La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Lêgerîna Zaza


Auteur : Qanatê KurdoMultimedia
Éditeur : Hogir Verlag Date & Lieu : 2016, Bonn
Préface : Pages : 224
Traduction : ISBN : 3-935191-12-X
Langue : KurdeFormat : 145x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kur. Lêg. N° 5129Thème : Linguistique

Lêgerîna Zaza

Lêgerîna Zaza

Qanate Kurdo

Hogir

Lêgerîna li ser zaza di kurdnasiya rûsî de dest pê kiriye. Vira bi taybetî emekê P.î. Lêrx heye, yê ku bingeha zanistî di lêkolînên ziman û êtnografiya kurdan de daniye. Dema cenga Qirîmê, bi spartina akadêmya împêrator-yêye zanyarî P. Lêrx diçe Roslavê nav kurdên hêsîrên eskeryê û li wir ji wî re li hev tê dest bi lêgerîna zimanê kurdî bike. Ew sê mehan di nav kurdên ji navçên Kurdistanê yên cihê de dimîne. Piranya wan kurdan bi kurmancî dipeyivîn, lê pareke biçûk jî bi zazakî. Encamên lêgerîna zimanê kurdî P. Lêrx di lêgerîna xwe ya di derheqê kurda de, di cildên 2 û 3-an de çap dike1.
Mirovê zaza, ku P. Lêrx pirsan jê dike, navê wî Hesen bûye, ji gundê Kasan, nêzîkî Palû. Têkstên ji Hesen nivîsî, zaravê zazaye navçeya Palû tînin ber çavan. Bi naveroka xwe hinek têkst beşên wergera Bakmêstês in (41-44). Hesen ew ji zimanê tirkî wergerandine. Têkstên mayîn orîgînalê ...


Naverok

5 / Dîroka lêgerîna zaza
17 / Dengsazî (Fonêtîka)
17 / Fonêmên dengan
23 / Pevdeng
23 / Fonêmên bêdeng
36 / Morfologî
36 / Navdêrên heyînê
36 / Zayend
37 / Jimamav
37 / Alav
37 / Alavên nediyar
40 / Alavên diyar
42 / Alava nediyar -ek
44 / Hal (kasus)
44 / Halê rast
46 / Halê gazîkirinê
47 / Halê tewandî

54 / Cûrên veqetandekê di kurmancî û zaza de
62 / Pirtikên hevbendiyê yên gelejmar
63 / Pirtika dê
64 / Rengdêr
67 / Rada beranberhevkirinê
68 / Jimarnav
69 / Jimarnavên çendî
69 / Gelejmar
72 / Cînav
72 / Cînavên dêma
73 / Cînavên dêmaye jimara yekanî
73 / Cûrên cînavên dêmaye jimara yekanî
74 / Cînavên dêmaye jimara gelekanî
75 / Cînavên nîşankirinê <.
78 / Cînava ji
78 / Cînavên serbixwe
80 / Cînavên pirsan
81 / Cînava kam
83 / Cînavên kivşîyê
84 / Cînavên beranber kirinê
85 / Cînavên hevdutî
85 / Cînavên nebîna-çendeyê
87 / Bemav û paşnav
87 / Bemavên hêsa
88 / Bernavên koma duyemîn
91 / Paşnav
100 / Bemavên bargiranî

103 / Lêker
103 / Lêkerên kokî
107 / Lêkerên bargiranî
109 / Lêkerên sêwirandî
112 / Lêkerên pêşpirtik
114 / Rader
115 / Çêbûna reha dema lêkeran
115 / Çêbûna reha dema berê
116 / Çêbûna reha dema niha
120 / Cûrên pareng
121 / Lêkera-firêk
125 / Pirtikên nanayî
129 / Paşkokên dêma
130 / Çêbûna deman
131 / Dema niha
133 / Pirtikên ha, ê
134 / Dema wê bê
136 / Pirtikên do, o
138 / Dema berêya hêsa
141 / Dema berê bihirî
142 / Dema berê niha
144 / Dema berê dirêj
145 / Teherê fermanî
147 / Teherê xwe-xwe kirin û bûyînê
150 / Veguhastina lêkerên derbas

152 / Hevoka bêyî berkiryar
152 / Veguhastina lêkerên derbas di hevoka bêyî berkiryar de
153 / Hevokên bi berkiryar
156 / Bi hev re qayîlkirina cûrên lêkergotinî bi cûrên berkiryar re
158 / Bi karanîna lêkerên bargiranî
159 / Pevgirêk û peyvên girêdanê
165 / Hoker
167 / Destebêje û sazyên peyva ye qewîn
169 / Têrmînê pismamtiyê
170 / Navên ajalan
172 / Çêkirina peyvan
174 / Melûmetyên kurt ji hevoksazîyê
174 / Endemên hevokêye sereke
175 / Kiryar
175 / Kiryarê tevî lêkergotinî bi lêkera nederbas
176 / Lêkergotinî
177 / Berkiryarê rast
178 / Berkiryarê tewandî
178 / Têrker
180 / Hevoka navan
183 / Endemên hevokêye mîna hev
183 / Kiryarê yekşivêtî
183 / Lêkergotinîyên yekşivêtî
184 / Berkiryarên yekşivêtî
185 / Hevokên serbendîye bargiranî
185 / Hevokên berbendyêye bargiranî
188 / Hevokên ne tam
190 / Encam
197 Têkstên zaza

217 Ev berhema
219 Jêder
221 Naverok

 


DÎROKA LÊGERÎNA ZAZA

Lêgerîna li ser zaza di kurdnasiya rûsî de dest pê kiriye. Vira bi taybetî emekê P.î. Lêrx heye, yê ku bingeha zanistî di lêkolînên ziman û êtnografiya kurdan de daniye. Dema cenga Qirîmê, bi spartina akadêmya împêrator-yêye zanyarî P. Lêrx diçe Roslavê nav kurdên hêsîrên eskeryê û li wir ji wî re li hev tê dest bi lêgerîna zimanê kurdî bike. Ew sê mehan di nav kurdên ji navçên Kurdistanê yên cihê de dimîne. Piranya wan kurdan bi kurmancî dipeyivîn, lê pareke biçûk jî bi zazakî. Encamên lêgerîna zimanê kurdî P. Lêrx di lêgerîna xwe ya di derheqê kurda de, di cildên 2 û 3-an de çap dike1.

Mirovê zaza, ku P. Lêrx pirsan jê dike, navê wî Hesen bûye, ji gundê Kasan, nêzîkî Palû. Têkstên ji Hesen nivîsî, zaravê zazaye navçeya Palû tînin ber çavan. Bi naveroka xwe hinek têkst beşên wergera Bakmêstês in (41-44). Hesen ew ji zimanê tirkî wergerandine. Têkstên mayîn orîgînalê zaza ne. Ew qisên Hesen in, li ser şerên di navbera hozan de (99-108), bersivên pirsa ne (98-99) û sê çîrokên biçûk in: "Di derheqê sê bira de" (87-96), "Di derheqê dêmarya xirab de" (116-119) û "Di derheqê aşvan û rûvî de" (199-123). Ew gişk bi wergera zimanê rûsî ve hatine çepkirinê. Ev yek îmkanê dide rêziman û lêksîka zaza ye navçeya Palû nas bikin. Wergera têkstaye rûsî baş e. Di vê pirsê de Karl Hadank ne rast e, ku dinvîse: "Ji nivîskar re (P. Lêrx ) ra her tişt li hev nehatye, bi taybetî di pirsa wergerê de2. "Ferhenga zaravê kurdîyî zaza" jî (85-208), ku ne mezin e, ne xirab e. Di wir de ew usan jî hinek agahdariyên rêzimanî di derheqê nav, cînav û cûrên lêkeran de tîne.

P.î. Lêrx dinivîse: "Zaravê zaza, gor agahdarîyên min berev kirî, li van qezan belav bûye: Mûş, Palû, usan jî di nav wan hozan de, ku bi navê Tûjîk dîyar in, bi wî zaravî usan jî hozên dûmbûlya dipeyivin. Mirovên zaza zaravê kurmancî jî zanin".

P.î. Lêrx kurmancî û zaza çawan zaravên zimanê kuxdî didît-in."çawan dixuye, -ew dinvîse- mirov dikare zimanê kurdî parî ser pênc çiqan bike, yanê çarên ku Şerefxan tîne û zaravê zaza (22). Bi wê re tevayî P.î. Lêrx xwestiye cudatiya di navbera kurmancî û zaza de bide xuyanê. Dema gilî tê di derheqê belavbûna kurmancî, zaravên di nav wî de hene, ew dinivîse: "Cudatiya di navbera zaravên kurmancî da ewqas mezin nîn e, wekî mirovên ji hozên cihê hevdu fem nekin,"... "lê zaravê zaza, himberî kurmancî û zimanên îranîye mayîn, ji aliyê fonêma û cûra da ewqas taybetyê wî hene, wekî dibe, ku ew hêjaye çawa îdyomeke serbixwe bê navandin. Kurdên kurmanc bawar bikî zaza fem nakin", (dîsan li wir).

Cara yekemîn hîmdarê zimanê ermanyayî wêjeyî, yê dema nû, Xaçatûr Abovyan di derheqê wê yekê de, ku zaza dikeve nav zimanê kurmancî, di gotara xwe "Kurd" de nivîsîye, ya ku di rojnama "Kavkaz"3 de çap bûye. Di wê gotarê da agahdariyên balkêş li ser dîrok û êtnografiya gelê kurd hene. Gelek baş di derheqê taybetîyên sazûmanya kurdaye civakî de, pevgirêdanên di navbera neferên malê de, cûrên jîyînê, xeyset, rabûnrûnişin, ziman û zargotina kurdan de hatye nivîsar. Ew zimanê kurdî par dike ser zaravên kurmancî û zaza û pêşniyaz dike, wekî cîhana zanyarî dest bi "lêgerîna wî gelî û zimanê orîgînal bike, lêgerîna ku wê bibe bingeheke baş û wê ji bo dîrok ...

1 P.î. Lêrx, Îssledovanîya ob îranskix kûrdax î îx prêdkax sêvêmîx xaldeyax; SPb., 1857,1858
2 Karl Hadank, Mundarten der zaza, Berlin, 1932,10.
3 “Kavkaz”, NN 46, 47, 50, 51, Tîflîs, 1948.


Qanate Kurdo 

Lêgerîna Zaza

Hogir

Hogir Verlag
Lêgerîna Zaza
Qanate Kurdo

Bi rêdana ...
Sankt-Peterburg, Rossiya Federal, ev lêkolîna hat çapkirin.

Werger ji rûsî: Tosinê Reşîd
Redoktion: Zerê Alîyêvna Yosûpova

Çapa 1. 2016
Belavgeha Hogir HogirVerlag Bonn
©Hemî maf hatine parastin
Berg: Inayet Dîko
Satz: Hogir Verlag
Dmck: Wydawnictwo Poligraf, Brzezia Laka,
Poland

ISBN 3-935191-12-X

Bo têbînî û rexneyan hûn kanin li ser vê mailê bişînin:
husseinhabasch@gmx.de

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues