Sêva delalî
Heft û heşt
 Çîroka serpêhatiya zindiyan
"Reva pisîkê ji ber tengasiyê ye!"
 Xidirê Gavan
Studio
 (Kamera li ser pêşkêrkêr e. Di dest de şivek, li jora wî jî çifteyek dardakirî ye.)
 Pêşkêşker:
 -Belê, temaşevanên hêja û delal, em ê di bernameya îşev de, çîroka  serpêhatiya me zindiyan vebêjin. Bi vê mebestê li studioya me, sê  mêvanên min ên pirr delal û birûmet ku dîroka vê serpêhatiyê ji nêzîk ve  û gellekî ji dûr de eleqedar dikin, hene. Weke ku hûn jî dibînin li  milê min ê rastê, Adem heye; Adem Beg, hûn bi xêr hatine bernameya  Heftûheştê.
 Adem: (Tîrkevankê stûyê xwe bi kêlekê de dadixe.)
Naverok
 
 Heft û heşt / 9
 Neh û dudu / 43
 Kabûs / 52
 Çixarekêş / 59
 Hûn çûn çi / 69
 Gotinên paşiyan / 74
 Danezana mafên erzanan / 76
Heft û heşt
Heft û heşt
 Çîroka serpêhatiya zindiyan
"Reva pisîkê ji ber tengasiyê ye!"
 Xidirê Gavan
Studio
 (Kamera li ser pêşkêrkêr e. Di dest de şivek, li jora wî jî çifteyek dardakirî ye.)
 Pêşkêşker:
 -Belê, temaşevanên hêja û delal, em ê di bernameya îşev de, çîroka serpêhatiya me zindiyan vebêjin. Bi vê mebestê li studioya me, sê mêvanên min ên pirr delal û birûmet ku dîroka vê serpêhatiyê ji nêzîk ve û gellekî ji dûr de eleqedar dikin, hene. Weke ku hûn jî dibînin li milê min ê rastê, Adem heye; Adem Beg, hûn bi xêr hatine bernameya Heftûheştê.
 Adem: (Tîrkevankê stûyê xwe bi kêlekê de dadixe.)
"Diz û xwediyê malê bi kaxetan dilîzin!
 Bextê Romê tune ye, mîna mejiyê yên ku di bin destên wî de dimînin!
 Mirov bi pirsê diçû Xursê berî ku bê şewitandin!
 Mafê her jinê heye ku, bi mêrekî di navbera musulmantî û materyalîzmê de asê bûye re, nezewice.
 Mafê her Kurdî heye ku, bi slogana "biratiya gelan" xwe nexapîne.
 Mafê her jinê heye ku, berçem berçem biçe/benişt bicû.
 Mafê her mêrî heye ku, bibe mêrê xerab."
 Ji pirtûkê.
 
 Weke çawa girî bê kenî, erd bê ezmên û birîn bê dermên nebe, literaturek jî bê qerfê (mîzah) nabe, ji ber ku ev rewşeke diyalektîk û hevdu temamkirinek e. Qusûr, kêmanî û beloqiyên civakekê, do ji ber despotîzma monarşiyê bi qeşmerê qrêl teşîr dibû; îro ji bi qerfnivîsên hêja yên ku guh li wan dilivin. Di dema xwîn û trajediyan de dikare bê texmînkirin ku, bê qerf afirandin çi qasî dijwar e.Cemîl Denlî, li gel hemû bêderfetî û hemû alavên asîmîlasyonê, weke qefnivîsekî bi "Kurmancî" qerfan dike û di vî nîrê trajîk de dikare bikenîne û bifikirîne ku, ê zane zane, ê nizane jê re baqê nîskan e!
Belkî: 10
 
 Rêza Wêjeyê: 10
 Sêva Delalî-Cemîl Denlî
 
 Edîtor: Rênas Jiyan
 Redaksiyon: Israfîl Bilbil
 Şêwirmendê Hunerî: Serkeft Botan
 Pêşnûmaya Bergê: Asya Genim
 Çapa Yekem: Gelawêj 2005, Stenbol
 
 Çapxane: Kayhan Matbaası
 Belkî Basın Yayın Dağıtım
 Kooperatifler Mah. Tren Yolu Sk.
 Bağıran Apt. No: 1 Yenişehir / Diyarbakır
 Tel&Fax: (0412) 224 47 72
 e-mail: genim@mynet.com
 e-mail: weshanenbelkiye@mynet.com
 ISBN: 975-92180-9-7
Cemîl Denlî, di sala 1968’an de li Qoserê çêbû. Li Zanîngeha  Hacettepeya Enqerê, Beşa Ziman û Wêjeya Frensewî'yê xwend. Berî biqedîne  mecbûr ma ku dev ji Zanîngehê berde. Du salan di kovara Jiyana Rewşenê  de weke redaktor û paşê ji bo derxistina kovara qerfi Pîneyê tevî  hevalên din xebitî. Di 2004’an de pirtûka wî ya helbestan a ewil a bi  navê Tav û Leylan'ê weşiya. Nivîsa wî ya bi navê Heftêheşt'ê a niha li  Elmanyayê weke piyes tê lîstin. Sêva Delalî pirtûka nivîskêr a duyem e.  Ji sala 2000'an û bi vir de li Swîsreyê dijî.