| Jar lê Sermest
 Şemî Di  hundirê labîrentekê de ye, lê ne ew bi tenê, gellek kesên din jî di vê  labîrentê de ne. Ev serpêhatiya wan a di hundirê vê labîrentê de, kînga  dest pê kiriye ne ew zane û ne jî kesên din. Kirasekî yekpare û spî li  ser bejna wan e. Ji bona xwe ji vê labîrentê rizgar bikin herkes direve.  Loma jî herkesek ketiye qoridorekê û li deriyekî digere. Ew jî lê  digere... Tukes di vê rev û gerê de alîkariyê bi kesekî din re nake. Yek  ji wan bikeve erdê yên din pê li wî dikin û derbas dibin... Ew jî li  dêrî digere. Bêhna wî çikiyaye. Li erdê ji herriyê deryayek çêbûye.  Deryayek ji herriyê... Gellek ji kesên revok, di nava herriyê de ketine  xwarê û di nav de digevizin. Hinek bi serserkî, hinek hetanî çongê,  hinek ji wan jî hetanî stûyê xwe di nava herriyê de cit bûne. Ji nav wan  kesan hinek hîn jî sax in; dinalin, girêz ji devê wan diherike, dikin  hawar û dibêjin; "Revokno! Dest dirêjî me bikin û me ji nava vê herriyê  rizgar bikin." Lê ne kes li wan disekine û ne jî kesek destê xwe dirêjî  wan dike. Ew tê digêhîjin ku, ger ew jî bisekinin, ew ê jî bikevin nav  herriyê; ew ê jî bibin yek ji wan kesên ketî. Kesên direvin, gavên xwe  di ser yên ketî re diavêjin, hin jî ji yên ketî berê...Şemî Di hundirê labîrentekê de ye, lê ne ew bi tenê, gellek kesên din jî di vê labîrentê de ne. Ev serpêhatiya wan a di hundirê vê labîrentê de, kînga dest pê kiriye ne ew zane û ne jî kesên din. Kirasekî yekpare û spî li ser bejna wan e. Ji bona xwe ji vê labîrentê rizgar bikin herkes direve. Loma jî herkesek ketiye qoridorekê û li deriyekî digere. Ew jî lê digere... Tukes di vê rev û gerê de alîkariyê bi kesekî din re nake. Yek ji wan bikeve erdê yên din pê li wî dikin û derbas dibin... Ew jî li dêrî digere. Bêhna wî çikiyaye. Li erdê ji herriyê deryayek çêbûye. Deryayek ji herriyê... Gellek ji kesên revok, di nava herriyê de ketine xwarê û di nav de digevizin. Hinek bi serserkî, hinek hetanî çongê, hinek ji wan jî hetanî stûyê xwe di nava herriyê de cit bûne. Ji nav wan kesan hinek hîn jî sax in; dinalin, girêz ji devê wan diherike, dikin hawar û dibêjin; "Revokno! Dest dirêjî me bikin û me ji nava vê herriyê rizgar bikin." Lê ne kes li wan disekine û ne jî kesek destê xwe dirêjî wan dike. Ew tê digêhîjin ku, ger ew jî bisekinin, ew ê jî bikevin nav herriyê; ew ê jî bibin yek ji wan kesên ketî. Kesên direvin, gavên xwe di ser yên ketî re diavêjin, hin jî ji yên ketî berê...Belkî: 6Rêza Wêjeyê: 6
 Jar Lê Sermest - Lokman Ayebe
 
 Edîtor: Rênas Jiyan
 Redaksiyon: Israfîl Bilbil
 Şêwirmendê Hunerî: Serkeft Botan
 Mîzanpaj: Zülküf Altındağ
 Pêşnûmaya Bergê: Asya Genim
 Çapa Yekem: Kewçêr 2004, Stenbol
 
 Çapxane: Kayhan Matbaası
 Belkî Basın Yayın Dağtım
 Kooperatifler Mah. Tren Yolu Sk. Bağıran Apt.
 No:1 Yenişehir / Diyarbakır
 Tel&Fax: (0412) 224 47 72
 e-mail: genim@mynet.com
 e-mail: weshanenbelkiye@mynet.com
 
 ISBN: 975-92180-5-4
   
 Lokman Ayebe, di sala 1981ê de, li Dêrikê çêbû, hîn jî li wir  dijî. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hesapgêriyê qedand. Di 18 saliya xwe de  bi Tirkî dest bi nivîsandinê kir. Dû re li gel ku baş dizanîbûn wê hevdû  biêşînin jî, li qedera xwe ango li Kurmanciya xwe vegeriya. Jar lê  Sermest, pirtûka nivîskêr a ewil e.  
  PDFTéléchargement de document non-autorisé. |