Tayek por
Nuh Ateş
Apec
Ez bi zaravayê gundê xwe mezin bûm û hatim şîretkirin. Lowma tesîra wî zaravayî li ser kurteçîrokên min, hin caran zêde û hin caran kêm heye û va jî tiştekî xwezayî ye. Her çiqas hewldan û pêşketîyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane îro qala kurdîyeke standard û seranser bike. Ji bo kurdîyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêştinê vê qonaxê. Ji ber vê, ez nivisandina nêzikî yan di bin bandora zaravayên herêmî da diparêzim û hewce dibînim.
Naverok
Reva Meyro û Mendo / 9
Nîvro hebis bo Hemo / 16
Mîya stewr û şivan / 23
Bedelê kên / 32
Baberdan û xewnek / 44
Rojek ji jinîya dînê gund / 55
Ûsivê Mihecîr / 72
Guregura şeva berî înê / 96
Dilên şikestî / 100
Bêtar / 111
Tayek por / 121
Merive pak / 133
Motir / 141
Sirra Hemê / 153
Rûkenîya parseg / 159
Paça pêşî / 162
REVA MEYRO Û MENDO
Nava havînê wû. Ro gihêştiwû nîvro. Germê diqijiland. Ewqas germ wû, tê bigota yekî koziyek arî sor bi ezmanê sayî da dar da kiriye. Gil û gîya û puş û pelax ji ber germê û roniyê rewsî û zer bûwûn. Mêş û moz, însan û heywan kerr û gêj bûwûn.
Gundê Pêxas li derdavê rêzek çiyayên kurtik avakiribûn. Ew gundekî ecer û eşîrî wû. Gundîyan dewara xwe bi rençberîyê û bi pezxwedîkirinê dikirin. Mêrê gund li derva, hen li zevîya hen ji li xermana wûn. Wan xwe lisiya erebeyan dirêj kiribûn û vedisîyan. Jin li mal wûn, wan pez didotin û dang dikirin.
Mala Hesenê Pitê li perê gund ya jêrî bû. Xanîyê malê ji binî da bi kevira, ser wan jî bi kerpîça çekiribû. Ser xênî bi daran, bi qamîş, bi ka û xwelîyê ve girtibû. Qatek çorax jî bi ser da xistibûn.
Berîyê xênî berve Başûr bû. Li bogira xanîyê malê, li hêla çepê goma pêz hewû. Bi ser gomê va hewşek çêkiribûn. Li ser dîwarê hewşê tepik rêxistibûn. Pezê bi şîr di hewşê da bû. Kewanî û şivanê malê li ber derîyê hewşê, her yek li hêlekê rûniştibûn. Li ber wan, di navbera çokên wan da ...
Hayadari û spasî: Ez, nivîskarê vê kitabê li gundê Xelika (bi tirkî Karacadag) sala 1948an hatime dunyayê. Xelika niha qesebayeke li nava Anatolîyayê bi ser qezeya Kuluyê (Konya) va ye. Li Xelika zimanê malê û nava qesebayê kurmancî ye. Ez bi zaravayê (devok) gundê xwe mezin bûm û hatim şîretkirin. Lowma tesîra wî zaravayî li ser kurteçîrokên min, hin caran zêde û hin caran kêm heye û va jî tiştekî xwezayî ye. Her çiqas hewldan û pêşketiyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane îro qala kurdîyeke standard û seranser bike. Ji bo kurdiyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêştinê vê qonaxê. Ji ber vê, ez nivisandina nêzikî yan di bin bandora zaravayên herêmî da diparêzim û hewce dibînim. Nivîsandina nêzikî zaravayan sewa parêztina heyîyên kulturî û zimanî û teşwîqkirina xwandin û nivîsandina bi kurdî jî bi kêr e. Min sala 1999an destpê nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên liber destê we di navbera salên 1999 û 2009an da hatin nivîsandin û di kovara Bîrnebûnê da hatin weşandin. Rêzkirina çirokan di kîtebê da li gorê dema nivîsîn û weşandina wan e. "Reva Meyro û Mendo" çîroka min a yekem e û "Paça pêşî" ya paşîyê ye. Sewa ku ew baştir bên xwandin û belavkirin min xwest wan wekî kîteb bidim weşandin. Paşperdeya heyam, mijar, bûyer û lehengên çîrokên min pirtir jiyan û kultura Kurmancên Anatoliyayê ye.
Ji bo alkarîya ji hêla berehevkirina çîrokan spasî Mile Kara dikim. Sewa sererastkirin û çapkirinê spasî Alî Çîftçî û xebatkarên Apecê dikim.
Nuh Ateş
Tayek por
Apec
Apec förlag
Tayek por
Nuh Ateş
© Nuh Ateş & Apec förlag
çap: Weşanên Apecê,
2012, Swêd
ISBN: 978- 91- 86139-59-9