Bi kurmanciya gewr
Yekem nivîsa vê kitêbê di sala 1979an de çap bûye. Xwerû bi kurmancî, di kovarek tev bi kurdî de, bi kurmanciya gewr !... Di salên ku “oku, okut” slogana sereke bû. Lê di wê slogana bi zimanekî din de, bersîva “çi” bixwînim û “bi kîjan zimanî ?” nebû. Bixwîne, ev dikare bibe destpêkek xweş. “Kurd kî ne ?” Kurd ew kes in ku bi hevûdu re bi kurmancî dipeyivin. Ji taybetiya ziman pêve ji aliyê reng û xetên fîzyonomîk ve tu cihêtiya wan û cîranên wan ji hevûdu tune. Kurdistan perçeaxeke diyar û nediyar e. Nediyar e, ji ber ku li dorûberê wê tixûbek xwezayî mîna derya an rêzeçiyayên Hîmalayê tune. Diyar e, ji ber perçeaxeka yekperçe ye ku xelkê lê bi kurmancî dipeyivin. “... Nîşana cudatiyê ya kurdan ji gelên cîran ew e ku zimanê wan î axaftinê ye. Ew ziman ango kurmancî xwîna wî laşî ye ku jê re kurd tê gotin.
Ku kurmancî nemîne, bibire ew laş jî namîne ku bimîne jî ewê wekî rawirekî nêçîrê ku bi sole an tiştekî dîtir tijekirî yê xemlê bimîne. Ku kurmancî nemîne ewê kurd jî nemînin, ku kurd nemînin dê Kurdistan jî nemîne....
Rojen BARNAS NAVEROK
Pêşgotin / 7
1. Vexwendin / 9 2. Xwendina bi zimanê kurdî / 11 3. Çend bermayeyên mîtolojîk / 15 4. Di xusûsa ziman de şêla siyasî / 19 5. Di nav çandeya gelêrî de hin hêmanên mîtolojîk / 22 6. Tengasiya me û mefermendî / 28 7. Sergiranî û kêşmekêşî / 31 8. Rastnivîsîna kurdî / 35 9. Li ser Bateyî çend gotin / 41 10. Şairê ronahî û hişyariyê Cegerxwîn / 47 11. Edebiyat û rewşa me ya îroyîn / 77 12. Serbilindiya berxwedan û biserketinê / 95 13. Dêrsim û dersên ji Dêrsimê / 101 14. Rewşa edebiyata kurdî li Ewropayê / 107 15. Mîr Celadet Alî Bedirxan / 117 16. Pêşeroja edebiyata kurdî / 121 17. Gotin û peyivîna bedew: şi’r / 127 18. Îsa fians û rojnameya “Silvan Sesi” / 131 19. Şerefnameya bi kurmancî û bîra me ya milî / 139 20. Yêrêvan xeber dide / 147 21. Qedera kurmanciyê / 157 22. Çend flafliyên ku di kurmancî de tên bikaranîn / 163 23. Edîb Karahan: “Ax gul im... gul im!” / 171 24. Îstiqbal çi ye, pêşeroj an pafleroj e ? / 179 25. Dehsaliya Nûdemê / 183 Pêşgotin
Bi vê berhevokê bend û nivîsarên xwe yên ji 1979 î ta 2001 î yên ku di kovarên cihê cihê de û bi îmzayên min ên cihê cihê hatine wemandin berpêmî we dikim. Ji van hin jê dibe bala herkesî bi eynî meraqê nekiflîne, lê bi qenaeta min heryek cihê cihê û di tenga xwe de hê jî aktuel e.
Hunê bixweynin nexweynin, ewê li xweşa we here neçe; hunê biryara wê bidin, ne ez. Lê bi ya min ne bi tenê li gora şertên wê rojê, li gora şertên niha jî ew hê wek xwe rojane ne.
Ji van bendan dibe ku ya li ser Cegerxwîn û “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” bi hin kesan dirêj bên xuyankirin. Lê min ew bi zanîn kir: Ku meriv bi edebiyata klasîk, bi xisûsiyet û felsefa şa’irên me yên berî Cegerxwîn nizanibe dê meriv nikaribe hêjayî û rûmeta şa’iriya wî bizanibe. Min bi çavê an zihniyeta mamostayê edebiyatê mijarê da ber xwe û bi wî awayî nivîsî. “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” jî bi wî awayî. Ez jê poşman nînim, berevajî bi wê hêviyê me ku ji bona xwendevanên ku hewcedariya wan pê hebin mîna agahdariyek ansîklopedîk bi kar bê.
Ji aliyê ziman ve şafliyên min hene an tune ne, li ser vê di pêşgotina pirtûka xwe ya “Ş’ir-I” de rawestîme, li vê jî wê mijarê carî nakim.
Hêvîdar im ku hun jê çêjek, lezetek hilînin. Bi hêviya xweşî û geşiyê
Rojen Barnas Îlon-2002 Pirtûkên Rojen Barnas ên çapbûyî:
1. Li Bandeva Spêde (şi’r)-1979 2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi’r)-1983 3. Milkê Evînê (şi’r)- 1995 4. Hingê (kurteçîrok)- 1997 5. Şi’r -1- (berhevoka 1 û 2 yan)- 2002
Enstîtuya kurdî ya Parîsê © Rojen BARNAS, 2005 BI KURMANCIYA GEWR (Bend û nivîs / 1979-2001)
ISBN: 2-908416-19-0
|