La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ahmet Kisabacak, Ehmedê Elê


Auteur : Nuh Ateş
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 2014, Sweden
Préface : Pages : 160
Traduction : ISBN : 978-91-86139-81-0
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Ahmet Kisabacak, Ehmedê Elê

Ahmet Kisabacak, Ehmedê Elê

Nuh Ateş

Apec


"Jîyana Ehmeaê Elê tijî serpêhatiyên nadir, balkêș û watedar e. Ji ber vê, nivisandina jînenîgariya wî ji min va, bo edebiyata kurdên Anatoliyayê û mijara koçberiyê jî, pêwîst û lêhatî xuya kir."



Nuh Ateş roja 01.01.1948an li gundê Xelikan (bi tirkî: Karacadağ) hate dinyayê. Xelikan qesebayeke bi ser bajarê Konyayê va ye. Wî dibistana seretayî li Xelika, ya navendî û lîseya bazirganî li bajarên Konya û Anqereyê teva kir. Sala 1970î ji bo xwandina bilind hate Elmanyayê û 43 sal in ku li Almanyayê dijî. Li Universîteya bajarê Oldenburgê beşa Pedagogîya Navkulturî xwand û teva kir û dîplomeya pedagogiyê bidestxist. Di pir karên ji hev cihê da xebitî. Bîstûdu salên rabirtî yên dawiyê, wî li Eyaleta Rheinlandpfalz (Almanya), di Wezareta Kar, Sosyal, Tenduristî, Malbat û Jinê ya ji bo entegrasyona koçberan jî berpirsyar da kar kir. Di salên 1970/80î da karê sîyasî û komeletî kir û pirtir di refê rêxistina KOMKAR (Federesyona Komelên Karkerên Kurdistan) û AKSA (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan li Derveyî Welat) da xebitî. Ji sala 1997an da vir da nivîskarê kovara Kurdên Anatoliyayê, Bîrnebûnê ye. Niha malnişî (teqewud) ye û piranî bi karê nivîsandina bi kurdî ra mijûl e.

Du kîtebên wî yên bi kurdî, "Tayek por" ( 2012) û "Nivîsên per" (2013) bi destê weşanxaneya APEC li Swêdê derçûn.

 


Nuh Ateş

Ahmet Kisabacak
Ehmedê Elê

Apec


Weşanên Apecê
Ehmedê Elê
Ahmet Kisabacak
Jînenîgariya koçberekî kurd li Almanyayê
Nuh Ateş

© Nuh Ateş & Apec förlag
çap: Weşanên Apecê, 2014, Swêd

Navnîşana pêwendiyê:
Nuh Ateş
Tel: (Almanya) 06131/382293
E-Mail: nuhates@web.de

Ahmet Kisabacak:
Tel: (Almanya) 069/5083563
(Tirkiyê) +90/312/2863656
E-Mail: merivan@gmx.de

ISBN: 978-91-86139-81-0

"Dixwazim serbest û serbixwe bijîm!"
Ehmedê Elê

PÊŞGOTIN

Ehmedê Elê kurdê Anatoliya ye. Erdnîgariya Anatoliyê ji berê da warê kurda ye jî. Di serdema osmaniyan da, bi dehan êşîrên kurd bi kon û keriyên xwe yên pêz va ji Kurdistanê berbi nava Anatoliyayê kişiyane. Demekê ewê di navbera Anatoliya û Kurdistanê da çûne û hatine. Paşê, ew di nîvê duyemîn yê sedsala 19an di çarçiveya sîyaseta cîwarkirinê da li nava Anatoliyayê hatine bicîhkirin. Bidirêjahiya salan, pêdapêda li Anatoliyê, zêdetir li bakûrê Gola Xwê koloniyeke kurd pêkhatiye. Koloniyeke ji dusedûheftê gund û bajarokan û bi zêdetirî sêsedhezar nîştecîh.

Qedera dused salî ji koça ji Kurdistanê şûn da, di serdema komara Tirkiyê da, kurdên Anatoliyayê carek din dest bi koçkirinê kirin. Ji salên 1960 vir da bi dehhezeran Kurd ji Anatoliyayê bi rêya koçberî û penaberiyê barkirin welatên Awropayê, bi piranî welatên Îskandînawî û Almanyayê. Yek ji wan Ehmedê Elê ye. Jînenîgariya wî mijara vê kîtabê ye.

Ez bixwe jî kurdekî Anatoliyê me û sala 1970î ji bo xwandina li zaningehê hatim Almanyayê. Hatin ew hatina ye, venegeriyam. Di pey xwandina va karê sîyasî, penaberî û her wekî din. Kurtegotî, ez li Almanya mam û bûme hevwelatiyê wê. Gundê Ehmed û yê min nêzikî hev, çar û pênc km ji hev dûr in. Lê min û wî hevdu li Almanyayê, di saye koçberiyê da nas kir.



Rasthatineke nepayî

Sala 1975an, cara pêşî ez û Ehmedê Elê li bajarê Frankfurtê (Almanya) raste hev hatin. Rokê, ez bi çend hevalan va li Komeleya Piştgirtiya Karkeran rûniştîbûn û me sohbet dikir. Merivek kete hundir û silav da. Tu kesî ji me ew nas nedikir. Cara pêşî bû ku ew dihata komeleyê. Me ew xêrhatî kir, li xatirê wî pirsin û çay da ber. Çend nîşankên wî yên taybet hema bala min kişandin. Bejna wî ya qutik, şebqeya gundikî ya li sêrî, rûyê wî yê qilot û sempatîk û şanika wî ya gir a liser brûyê rastê. Ew tozikê berxweketî xûya dikir, tê bigota derdekî wî heye.

Pêçekî bi şûn da, ez û ew li hev pirsîn.
-Tu kî yî, ji ku dere yî ? Min jê pirsî.
- Navê min Ehmed e, ez î ji Qonyayê me!
- Ji ku derê Qonyayê yî?
- Ji Qulekê (Kulu), ji gundê Germikê me. Bi tirkî navê xwe, Arşinci ye!
- Ez jî ji Qulekê me, ji gundê Xelika!
- Peee, weng e, çi rind bû ku em raste hev hatin! Wî li min vegerand.
- Ehmed te çi qey şik bir û tu hatî komeleyê?
- Wale ku ez rastiyê bibêm, ezî bi şikestina berxwedana kurdên Iraqê, bi belavbûn û ...

 


Naverok


Pêşgotin / 11
Rasthatineke nepayî / 12
Kesek tune jîyana min binivîse? / 14

1. Zarokatî û xortaniya Ehmed li Germikê
Xwedêdana Ehmed / 19
Ehmedê Elê bûye Ahmet Kisabacak / 21
Awaretiya ji Kurdistanê û êwirîna li Germikê / 22
Axîna sêwîmayinê / 25
Derdê keçeliyê / 27
Şivanê berx û karan / 29
Jêhezî, xwazî û gazindî / 32

II.Barkirina Anqereyê
Barkirina ji milkê bav û kalan / 37
Simîtfiroşê Yenîdoganê / 39
Rojnamefiroşê bê xwandin / 41
Cezayê destanfiroşiyê / 42
Kermêş bi zimanê te bigre! / 44
Çîka kurdeyatiyê / 46
Rasthatina Ehmed bi Elî Karahan va / 48
Mirazên ku neçûne serî / 50
Dijwariyên xizmeta leşkeriyê / 52
Baxçevanî / 55
Zewac / 57
Serketin û bêtarek / 58
Xêrxwaziya "Anne"yê û simbêlkurî / 60
Barê mêvanperweriyê / 63
Heca bavê Ehmed / 64
Xumarbaziya Ehmed / 65

III. Koçkirin û jiyana li Almanyayê
Heyşt sala li benda çûyina Almanyayê / 69
Tevdariyê çûyina Almanyayê / 70
Îmtihana tendûristiyê / 72
Xeyala xelasiyê / 74
Rêwîtiya bi balafirê û peyabûna li Almanyayê / 76
Li fırmaya Steinberger / 78
Pirsa aşpêjê Ermen / 80
Dixwazim serbest û serbixwe bijîm! / 82
Sî sal li Carboneyê / 83
Wergervaniya Ehmed / 85
Mîlyonûyek / 87
Anîna malbatê / 88
Serpêhatiya navê Merwanî / 90
Qirîniya Merivanê û hatina Dorisê / 91
Kûna dinyayê li ku derê ye? / 94
Zewaca Merivanê bi Dominik va / 95
"Mama Moses kommt!" / 97
Serpêhatiyên ajotvaniya Ehmed / 98
Çel sal xebat ji bo Kurd û Kurdistan / 101
Çalakvanê şevşahiyên Newrozê / 103
Rojnamefiroşiya Ehmed li Almanyayê / 104
Endamê şandeya nêzgrevê / 106
Teror û sitemkariya li Almanyayê / 108
Hevaltiya Ehmedê Elê û Hesê Alê / 110
Şîna Hesê Alê / 113
Ezji Almanyayê hez dikim / 115
Bi çavî keywaniyê û zarokan Ehmed / 116
Xwaşî û nexwaşiyên malnîşiyê / 119

IV. Pêvek
Armanc û daxwazên KOMKAR / 124
Çend nimûneyên xebata ji bo mafên kurdên koçber / 125
Qebûlkirina (pêş)navên kurdî / 127
Bernameya radyo bi kurdî / 130
Şewirmeniya sosyal bi kurdî / 132
Xebatên kêrhatî ji bo dersa kurdî û heqkirên bibîranînê / 134
Yekêmîn dersa kurdî li Bremenê / 143
Keda rêxistin û saziyên din yên Kurd / 147
Serencama xebata ji bo mafên koçberên kurd / 149

Wêne

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues