Nexweşê nexweşiyê Nexweşê nexweşiyê nebûya, ev piyes nedibû komedî dê bûbûya trajedî. Lehengê serekî Argan, weke pêxemberên sexte qurbanekî ku ji pesna xeber dide, bûye hêsîrê ezezî û azveriyên xwe yên bi weswese, kesekî nepenî ye, ku Molière di kesayetiya wî de derban li dijminên xwe yên ebedî; Xwedayê ku dixwaze wî wenda bike, qiralê ku dixwaze tazîtiya wî nîşan bide, xurafeyên ku weke zanyarî tên nîşandan, hekîmtiya dema xwe, dide.
Him weke bixwaze rexneyên xwe yên di derbarê hekîmtiya wê demê de bide îsbatkirin, nexweşê rasteqîn ku hekîmtî têrê nake bi hewara wî de bê, Molière piştî pêşkêşkirina cara çaran a piyesa xwe, bi awayekî trajîk tevlî maqyaja xwe ya li ser sehnê serê xwê datîne, pêncî û yek salî dimre, lê bi sedan berhemên nemir li pey xwe dihêle. Aktor
Argan, nexweşê nexweşiyê. Béline, jina duduyan a Argan. Angélique, keça Argan, û evîndara Cléanteyî. Louison, keça piçûk a Argan, û xwişka Angéliqueyê. Béralde, birayê Arganî Cléant, evindarê Angéliqueyê. Mîrza Diafoirus, hekîm Thomas Diafoirus, lawê wî, û evindarê Angéliqueyê. Mîrza Purgon, hekîmê Arganî. Mîrza Fleurant, dermansaz. Mîrza Bonnefoy, noter. Toinette, qewraşa Arganî.
Bûyer li parîsê derbas dibe Molière
Nexweşê nexweşiyê Berhemên Giştî yên Molière: III
Aram–Şano
Wergera ji Fransî: Yakup Karademir
©Weşanên Aram Weşanên Aram: 2006
Amadekirina ji bo çapê: Ömer Faruk Kurhan – Yakup Karademir Bergsazî: Rauf Kösemen
Çapkirin û cild: Berdan Matbaacılık
ISBN: 975-8242-118
Weşanên Aram Cemal Nadir sk. No: 18/304 Cağaloğlu / İstanbul Tel: 0212 514 82 78 Fax: 0212 514 82 69 |