La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotin


Auteur : Yaşar Kaya
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 116
Traduction : ISBN : 91-88592-18-9
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1119Thème : Littérature

Gotin

Çend gotin li ser Welat

Gelî xwişk û birayên hêja!
Gelî xwendekarên xoşevîst!

Rojnama me ya nuh Welat derket. Li me gişkan pîroz be. Ji destê min bê ez ê ji îro û pê de ji bona Welat binivîsim. Vê carê hevalên hêja ji bona rojnama Welat hatine cem hev. Ji bo min zehf rojeke şênî û şayî bû. Di nav me de hem mamosteyên zana hebûn hem jî rêhevalên bawermend. Bîst û heyşt salan berê me ji bona kovara Deng çi kiribû ew hatin bîra min. Lê belê ev roj rojeke din e. Bira rêya me dûr û dirêj be.

Ev serhildana gelê me ji azadiyê, îro bi lez pêş de diçe, ji ber lêdan, kuştin û zordestiyên sedsalan gelê me îro zehf tişt fêm kirine. Ev jan-êş derd-kul û birînên mezin îro tiştekî mezin hînî vî gelê dilbirîn û dilkeser kiriye. Hetanî mirov şêrîniya azadiyê dernexe, mirov nîvmirov e û per û baskên mirov hatine şikandin û wek teyrekî başok li ser erda sar xwe dibe û tîne.

Ev hêstirên çavan, dilopên xwînê û xwêdana keda helal îro bûye çavkaniya baweriya biratiya Kurd û Turkan. Bi azadî û demokrasiyê em ê gelek caran vê biratiyê û tevgerê bidine pêşiya xwe. Rêça me rêçeke kifş e. Gelê Kurd gelekî belengaz û bêkes e. Zehf caran heta niha ku di destê hêzên kolonyalîst û feodal, ji ber zordestiyên dijmin dil û hinavên jin, zarok û mirovên welêt şewitîne, peritîne û pirtî-pirtî bûne. Gelek caran zarokên xilfin û tifal di nav dergûş û hêlekanan de hatine kuştin. Zehf caran dayikên Kurd bi kilamên şînê zarokên xwe xistine xewê. Ji aliyê din ve êl û eşîrên Kurd pevçûne, lihevnekirine û pêşkarî hev bûne û lingên xwe kirine solên teng. Paşê ev yek bi kêrî dijmin hatiye bi dek û dolaban bi fen û fêlan Kurd bi hev dane kuştin.

Naverok

Çend gotin li ser Welat / 5
Welat û xwendin / 7
Xwendin û nivîsandina bi kurdî / 9
Kurdolojî çi ye? / 11
Gundê me / 13
Mirin ferz e / 15
Pen qulûba kurdî / 17
Evîn / 19
Rojên dîrokî / 21
Ord. prof. Şükrü Baban (Şukrî Begê Babanzade) / 23
Ka li ku derê ne? / 25
Soranî / 27
Medya kurdî / 29
Fehmî Bîlal, Faîk Bucak, Seîd Elçî / 31
Mebûsên miletê me / 33
Kela Diyarbekirê / 35
Şehîdê Gündemê Hafiz Akdemîr / 37
Rewşen Saleh Bedirxan / 39
"Nemir" Wedat Aydin / 41
Gazin / 43
Dîroka me Kurdan tarî ye / 45
Ez û Îsfendiyar Baruönü / 47
Festîvala Kurdistanê / 49
Huseyîn Denîz / 51
Ikibine Dogru / 53
Ziman / 55
Şirnex şewitî / 57
Ugur Mumcu / 59
Kekê delal Musa Anter / 61
Welat û welatparêzî / 64
Birîn kûr e / 66
Xewna min / 68
Kurteçîroka "Deng"ê / 70
Cendirme / 72
Seyadê Şamê / 74
Wê Gündem bijî / 76
Zozan / 78
Zanîngeha Azad / 80
Partiya Keda Gel (HEP) / 82
Hukûmet çi dike? / 84
Ji bo Özgür Gündemê / 86
Zivistan / 89
Jiyan xweş e / 91
Musa Anter li Zurichê / 93
Newroz nêzîk e / 95
Ocalan û Sezgîn / 97
Şoreşa Kurdistanê / 99
Apê Seydo / 101
Hatina Mam Celal / 103
Kurdnasî / 105
Muzîka kurdî / 107
Kurdistana Başûr / 109
Ji bo kekê Musa Anter / 111

Çend gotin li ser Welat

Gelî xwişk û birayên hêja!

Gelî xwendekarên xoşevîst!

Rojnama me ya nuh Welat derket. Li me gişkan pîroz be. Ji destê min bê ez ê ji îro û pê de ji bona Welat binivîsim. Vê carê hevalên hêja ji bona rojnama Welat hatine cem hev. Ji bo min zehf rojeke şênî û şayî bû. Di nav me de hem mamosteyên zana hebûn hem jî rêhevalên bawermend. Bîst û heyşt salan berê me ji bona kovara Deng çi kiribû ew hatin bîra min. Lê belê ev roj rojeke din e. Bira rêya me dûr û dirêj be.

Ev serhildana gelê me ji azadiyê, îro bi lez pêş de diçe, ji ber lêdan, kuştin û zordestiyên sedsalan gelê me îro zehf tişt fêm kirine. Ev jan-êş derd-kul û birînên mezin îro tiştekî mezin hînî vî gelê dilbirîn û dilkeser kiriye. Hetanî mirov şêrîniya azadiyê dernexe, mirov nîvmirov e û per û baskên mirov hatine şikandin û wek teyrekî başok li ser erda sar xwe dibe û tîne.

Ev hêstirên çavan, dilopên xwînê û xwêdana keda helal îro bûye çavkaniya baweriya biratiya Kurd û Turkan. Bi azadî û demokrasiyê em ê gelek caran vê biratiyê û tevgerê bidine pêşiya xwe. Rêça me rêçeke kifş e. Gelê Kurd gelekî belengaz û bêkes e. Zehf caran heta niha ku di destê hêzên kolonyalîst û feodal, ji ber zordestiyên dijmin dil û hinavên jin, zarok û mirovên welêt şewitîne, peritîne û pirtî-pirtî bûne. Gelek caran zarokên xilfin û tifal di nav dergûş û hêlekanan de hatine kuştin. Zehf caran dayikên Kurd bi kilamên şînê zarokên xwe xistine xewê. Ji aliyê din ve êl û eşîrên Kurd pevçûne, lihevnekirine û pêşkarî hev bûne û lingên xwe kirine solên teng. Paşê ev yek bi kêrî dijmin hatiye bi dek û dolaban bi fen û fêlan Kurd bi hev dane kuştin.

Îro xwebakirin û tersfirandina dijmin êdî kar nake. Bi devê tu kesî neketiye îro gelê me ji holê rake û bindest bike. Ev yek êdî bûye çîrokek ku zarowên me jî pê dikenin..

Nîvîskarên Kurd her tim bi şîrekî helal û bi dilekî qenc xwe pêşkêşî azadiya welatê xwe kirine. Wan di nav çar dîwaran de dîsa nivîsandinên xwe kêm nekirine lê wan her tim bi hêvî, bawerî û beşereke xweş ve helbest - pirtûk - rojname dîvan ji me re hiştine. Ez bi xwe destê wan maç dikim.

Ew hebûna gelê me ne.

Lê belê êdî em naxwazin dayikên me zarokên xwe bi lorîkên mirinê bidine pêçandin. Wana li şûna şîr bi xwîn bidine pêçandin. Wana li şûna şîr bi xwînê bidine mijandin. Em biratiyê û wekheviyê dixwazin.

22-28 Sibat 1992

Gotin
Yaşar Kaya

Weşanên Nûdem: 18
Gotin

Çapa Yekem: Stockholm 1996

©Yaşar Kaya û Weşanên Nûdem
Pergala berg û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Îsmaîl Yildirim

Isbn: 91 88592-18 9


Yaşar Kaya di sala 1938'an de li Ixdirê hatiye dinyayê. Di 59'an de, di bûyera 49'an de tê girtin. Di 61'ê de tê berdan. Di 63'an de bi Musa Anter re kovara Dengê derdixe û dibe berpirsiyarê nivîsaran. Demekê di girtîgeha Sultanahmet'ê de radizê. Di eynî salê de dîsan tê girtin. Di 64'an de tê berdan. Di 65'an de Fakulteya Îktisadî li unîversîteya Stenbolê xelas dike û di fîrmayên alman û îtaliyan de dixebite. Di 84'an de firma xwe ya şexsî vedike. Di 92'an de xwedîtiya Özgür Gündemê, di 93'an de seroktiya DEPê dike û di 95'an de jî dibe serokê parlementoya sirgûnê.

Ji bilî nivîsa "Ji bo Kekê Musa Anter" ku di kovara Nûdemê de hatibû weşandin, hemû nivîsên din di rojnameya Welat de hatine weşandin.

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues