La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdiya șirîn - I


Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1992, Stockholm
Préface : Pages : 88
Traduction : ISBN : 91-87730-33-2
Langue : KurdeFormat : 150x230 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2453Thème : Linguistique

Kurdiya șirîn - I

Kurdiya șirîn - I

Zinar Soran,
B. Welatevîn

Apec


Zargotina Kurdî xwediyê dîrokek gelekî kevn û dewlemendiyek pirr mezin e. Lê ziman û edebiyata kurdî di warê nivîskî de, li gorê wê dîrok û dewlemendiyê pêş ve neçûye. Ji ber ku dewletên kolonyalîst bi zanebûn xwestinin û dixwazin ku pêşiya vê pêşveçûnê bigirin.

Ew rastiya di perwerdekirin û hînkirina kurdî de jî, xwe bi awakî eşkere dide diyar kirin. Wek tê zanîn, li Swêdê zarokên kurdan jî wek zarokên neteweyên din yên biyanî, li dibistanan bi zimanê xwe dixwînin. Lê piraniya neteweyên din, ji ber ku xwedî dewlet û dezgehên perwerdekirinê ne, bi hêsanî dikarin ji pirtûk û meteryalên perwerdekirinê yên dewletên xwe feyde bibînin û wan bi kar bînin. Lê, şagirtên kurdan ji wî tiştî bêpar in. Ji ber wê yekê jî, di wî warî de pêwîstî û valahiyek zor girîng...


Naverok


Ey reqîb / 7
Dibistan vebû / 8
Prensîbên sinifa me / 10
Alfaba kurdî / 12
Aştî (Cigerxwîn) / 13
Malbata min / 14
Dilșa / 16
Hevala nû / 18
Deftera rojane / 20
Daxwazî / 22
Kite / 23
Bexçê heywanan / 24
Zarok gelek zîrek in / 26
Al (C.A. Bedir-Kan) / 28
Her Kurd im (Hejar) / 29
Hêşnahî-mêwe / 30
Telefon / 32
Pêzanîn / 34
Hevok / 35
Rêkûpêkî / 36
Nexweşiya Lezgîn / 38
Tehsîldar û ker / 40
Mijulî / 42
Niqte / 42
Navdêr / 43
Reş girêdan (Riza Çolpan) / 44
Nameya Gulçînê / 45
Nan / 46
Dûrikên Zarokan / 48
Malan barkirin (Stran) / 50
Sal - demsal - meh - roj / 51
Xapînok / 52
Bîhnok / 53
Zelal û Gul / 54


PÊŞGOTTN


Zargotina Kurdî xwediyê dîrokek gelekî kevn û dewlemendiyek pirr mezin e. Lê ziman û edebiyata kurdî di warê nivîskî de, li gorê wê dîrok û dewlemendiyê pêş ve neçûye. Ji ber ku dewletên kolonyalîst bi zanebûn xwestinin û dixwazin ku pêşiya vê pêşveçûnê bigirin.

Ew rastiya di perwerdekirin û hînkirina kurdî de jî, xwe bi awakî eşkere dide diyar kirin. Wek tê zanîn, li Swêdê zarokên kurdan jî wek zarokên neteweyên din yên biyanî, li dibistanan bi zimanê xwe dixwînin. Lê piraniya neteweyên din, ji ber ku xwedî dewlet û dezgehên perwerdekirinê ne, bi hêsanî dikarin ji pirtûk û meteryalên perwerdekirinê yên dewletên xwe feyde bibînin û wan bi kar bînin. Lê, şagirtên kurdan ji wî tiştî bêpar in. Ji ber wê yekê jî, di wî warî de pêwîstî û valahiyek zor girîng heye.

Her çiqasî di van salên dawî de hinek pirtûk û meteryal ji bo zarokan hatinin amade kirin jî, ew bersîva pêwestiya ku heye nadin. Bê guman ew pêwistî û valahiya ku heye di demêk kurt de naye çareser kirin. Di wî warî de pêwistî bi gelek xebat û hewildanan hene. Me jî, bi vê bîrûbaweriyê û li gorî hêz û zanebûna xwe xwest ku beşdarî nava vê pêvajoyê bibin û di wî warî de biçûk be jî xizmetekê bikin. Heger ev xebata me pir bi hindikî be jî valahiyeke dagre, em dê kêfxweş û bextewar bibin. Lê, em di vê bîrûbaweriyê de ne ku kar û xebatên weha ji aliyê komisyonek ku ji zimanzane û mamosteyên kurdî pêkhatî bête meşandin, wê bêtir bi rêkûpêk û dewlementir bin.

Di vê pirtûkê de, heta ji destê me hat li gel nivîsên kurt û hêsan, me xwest ku çend mînakan ji helbest û nivîsên helbestvan û nivîskarên kurd û çend numûneyan jî ji zargotina kurdî hilbijêrin. Li gel wê armancê, me xwest ku em di warê gramera kurdî de jî bi awakî pir kurt bingehekê ava bikin. Ji bo wê yekê jî, em bi kurtî li ser hinek termên gramerê rawestiyan.

Ji ber ku di wî warî de, ev pirtûka me ya yekem e, em dizanin dê kêmanî û şaşiyên me jî hebin. Berî ku em pirtûkê bidin çapê, me nivîsên vê pirtûkê da hinek hevalên mamoste. Piştî nerîn û pêşneyarên wan hevalan, me nivisên vê pirtûkê dîsa di ber çavan re derbas kirin.

Ji bo nerîn, pêşneyar, rexne û alîkariyên wan hevalan, em gelekî spas dikin.

Stockholm
Îlon 1992

Zinar Soran
B. Welatevîn


Zinar Soran,
B. Welatevîn

Kurdiya șirîn - I
Ji bo pêngava navîn

Apec

Weșanên Apec
Kurdiya șirîn - I
Pirtûka dersê ji bo pêngava navîn
Zinar Soran,
B. Welatevîn

Stockholm 1992

Sättning:
B. Eser
Wêneçêker:
Youssef - İlkin

Apec-Tryck & Förlag
Weșan no: 33
Birê hîndekariyê: 4
Çapa yekemin: Îlon 1992

Adresa xwestinê
Sih-lagret
Box 8133
700 08 Örebro / Sweden

Apec
Box 3318, 163 03 Spanga / Sweden

Best. nr. 4403-5

Denna bok är framställd med bidrag fran Skolverket

ISBN: 91-87730-33-2



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues