Kultur û raman
Dewlet, Platon û ilm
Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.
Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh. Naverok
Dewlet, Platon û ilm / 5 Xwe nas bikin! / 12 Şoreşa ilmî / 17 Guherandina xwezayê / 21 Galîleo Galîleî / 25 Francis Bacon / 30 Ez difikirim loma ez heme / 35 Thomas Hobbes / 42 Dema ronahiyê / 47 Dostaniya tarî û roniyê / 57 J. J. Rousseu / 63 Tolerans, bawerî û ronahî / 69 Şoreşa sosyal / 76 Metodeke zanyarî ya edebiyatê / 85 Kultura qehremantiyê / 92 Çend gotin li ser Zerdeşt / 96 Hozanê gel Şivan / 104 Edebiyata mitirban / 112 Nivîskar û nivîsandin / 121 Meeziyê aştîxwaz / 127 Kultur û raman / 133 Jînenîgariya Cegerxwîn / 143 Dewlet, Platon û ilm
Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.
Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh.
Weke ku tê zanîn, ji bona mirov bikaribe bi xebatên ilmî û kulturî dakeve, pêwîst e di civatê de "kedeke zêde" hebe. Bi keda zêde re û… Kultur û raman Şerefxan Cizîrî
Weşanên Nûdem: 24 Kultur û Raman Çapa Yekem: Stockholm 1996
© Weşanên Nûdem û Şerefxan Cizîrî Pergala bergê û rûpelan: Nûdem Wêneya bergê: resimê Voltaire Isbn: 91 88592-24 3
Navnîşan: Termov. 52, 2tr. 176 77 Järfälla-Sweden Tel û Fax: 8-583 564 68
Şerefxan Cizîrî di sala 1955’an de li Qamîşlokê hatiye dinyayê. Piştî xwendina li Mêrdîn û Nisêbînê, di sala 1975’an de koçî Swêdê dike û li unîversîteyên Uppsala Stockholmê dixwîne. Ew di sala 1986'an de li ser dîroka ramanê mastera xwe dinivîsîne û ji sala 1985'an û vir ve di nav Partiya Çep ya Swêdê de siyasctvaniya profesyonel dike. Ş. Cizîrî di ber karê siyasetvaniya profesyonel de heta niha bi navê Tarih ve Uygarlık bi tirkî du cild nivîsandiye û disa bi tirkî Yazarlık ve İdeolojî pirtûkek çap kiriye. Bi kurdî Kultur û Raman pirtûka Cizîrî ya pêşî ye. Niviskar di vê pirtûka xwe de bêtir li ser mijarên întelektuelî radiweste, behsa problemên bingehîn yên dîroka ramanê dike, bi analîz û perspektîveke cûda nêzîkî pirsgirêkan dibe. |