Berevok: Berbang, Jîyana Bextewar û Hopo
Erebê Şemo
Neşireta Hayastan
Be berevoka nvîskarê kurdayî sovêtîêyî eyan Ereb Şamilovda sê efrandinêd wî hatine cîwarkirinê. Evin: “Berbang”, Jîyana bextewar” û “Hopo”.
“Berbang” bi ktêbeke başqe sala 1958-a hatye çapkirinê, “Jîyana bextewar” ji du k’têbaye. Ktêba ewlin bi wî navî sala 1959-a hatye çapkirinê. “Hopo” ktêba “Jîyana bextewar” e dudana yak u cara ewlin vê berevokêda tê çapkirinê.
Ktêba “Jîyana bextewar” e ewlinda xwendevanê rastî hine qewmandina bê, ku ewî derheqa wanda “berbang”-êda xwendîye.
Serecem
1. Berbang / 3
2. Jîyana Bextewar (ktêba ewlin) / 151
3. Hopo / 384
KULFETÊ ME, ZAROTÎYA MIN
Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla hesinîya bû. Diçû ber dewarê xelqê li qeza Surmelîê, berê ew qeza tev Welatê Rewanê bû. Wextê jina wîye pêşin mir, ewî herdu kurê xwe : Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmelîê derket, lêda çû, îdarê wî li wêderê nedibû. Şemo rêda gele çetinî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, ê din jî dida ber dilê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêş hê du salî bû. Qet tiştekî wî idî tunebû, xênji lihêfeke kevn.
Rêda, gava terî dikete erdê, Şemo xwe dida ber dîwara û qefê zinara. Alîkî lihêfê bin zarara dikir, alîê dinê jî davîte ser wan, wekî zar serma nekin. Xwe jî bi kincê xweva radiza. Rojêd hewa sar bûya, Şemo sibê …
Arabê Şemo
Berevok:
Berbang, Jîyana bextewar û Hopo
Neşireta Hayastan
Neşireta Hayastan
Berevok
Arab Şamîlov (Arabê Şemo)
Êrêvan - 1969
Redaktor – Mîroê Esed
Şiklkêş – G. A. Gasparyan
Redaktorê bedewetîê – A. Gasparyan
Redaktorê têxnîkîê – O. Panîkyan
Korêktorê control – Letîfê Emer
Tembe – 736. / Bf. 07020. / Tîraj – 1000
Bona neşirkirinê hatye teslîmkirinê 6/V 1968 s.
Bona çapkirinê hatye qolkirinê 31/III 1969 s.
Kagez n° 2 60x90 Belgê neşirê 31,0
Belgê Mengenê 35,75
Qîmet Im. 11 k.
Êrêvan. Çapxana neşireta KM PK Ermenîstanê
Soqaqa Îsahakyan n° 28.