Pêlava birîndar
Evdile Koçer
Han
Ew xwediyê qelûneke navdar bû. Bi qelûna xwe ve li bajarê xwe her dem gilî û gazinc dikir. Bi qelûna xwe ve her dem digot, "Li vî bajarî tiştek naguhere!" Bi qelûna xwe ve rabû terka welêt kir. Bi qelûna xwe ve piştî 34 salan dîsa vegeriya bajarê xwe. Bi qelûna xwe ve dît ku her tişt guheriye. Bi qelûna xwe ve dev ji gilî û gazincan berda. Rabû dev ji qelûna xwe jî berda.
Evdile Koçer, di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan. Pirtûkên wî: - Govendistan (Weşanên Pêrî – 2002) - Mirin (Weşanên Aram – 2006) - Koçername (Weşanên Do – 2009) - Pêlava birîndar (Weşanên Han – 2010) |