Navên Kurdî
Amed Tîgrîs
Apec Tryck
Iro li Kurdistanê, bi taybetî li beşa Bakûr a ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîr (îşgal) kirin navên kurdî li zarokan kirin qedexe ye. Ev qedexekirina Dewleta Tirk, ne bi tenê bi welat tê tixûb (sînor) kirin; heta nav dewletên Ewropayê jî dirêj û dom dike. Herweha li welatên Ewropa balyozxanên (konsolosxanên) Tirk lîsteyên navên kurdî yên qedexekirî li salonên xwe dalqandine. Rêdan û destdana navên kurdî nadin. Gelo îro nîjadperestî û kewneperestiyekê weha li darê dinê, li cîhekî din jî heye û tê dîtin? Li dij vê yekê hem li welêt û hem jî li derî welêt bi tekoşîna giştî re, tekoşîna nav lêkirinê jî berdewam e. Roj bi roj pêwestiya navên kurdî bêtir dibe. Min, ev valahiya han dît û ji ber vê yekî jî dest bi berhevkirina navên kurdî kir. Di destpêkê de min xwest em çend kes bihevdu re xebat bikin, lê mixabin nebû. Cara yekem, ew navên ku hebûn, min ew nivîsandin. Bi du re min çav li rojname, kovar, pirtûk, broşûr û nivîsarên kurdî yên ku hebûn gerand. Ez di Hawar,Tekoşer, Kurdistan da Egitim Süreçlerî (Rohat), Kurd û Ferhengî Bêgane (Kerim Husamî), rasti lîsteyên navên kurdî hatim. Û min di Kurdistan Tarihi (M. Emin Zeki), Tarîha Kurdistan (Cigerxwîn), Doza Kurdistan (Zinar Slopî),Kurdistan Tarihinde Dersim (Dr. Vet. Nuri Dersimî), Merwani Kurt tarihi (Ibnul-Erzak), Şerefname (Şerefxan) Rêbera Sêzimanî (Azîz R. Akrawï) û di hinek nivîsarên din de jî rastî navên kurdî hatim. Stranên kurdî yên klasîk ...
PÊŞGOTIN
Navên kurdî, bi dîroka sîyasî,aborî,civakî û bi ya oliya (dîniya) Kurd û Kurdistanê ve.bi awakî hûr û kûr girêdayî ye. Mirov dema bi metoda zanyariya dîrokî lê bikole, ew çax ev rastî baş dîyar dibe. Di hêla guhartina navên kurdî de, di dîroka Kurdistanê de, bi taybetî di hêla olî de çend qonax û pêngavên girîng û mezin hene. Mirov kare wan weha bi rêz bike:
Berî ola Isa, Kurd jî wekî piraniya gelên Rohilata Navîn Manî û Zerdeştî bûn. Her çiqas Kurd, wek gel û komikên din ên wê demê di warê sîyasî, aborî û civakî de pêşneketî bû jî, lê dîsa di nav xwezayê (tebîetê) de aza û serbixwe bûn... Ji xwe prensibên bingehî yên ola Zerdeşt xweza bi xwe ye! Di vê dema han de, hem navê jin û hem jî navên mêran tevayî û xwebiser bi kurdî bûn û piraniya wan navan dîsa ji xwezayê dihat. Ji wê demê ta niha, bi hezar salan navên kurdî bi awakî popller di nav gelê kurd de hatîye jîyandin û vejandin. Wekî, Gulê, Rozê, Kewê, Axa, Berxo, Gulo û hwd...
Ji ber ku zimanê kurdî, di komika Hind - Ewropayî de ye û di nav vê komikê de jî, di şaxa Iranî de cîh digire, navê Kurd û Farisan gelek nêzî hevdu ne. Ev jî bûyerekê gelek adetî ye. Her çiqas bi sed salan in, ku welatên Ewropa, dewletên xwe yen serbixwe avakiribin jî, ji derî çend navên wan ên taybetî piraniya navên wan an wekî hev, an jî gelek nêzî hevdu ne.. Wekî Hans, Eva, Monica, Margrêta, Stefan, Tomas, Kent....
Derketin û belavbûna ola Xiristiyanî, tesîrekê mezin li ser Kurdan nekir. Kurdan bi awekî hêsan dev ji ola xwe ya Zerdeştî bernedan. Lê cîranên wan ên dîrokî Ermenî û Asûrî Xiristîyanî qebûl kirin. Ev yek hinek caran tesîr li Kurdan jî kirîye. .Kurdên ku bûne Xiristîyan ne gelek bûn.Li gor M. Emîn Zekî, Kurdên Xiristiyan kêm in û ew li Kurdistana Başûr dijîn. Seydayê Cegerxwîn jî qala Kurdên xiristîyan dike. Hingê bive neve hinek tore û çanda Xiristiyanî jî di nav Kurdan de cîh girtîye. Û herweha navên ku bingehên wan ji ola Xiristiyanî û Yahodî jî tên dikevin nav Kurdan. Wekî, Hewa (Eva), Meryem (Maria) û Îsa...Lê dîsa jî mirov baş nizane, ev nav ji tesîra îslamiyê an jî, ji ya Xiristaniyê haline!..
Di dema gengeşe û kelekela ola Islamê de, Kurdan, bi riza xwe Îslamê qebul nekirin. Artêşên (ordiyên) Ereban ên Îslamî, êrîşên giran û zorbe birin ser Kurdistanê. Ola Îslamiyê bi darê zorê bi Kurdan dan qebûl kinn. Di vî şerê olî de, leşkerên Ereban, bêhejmar Kurd kuştin û Kurdistanê talan û wêran kirin. Piştî ku ola Islamê di nav Kurdan hat qebûl û rûniştandin;wekî gel û komikên din ên Islamî, Kurd jî, tore û çanda (kultura) Ereban, ji xwe re kirin serkeftin û serbilindiyek. Hêdî hêdî çand û toreyên xwe dan aliyekî, an jî ji bîr kirin. Xweza di hêla navlêkirinê de jî, Kurd ber bi navên Erebî çûn. Navên Ereban, ji xwe re pîroz û popîler dîtin. Di şûna navê kurdiyê şêrîn de, navên Ereban li zarokên xwe kirin. Gel xistin bin psîkolojiyekê weha ku dema navên erebî li zarokên xwe bikin, jiyan û temenên (emrên) zarokên wan dirêj dibin. Rihên wan pak, qeder û qismetên wan fireh û dewlemend dibin...
Edî navên kurdî yê spehî, bi quwet û hîkmeta ola Islamê ji bîr diçin. Di şûna Kewê de Fatma û di şuna Heza-rê de jî Ayşe tê lêkirin. Mamo dibe Muhemmed û Gulo jî dibe Alîü!
Di wê dema han de jî dezavantajekê Kurdan ew bû, ku xwe wekî dewlet û civatekê hevgirtî bi rêxistin nekiri bû. Ji ber vê yekê jî, nikari bû, li dij Islamê, çand û toreyên xwe yen netewî biparêzin. Bi taybetî di dema karbidestiya Abasî, Sefaft, Selçûqî û Elî-Osmaniyan de, ji her alî ve ke-tin bin tesîra Islamê. Dewletên Osmanî û Iranî bi navê Islamê, sal bi sal, bi awakî zanistî çand ü zimanê Kurdan guhartin. Bişaftin. Di vê dema han a reş de, bi taybetî navê kurdî, wek ku mirov li berî û sehrayên Ereban li daran big-ere, yek yek man! Bi awakî gelemperî navên kurdî wenda bûn. Hîn îro jî, navê Kurdan ji sedî heştê bi erebî ne.
Navê kurdî li heywanan tên lêkirin
Çend bavik piştî qebûlkirina ola Islamê, hingê Kurd, navên Ereban li zarokên xwe dikin û navên kurdî jî li heywanan datînin. Ev kiryar heta îro jî di nav Kurdan de berdewam e. Gulo, Xemlo ji bo gayan, Erîş, Şîyar, Bilan ji bo seyan (kûçikan) û Bêlîcan, Bozê, Rîhan û hwd... jî ji bo hespan bikartînin. Ev yek, bi armanc û zanabûn tê kirin. Bi psîkolojiya olî, êdî Kurdan Zimanê Erebî pîroz dizanibûn û zimanê xwe di pileya (derecea) diduyan de didît. Ev jî dîyariya (xelata) Islamê bû, ku ji me Kurdan re maye. Dîyariya Ereban ev e; lê ya Tirkan çi ye?
Wekî ku di navê wê de jî dîyar e, Komara (cumhuriyeta) Tirkîyê, li ser bingehê regezê (ras) Tirk avabû. Dewleta Tirk hemû karûbarên xwe ji bo tirkkirinê amade kir. Xweza di bêla navlêkirinê de jî, pêngavên tirkkirinê avêt. Tirkan bi avakirina komara xwe re hêdî hêdî dev ji navên Ereban berdan. Di şûna navên erebî de navên tirkî û yên ewropayî li zarokên xwe kirin. Kurdên Kurdistana Bakûr jî, hem ji ber nezanî û hem jî ji ber daxwaz û zordestiya dewleta Tirk a nîjadperest, evcar di şûna navên erebî de, navên tirkî li zarokên xwe kirin.
Her çiqas ev navên tirkî hejmara wan kêm be jî, lê dîsa îro li Kurdistanê mirov rastî Erol,
Bîrol, Hakan,Turkan, Bîrgul, Songul , Çîgdem û wekî wan tê.
Di wê dema han de li Rohilat û Başûrê welatê me tekoşîn û şerê netewî geş û germ dibûn. Bi şîyarbûn û tekoşînê re navên kurdî jî di nav gel de belav bûn û cîh digirt Her çiqas îro jî di nav van herdu perçeyên welatê me de navên farisî û erebî hebin jî, lê li gor her du perçeyên din, dîsa gelek kêm in.
Li Kurdistana Bakûr, piştî şikestin û têkçûna serhildanên Qoçgirê, Ş. Seîd, Agirî û Dêrsimê neteweyê me, demek bêdeng ma. Ji 1960 î şûn de li Kurdistana Bakûr şîyarbûna netewî bi awakî dizî û nerm, ji nû de destpêkir. Bi şîyarbûn û tekoşîna netewî re navên kurdî jî, di nav gel de zîl û şax da.
Di nav Kurdan de zîldana ramanên sosyaiîst û navên kurdî
Ji 1970 -î şûn ve, li Kurdistana Bakûr bi bîrûbawerî û şîyarbûna netewî re ramanên sosyalîst jî di nav karmend (memûr), xwendevan û ronakbîrên Kurd de zîlda û belav bû. Di demekê kurt de, ev yek li perçeyên din jî tesîr kir. Ji ber ku ev hîn destpêka bîrûbawerî yen sosyaiîst bû, bi xwe re gelek kêmasî û çewtî jî anîn. Hinekan çavê xwe yê çepê girtibû û bi yê rastê tenê li hêla netewî dinêrîn. Hinek sosyalîstên Kurd jî, çavên xwe yê rastê girtin, wan jî bi tenê ji aliyê çînî (sinifî) ve li dozê hûr dibûn. Di wê demê de çepên Kurd di hêla navlêkirinên kurdî de jî, ketin nav çewtî û şaşîyên mezin. Wan, dîsa çepên Tirkan ji xwe re mînak (misal) û rêber girtin. Navên zarokên xwe bi tirkî Özgur, Bariş, Devrim, Savaş, Denîz û hwd. lêkirin. Hinekên tûj jî, navên lîder û kesên welatên sosyaiîst li zarokên xwe danîn. Wekî Fîdel, Brejnev, Mao, Slava, Nataşa!.. Ev dem jî tije bû.
Iro her ku diçe, Kurd bi gelemperî di warê netewî û navnetewî de têdigêhin û bi awekî serwext û serkeftî pêngav bi pêngav pêşdikevin. Xwenasiya netewî bi zanyariya sosyalîst ve tê nexşandin û xemlandin. Dema zaroktî û naşînî li paşdimîne!
Dergehê xwenasiya netewî
Di van 15-20 salên dawî de, doza Kurd û Kurdistanê berfireh û geş bû. Doz ji nav çend mela karmend, ronakbîr û xwendevanan derket; êdî Kurd ji her çîn û qadî xwedî li dozê derdikevin. Pirbûn û belavbûna navên kurdî, di vî warî de mînakekê berçav e. Ji ber vê yekê jî Dewleta Tirk a nîjadperest bi kurdî navlêkirin qedexe dike. Qedexe, cezakirin û girtîgeh (zîndan) nikarin ber li navên kurdî bigirin. Îro di her malbateka Kurd de navé kurdî li zarokên xwe kirin, bûye prensib û pîvaneke nîştîmanperwerî. Êdî Kurdekî xwezan, pêşverû, sosyalîst û nîştîmanperwer têviliyên (ferqên) navbera Ahmed, Mihemed, Bîrgu, Bîrol, Biariş û Nataşayê dibîne. Asîmîlasyon, asîmîlasyon e. Ji bo gelên bindest navên pêşverû û paşverû tiştekî naguherîne. Armanc ji holê rakirina asîmîlasyonê ye. Di hêla nav lêkirinê de, li gor do, îro rewş baş e. Özgurê doyîn, îro bûye Azad û Devrîm jî bûye Şoreş. Di bingehê ev pêşveçûna han de, xwenasî heye. Netewetî heye. Kurdperwerî heye. Ji xwe bingehê pêşverûtî û sosyalîstiyê jî ev e. Ew kesî xwedî ne nasnametî (bê kîmlik bê identitet) wekî kesê bê bav e. Lixwekirina navê kurdî, xwenasî ye. Pêşketin û serfîraziya şexsî ye. Navê kurdî li zarokên xwe kirin pîvenekê mirovî û nîştîmanperwerî ye. Dîtin çi dibe, bila bile, ev pîvan naye guhartin.
Çend gotin li ser xebata vê berhevokê
Iro li Kurdistanê, bi taybetî li beşa Bakûr a ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîr (îşgal) kirin navên kurdî li zarokan kirin qedexe ye. Ev qedexekirina Dewleta Tirk, ne bi tenê bi welat tê tixûb (sînor) kirin; heta nav dewletên Ewropayê jî dirêj û dom dike. Herweha li welatên Ewropa balyozxanên (konsolosxanên) Tirk lîsteyên navên kurdî yên qedexekirî li salonên xwe dalqandine. Rêdan û destdana navên kurdî nadin. Gelo îro nîjadperestî û kewneperestiyekê weha li darê dinê, li cîhekî din jî heye û tê dîtin? Li dij vê yekê hem li welêt û hem jî li derî welêt bi tekoşîna giştî re, tekoşîna nav lêkirinê jî berdewam e. Roj bi roj pêwestiya navên kurdî bêtir dibe. Min, ev valahiya han dît û ji ber vê yekî jî dest bi berhevkirina navên kurdî kir. Di destpêkê de min xwest em çend kes bihevdu re xebat bikin, lê mixabin nebû. Cara yekem, ew navên ku hebûn, min ew nivîsandin. Bi du re min çav li rojname, kovar, pirtûk, broşûr û nivîsarên kurdî yên ku hebûn gerand. Ez di Hawar,Tekoşer, Kurdistan da Egitim Süreçlerî (Rohat), Kurd û Ferhengî Bêgane (Kerim Husamî), rasti lîsteyên navên kurdî hatim. Û min di Kurdistan Tarihi (M. Emin Zeki), Tarîha Kurdistan (Cigerxwîn), Doza Kurdistan (Zinar Slopî),Kurdistan Tarihinde Dersim (Dr. Vet. Nuri Dersimî), Merwani Kurt tarihi (Ibnul-Erzak), Şerefname (Şerefxan) Rêbera Sêzimanî (Azîz R. Akrawï) û di hinek nivîsarên din de jî rastî navên kurdî hatim. Stranên kurdî yên klasîk ji min re bûn çavkaniyên herî dewlemend û fïreh.
Çiqas kaset û sêlikên kurdî yên ku hebûn û ez karibûm wan bi destxin, min hemû berhevkir. Guhdarî û temaşa wan kir. Strana Kurdî ya ku di Roja Nû de (Roja Nû ya ku ji aliyê Mîr Dr. Kamran Alî Bedirxan ve di navbera salên 1943-1946-an de hatibû çapkirin û weşandin) ji xebata min re bû çavkaniyeka mezin û dewlemend. Di wan stranên nivîsî de gelek navê kurdî yên kevn hatin dîtin..
Min, di vê xebata xwe ya lêgerînî de navên herêm, bajar, gund, eşîr heta yên hinek tarîqatan jî jibîr nekir û wan nivîsand. Wek Botan,Têrkan, Soran, Mahabat,Mêrdîn, Șûşar,
Kîkan, Milan, Gêlan...
Di vê lîsta berhevokê de gelek navên law û keçan wek hevdu ne. Wekî Newroz, Șoreş, Șêrîn, Rêzan... Ev bûyerekê nomal e, Di gelek zimanên din de jî mirov rastî wekhevbûna navên keç û lawan tê. Di tirkî de Yaşar, di erebî de Necat, Ikram, Sebah û di zimanê Ewropayîyan de Daniel... ji bo law û keçan tev de bikartînin. Ew navên keç û lawan ên ku wek hevdu ne, min di lîstê de wan bi (*) îşaret kir. Ji derê wan hinek nav hene, ku di zarevayekî de maneyek û di zaravayê din de jî maneyekê din tê, an jî ji mirov re seyir tê; ji bo dîyar û zelalkirina vê yekê jî, min li himber navên welê (S) ji bo soranî, (D) ji bo dimilî, (K) ji bo kurmancî û (H) jî ji bo zaravayê hewremanî bikaranî. Dîsan min di nav perantêzê de maneyên gelek navan li hember wan nivîsand. Lê belê, hinek nav hene ku xwerû bi kurdî ne û di nav kurdan de ta îro kurdîtiya xwe parastine, lê îro çu maneya wan nîne. Bi tenê wek nav mane. Ji xwe di her zimanî de jî navên weha hene. Piraniya navên ewropayiyan îro maneyên wan winda bûne. Dîsa di lîstê de hinek nav hene, ku mana wan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Min pêwîstiya nivîsandina maneyên wan jî nedît û nenivîsand.
Di vê berhevokê de heta ku ji destê min hat, min navên kurdî yên xweser û xas hilbijart. Lê min, hinek navên nîv kurdî jî girte vê lîsta han. Ji ber ku ew hem nîv kurdî bûn û hem jî di dîroka Kurdistanê de cîhên wan ên taybetî hene. Wekî; Alî-Şêr Alî-Şan, Şeref-Xan, Simko...
Min, ev berhevoka xwe berpêşî gelek hevalên ku ji perçe û ji herêmên cuda cuda hatine kir û herweha di nav van hevalan de yên ku bi zaravayên soranî, dimilî, feylî û hewremanî jî dizanibû hebûn. Ji derî organîze, berhevkirin û redektê, di vî karî de rol û kedekê min yê taybetî çênebû. Ev berhema xebatekê kollektîv e.
Di hêla zaravayé soranî de Nasir Razazî, Kamran Hedayetî, Fexredîn Gerdî û Aso Germiyanî, di hêla zaravayé hewremanî de Taher Horamî, di hêla zaravayé dimilî de J. Espar û Malmisanij û di hêla zaravayê Kurmancî de jî Mueyed Teyib ji min re gelek alîkarî kir. Ez ji van û hevalên din yên alîkar re gelek spasdar im!
Bê guman dîsa jî, ev lîste, ne lîsteyekê îdeal e. Kêmasiyên wêdêhebin!
Di vê lîsteya navan de 1554 navên keçan û 1185 jî navên lawan hene.
a. tîgrîs
Stockholm 1990
Navên keçan
Adan (bereket)
Aferîn (bÿî)
Agrîn
Aheng
Ajda (fîdan)
Ajîn
Ajna
Ajwan
Akam(dawî)
Ala (bayrak)
Alal (gulasor)
Alîn (nêzbûn)
Alîsor
Alûs (nazik)
Aman
Amoş (îkna)
Ara (ji agir tê, nêzîk)
Aran
Arda *
Arîya (ji Arî tê)
Arîman
Arîn (ji Ariya)
Arjen
Arê
Arêz
Armîş
Armûş
Arûng
.....
Navên Lawan
Adar (navê meha sisêyan)
Aferîn * (bijî)
Afrîn (navê bajarek)
Afran (ji çêkirinê)
Aga (haydar, xeberdar)
Agah (haydar)
Agir
Agirî (çiyayê Agirî)
Ajar (fîdan)
Ajeng
Ajwan*
Akam (dawî, encam)
Akrê (bajarek)
Ako
Aku (li Hewlêrê eşîrek)
Alan (eşîretek)
Alaz (nîyet)
Amanc (armanc)
Amed (Dîyarbekir)
Amêdî (bajarek)
Amojgar
Amûd (bajarek)
Ando
Apê (ji apo tê, birayê bav)
Apo (mam, birayê bav)
Ar (agir)
Ara
Aran
....