La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dengê Kurdistanê: Diwan I, Evîna Welat


Éditeur : Melsa Date & Lieu : 1992, İstanbul
Préface : Musa AnterPages : 232
Traduction : ISBN : 975-345-012-5
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dur. Den. N° 2358Thème : Général

Dengê Kurdistanê: Diwan I, Evîna Welat

Dengê Kurdistanê: Diwan I, Evîna Welat

Abdurrahman Durre


Melsa


Felek kanê hevala min, kûda çû wan demên xweş ka?
Kuda çû çav xezala min, şepala dêmgûla geş ka?

Çi bû ka war û zozanê, welatê Serhedê kanê?
Birindar im ji Lozanê, gelo roja şevareş ka?

Di sala jenosîda (qirkirina) Geliyê Zîlan de (1930), li navçeya Milazgira Mûşê, li gundê Kêranlixê hatiye dinê.
Panzdeh (15) salan di medresên Kurdistanê de xwendiye. Li dora deh-donzdeh salan jî seydatî (muderîstî) kiriye. Ji bil zimanê xwe yê dayikî, zimanên Erebî, Farisî û Tirkî rind dizane, hinek jî Ingilîzî fêm dike. Di wêje (edebiyat) û rêzimana Erebî, Farisî û Kurdî de zanyar e. Bi taybetî di wêjeya Kurdî de hozan e.
Ji sala 1962’an heta sala 1975’an miftîtî kiriye. Di navbera salên 1980-83’an de, li Libyayê, bajarê Trîpoliyê wergêrîtiya (Mutercimiya) Erebî û Tirkî kiriye.
Ji roja ku ber bi fêmî xwe bûye û doza Kurd û Kurdistanê fêm kiriye, heta îro, serê wî di teqereq û gêjahiyan de bûye, zilm û zor û tadayî dîtiye; ketiye heps û zîndanan. Ew zilm û bêdadî heta îro jî dom dikin.
Bi zimanê Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî deh berhemên wî yên çapkirî û neçapkirî hene.
Endamê koma nivîskarên rojnama Welat û kovara Rewşenê ye; endamê saziya sazûmankarên Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê ye, serokê komisyona edebiyata Kurdî ye.


Fîhrist

Destpêk

Pêşek

Kurd û Kurdistan / 13
Dewlet û hikûmetên Kurd (piştî îslamê) / 16
Şoreşên Kurdistanê / 21
Şaîrên kurd û zaraveyên wan / 27
Felek kanê / 31
Hewar e / 32
Meyxana jinê / 33
Yarek me hebû / 34
Seydakê / 36
Bulbul / 37
Newrozê / 39
Seyda / 40
Bayê biharê / 41
Hebîna min / 43
Kerem ke şahê azadî / 44
Quds û herem e / 45
Kalemêrek dilbij e / 46
Seyda nexweş e / 47
Bihar e qey gelo / 49
Çûme laleş / 50
Seda xeybê / 51
Kalmastê dixwaze / 52
Çî ye sucê me / 53
Fal û nivişt / 54
Konê dila / 55
Dîlbera min / 57
Biskan bide alî / 58
Xweştirtê / 60
Ji zozanê erarat e / 61
Mêretê / 62
Mufityê bih dîn / 64
Pozê kemik / 65
Welat e / 66
Navê keçê / 67
Çû / 68
Pêxemberê kurd û med e / 69
Çi zanin ewgede / 70
Were / 71
Do hate semayê / 72
Pelek / 73
Hîvame / 74
Bêrîvana min / 75
Pîroz be / 76
Ez xulam / 77
Mêvanê te me / 79
Cana / 81
Çavê bi sêr / 83
Dev û lêv / 84
Sultanê me newroz e / 87
Gulek min dî / 89
Derdê bê derman / 90
Yara me ezîz e / 91
Kofîxwara min were / 92
Pêxemberê / 94
Çûka birîndar / 96
Qederê / 98
Leylet-ul qedr e / 99
Bav êzdiya dihokê / 100
Kumreşî / 101
Zozanûwar / 102
Gazîkawakin / 104
Hîve-hîv / 105
Newroz û sersala me ye / 106
Newroza serfîrazî / 107
Derman e lêv / 108
Xunçedevê / 110
Ranê qelew / 111
Dîsa bihare / 112
Pîrêşareza / 113
Şîmşîrê goderzî / 114
Qemera şox û şepal / 115
Çavê bi sêr / 116
Şoxê zaxoyê / 117
Şoxa erbilî / 118
Kovalemarê / 119
Teyrêdil / 120
Ditirsim / 121
Qazî mûhemmed rehber / 122
Divê / 123
Wekîdase / 124
Tiusm û sirre / 125
Hecc û umre / 126
Awarî dikin / 127
Dilorabe / 129
Rostemê mazenderanê / 131
Kurdê serê çiya me / 132
Ez / 134
Welatê min / 135
Qibla me ye / 137
Bihare / 138
Şêrê kurdî me / 139
Bihara serhedê / 140
Xweziya / 142
Li we wesyet dikim / 144
U Kurdistanê min hildi / 145
Ewdilê / 146
Rewşê û xweşmêr / 148
Mela / 156
Melêgunde / 158
Wereseyda / 159
Qelem / 161
Koma heqê însana / 163
Doza muqeddes / 169
Sond û qesem / 171
Min got dayê / 175


PÊŞEK

Di hinkî dînan da, baweriyek wiha heye, ku însan dimire, canê vî (ruhê wî) vedigere dunyayê, dikeve bedena însanekî din.

Heta ku min, Dîwana Seydayê Abdûrrahman Durre. nedîtibû ev yeqînî, bi min pir sivik dihat. Lê piştî ku min, dîwana Wî dit, ez jî, tev li wê bawerîyê bûm; belê, bi Ferqekî: ew dibêjin ku ruhê insanekî di keve bedena însanekî lê ez, di bêjim; ruhên ku ketine bedena seydayê me, ne bi yek û dudu û sîya ne. Tu dibê Qeyê? ruhên temamê rehmetîyên şair û alimên kurda, di bedena seydayê Durre da, kom bûne (içtima kirine)

Ma qey kî ture? Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mewlana Xalid, Melayê Bate, Ehmedê Xani û Seydayê Cîgerxîn.

Di diwana Durre da, wek Cizîrî eşq û tesewwuf heye wek Feqiyê Teyran, Eşq û destan û tarix heye, wek Melayê Bateî, Dînîye, bi Qewmîtîyê (gelperwerîtiyê) jî, ji Ehmedê Xanî Û Seydayê Cigerxûn, pir derbas bûye, di felsefa din dajî., Wek Bapîrê xweyê Mewlana Xalide.

Di derheqê diwana Seydayê Durrê da. Ez çi bibêm; kêm dimîne, ji ber ku ez, qenc ji ilmê wî, fêhim nakim. Lê ezê, bi beytekî xezûrê xwe (Abdurrahîm Rahmi Zapsû) qenaeta xwe, îfade bikim: Xezûrê min, ji bo melayê Cizîrî wiha goti-ye:
(...mala ku Feqîr ma bû, te tijî Dur û cewher kir)

Di vir da, qesta xezûrê min, ji malê, Kurdistan e. Ez, jî, ji Seydayê xwe yê mezin Abdûrrahman Durre, ra dibêjim: Welatê ku Feqîr mabû te jî, tijî Durr û gewher kirine. Sed aferîn ji tera,! destê te sax be û bîji.!

Ez, van çend pirsan dibêjim û yeqin dikim ku wê, temamê kurda, ji te ra ebediyen minnetdar bin. 'Şîrê Dayka welat, lî te helal û xweş be.”

15.6.1992

Mûsa Anter

Felek Kanê

Felek kanê hevala min, kûda çû wan demên xweş ka?
Kuda çû çav xezala min, şepala dêmgûla geş ka?

Çi bû ka war û zozanê, welatê Serhedê kanê?
Birindar im ji Lozanê, gelo roja şevareş ka?

Kuda çû kanê Yezdanê mûbarek, Ehrumen kanê?
Çi lê bû dînê Kurdistanê, ka Zerdeşt û Laleş ka?

Ferayî. şirik û şar û gûlik, cênîk û kofî ka?
Gûlê, zozan û Dîdar û Kewê, seyran û çavreş ka?

Li ku ma serwînaza, serfîraza war û zozana
Kebok û werdek û qaza, kubar û kaw û xweşmeş ka?

Kuva çûn, mîr û axa û beg û paşa û serdarê
Bilîs û Erzen û Wan û Cizîr û Textê zêrkeş ka?

Beran û ejder û şêr û piling û dêwê azadî
Serok û rehber û rêzan û şorişvanê pir weş ka?

Çi bû Eskîf û ka Bazî, Meyafarqîn û Mervanî
Çi lê bû Çarçira Qazî, Mehabad û çil û şeş ka?

Birîndarê xwe ra yarê, ji lêvan kevser û mey da
Ji Seydayê birîndarê me ra, ew par û ev peş ka?

.....


Abdurrahman Durre

Dengê Kurdistanê: Diwan I, Evîna Welat

Melsa

Melsa Yayınları
Melsa Yayınları 31
Şiir Dizisi 3
Dengê Kurdistanê
Diwan I, Evîna Welat
Abdurrahman Durre

Birinci Baskı: Ekim 1992
Dizgi: Palet-Melsa
Kapak Tasarım: Melsa
Baskı: Aydınlar Matbaası

ISBN 975-345-012-5

©Melsa Yayınları

Nuruosmaniye Cad. Atay Apt. No:5 3/8
Cagaloglu / İstanbul
Tel. 512 29 17



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues