Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanê da, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî herî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin. Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekê da, çiqasî jî ew berfireh be, ne gengaz e. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan. ....
Helbest 1985 Esirê mînanî / 36 Tevekêd lazûr / 36 Ser mezelê dîya min / 37 Mîkaêlê Reşîdra / 37 Na, naxwezim / 39 Masîs / 39 Çêt / 39 Gund bu / 40 Diçirn gund / 41 Bizanbe / 41 Kî ku kêra naxweze / 41 Cahiltî / 42 Çi kire ketye / 42 Hema hevekî / 42 Qey duh bû / 43 Heyamek heye / 43 Xwe dinhêrim / 44 Qewimê qelemêra / 44 Bukeke bedew / 44 Ber minra / 45 Carina / 45 Keçê vî gundî / 46 Ax, tu bedewî / 46 Hat û buhurî / 47 Ez mîna sehba / 47 Çiqas “dibûrîye” / 47 Tu wisa / 48 Ditirsim / 48 Navê te / 49 Nazgula gunda / 49 Dibûr dibriqî / 50 Navtedaheye / 51 Narê, Elo / 51 Xûç û bira / 51 Jinka davvdêre / 52 Bilyane doxtir / 52 Pampyanê koç bikin / 53 Ey Ûrisêta raketî, rengîn / 53 Min xewna xweda / 54 “Paşka-biraşka / 55 Kêf / 56 Ûrisêt / 56 Bal Resûl / 57 Emê jî herin / 59 Xaliq, tu xatirê / 60
1986 Êvar / 60 Çingilêd çîyê / 61 Esil ew çîye / 61 Davan / 62 Yêsênînê min / 63 Hê bengî dibim / 63 Ne ewe bêm / 64 Sal-nîvek çû / 65 Şiyêra min / 65 Lê wextekê / 66 Dixwezim / 67 Ez nahêlim / 67 Tibîlîsî / 68 Ecêvin şayîr / 70 -Her tişt buhurî / 70 Hûn ne bi qerfa / 71 Nizanim / 72 Zid bûme / 72 Dilê min dêşe / 73 Ezî betbextim / 73 Çerkezê Reşra / 73 Tuwisarindî / 74 Na, hekîma min / 74 Ev der îro / 75 Bêxeda çû / 75 Nexweşî / 75 Du cahilê rind / 76 Şeherê mezin / 77 îro tiştek min / 77 Tîrinc ewirada / 77 Şebeq şê dike / 78
1987 Bahar kimkimîye / 79 Bilûrvanêjîr / 80 Xas-xatûna kurmanciyê / 80 Hatime ez / 81 Çawa mesîkî / 81 Svêt.-ra / 82 Du Sivêta / 83 Qîza qewimê mine / 83 Pismama minra / 84 Çiqa dibhurim / 85 O, hêsûyêd hêşîn / 85 O, bêşîka vagonê / 86 Bi lêvêd lerzok / 86 Usa hat istandin / 87 O, hûn qelemçîyêd / 87 Du heval / 87 Nava şerê mirin-jiyîn / 88 Pirê tirana / 88 Te şayîrekî / 88 Lotîyê durû / 89 E.-ra / 89 Qar ne ewe / 90 Xuliqdar hingê / 90 Min qerfe xwe / 91 O, hucet mekin / 91 Wey la xezev / 91 Şînê şeynetî / 91 Du deng / 92 Daxistan / 93
1988 Mêzekin halê miletê kurd / 96 Ey pantûrkê har / 97 Neyarêd mera / 98 Agir berdane / 99 Gul şîn navin / 99 Dêrê qawereng / 99 Min derheq teda / 100 Wextê di nava / 100 Weşa j i weşa ketî / 101 Zînêra / 101 Û zûda-zûda / 102 Ez xwey dikim / 102 Du serokê dibistanê / 103 Lêkanê-kanê / 104 Li soqaqa / 104 Çitisqîye / 105 Eskê Emînê / 105 Fêrizê cînarra / 105 “Dengbêjê millet” / 106 Erdhejaatav / 106 Bona bîranîna xîrûrgê kurd / 107 Êpîtafiya / 110
1989 Dibûrdax / 111 Birrê ewira / 112 Dixwezim derheq / 112 Dêm û dîdemê / 113 Dilê min li wire / 113 Ax, vira xanîyê / 113 - Em xûnavê hevin / 114 S. Şemora / 114 Nasitire, naedile / 115 Ret nabin / 115 Palvedaye / 115 Bi sepeteke / 115 Xatirê xwedêkî / 116 Bîrnakim / 116 Navê hezara / 116 Ida ji bîra min naçe / 117 Hobêlyan kirin / 117 Dibûrîme ez / 118 Xaliq, te gelek / 118 Betilîme ez / 118 Bêxewî / 119 Êşê daye / 119 Rojêd emirê min / 119 Temî / 120
1990 Vî sêrîda / 121 Huso / 121 Cote gundîyê / 122 Nav şîrinê / 123 Bedewa bed / 123 Gerê gundê me / 123 Sonda xwe texsîr / 124 Gulapêşapalê / 124 Aqa tele dilê min / 124 Te zanibû Dibûr / 124 Mêrê F. H / 125 Xemê / 125 Min ne lazimin / 126 Herim gund / 126 Hecîyê Cindî / 127 Vêdise zêna wî / 127 Serê pêsekinîya / 128 Êpîtafîya / 128 Çivîkêd zivistanê / 129 Carna divêjim / 129 Ez çûm kêleka / 129 Edo daye / 130 Hûn konfêransa xwe / 130 Asîya orte / 131
1992 Gulnazêra / 142 Tu bahar bûyî / 142 Dengê \vê usa / 142 Çiqas bcdewe / 143 Kurdistan, em kel-kel / 143 "Mirin, bêtcrbetiya...” / 144 Xeberdidin usa ferz / 144 Divêjî, wekî / 145 Dengbcjc tirk / 145 Ruhêrn helyaye / 146 Nav vê bcrzeqya / 147 Ser kaxezêda dinhêrim / 147 Diçim ez / 148 Min serê serda / 148
1993 Kanên ew dîdem? / 149 Cêrga kermê pêz / 149 O, tu dijminê / 150 Firîcêra / 151 Birê min Hemora / 151 Bi methu -sene / 152 Dewatîyê dîlbend / 152
1994 Ey, kurdê keleş / 156 Li mêrga Feyo / 157 Ezpayîzim / 157 Ezevdalekî / '158 Lê ew merîfet? / 158 Naha emê tevî bûkê / 159 Yarabilalem / 159
Navenda lêkolînên kurdî- Şayîrê navdar çû rehmetê / 322 Rojnama “Rya teze” - Ferîkê Usiv / 323 Wezîrê Eşo - Fêrîk nemire / 324 Eskerê Boyîk - Serxweşya min / 326 Têmûrê Xelîl - Fêrîkê Ûsiv bi xeyd ji cihanê çû / 327 Mirazê Cemal - Çîyayê Dibûrî / 328
Ferhengok / 329
Wenêyan / 333
Paşgotin / 343
PAŞGOTIN
Meha berê pirtûkeke bihagiran “Antolojiya edebyeta kurdî” (2003) ya nivîskarê bi nav û deng Mehmed Uzunê rehmetî kete destê min. Ez dilşa bûm, wekî derheqa nav û karên nivîskarên kurdên Ermenîstanê jî pirtûkêda çap bûne.
Lê, mixabin, navê Fêrîkê Ûsiv têda tûnebû... lê belê, vê pirtûkêda (rûpêl 150-151) gotara derheqa Şorişvanê Sîbîryayê (Rusya) pirr hêja Fêrîk Polatbêkovda, ku bi zimanê rusî helbest u gotar jî nivîsîne, pey helbesta wî “Heykelê min” - helbestên Fêrîkê Ûsiv “Kurdistan", "Xwezila dîsa min bigota: -berxa berdin", û “Agirê hubê" cîwar bûne .
Helbesta Fêrîkê Ûsiv "K.urdistan” yekemîn sala 1967-a di pirtûka “Lîrîka” da, helbestên “Xwezila dîsa min bigota” û “Agirê hubê" yekemîn di pirtûka “Gula Elegezê”-da, sala 1964-a, di saxiya Fêrîkê Ûsivda, hatine weşandinê.
Firîda Hecî Cewarî
Şayîrê Xerîbîyê Fêrîkê Ûsiv
Wezîrê Eşo
Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanêda, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî heiî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin. Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekêda , çiqasî jî ew berfirehbe, ne gengaze. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.
Ez ber vê yekê van nêrîn û dîtinên xwe pêwist dibînim, ji ber ku ew cara yekemîn tên eşkerekirinê, û bilî min belkî yekî din nikaribe jî vê yekê bi cî bîne, ji ber ku yên dikaribûn pirî-hindikî bi cî baniyana, ewana bi piranya xweva weke Fêrîk xatirê xwe ji cîhana ronik heta-hetayê xwestine.Di vî warî de, eger em dikarin waha bêjin, pirîvîlêjî, serdestîk min heye, ne ku bi tenê haya min, wek hogirê Fêrîk yê zarotîyê û nêzîk, ji pir kesan bêtir ji jiyan û karkirina wî, lê her wa ji wan bûyêran jî heye, yên ku ji alîkîda, karaktêra wî, weke mirovê kurd, weke şayîr dîhar dikin, ji aliyê dinva jî, ku tiştekî pir giringe û dîrêkt girêdaye vê nivîsa meva, sedema tirajêdiya wî wek helbestvanê kurd, yê welatparêz, miletparêz.
Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berêda, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çend stêrkên geş yên wek stêrka serê sibê derketin û di nav wanda yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû. Lê tu were û vê ecêbê, vê paradoksê mêze bike: ji berêda, ji kevin de di nava pir salanda, û di wê jimarêda, di nav gelê kurdda ev bawarî çê bibû: mirovên bextewarra digotin: “Stêrka wî li ezmanan geş diteyise”. Lê çiqasî jî Fêrîkê Ûsiv wek helbestvan şibêta stêrkeke geş li ezmanan kifş bû, lê ew di jiyana kesayetîda qet jî bextewar nebû, û loma jî, ev gotin qet jî hindava yên weke wîda nehatiye bi karanînê. Çima?...Ji bona em bersîva vê “çima”- yê bidin, em gotî bendan, parantêzan vekin.
Li Sovêta berê û bi taybetî li Ermenîstanê bawer bikî helbestvan û nivîskarekî me yê usa tune bûye, ku weke Fêrîk di zindîtiya xweda bi hêjatî hatibûya nirxandinê û bi serda jî hizkirinê, ku weke wî zindîtiya xweda ewqas pir deng dabûya. Tê bîra min, gava salên berê (yên sedsala buhurî) li peytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê, bi destî şêwira xwendekarên kurd şevên Kurdan çê dibûn, Fêrîk di wan şevanda helbestên xwe ezberî digotin. Û te bidîta heyecan, ruhdarbûn û şabûneke çawa mezin di nava ciwanên kurdda çê dibû, ji deng û seda çepiklêxistin û qîrkirina wan ya zemandirêj, te digot eveke banê sarayê wê ji cî rabe û li ezmanan keve. Bilî xweşbûna naverok û şiklê helbestan, aktiyorbûna Fêrîk jî rola xwe di çêbûna vê heyecanêda dilîst. Ewî bi dengekî hêle, bi miqam, bi awaza şîrin, bi hejandin, baweşînkirina çepik û çengan, gorî mûzîka hundirî, helbest dihanîn ser zarê xwe.
Beiê...Fêrîk bûbû gula şayan û şevan, civîn û rasthatinan, û, weke dibêjin, xelq ji bejin û bala wî ya xweşik, ji nûr û nedera rûyê wî, û bi hesabê dawî, ji bihîstina helbestên wî, têr nedibû.
Di jîyana wî ya şexsîda jî qisûr û kêmasî tunebû. Keça malbateke hêja, ya bi perwerdeyeke baş û kurdewarî, keça ronakbîrê bi nav û deng Hecîyê Cindî - Firîda ronakbîr (mamosta) ya weke xanim û xatûneke kurmancîyê ji xwera xwestî bû, keç û kurekî, weke dibêjin, gulançikzêrîn - Zerê û Zoro dû wan ketibûn. Lê dîsa jî, bengzê wî xweş nedibû, lê dîsa jî tabetî nediket wî, rihetî nedidît...Got: “Ezê vê qerebalixê bi cihda bihêlim, vê teqereqê, vê qalmeqalma bajarê giran (yanê Yêrêvanê) li şûna wan bihêlim û herim gundê zarotiya xwe, gundê kurdan - Pampê (nika Sîpane, li navça Ermenîstanê ya Aragasê), belkî li wira ji bo min rehetî, aramîke ruhî, wek ker û laliya gund çê bibe..."
Ewî rêdaksîona axaftinên kurdî yên radyoya Yêrêvanê berda û çû dibistana gundê xwe û li wir bû mamostayê ziman û edebyata kurdî. Vî gundê zarotiya xwe , ku wek jîyana xwe jê hiz dikir, dîsa Fêrîk rehetî û aramî, ku ew hêvîdarê wê bû, nedît. Weke mirovekî paqij, dirûst, helal ewîji dirûtîyê, menfeetçîtîyê û nemaze sebabkarîyê, nefret dikir...
Ew hildikşya serên çîyayên dora gundê xwe, yên Dibûrî, Qemerdax, Xama, ji wirda li jêr, li gundê xwe yê weke bûkeke rû bi xêlî xemilî mêze dikir, şa dibû û dinivîsî...
Fêrîk dihate Yêrêvanê, dîsan beşdarî civîn û şevên ronakbîran û nemaze nivîskaran dibû, lê li vir jî morala wî eynî dima û carina tê qey bêjî bi sebeb û bê sebeb jî dilên hinek heval û hogiran diket... Lê paşê, Fêrîk baxşandin ji hineka dixwest, yên ku bi tecrûba wî, ewî bê sedemê bingehîn, weke dibêjin, dilê wan pirî-hindikî êşandibû, û dawiya dawiyc , bawer bikc, cwî şexsckî wisa nehişt, yê ku ji wî xcyidî, dilmayî mabc...
Dilekî mîhreban, pir hestwer û nazik li Fêrîk bû, weke pela gulê, ne bi tenê ji pevveke ne xweş. tel, lê bi ser da jî nêrîn. aviruke tûj, yan jî sar, dilê wî diqusiya, cynî wcke şextc li belgê daran û nemaze gulistanan dixe. diçilmisî. I bi scrda jî nexweşî, zedekê, azareke bedenê û laşî. ya giran, nexweşîya şekir lê dest da. Ewê nexweşîyê di na\bera demeke kinda. na\ bera çend salada. weke beraşekî aşan Fêrîk di bin xweda hêra. lî ew tew and. ji zeman zûtir kal kir. Qerçomekên wek xetên cot li ser dcmc wî \ ê gulî çc kirin(Fêrîk xortanya xweda pir xweşik. bcdew bû), porê wî sipî kirin. û hctanî çcvada jî ew belengaz kir.
A bilî sedemê zû şikestina Fêrîk yên dinê, ku ezê piştra ser rawestint, ev ne.xweşi jî bû sebcbckî wê yekê. ku ew ji zeman zûtirji vê cihana ronik çû... Du pirtûkên Fêrîkê Ûsi\. ku bona 70 saliya ji dayikbûna wî li peyte.xtê Ermcnîstanê -Yêrê\ anê sala 2004-a çap bibûn, gihîştin ber destê min. Hesta şabûnê ya yekemîn. ji ber wê yekê di nava giyanê minda çê bû. ku weşandina pirtûkên helbestvanê me yê çûye dilovaniyê, û yê hizkirî, piştî koçkirina \\ î jî. berdewamc. U min carckc dine jî ev gotina gelê me “Zêr li erdê namine” cciband. Belê, nc tcnê poêziya (helbestên) Fêrîk winda nabe. lê bi wê poêzivayêra jîyana xudanê wê berdewan dibe.
Flesta şabûnê ber wê yekê jî li nik min çê bû, ji ber ku, yek ji wan berheman bi serna\ ê “Flisret" bi kurdî. bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ev kitêba nû ji minra wek tiştekî giranbiha ber wê yekê jî kifş bû, çimkî gorî hcjabûna x\\ c bcrhcmên Fêrîk bi tîpên latînî pir kêm hatine weşandinê, eger em çend hclbcstên wî. vên ku di kovarên kurdîda hatine çapkirinê û kitêbeke berhemên wî ya biçûk "Hîveron” negirin ber hcsab, ku sala 1993-a li Stokholmê hativc wcşandinê.
Çapbûna vê kitêba Fêrîkê Ûsiv ya bi scmavê “Hisret” li Yêrêvanê, di vî warîda valayikê tije dike, Lê eva qet jî nayê wê menê, ku me di vî warîda berpirsiyariya xwe hindava rehmetîda bi temamî û tam bi cî anî. Ez hêvîdarim, ku ev kitêbê careke dine jî bê weşandinê û bi taybetî li dcrvay Sovêta bcrê. Hîviya min heye, ku rêxistin û weşangehên kurdan yên li welêt û Awropayê wê di nava zemanekî nêzîkda berhemên şayîrê hêja Fêrîkê Ûsiv bikin mal û milkê xwendevanên kurd.