Нevpeyvîna bi Serekê Estîtuya Kurdî ya Parsîsê Kendal Nezan ra
Keremê Ankosî
Compte d’auteur
Keremê Anqosî: Kekê Kendal, ewil ez zor sipas dikim, yanê çawa kurmancê mе dibêjin, kurdê welatê Sovyêtê, ez gelek ji te razî me, çi ku te rê-dirb ji min ra çê kir, ez hatime dîtina we, min ziyareta kurda dît, ocaxa çanda (Kûltûra) kurda min dît, paşê jî ez dixwazim silavê cimaeta kurdê Gurcistanê, hemû van rewşenfikira, yê ku bona kurda û Kurdistanê duşurmîş dibin, yê ku serê xwe bona kurda diêşînin,-ewin ronahîfikir, zehmetkêş, xizmetkar, xwendkar, zar, biçûk û mezin, şêx û pîr te ra silavê dişînin, xweşya te, seheta te, usa jî Ênstîtûtê ra sedemê baş dixwazin, dibêjin, birа Enstîtûta tе - Ênstîtûta kurda, bijî, domke, qewat ...
HEVPEYVÎN BI KENDAL NEZAN RE
Keremê Anqosî: Kekê Kendal, ewil ez zor sipas dikim, yanê çawa kurmancê mе dibêjin, kurdê welatê Sovyêtê, ez gelek ji te razî me, çi ku te rê-dirb ji min ra çê kir, ez hatime dîtina we, min ziyareta kurda dît, ocaxa çanda (Kûltûra) kurda min dît, paşê jî ez dixwazim silavê cimaeta kurdê Gurcistanê, hemû van rewşenfikira, yê ku bona kurda û Kurdistanê duşurmîş dibin, yê ku serê xwe bona kurda diêşînin,-ewin ronahîfikir, zehmetkêş, xizmetkar, xwendkar, zar, biçûk û mezin, şêx û pîr te ra silavê dişînin, xweşya te, seheta te, usa jî Ênstîtûtê ra sedemê baş dixwazin, dibêjin, birа Enstîtûta tе - Ênstîtûta kurda, bijî, domke, qewat be, sehet be, xulamtya miletê xwe- kurda û Kurdistanê bike. Kek Kendal, eger tu dikarî, çend gilya derheqa xebata Enstltûta xwe miletê tе rа hinekî şiro veke, keremke.
Kendal Nezan: Ez gelek kêfxweş bûm, şa me, ku tu ji riya dûr hatî heta vêderê, kurdê Fransayê, kurdê Awropayê bibînî, gelek spas, mala te ava ji boy vê zehmetê. О niha ez gelek şa me, ji ber ku bi saya siyaseta Sovyêta nuh kurd dikarin ji vê derê werin vir, em jî dikarin herin wan bibînin, ev perçê miletê tе hevdu baştir nas bikin, danûstandinê tе bi wanra geştir bibe, xweş bibe û baştir fêmbikin, ku em hemû endamê miletekî ne, hemû ji miletekî ne, ji xelqekî ne, zimanê wane kevn, kûltûra wan, çanda wane kevn yeke.
Ênstîtû li baJarê Parîsê - paytexta Fransayê sala 1983 di meha sibatê da hat danin. Kesê, kû alîkarê danîna wê bûn: hin kes ji wan ji Fransayê bi xwe, hîn jî dervayî Fransayê bûn, hemû herwe ku jê ra dibêjin ronakbîr, êntêlêktûal, rewşenbirên kurd bûn, hunermendê kurdin, yek ji wan jî, ku arîkarya tе kir, kurdê Sovyêtê profêsor Qanatê Kurdo, hezar rehme lê be, xizmeteke pirr mezin ji miletê kurd ra kirîye û profêsor Hecîyê Cindî ji Ermenîstanê, ji aliyê din da jî, kurdên dervayî welat-şayîrê kurdayî ji Îranê nav û deng Hejar. Ji wexta komara kurda li Mêhabadê ya sala 1946 heta niha, ew yek jl şayîrê millî yê kurdayî mezine, heta niha bi kurdî gelek pirtûkên wî derketine, ûsa jî сага din "Mem û Zîna" a. Xanî, dîwana Melayê Cizîrî bi herfê erebî derxistiye, wergerandiye zimanê din, merivekî pirr zane û alime. Ji kurdên Suriyê Osman Sebrî, ku ew jî şayîrekî naskirî yê kurde, ew jî hê heye, lê kal biye, û şayîrê meyî mezin Cegerxwîn, ew jî alîkarya me kir. Wekî din jî Tewfîq Wehbî, wextê Iraqê wezîrê terbiyê, wezîrê hînkirinê bû, ku li Londonê dima, li Brîtanya Mezin, ew jî allkarî kir. Heçî kurdê Fransayê, me bêtir rehmetî hunermendê Yilmaz Guney û ez, em li vir bûn, hevalên din jî allkarya me kirin û karê praktikê-danîna Enstîtûyê zêdetir li ser milê me bû, ji ber ku em li Fransayê bûn.
Enstltû eva hevt sale, ku domdike, dixebite, ji boy çi dixebite, meremê wê çî ye: miletê din wextê, ku hejmara wan 200, 300, 400 hezar be jî, ji xwe ra dewletek danîne, ew dewlet ji boy wan xwendgeha, medrese, mekteban danî ye, ûnîvêrsîtêtên wan hene, bi zimanê xwe dixwînin, rojnaman derdixin, radîo-têlêvlzîyonê wan hene û li ser da jî, ji boy ku dengê wan di nav miletên din da din da bihîstin, li her cîkî sefareteki, li her cîkî baylozxanek danine, cyê we "pasolstva" dibêjin, li wêderê hene, ku dengê wan bigihînin miletên din. Hîn milet hene, ku dewleta wan ji tune, li hemû dinyayê dîsa sefaretê wan hene, mesele Flîstînî-îro li hemû welatê dinyayê esasê wan, ênstîtûtê wan hene, ku li ser navê wî milêtî xeberdidln, kûltûra wan didin naskirin, erf û edetên wan didin naskirin, mûsîka wan didin naskirin û miletê xwe û mlletên din nezîktir dikin, didin naskirin. Ê kurda li gora hesabdayînê qasl 25 mîliyon nifûsa wan heye, yek ji miletên meztir li Rohllata Navîn îro piştî ereba û tirka miletê, ku hejmara xwe zêdetlrin-kurdin. Kurd ji farsa jî, ji aziriya jî, ji ermeniya jî, ji gurciya jî, ji hemya zêdetirin bi hejmara xwe. Lê heta niha dengê wan gelek nehatiye bihîstin, ji ber ku miletekî belengaze, feqîre, di nava 4 dewletan da hatiye perçekirin û pirr paşdamayîne. Dengê wan li derva nayê bihîstin, bi taybetî li ciki weke Parîsê-paytexta Fransayê, paytexta Awropa Rojavayê, ku dengê wan baştir bibîsin, kûltûra wan bê naskirin, em tiştekî çê bikin û wê xebata han bikin-merema sereke ya Enstitûyê ew bû. Û Enstîtû wextê hat daîn, cara pêşîn kitêbxanek danî, wê kitêbxanê da niha bi 25 zlmanan kitêb hene li ser kurda, bi zimanê gurcî jî hene, bi îslandî heye, bi caponî heye, bi zimanê lubnanê heye - bi hemû zimanan kitêb li ser kurda hene, rojnama hene, kovar hene, destnivîsên kurdî hene, tiştên ku arşîvên dîplomatîk li welatên din hene, fîlm hene-wana hemû dicivînin ji boy ku rojek zanayeki ...
Keremê Ankosî
Нevpeyvîna bi Serekê Estîtuya Kurdî ya Parsîsê Kendal Nezan ra
Compte d’auteur
Compte d’auteur Нevpeyvîna bi Serekê Estîtuya Kurdî ya Parsîsê Kendal Nezan ra Keremê Ankosî
Di sala 1990ê, meha nisane da Kereme Anqosî ji bajare Tbilîsî (Sovetistan) bibû mêvanê Enstituya Kurda li Parisê (Fransa) û hevpeyvînek bi berpirsyare vê Enstituye Kendal Nezan ra çê kir.
Maarîna Azîz Saanî Mesele ji vîdeo bergirt, çapkir û tercimeyî rûsî kir
Paris - Tibilîsî 1990
hevpeyvin_bi_kendal_nezan_re_k_ankosi.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document