La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I


Auteur : Firat Cewerî
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2018, Stembol
Préface : Pages : 464
Traduction : ISBN : 978-605-2246-12-2
Langue : KurdeFormat : 135 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cew. Ant. N° 6596Thème : Littérature

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I

Firat Cewerî

Kurde


Avesta


Antolojiya çîrokên kurdî, antolojiya çîrokên hemû perçeyên welêt û hemû zaravayên zarê kurdî ye. Di vê antolojiyê de sînorên di navberakurdan de hatine rakirin, çîroknivîsên herçar perçeyên welêt, ên Sovyeta berê û Ewropayê bûne yek û bi hev re wêneyekî çîroka kurdî yê giştî radixin ber çavan.
Nivîskarên vê cildê:
Fûad Temo, Celadet Alî Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Qedrî Can, Osman Sebrî, Erebê Şemo, Nûredîn Zaza, Elaeddîn Secadî, Mem, Hesenê Qizilcî, Husên Arif, Raûf Bêgerd, Eliyê Ebdilrehman, Sîma Semend, Xelîlê Çaçan, Rizaliyê Reşîd, Şemsî, Edîp Karahan, Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Sebrî Botanî, Babayê Keleş, Enwer Mehemed Tahir, Ehmed Mehemed Îsmaîl, Mehemed Ferîq Hesen, Mihemed Mukrî, Şêrzad Hesen, Necîbe Ehmed, Sidqiyê Hirorî, Nizar Mehemed Seîd, Rojen Barnas, Mahmûd Baksî, Ferhad Pîrbal, Firat Cewerî, Serfiraz Neqşebendî, Şahînê Bekirê Soreklî, Hesen Silêvanî, Qeredaxî, Torî, Lokman Polat, Hesenê Metê.

Fırat Cewerî, ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyî de koçî Nisêbînê kiriye û di sala 1980 de jî li Swêdê bi cih bûye. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe daye çapê. Ji wê salê de di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992yê de kovara Nûdemê çapkiriye û deh salan bênavbir derxistiye. Piştî bi demekê Nûdem Werger derxistiye û weşanxaneya Nûdemê ava kiriye. Firat Cewerî bi xwe heta niha 15 kitêb nivîsîne û 15 jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên Cewerî wergerandine swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi çar romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû wek romannivîsekî girîng bal kişandiye. Ew hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.


Naverok

Pêşgotin / 9

Cild I / 37
Fûad Temo, Şewêş / 39
Celadet Alî Bedirxan, Gazinda Xencera min / 43
Kamran Bedirxan, Eyloyê pîr / 47
Qedrî Can, Guneh / 53
Osman Sebrî, Li gornistanek Amedê / 58
Erebê Şemo, Zarotiya min / 66
Nûredîn Zaza, Gulê / 72
Elaeddîn Secadî, Bo xatirê jinê / 76
Mem, Şeva hezar û duduyê / 84
Hesenê Qizilcî, Serfitre / 88
Husên Arif, Rêwîtiyeke efsûnî / 93
Raûf Bêgerd, Teqîn / 111
Eliyê Ebdilrehman, Morof / 121
Sîma Semend, Xezal - 126 Xelîlê Çaçan, Qîza General / 155
Rizaliyê Reşîd, Leglega perşikestî / 160
Şemsî, Bilbilê bê heyam / 167
Edîp Karahan, Heydo û Ferho / 171
Wezîrê Eşo, Ew çûyîn bû-çû / 176
Emerîkê Serdar, Hetanî kengê? / 214
Tosinê Reşît, Êtap / 220
Eskerê Boyîk, Dîwar nêvcî ma / 235
Sebrî Botanî, Xewan Çelengê Koçer / 240
Babayê Keleş, Dijmin jî gotî qayan be / 244
Enwer Mehemed Tahir, Evro jivanê me ye / 247
Ehmed Mehemed Îsmaîl, Ji rojên gundekî vê deştê / 251
Mehemed Ferîq Hesen, Rojderketin / 254
Mihemed Mukrî, Amîrdekan / 269
Şêrzad Hesen, "Min" / 277
Necîbe Ehmed, Şevek / 314
Sidqiyê Hirorî, Xewn jî qedexe ne / 321
Nizar Mehemed Seîd, Kurê kolanan / 329
Rojen Barnas, Hecî Mihemed Eliyê Qelşo / 332
Mahmûd Baksî, Xemgîniya Xerzan / 349
Ferhad Pîrbal, Bazdayî / 362
Firat Cewerî, Girtiyê şeva reş / 367
Serfiraz Neqşebendî, Nifirîn / 381
Şahînê Bekirê Soreklî, Azadbûna Mehmet Karataş / 384
Silêvanî, Balolka şekir / 403
Qeredaxî, Rojavabûn / 407
Torî, Jiyana dijwar / 415
Lokman Polat, Peruk / 426
Hesenê Metê, Epîlog / 430


PÊŞGOTIN

Firat Cewerî

Fikra antolojiyê

Deh salên Nûdemê ez westandibûm. Ez welê westiyabûm ku min bawer nedikir ez ê bikaribim zû bi zû bi ser xwe ve werim. Bi go- tineke din, ez kerixî bûm, ji hal de ketibûm û bêtaqet bûbûm. Lê piştî rawestandina Nûdemê, piştgirî û jidiliya ku ji nivîskar û xwen- devanên kurd hat, kir ku dîsa xwîneke nû di laşê min de bigere, enerjiyeke nû hat min û wê enerjiyê ez ajotim ser amadekirin û derxistina vê berhema di destê we de.

Hê dema min Nûdem derdixist, bi Nûdemê re dest bi weşandina kitêbên kurdî kiribû û meyla xwe berdabû ser wergera ji edebiya- ta dinyayê, min hingî dixwest ez ji her zimanekî, an jî ji zimanên em dikarin jê wergerînin, antolojiya edebiyata wan zimanan amade bikin û bi vê yekê zimanê kurdî û xwendevanên kurd bikin şirîkên edebiyat û zimanên dinyayê. Lê min dixwest ez pêşî ji edebiyata kurdî dest pê bikim û antolojiyeke çîrokên kurdî amade bikim. Yek jê ez bi xwe çîroknivîs im û ji hunera çîrokê hez dikim, ya din jî min hewcedarî û valahiyeke mezin di warê çîrok û çîroknivîsiya kurdî de didît. Gava piştî heft-heyşt salên weşana Nûdemê, min çavek li çîrokên Nûdemê gerand, min dît tibabek çîrok hatine weşandin. Çîrokên her demê, her beş û zaravayî, lê bi kurmanciya latînî.
Min hingî biryar da ez antolojiyeke çîrokên kurdî amade bikim. Lê, min digot ez ê antolojiya çîrokên Nûdemê, di pîrozbahiya dehsaliya Nûdemê de derxim. Ew ê antolojiya çîrokên kurdî bûya, lê wê çîroknivîsên hemû beşên Kurdistanê û çîroka kurdî bi giştî temsîl nekira. Wê tenê bi Nûdemê sînorkirî bimaya. Ew jî ne hindik bûn, piraniya çîroknivîsên kurd tê de hebûn, lê beşê soranî jê kêm bû. Amadekirina antolojiyeke welê wê ji bo min pir hêsan bûya. Min ê bi tenê çîrokên Nûdemê bicivandana, ew ji nû ve di ber çavan re derbas bikirana û bida çapê. Wê ji bo min hêsan bûya, lê wê antolojiyê çîroka kurdî bi giştî temsîl nekira. Wê bi tenê bibûya “Antolojiya çîrokên Nûdemê”.

Ne ku hewcedarî bi tiştekî welê jî tunebû, hê jî heye. Gelek kovarên dinyayê, antolojiyên çîrok û helbestên pêncsaiî, an jî dehsaliya kovarên xwe derdixin. Ne bi tenê antolojiyên çîrok û helbestan, ew antolojiyên gotar, rexne, nivîsên felsefî û hevpeyvînên bijarte jî derdixin. Xebatên welê encama berhema xizmetên kovarê diyar dikin. Evyek li ba me nebûye adet. Ji ber ku kovarên me ên temendirêj kêm bûne, bi qasî ew di beşên cihê de antolojiyan amade bikin berhem tunebûne, an jî heke yek liban kovarên temendirêj derketibin jî, bêimkanî li pêşberî amadekirin û weşandina antolojiyan bûye asteng.

Gava piştî amadekirina vê antolojiyê min dîsa çavek li her çil hejmarên Nûdemê gerand, min mijarên gelek antolojiyan tê de dîtin. Lê, em ê vê yekê ji pêşerojê û ji nivşê nû re bihêlin.
Herçiqas ez li ser amadekirina antolojiyeke çîrokên kurdî ya berfireh rawestiyabim û fikirîbim jî, fikra amadekirina antolojiyeke çîrokên kurdî ya giştî, ku hemû çîrokên Kurdistanê û çîroknivîsên Kurdistanê yên hemû dem û zaravayan temsîl bike, vê dawiyê, yanî berî derketina vê antolojiyê bi salekê-du salan bi min re çêbû.

Min ji xwe hemû çîrokên ku di Nûdemê de hatibûn weşandin civandibûn, di nav wan de hilbijartinek kiribû, ew bi qasî antolojiyeke li dor 800 rûpelî amade kiribû, lê, dîsa jî min dipirsî, min li fikir û nêrînên hevalan guhdarî dikir, min dixwest ew li ser antolojiyeke bi vî babetî fikrên xwe bibêjin, pêşniyazan bînin, da ez jî di bin ronahiya fikir û ramanên wan de antolojiyeke ku temsîla çîrokên kurdî bi giştî dike, amade bikim. Hinan gotin, tu dikarî bi tenê antolojiya çîrokên Kurdistana Tirkiyê amade bikî, hinan gotin, na, bi tenê çîrokên kurmancî, hinan gotin, heke tu ê navê “Antolojiya çîrokên kurdî” lê bikî, divê çîrokên hemû beşên Kurdistanê tê de hebin.

Ez jî bi vê pêşniyaza dawî ve hatim girêdan, min çîrokên hemû beşên Kurdistanê, çîrokên kurdî yên hemû deman xistinê.
Lê vê yekê karê min zehmettir kir. Herçiqas ji tecrubeyên Nûdemê haya min ji çîroka kurdî bi giştî hebû jî, ji ber ku ez ne şarezayê zaravayên kurdî ên din im û ji ber ku ez xamê alfabeyên ku zimanê kurdî pê dihat û tê nivîsandin im, loma, ew karê ku min bawer dikir li ber qedandinê ye, du salên din jî lê zêde bûn.

Min jî bêhna xwe fireh kir. Min xwest ev antolojî bi rastî jî bibe antolojiya çîrokên kurdî bi giştî û bi giştî çîroka kurdî temsîl bike. Loma, ez bi hilbijartina çîrokên soranî û çîrokên kurdên Sovyeta berê ketim. Ji bo çîrokên kurmanciya jêr (soranî) bi alîkariya Ferhad Shakely û ji bo çîrokên kurdî yên Sovyeta berê jî bi alîkariya Têmûrê Xelîl min hilbijartinek çêkir û ev kar bir serî.

Lê min ev antolojî li ser bingehê mijareke taybetî ava nekiriye. Mîna tê zanîn, gelek antolojiyên çîrok û helbestan li gora demên dîrokê ên cihê, an jî li gora mijar û temayên cihê tên amadekirin. Ez dibêjim hewcedariya me ji niha ve bi antolojiyên ku li ser mijar û babetên cihê radiwestin heye. Lê, armanca min bi vê antolojiyê derxistina kapasîteya çîroknivîsiya kurdî ye û bi riya biyografiya nivîskaran jî di eynî demê de amadekirina ansîklopediyeke çîroknivîsên kurd e.

Min di vê antolojiyê de çîrokên bi hersê zaravayên kurdî yên sereke; kurmancî, soranî û zazakî hatine nivîsandin û bi alfabeyên latînî, erebî û kirîlî hatine nivîsandin bingeh girtiye. Mîna tê zanîn, zimanê kurdî bi sê zaravayên sereke tê nivîsandin. Ev jî rastiyeke me ye, bikaranîna alfabeyên cihê û ferqiyeta zaravayan ji hev têgihiştina me zehmettir dike. Loma, min zarê kurmanciya jor ji bo vê antolojiyê bingeh girt. Ji ber ku ez kurmancî ji zaravayên din çêtir zanim, ez bi karekî welê rabûm, lê, bêguman hebûna vê antolojiyê ya bi zaravayên din jî wê ronahiyekê bide dîroka edebiyata kurdî û wê bibe bingeha hevnasîn û hevtêgihiştina edebiyatvanên kurd.

Min di vê antolojiyê de alfabeya latînî bingeh girt. Em zanin ku heta demeke nêzîk jî zimanê kurdî bi alfabeya erebî dihat nivîsandin û hema bêje hemû klasîkên me bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Lê piştî avakirina komara Tirkiyê û bi derxistina kovara Hawarê (1932-1943) re, bi serkêşiya Celadet Alî Bedirxan, kurdên Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê jî derbasî alfabeya latînî bûne. Digel wê jî, îro, piraniya kovar, rojname û weşanên ku derdikevin bi alfabeya erebî ne. Herçiqas em ji salên sihî û vir ve bi kurmanciya latînî dinivîsin jî, dîsa piraniya berhemên kurdî bi alfabeyên erebî û kirîlî hatine nivîsandin. Piraniya çîrokên vê antolojiyê jî dîsa bi alfabeyên erebî û kirîlî hatibûn nivîsandin. Me ew hemû transkrîbeyî latînî kirin û me çîrokên soranî jî rasterast wergerandin kurmancî. Herçiqas ev “xwarina nan bi nan be” jî, lê ev rastiyek me ye. Niha, bi riya ku hemû çîrok bi kurmancî ne, qet nebe wê xwendevanên kur- manc derheqê dîroka edebiyata kurdî de û derheqê dîroka çîroka kurdî de bibin xwediyê fikrekê.

Fikra min jî ew bû ku ez bi vê riyê û bi vê antolojiyê sînorên asê yên di nav kurdan de rakim û pireke hevnasînê di navbera wan de ava bikim.

Rêzkirina çîrokan
Min pêşî çîrok li gora paşnavê çîroknivîsan bi rêz kiribûn, lê min paşê guhert û ew li gora pêşnavên nivîskaran bi rêz kirin. Min dûre dev ji wê fikrê jî berda. Min bi şêwrê anolojî li gora dîroka çîrok- nivîsiya çîroknivîs bi rêz kir. Yek jê, bi vî awayî hem mirov karê lêkolîneran hêsan dike, hem jî mirov dikare derbarê proses, pêş- ketin an jî guhertinên ku di hunera kurteçîroka kurdî de bûye bibe xwediyê fikrekê. Lê ev metod jî ji bo min ne hêsan bû. Dîrokeke edebiyata kurdî ya nivîskî, an jî bîbliyografiyeke çîroknivîsên kurd bi kurmancî li ber destên min tunebû. Loma, ez ketim nêçîra çîrok- nivîsan û li dû dîroka weşandina çîroka wan a pêşî geriyam.
Min çîrok ne li gora dîroka nivîskariya çîroknivîs, lê li gora dîroka weşa- na çîroka çîroknivîs ya pêşî girtiye. Bi vê riyê, bi vê metodê, mirov ê bikaribe bi hêsanî kronolojiya çîroka kurdî derxe û ji prosesa çîroka kurdî têbigihîje. Bi gotineke din, mirov ê derheqê çîroka kurdî ya doh û îro de bibe xwediyê fikrekê û guhertin û pêşketinên çîroka kurdî bibîne.

Avakirina komara Tirkiyê (1923) û rewşa ziman û edebiyat kurdî

Edebiyat bi zimên tê pê, ziman bingehê edebiyatê ye. Herçiqas di serdema Osmaniyan de rewşa zimanê kurdî ne mîna piştî ko- marê be jî, dîsa ew bi awayekî giştî ne zimanê perwerdê, ne zimanê ilm û zanînê, ne zimanê ticaret û birêvebirinê bû. Rast e ku di ser- dema osmanî de zimanê kurdî ne di hêsîriya îro de bû, ew mîna îro li qeyd û merbendan nehatibû xistin, cih bi cih bi vî zimanî perwerde hebû, di medreseyan de bi vî zimanî dihat xwendin. Wek encama medreseyan jî îro klasîkên kurdî di destên me de hene. Lê piştî şerê cîhanê ê yekê û avakirina komara Tirkiyê, ne bi carekê be jî, desthilatdariya yekpartî ya kemalîzmê, dixwaze mederseyan bigire û bi wêyekê dawiyê Ii bermayên osmaniyan bîne. Şoreşa kinc û alfabeyê jî wê demê li dar dikeve. Slogana yek netewe, yek ala, yek ziman, wê çaxê dibe bingehê komarê. Kemal Ataturk bi şoreşa kinc û alfabeyê dixwaze ji şerqê bi dûr bikeve û xwe nêzîkî Ewrûpayê bike. Ew dixwaze komara wî bi şikil û celebê jiyana ewrûpiyan be. Ew vê yekê ne li ser tiştên kevin ava dike, lê tiştên kevin, kultur û awayê kevin ji bin ve hildiweşîne û dixwaze li gora xwe tiştekî nû ava bike. Li gora xwe sekularîzmê dide pêş û dixwaze xwe nêzîkî medeniyeta Ewrûpayê bike.

Di îdeolojiyeke weha teng de cih ji fikrên cihê, ji netewe û zi- manên cihê re nedima. Loma, zimanê tirkî bû bingehê komarê û yê kurdî jî hate qedexekirin. Ew klasîkên ku bi zimanê kurdî, lê bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin, qedexe nebûbin jî, êdî xwendin û têgihîştina wan ji bo nivşê nû zehmet bû û di dema nû de jî, yanî bi kurdiya latînî tiştek nehat nivîsandin. Ji bo helandina kurdan, qedexekirina zimanê wan nixteya herî girîng û heyatî bû. Ji aliyê din ve ji bo nûkirin û pêşdexistina zimanê tirkî desthilatdariya ke- malîzmê gelekî dixebitî, bi xurtî dest bi wergerandina berhemên edebî kirin. Di wê demê de gelek berhemên fransiz û rûsan hatin wergerandin û bi riya wergerandina berhemên van zimanan êdî şêwe û awayên nû yên edebiyatê jî bi riya wergerê diketin zimanê tirkî. Jixwe hunera çîroka tirkî jî wê demê dest pê dike. Piştî ko- marê (1923) di zimanê tirkî de gelek çîroknivîs derdikevin û bêtir di vê demê de hunera çîrokê li ba tirkan dikemile. Yên mîna Ömer Seyfettin, Sabahattin Ali, Sait Faik ku hê jî cihekî wan ê taybetî di edebiyata tirkî de heye, piştî komarê hunera kurteçîrokê li ba tir- kan gihandine dereceyeke bilind. Di demeke ku jinûvevejînek di edebiyata tirkî de çêdibû, kaniya edebiyata kurdî jî dimiçiqî, dawî li klasîkan dihat û bi her awayî rê li ber avakirina edebiyateke kur- dî ya nûjen hatibû girtin. Êdî derxistin û weşandina kovarên mîna Kurdistan (1898), Rojî Kurd (1913) û Jîn (1918-1919) ne mimkun bû. Herçiqas ev kovar û rojnameyên kurdan bi du zimanî, bi tirkî-kurdî bûn û giraniya wan siyasî bûn jî, dîsa Ii ser kultur û edebiyata kurdî, li ser rabûn û rûniştina kurdan gelek nivîsên balkêş diweşandin.

Heke ew bêdengî welê dewam bikira û bêbersiv bimaya, bi texmîneke mezin me ê îro nikarîba behsa çîroka kurdî ya nûjen bikira. Di warê kurmancî de ev bersiv ji du aliyan hat. Yek jê ji kur- dên Sovyeta berê, bi riya radyo û weşanê hat, ya din jî ji aliyê ekola Hawarê ve hat.

Kovarên Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja nû (1943-1946) û çîroka kurdî

Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ji bo edebiyata tirkî, ji bo ji nû ve vejîna edebiyata tirkî û avêtina bingehê edebiyata tirkî ya modern rola komara Tirkiyê çi be, ji bo edebiyata kurdî jî rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû her ew e.

Ev kovarên kurdî yên ku ji aliyê herdu birayan Celadet û Kami- ran Alî Bedirxan li Şam û Bêrûdê dihatin derxistin, hem ji bo ede- biyata kurdî ya nûjen bûn bingeh û dibistanek, hem jî di navbera edebiyata kurdî ya klasîk û nûjen de rola pirekê lîstin. Cara pêşî bi riya van kovaran û bi taybetî jî bi riya Hawarê, bi alfabeya latînî nimûneyên ji edebiyata klasîk gihîştin nivşê me. Ferqa di navbera komara Tirkiyê û ekola Hawarê de ew bû, ku tirkan dixwestin her tiştî ji nû ve dest pê bikin, pehînekê li tiştên kevin bixin, lê ekola Hawarê edebiyata kurdî ya klasîk dikir bingehek û dixwest li ser wê bingehê qewîn asasê edebiyata nûjen biavêje. Li gora hewcedarî û pêwistiya edebiyata nûjen û pêşketina civakê, di serî de Celadet Be- dirxan dest bi nûkirina zimanê kurdî kir, dest bi bikaranîna hin ter- mên kurdî yên nû kir û termên gramerî bi kurdî bi kar anîn. Kovara Hawarê ya ku ne li ser erda xwe û piştî hemû serhildan û têkçûnên kurdan derdiket, rola dewletekê, di dewleteke demokratîk de rola wezareteke çandî, rola akademiyeke zanistî dilîst. Loma, karê wê pir bû û karekî pir zehmet bû. Diviyabû zimanê kurdî bi tenê di klasîkan de nemaya, tenê ne zimanê folklorê bûya; pê edebiyateke modern bihata nivîsandin, pê her beşên edebiyatê û her awayên nivîsê bihata ceribandin.

Bi rastî jî welê kirin. Gava mirov niha çavekî li Hawarê digerîne, mirov pêrgî her beşê edebiyatê tê. Lê ji nav beşên edebiyatê, hunera çîrokê jî pir derdikeve pêş. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de bi dehan kesan çîrok nivîsandine. Hin kesan bi tenê çîrokek nivî- sandine, hinan du çîrok û hinan jî çend çîrok nivîsandine. Lê belê hinan heta heft-heşt çîrokan jî nivîsandine. Digel wê jî dîsa navên wan wek çîroknivîs nayên bi bîranîn. Yên hinan ji ber piralîbûna xwe wek çîroknivîs derneketin pêş û deng nedan. Ew ji şaxekî bê- tir bi karên nivîsê daketine; helbest, nivîsên civakî û siyasî û li ser dîrokê nivîsandine, bi xwe endamên partiyên siyasî bûne, birêvebir bûne; yanî wan xwe tenê bi warekî ve girê nedabûn. Loma, navên wan di dîrokê de carina wek kesên siyasî derdikevin hemberî me, carina wek helbestvan, carina wek zimanzan, carinan wek dîrok- van, carina jî wek çîroknivîs derdikevin pêşberî me.

Li gora bendeke Ferhad Pîrbal ku di Nûdem, hejmar 11, îççqan de hatiye weşandin, Celadet Bedirxan di Hawarê de 12 çîrok, Os- man Sebrî 7 çîrok, Mistefa Ehmed Botî 6 çîrok, Bişarê Segman 4 çîrok weşandine. Pîrbal di nivîsa xwe de hejmara çîrokên ku di ...


Firat Cewerî

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I

Avesta

Weşanên Avesta
Avesta | Edebiyat: 607 | 20
Antolojiya Çîrokên Kurdî (I)
Firat Cewerî

Edîtor. Abdullah Keskin
Berg: Xifşê Stêr
Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2003, Stockholm (2 cild)
Çapa Duyem: 2018, Stembol (3 cild)

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdöğen Davutpasa Cad.
Güven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / Istanbul
Tel: (0212) 613 1211

© Firat Cewerî - Avesta, 2018
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin

Sertifika no: 13193

Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi Basma Tulumba Sokak No: 5
Beyoglu / Istanbul
Tel: (0212) 251 44 80

www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com
https://twitter.com/avestayayin
https://instagram.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995
http://www.facebook.com/wesanenavesta

ISBN: 978-605-2246-12-2

 

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues