Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II Kemal Tolan Weşanên Na
Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdi- yatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girti- ne. Bi van pirtûkên û vê Setê ra, winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji ahye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; ras- tiya nexşeyên ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografîya wan, tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên kevn û nû bibînin. Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, Êzdiyatî û hinek dîro- ka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn h ser Êzdiya- tiyê hatine nivîsandin, bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiya- tiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, hemû bi destên kesekî Êzdî hatiye tomarkirin û beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên h qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê ne hatine berhevkirin, Nivîskar bi dehan salan daye pey şopa van agahiyan û mal bi mal do- kumentan berhev Idrine, Em di wê baweriyê de ne wê ev keda nivîs- karê me, gelek kêmasî û agahiyên h ser Êzdiyatiyê temam bike.
Naverok
Pêşgotina çapa yekem / 13 Pêşgotin û hinek dîtin li ser kevneşopên êzdiyatiyê 14 Di şûna pêşgotina çapa nû de / 17 Em nasîna dewlemendiya dîroka Êzdîtiyê li hêviya / 19 belengazên dûnavên Êzdiyan tenê nehêlin Em zimanê dê û bavên xwe ji bîra nekin! / 22 Bila hilbijartina navan azad be! / 23 Kuştina merivê oldar û perwerêkurd şermezar dikim! / 26 Deriya kevneşop û zargotina me Êzdiyan / 27 Ji rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî ra / 29 Bibîranîn , welatparezî û mêrxasiya Pêşîmam / 31 îsmail Deniz Cangoriyên Êzdî li ser mezelên miriyên Êzdî yên ku di goristana bajarê Oldenburgê de veşartîne hatine bi bîranîn / 35 Dînê dewletê parlamentoya Kurdistanê kir du ber / 36 Qursê Sazên li Mala Êzidiyan li Oldenburg ê / 38 Piraniya zargotina me Êzdiyan, di singa bav- kalên de ketiye bin erda sar / 40 Kemal Tolan kî ye, çima bi pey şopa Êzdiyatiyê ketiye? Receb Dildar / 45 Di Qewlên Êzdiyatiyê de navên meha‘n zelal hatine şîrovekirin / 55 Hêvîdarim Ku Kurdîstan Tv'î Bemamên Xwe Yên Li Ser Naskirma Civaka Êzdî Zêdetir Bike! / 61 Hevpeyvîna Ku birêz Uskê Cîmîk bi Kemal Tolan ra çêkirî / 62 Piştgirîya bi daxwiyanîya; Serokê Herema Kurdistan Başûr Birêz Mesud Berzanî re / 72 Hevpeyivîna bi bilbil û hunermendê Êzdi -Aydin Ronak re / 73 Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêde dikin / 86 Pêwîst e ku serxwebûna Kurd û Ezdiyatiyê were naskirin! / 89 Dilxweşî Lava Weşanekî / 90 Bi dîtina min, tu cûdetî di navbêna dagirkeren Kurdistane de tûn e! / 91 Ji nasekî lava ji bo lêkolînkirina berxwedan û şerên maqulên Ezdiyen / 93 Dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û Kurden resen kîne / 95 Hevpeyvina bi Qewilbêj Merwan Xelîl Xidir re / 99 Agehdariyên li ser hebûna Ezdiyên li Xoresanê û tevaya îranê / 108 Pirs û bersiven bi birayê Şoreş Reşî re / 111 Gava rewşenbîr bikaribin di nava gel de azad bixebitin, hingê pirsgirêk û nakokiyên di nava gel de jî kêm bivin! / 114 Di hevpeyvina oldarekî Êzdiyan de, mahne û gi- 116 ringiya Feqîrên Êzdiyan têne naskirin Taqdîmama mîrê Êzdîxanê pîroz be ! / 127 Di nav xasên hîmên Ezdahîtiyê de nasîn û giringiya Memê Reşan / 128 Hevpeyvîn bi zahmetkêş û çalekgerekî ku di medya Kurdî de nehatiye naskirin Selîm Temîn re / 132 Di Malpera Dogubayazitê de Li Ser Sopa Êzdiyatiyê / 152 Gava em şehîdên komkujî û fermanan bi tifaqî, dîplomasî û lobiyan bi bîmeynin, ewê bêne ji bîrkirin / 154 Dîrok nivîsandin timî li goriya dilê desthilatdar û berjiwendiyên nivîskaran hatiye birêzkirin / 156 Mîtolojî û diroka “Kurdên resen”wenda na be ! / 157 Giringiya kevneşopiya sinet û kirîvatîya Ezdahîtî yê / 165 Divê em êzdî jî kêmasî û başiyên ku jiyana me guhastine nas bikin! / 173 Teologiya Ezdahîtiyê beriya dema ku Adem bêye afirandin de jî hebû ye / 179 Mîrê Êzdiyan Tahsîm Saîd Beg sersala 2010 pîroz kir / 187 Bi dîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne! / 188 Nameya ji bo rêvebirên konferansa bîranînên kurdnasê mezin û beranê koza Êzî Profesor Şekroyê Xudo! / 195 Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“hawar”e û wê "kî hilgirî vî barê min!" / 198 Nêrîna min li ser wate û bikaranîna peyva gur, gurêmanco û gurmanc! ,- Nêrîna kekê Aydin Ronak li ser peyva "GUR-GURÊMANCO", - Hel- besteke ku kekê Xebat Şakir li ser " Gurên Anedolê " nivîsandiye / 202 Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin û hevkariyeke netewî ya Kurd çêbive! / 207 Em şaristaniya ku Êzdiyan li ser erdnîgariya Kurdistanê destpêkirye nasbikin û biparêzin! / 210 Bingeha gelek irf, adet û pêwendiyên di nav ola Alewîtî û Êzdîtiyê de hêjî mîna berê yek in / 215 Di nav endamên civaka Êzdiyên li Almanya yê dijîn de mirovên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde dibin / 225 Şikir ji xwedê ra, ola Êzdîtiyê li nav welatê Rûsya û Gurcistanê de weke oleke serbixwe hate nasandin / 227 Di Ezdahîtiyê de, ji xeynî meznaya Xweda yê bêşirîk, gelek xwedawendên qenc û neqenc hene / 229 Gava Kurdan berjiwendiyên kesayetî û hestên xwe yên dînê di ser yên Kurdîtiyê de bilintir negirtina, wê Kurdistan jî vêga welatekî rizgar bûna / 234 Pêwîstiya Ezdahiyan bi xwandegehên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya Xwedê nasînê de bilintir bikin, tûne buye / 238 Hevpeyvîna bi mamostê Êzdiyan yê yekemîn re / 241 Nêrîna min li ser Konferansa Şêx Fexrê Adiyan û pîrozbahiya damezirandina Mala Êzîdiyan Oldênbûrgê / 253 Kurtenasîn, hinek ji xem û armancên Kemal Tolan / 259
PEŞGOTINA ÇAPA YEKEM
Ji sala 2002an vir de, ez xemxwarê kulturê kurdên Êzîdî mamosta Kemal Tolan nas dikim, kedeka mezin di vê biyava hanê de mezaxtîye û her xebata xwe didomîne, meriv ji hêza wî ya laşî û hizrî çavnebar e, ku kesek di vî emrî gelek jê jî li diyasporan derbas kirî, tim ziman, kultûr, dîrok û perwerde li ser nirxên kurdewariyê dinirx û fikra wî dane,belkû serkêşiya bizav û çalakîyan sexmeratî bi cihanîna van nirxên Êzîdîyatê dide meşandin, zêdebarî weşandina berheman.
Ev pirtûka li ber destê we yên hêja amêza barcemeke nivîsar û gotar û dîdarên nivîska K.Tolan dike, analîzeyên xweşik bi zimanekî rind û sakar dayîne nivîsandin, ez bi bawerim demê mirov vê pirtûkê di şopîne lave nake ku dev jê biqire, heya temam bike; çûnke şêwazê nivîsînê pir bilinde û hêjaye, gelek pêzanîn bi nirx û giran buha li ser mijarên cûda cûda yên girêday Êzîdiyatî yê tîne holê, bêguman wê asoyên xwendevanê xwe fireh bike û bibe handanek îdî ciwan û xortên me li kevneşopên kal û pêşîyan mêze biken, belkû lê xwedî der bikevin bi armanca paristin û pêşdebirinê.
Berhevkerê pirtûka Nasandina Kevneşopên Êzdîtiyê II hewil daye bi dokomentikrina pîrozî yên Êzîdiyan rabe li gel pêşkêş kirina şiroveyên zanistî û hêja derbareyî dîrok û çand û rewişt û tîtalên Êzdiyan. Destxweşîyê li nivîskarî dikem û miraz xwazim ku ev pirtûk sûd bexiş be û bigeha armancên xwe.
Hollanda Heso Hurmî 05.02.2012
Pêşgotin û Hinek Dîtin Liser Kevneşopên Êzdiyatiyê
Xwandevanê/a hêja; Gelek ji me dizanin, dema ku medya elektronîk, bi taybetî jî gava îmkanên ragihandin û weşandinê bi saya derketina întemetê derket, hingê firsenda ku meriv bikaribe zanîn, çavkanî û lêkolînkirina xwe zêde bi rêkûpêk pêşkêşî xwandevan bike jî derket.
Şikir ji Xwedê ra, gelek xizmetkar, zahmetkêşên medya ragihandin, weşan û çapemeniya Kurdî jî ji vê fersendê fêdekirin û zanîna xwe pê bilndkirin. Dûre bi saya pêşketina wan yên di nav van salên derbasbuyî de gelek nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên min jî gihîştine nav mal û ber destên xwandevanên dilxwazên Êzdîtiyê. Li virê dîsa dibêjim, gelek spas ji bo wan dezgeh û kesên ku di quncikên weşanên xwe da cîh dane nêrîn û gotarên min.
Lê, ez bi xemgînî dibînim ku vêga piraniya wan nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên min di nav arşîva gelek medya, weşan, çapemeniya Kurdî û bi taybetî jî di nav çavkanî û ragihandinên civaka me Êzdiyan de ne hatine xwanê kirin û parastin. Vêga ev kesên ku ew xizmeta ku min berê ji bo nasîna ola civak û netewa xwe kiriye ne xwandi bin, ew îro nizanin ka min çi ji bo parastin, pêşveçûn, hebûna nasname û nasîna Kurdayetiya resen kiriye.
Ji xwe ev yek ji sedema min ya ku ez wan nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên xwe, yên ku di nav gelek kovar, malperên întemetê û rojnameyên cûde de hatibûne weşandin, cardinê di vê pirtûkê de çap bikim.
Sedema min ya diduyan jî li ber dilê min gelekî girînge û ez timî li goriya zanîn - derfetên xwe dibêjim; di nav kevneşopên civaka me Ezdahiyan de gelek nirxên Kurdayetiya resen, yên mîna ziman, dîrok, çand, folklor, adet û toreyên Kurdîtiyê têne xwanê kirin hene. Û piraniya van nirxên Kurdayetiya resen hîna ji aliyê rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê û me Êzdiyan ...
Kemal Tolan
Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II
Na
Weşanên Na Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -I Kemal Tolan
Na: Êzdiyatî Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II - / Kemal Tolan Birêvebirê Giştî: Muhterem Görücü Amadekirina ji bo çapê: Mahsen Al? Meshko Bergsazî:Mirane Oke Bergsazî:Ajans Na Çapa Yekem: 2020 / Weşanên Na / Îzmîr
Bizim Büro Matbaacılık Sanayi 1. Cd. Sedef Sok. No. 6 / 1-107 İskitler - Ankara Sertifika No:42488