Çiya
Arif Xelîl
Compte d’auteur
zanim tu rind û ciwanî
dêm gulî û esmere
herdû biryên te tarîne
bijank tîr û xencere
Naverok
Pêşgotin / 1
Diyarî / 4
Hekîmê derdan / 5
Hewar dikim / 9
Belengazin / 11
Tu ne kevin û ne ecere / 12
Ser siye quranê / 14
Bi serda dilê min birişt / 16
Bûme ser gewr / 17
Pir poşmanim / 19
Ey xweda / 20
Eyda qurbanê / 21
Pencik av / 22
Dawî dûre / 24
Bûn cîranê kevira / 26
Vê ibretê rake ji min / 27
Xewna dil / 29
Sal vegera şehîda / 31
Serxwebûn / 33
Welatê kurda / 35
Kurdistan birîndare / 36
Suriye / 37
Rêçe nasê miletê kurd / 38
Kurdistana rengîn / 41
Li ser çiya tim keleşim / 43
Darbesta şehîda / 44
Kurd hildabûn ruyê dara / 45
Helebçe / 46
Bîst û yekê avdarê / 48
Raperîn û ser hildan / 49
Kurdistana sor û zer / 50
Agirê şoreşê / 51
Xortê welat / 53
Cangorê welat / 54
Aşiqim çiya / 56
Keça kurdî / 59
Bajarê şehîda helebçe / 60
Bîranîna serok berzanî / 65
Rêbere bi nav û nîşan / 67
Gora serok berzanî / 70
Tu kuda di herê ey malî ava / 71
Kanî şêx muhemed / 74
Şîna heval kemal ehmed / 75
Dayka dilovan / 78
Bavê min / 79
Bavê ehmed horîk / 80
Dibistan / 83
Çira vêxin / 84
Jin / 85
Gula kose / 86
Gula kose 2 / 88
Hefkî diherê di xemile / 90
Çayê gewir / 91
Gotarî / 93
Camêrî û çekûzî / 94
Gundê me / 95
Payîz hatî bi ser meda / 97
Perzer / 98
Êvar / 99
Tirba min bikolin / 100
Birçiya têrke xêre / 101
Derdê jina elwane / 102
Çarîn / 104
Sitêrka sibê
Rê ava / 108
Nalîn / 109
Tu nehat / 110
Çend perçe ji rêza / 112
Ez omrikî vê xortîme / 113
Bayê sibê / 114
Xurbeta min / 116
PÊŞGOTIN
Di dîwana çiya de helbestvanê hêja arif xelîl bavê gulêbi dil bawerî û ramanên bilind ev dîwan nivisîye tibabek helbestên bi zimanê kurdî di van rûpela dene.
Beşê oldarî
Di vî beşî de helbestvanê mebehweriya xwe dirust dike û bi dil
şewatî gaziyên xwe ji xwedanê dilovan re dike û dibêje.
Belengaz
Belengazin tu zengîne
li jor halê me bi bîne
rehma xwe tu ji mera bişîne
tenik halin xwe bi megîne
kes wek me tune ji sêvîla
ji bê çar û bê melûla
tu zengîne ji delîla
li biner em sêwîne
Welat perwerî
di warê perweriyê de helbestvanê me kul û derd û mereqên
xwe şanî dunyayê dide û mîna keçeke nazdar welatê xwe
dibîne...
Kurdistana rengîn
zanim tu rind û ciwanî
dêm gulî û esmere
herdû biryên te tarîne
bijank tîr û xencere
xêre dêmên te guhertî
rengê te bûye zere
ilet û cewr û cefayan
tu istand ser bi ser
helbestvanê me hestên xweyî neştimanî diyar dike bi rengakî
vekirî ko li ser axa sûriya yê diaxive ûhevpariya miletên cuda
ji ereb û kurd û ermenan û gelek miletên din divê axêda
Suriye
suriye erdê me gişka
kurd û ereb birane
şam ji mera paytexte
xweş û rind û ciwane
li ber dila bihaye
navê wê pir girane
em ji erdê şamêne
warê meye ji kevnar
pambik dide nîvane
ji mere bûye şûnwar
Navdarên kurda
di vî berîde helbestvanê meyî hêja li ser gelek navên mezin
cihgirtî di dilê kurdan de radiwestin mîna barzaniyê nemir û
mamoste kemal ehmed derwîş û şêx muhemed di rêbaza bilind
û hêja de rêç û xebata berzaniyê nemir şanî me dide di evan
xêzên jêrîn de
.....
Arif Xelîl
Çiya
Compte d’auteur
Compte d’auteur
Çiya
Arif Xelîl
Berlin
2023