Çinara min
"Di 1951'ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro ji bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik ji ber çûye. Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go:
— Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim. Ez çûm Mehmûd ew tirhik pêş min kir. Û got; — Tu zanê çi hat bîra min? Min go; — Çi hat bîra te? Go; — Ez dibêm tu wek vê çinarê yî û ev telebên me yên li çolê wek vê terhikê ne, ji ber te çûne. Ez keniyam, min xwe da vî alî û wî alî belkî ji tirsa jî be, lê min nêrî ku xebera wî ye. Îca ez terhik ji ber kijan çinarê çêbûme? Ew çinar, niha hişk bûne, ez mame. Dibe ku ez jî hişk bibim terha ku ji ber min çûye bibe çinar. Ez ji ber Cegerxwîn çûme, ji ber Celadet Bedirxan çûme û ên din. Niha li dinyayê, agirê olimpiyadê heye. Dibên berê di Yewnana qedîm de lîskek wan hebû, agir pêdixistin xort dibeziyan, xortekî agir dida dest yê din. Bi vi hawî bi hezaran xort ew çira didan dest hev heta ku bigihana Akrepola armanca xwe." Naverok
Nivîsên Welat Welat bi xwedî be / 9 Ez weqfa welat im / 10 Fato / 12 Xwediyê malê êdî şiyar bû / 14 Çinara min / 15 Xwendin / 17 Weqfa Vehbi Koç / 19 Eşqa welat / 21 Baraja Atatürk / 23 Kenê mekroh / 25 Êdî kes nikare goştê me bi hev bide xwarin / 27 Çi bi wan nakeve / 29 Ez çawa bûm nivîskar / 31 Manukyan Xatûn / 34 Turgut Şovalye / 35 Dibe dibe / 36 Seb û fesadî / 38 Mesela 49'an / 40 Stuyê Kerîmê / 42 Necmedîn Cewherî / 44 Heywan jî dijminê xwe nas dikin / 46 Paleya pûş / 48 Silêman Demirel û erzanî / 50 Zimanê dê / 51 Sokrat / 53 Li ber zarokên te dikevim / 55 Parsek e bi şûr û qertek e / 56 Wedat Aydin / 58 Nifûsa Tirkiyê / 60 Birçîbûn / 62 Elîkê Hesenê Dao / 64 Hikûmeta me ya îro û dînîtî / 67 Welat/69 Huseyîn / 71 Êşa teriyê / 72 Şirnex / 73 'Di Belgeyên Ingilîzan de Kurdistan' / 75 Aqil û mantiq / 77 Nivîskariya min / 80 Ez ji te re nahêlim Silo / 82 Büyük Millet Meclisi? / 84 Giş yek in / 86 Lo lo / 88 Ayet jî Sîlêman Demirel / 90 Yaşar Kemal / 92 Dewlet û mirov / 95 Însanê Tirk / 97 Tirk û Tirkiye / 99 Memûr / 101 Aqilê Uğur Mumcu / 103 Malê Xezînê / 105 Kurd tim sûcdar in / 107 Ziman xelas û rêvekirina azadiya milletan e / 109 Masiyên bi dasî / 111 Xelata Silha Kemal Paşa! 113 Tc dewletî û dewletên Tirkan yên nû / 115 Rojhilatê Firatê / 117 Zikat / 119 Mele û keşe / 121 Mitterrand / 123
Û nivîsên din Lê dunyayê lê dunyayê... / 127 Tew lo lo / 129 Ma ker dikare hêdîka bizire? / 130 Weqfa dêrê /131 Îcar karê Xwedê ma çi? / 132 Enstîtuya Kurdî / 133 Pirsên mezinan / 134 Bêyî xwediya seriyan kûr dikin / 135 Welat bi xwedî be
Çima em derdikevin? Adet e, wextê ku rojnameyek derdikeve dibêjin "çima em derdikevin?" Îca ji bo Welat, gerek em bêjin çima emê dernekevin? Ji ber ku tu îşê welatê me yê feqîr pêk nehatiye. Welat bi xwedî be, lê heta niha bê xwedî mabû. Kin ew e ku em bêjin: Ji bo em bibin xwediyê welatê xwe em derdikevin. Gotina pêşiya ye: Gerek mirov, hespê xwe, çekê xwe û welatê xwe meke destê xelkê. Ji ber ku xelk guh nadin welatê mirov, talî xerab dibe. Wek îro welatê me. Hîn di ser de jî, welat kirine wek cihe şewtê, hêtunê. Ji hawîrdor rivîn û duxan bilind dibe. Di nav rivîn û dumanê de qêrîna jin û bavan e, zarokên me di nav êgir de bûne wek seriyên kizirandî. Ma kî kare bêje na. Wa ye Helepçe, Licê, Qulpê, Cizîrê û Nisêbînê. Erê, em ji bo vemirandina vî agirî derdikevin. Ji bo xelasiya pîrek, bav-kal û zarokên xwe em derdikevin. Xelkê em kerr û lal kirine. Em nema ji zimanê hev fêm dikin. Ji bo ku em hînî zimanê xwe û hev bibin em derdikevin.. Însan ku ji hev hîn nebe, li hev nayê, li hev nabane. Em ji bo baneya hev derdikevin. Ji bo xelasî û serbilindiya temamê Tirkiyê û xelke Tirkiyê û ji bo biratiya Tirk û Kurdan em derdikevin. Pirsek bi Tirkî heye. Dibêjin, welatê ku tu xwînê lê nerijînî, ne welat e. Ma gelo kesî wek me li welatê xwe xwîn rijandiye? Musa Anter Çinara min
Avesta Weşanên Avesta: 54 Rêza Musa Anter: 2 Çinara min
Editor: Abdullah Keskin Berg: Ahmet Naci Fırat Tîprêzî û mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 1999, Stenbol Çap: Gülen Ofset
© Weşanên Avesta, 1999 Bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopikirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Asmalı mescit Sokak Şahin han 35/403 Beyoğlu / İstanbul Tel / Faks: (0212) 251 71 39 avestayayinlari@hotmail.com ISBN: 975-7112-63-1
Musa Anter di sala 1918'an de li gundekî li ser Nisêbinê, Zivingê hatiye dinyayê. Li Unîversîta Stenbolê Fakulta Hiqûqê xwendiye. Di sala 1959'an de ji Doza 49'an û di salên 70'yi de jî ji Doza DDKO hate girtin. Gava derba leşkerî a 27'ê Gulanê pêk hat Musa Anter di bin çavan de bû. Piştî derbên leşkerî a 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê jî hate girtin. Nivîsên wî di Dicle Kaynağı, şark Postası, İleri Yurt, Barış Dünyası, Deng, Yeni Ülke, Welat, Rojname, Rewşen û Tewlo de hatin weşandin, nivîskarê rojnama Özgür Gündem bû. Bi Tirkî kitêbên wî yên bi navê "Hatıralarım", "Vakayiname", "Firat Marmara'ya Akar", bi Kurdî jî "Birîna Reş" û "Kımıl" (Kurdî–Tirkî) hene. Anter, di girtîgehê de ferhengeke bi Kurdî jî amade kiribû. Avakarê HEP'ê bû, serokatiya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê dikir. Musa Anter, di 20'ê Ilona 1992'an de li Diyarbekrê hate qetilkirin. Hêzên dewletê cenazeyê wî bi tenê ji Diyarbekrê birin Stililê û leşkeran ew veşart, nehiştin ku kes here ser cenaze.
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|