên şevê ne. "Egîd jî, rênas jî mîna heyvê ne, pêşî ew mezin, fireh dibin, dibiriqin, şewq didin, paşê winda dibin û derin..."

MEHMED UZUN - Di sala 1953'an de li Siwêrekê hatiye dinyayê. Dibistana yekemîn, a navîn û lîse li wir qedandiye. Piştî lîseyê li Enqera, Dibistana Mamosteyî ya Teknîkî a Bilind xwend. Di 72'an de hate girtin. Redaktoriya kovara "Rizgarî" kir Di 77'an de piştî hepsê, derket derveyî welêt û ji wê salê û vir de Ii Swêdê dijî. Redaktoriya kovarên "Rizgariya Kurdistan" (1979-81), "Hêvî" (1986-89), "Kurmancî" (1986-94) û "90-TAL" (1989-92, kovareke edebî ya Swêdî, endamê redaksiyonê) kiriye. Bi romanên xwe yên kurdî û ceribandinên edebî ku bi çend zimanên cihê dinivîse derketê pêş Roman û ceribandinên wî bi gelek zimanan çap bûn

Kitêbên Mehmed Uzun:
– Tu (roman, 1985)
– Mirina Kalekî Rind (roman, 1987)
– Siya Evînê (roman, 1989)
– Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (roman, 1991)
– Destpêka Edebiyata Kurdî (lêkolîn, 1992)
– Mirina Egîdekî (şiîr, 1993)
– Hêz û Bedewiya Pênûsê (nivîsar, 1994)
– Varlden i Sverige (antolojî, bi swêdî, tevî Madeleine Grive, 1995)
– Antolojiya Edebiyata Kurdî (antolojî, 2 cîld, 1995)
– Bira Qederê (roman, 1995)
– Nar Çiçekleri (nivîsar, bi tirkî, 1996)
– Ziman û Roman (hevpeyvîn, 1997)
– Bir Dil Yaratmak (hevpeyvîn, bi tirki, 1997)
– Roni Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê (roman, 1998)
– Dengbêjlerim (nivîsar, bi tirkî, 1998)
– Defter-i Amalım / M. Salih Bedirxan'ın Anılan (bîranîn, bi tirkî, 1998)
– Kürt Edebiyatına Giriş (lêkolîn, bi tirkî, 1999)
– Hawara Dîcleyê-1 (roman, 2001)

avesta / EDEBIYAT: 31 / 6

Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê
Mehmed Uzun

Edîtor: Abdullah Keskin
Redaksiyon: Rûken Bağdu Keskin
Berg: Ahmet Naci Fırat
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 1998
Çapa Duwem. 2002, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık
© Mehmed Uzun

Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û
weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZİK DAGITIM LTD. ŞTİ
Meşrutiyet Caddesi
Özbek İşhanı 136 / 4
BEYOĞLU / İSTANBUL
Tel-Faks (0212) 251 71 39
(0212) 251 44 80

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kau No: 2
OFİS / DİYARBAKIR
Tel-Faks: (0412) 222 64 91

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues