Nivîsên xwendekaran – ji dersên kurdî J. Îhsan Espar Apec
Ez azadiyê dixwazim! Evîn Güvenç
- Tu hergav bi min re şer dikî! - Na, tu bi min re şer dikî! Her tişt sûcê te ye! - Tu qet min fam nakî! Ez hijdeh salî me, ez nikarim her tiştî ji te re bibêjim. Ez nikarim hergav bibêjim ez li ku derê me û ez bi kîjan hevalê re me. Ez azadîyê dixwazim! Mirov dikaribû hêrsa wan li derûdora wan hîs bike. - Tu azadîyê dixwazî? Ez dêya te me, tu gere her tiştî ji min re bibêjî, divê ez bizanibim tu li ku derê yî. - Lê ez dixwazim jîyana xwe bijîm. Bê kontrola te û baba. - De ji vir here vê gavê! - Waye ez diçim! Dîdemê bi lezûbez çakêtê xwe li xwe kir û baz da derve. .....
Îhsan Espar di 1956an de li Pîranê hatîye dinyayê. Wî di 1979an de, li Dîyarbekirê Enstîtuya Perwerdeyê qedandîye. Demeke kurt mamostetî kirîye. Piştî hatina îdareya leşkerî ya 1980yî ji Kurdistanê derketîye û ji 1983an û vir de li Swêdê dijî. îhsan Esparî li Unîversîteya Stockholmê dîrok û pêşveçûna zimanê ciwanên duzimanîyan û li yê Gavleyê jî zanyarîya civakî xwendîye. Niha li şaredarîya Stockholmê mamostetîya kurdî dike. Ew di sala 1997an de bûye endamê redaksîyona kovara Vateyê û ji hejmara 44an pê ve jî serredaktorîya vê kovarê dike. Her weha ew sala 2001 ê û vir de di redaksîyona pirtûkên zarokan ya Weşanxaneyê Apecê de cih digre.
Tedeyî
Pêşgotin / 9
Di derheqê rol û fonksîyona zimên de / 11 Bi kurtî kronolojîya zimanê zikmakî li Swêdê / 12 Têkilîyên zimanê piranî û hindikayîyê / 14 Rewşa xwendekarên me ya zimanî / 15 Hin problemên din / 22 Prosesa nivîsînê / 24 Em çi dinivîsin? / 27 Portre / 29 Çîrok / 30 Gername / 31 Hevpeyivîn / 32 Nirxandin û rexnekirina pirtûkan / 33 Name / 35 Vegotin yan novel / 35 Xulase 37 Çavkanî / 38
Beşê Vegotın yan Novelan Ez azadîyê dixwazim! Evin Güven / 41 Bextewar, Berfin Pakdemir / 43 Bajarê Stockholmê, M. K / 46 Mamaaaa! Salar Kaplan / 50 Du çavên sor, Kani Yildirim / 51 Valahîya dilê min, Midya Kaplan / 53 Xewn, Chîya Zubair / 55 Sîlwan û ewa nenas, Berivan Mert / 56 Seyran, Roni Jomaa / 59 Birayê min, Viyan Saganda / 61 Deqîqeyek, Melsa Karhan / 63 Hevala min, Sinaya Espar / 65 Xilaskirineke nebaş, Servan Dalaba / 67 Birayê min, Mizgin Akgün / 69 Vîrus, Evin Balin / 71 “Ez ji te hez dikim”, Ferza Nigit / 72 Gava baran dibare, Seyran Toprak / 74 Xewn bû tirsa giran, G. K. Y. / 76 Evîndarîya bêguneh, Berfin Nigit / 78 Melekek li vê dunyayê, Derya Öztürk / 81 Evîn te dîn dike! Midya Kaplan / 85 Xewna rastîyê, Roshan Yigit / 87 Dizê xwe bi xwe / 89 Zimanê me, Berfin Shamlou / 90 Roja me / 92 Kederê, H. B / 96
Beşê Hevpeyivînan Zewac, N. A / 101 Girtina bavê min, Bengin Öcal / 106 Zewac, Rojin Gök / 110 James Katabalwa, Narin Akgiin, Mizgîn Akgün / 110 Min bi dêya xwe re deng kir, Nevra Celik / 112 Hevpeyivîn bi bavê min Osman re, Lorin Aytar / 115 Hatina bavê min, Keybanu Özalp / 117 Welatekî nû, heyateke nû, Melsa Karhan / 119 Hevpeyivînek li ser muzîka kurdî ya klasîk, Midya Kaplan / 121 Hevpeyivîna nîşan û dawetê, Rojda Turhan / 124 Jîyana Swêdê, Firat Akgün / 127
Beşê Nameyan Birayê min yê hêja Rodî! / 131 Rojbaş Durdengda! Kendal Kaya / 132 Rojbaş Kendal! Durdengda Mercen / 133 Xwişka min a xweşik! Narin Akgün / 135 Rojbaş Hebîb! Kevin Baran Öner / 136 Merheba! xwişka min a delal! Guldem Basdas / 137 Merheba Neqşedil! Dicle Roza Akgün / 138 Dembaş! Ronja Suleyman / 139 Merhaba Yekbûn! G. K. Y. / 140 Bêrîvan! hevala min a hêja! Evin Güven / 141 Hevala min a hêja! Berfin Shamlou / 143 Dilê min! W. / 144 Dayîka min a şêrîn! Roshan Yigit / 145 Dayîka min a şêrîn! Berivan Mert / 147 Bavo! Hamza Akgün / 148 Merheba hevalê min Memo! Kevin Marsil / 148 Merheba yadê! Siyamed Akgün / 150 Rojbaş Sozman! Dilan Youssef Hajji / 151 Merheba Şêrzad! Naco Roni Schiroyi / 152 Rojbaş Zelal! Bengin Kilincaslan / 153 Merheba Zerya! Keybanu Özalp / 154 Merhaba Dîba! Nurseda Mercen / 155
Beşê Gernameyan Ew mirovê ku jîyan nedîtî, Perikhan Bayer Bahjat / 159 Carayekem / 161 Gundê min Hermes, G. G / 164 Nemrûd, W / 165 Andora, Merwan Karhan / 168 Gava ez çûm Batmanê, Kamuran Bayram / 171 Roja ku ez hatim Swêdê, Nevra Celik / 173 Gera Kurdistanê, Mahsum Akgun / 176 Gava em çûn Kurdistanê, Siyamed Akgiin / 179 Çaxa ku ez çûm îtalyayê, Servan Dalaba / 182 Dîyarbekir, Dilan Balin / 185 Bû Almanya, B. B / 187
Beşê Portreyan Perçeyek ji min, Kani Yildirim / 191 Şeyîma, S. B / 193 Ez kî me? Midya Kaplan / 194 Ez, Berfin Pakdemir / 196 Ez kî me? Viyan Saganda / 197 Lorîn Bîçen kî ye? / 198 Ez dixwazim zarok û nevîyên xwe re, Salar Kaplan / 199 Ez, Ferza Nigit / 201 Heyata min, Guldem Basdas / 203 Jîyana Melsayê, Melsa Karhan / 204 Bella, Bella Shely Dillan / 206 Jîyana min, Zerdest Gök / 207 Merheba! Evin Balin / 208
Beşê Çîrokan Mele Kulî û Çûçê, Dilan Kaya / 229 Taska Zêra, S. Y. / 231 Keçelûk / 234 Hebhinarkê, Ronya Kilincaslan / 235 Xwedê ne li mala xwe ye, B. K / 237 Kîso, kêroşk û rovî, Sorgul Guven / 238 Mar û çivîk, Z. S / 241 Başî û xerabî, Midya Kaplan / 243 Pîrê û dîkê nefsker, Merwan Karhan / 244 Çîrûk, N. Y. / 245
PÊŞGOTIN
Ev pirtûk ji du beşan pêk tê. Di beşê yekem de ez li ser prosesa nivîsînê radiwestim û hewl didim ku ji hin çavkanîyên nivîskî û ji pratîka me girîngîya vê prosesê îzeh bikim. Herwisa ez di vir de behsa rewşa zimanê xwendekarên me û di perwerdeya zimên de feydeya bikaranîna tekstên xwendekaran dikim. Têkilîyên zimanê piranî û hindikayîyê (eqelîyetê), merhaleyên prosesa nivîsînê, realîzekirina vê prosesê û bikaranîna produksîyona nivîskî babetên din yê vî beşî ne. Ji ber ku pirtûk berhemek ji perwerdeya zimanê zikmakî yê Swêdê ye, ez li ser perwerdeya zimanê zikmakî hin agahdarîyên kronolojîk jî didim.
Di beşê duyem de tekstên xwendekaran cih digirin. Cureyên (genreyê) tekstan ji hev cihê ne û herweha temenê ’nivîskaran” jî. Portre, gername, hevpeyivîn, çîrok, name, nirxandin û danasîna pirtûkan û vegotin yan novel cureyên nivîsên xwendekaran in. Temenê ’nivîskaran” ji neh heta hejdeh salan e. Di nav ’nivîskaran” de xwendekarên sinifa sêyem ji dibistana destpêkê heta sinifa sêyem ya lîseyê hene. Min ji salên 2000Î û heta 2016an piranîya tekstên xwendekarên xwe bi awayekî dîjîtal parastine. Tekstên ku ez li vir diweşînim beşek ji wê produksîyonê ne. Tekstên herî kevn ên ku di pirtûkê de cih digirin ji sala 2000Î ne. Berî ku tekstên xwendekaran bên weşandin, min ji wan yan jî ji dê û bavê wan destûr girt. Lê min navnîşana çend xwendekaran peyde nekir, loma min di tekstê de herfên pêşî yên nav û paşnavên wan nivîsî. Ji ber ku navên xwendekaran, di nasnameyên wan de bi alfabeyên cihê hatine nivîsîn, min navên wan wekî nasnameyên wan nivîsî. Sê xwendekaran jî xwest ku tekstên wan bên weşandin bêyî ku ez navê wan binivîsim. Armanc ji weşandina vê pirtûkê ev e ku ev tekstên otantîk yên xwendekaran di dersdayînê de mîna modelan bên bikaranîn. Û ev model di prosesa nivîsînê de ji bo minaqeşeyan bibin bingeh, îlham bidin xwendekaran, wan teşwîq bikin û li ba wan prosesa hizirkirinê bi rê bixin.
J. Îhsan Espar 10.01.2017
Di Derheqê Rol û Fonksîyona Zimên de
Bêguman ez dizanim piranîya kesên ku vê nivîsê dixwînin, dizanin ku di j îyana meriv ya fikrî, civakî û heta ruhî de ehemîyeta zimên çi ye. Lê dîsa jî ji ber ku mijara me perwerdeya zimên e, ez dixwazim rol û fonksîyona zimên bi çend rêzan be jî aktuel bikim. Mîna gelek mefhûmên din di terîf yan jî defînîsyona peyva etnîkî ya yûnanî de ku tê maneya ”gel”, pêşnîyaz yan jî fikrên cihê hene. Lê di hemû terîfên mefhûma etnîkê de ziman mîna elementekê heye. Bêguman têkilîyên zimên û nasnameya neteweyî, di nav hemû grûban de yan jî di nav hemû neteweyên bindest de, ne mîna hev in. Ziman di jîyana axifêrên xwe de xwedîyê fonksîyonên cihê ye. Di pirsa rol û fonksîyona zimanî de jî zimanzan û civaknas xwedîyê fikrên cuda ne. Ji ber ku li vir ne cihê vê minaqeşeyê ye ez bi kurtî cih didim dîtinên pisporê pirzimanî Kenneth Hyltenstamî. Li gor Hyltenstamî ziman wasiteya komunîkasyonê, alavê hizirkirinê û alavê organîzebûna civakî ye. Mîna wasiteya ragihandinê ziman îmkanê dide ku meriv agahdarîyan bigihîne, hisên (hestên) xwe îfade bike, rabûn û rûniştina kesên din fêm bike û bi rê ve bibe. Mîna alavê hizirkirinê ziman rê dide ku em di derheqê tiştan de bibin xwedîyê zanyarîyan, em rewş û rastîyê şirove bikin û rastîyên nû biafirînin, herweha fealîyetên xwe yên fikrî sewq û îdare bikin. Ziman gava ku mîna alavê organîzebûna civakî tê bikaranîn di nav têkilîyên xelkê de qayîdeyan datîne û dibe mîna sembola nasnameya civakî. Mebest ji nasnameya civakî ev e ku ka meriv, ji kîjan sinif, temen, cinsîyet, meslek û hwd ne. Ji bilî van sê kategorîyan ziman çandê diafirîne, çandê diparêze û rê dide ku ew çand hem devkî û hem jî wekî dokumantasyoneke nivîskî ji nifşên din re bimîne1.
Ziman dikare ji bo hin miletan elementa herî girîng ya şexsîyeta etnîkî be. Di hin lêkolînan de ji bo vê yekê kurdan mîna nimûne nîşan didin. Gelo çima di hin rewşan de nasnameya etnîkî dikeve pêşîya hemû kategorî û nasnameyên civakî yên din? Bi gotineke din ji bo çi nasnemaya etnîkî hewqas bi hêz dibe? Civaknas digihêjin vê encamê ku nasnameya etnîkî hêza xwe ji zimên digre ji ber ku ziman û etnîsîte bi hev ve helîyane. Hebûna (eksîstensa) her ferdî girêdayî zimanê zikmakî yê wê/wî ye. Meriv ji bo zimanê xwe yê pêşî, peyva zimanê ”min” bi kar tîne. Her ferd tenê di nav wî zimanî de û bi wî zimanî dijî. Ziman li dinyayê “hebûna min” îfade dike. Dû re her kes berê bi zimanê xwe sosyalîze dibe. Bi rîya zimanê xwe meriv fêrî norm û nimûneyên rabûnrûniştinê dibe ku meriv di saya wan de dikare rabûnrûniştina kesên din jî tefsîr bike. Gelek caran bi zimanê meriv navek li meriv tê danîn û ew nav wî kesî bi malbatê ve girê dide. Bi wî awayî nasnameya şexsî dibe nasnameya grûbî. Nav bi xwe jî gelek caran semboleke taybetî yê etnîkî ye ku kesan bi neteweya wî/wê ve girê dide. Loma jî navê yekê jê girtin îşkenceyeke psîkolojîkya herî giran e2.
Ez bawer dikim ku yek ji wan sebebên girîng ev rola zimên e ku Swêdê di destpêka salên 1970yî pê de dest pê kirîye hêdî-hêdî polîtîkaya xwe ya zimanî guherîye. Niha em bi kurtî li prosesa guherîna polîtîkaya zimanê zikmakî ya Swêdê binêrin.
Bi kurtî kronolojîya zimanê zikmakî li Swêdê Min gava di sala 1998an de, li Stockholmê dest bi mamostayîya kurmancî kir, li Swêdê perwerdeya “zimanê zikmakî” nîsbeten xwedîyê çîrokeke dirêj bû. Bêguman hemû bûyer yan jî qewi- mandinên civakî ji hin sebeban peyde dibin, herwisa sebebên çîroka “zimanê zikmakî” yên berbiçav jî hene. Di destpêka salên 1960Î de Swêd ji alîyê aborî ve bi tempoyeke gelek bilind mezin dibû. Karker û xebatkar yan jî hêza kar a Swêdê têra vê mezin- bûna bilez nedikir, Swêd divîyabû ji derve karkeran peyde bike. Loma di wan salan de ji Fînlandîya, Yûnanîstan, îtalya, Portekîz, Tirkîye û ji gelek welatên din karker hatin Swêdê. Piştî hatina karkerên bîyanî pirsgirekên zimanî aktueltir bûn. Divê meriv bibêje li Swêdê berê jî eqalîyetên mîna fînî, laponî û romanî he- bûn. Lê hingê li Swêdê hizirkirineke asîmîlasyonîstya netekamul3 hebû. Cara yekem di sala 1962an de şaredarîyên ku têde fînîaxêf hebûn, karîbûn di sinifên 7 û 8an de bi zimanê fînî bixwînin. Di sala 1966an de ji bo ku şaredarî bi zimanê wan yê malê alîkarî- ya şagirdên bîyanî bikin, karîbûn ji dewletê alîkarîya aborî wer- bigrin. Ji sala 1968an pê ve îmkan hebû ku hemû şagirdên bîyanî bi zimanê xwe bixwînin. Lê di vî warî de şaredarîyan qerar dida, ger bixwestana wan ev tişt pêk dianî. Di sala 1969an de, perwer- deya bi zimanê zikmakî di mufredata xwendegehan de cih girt. Heta sala 1973an rewşa zimanê zikmakî bi hin guherînan di muf- redatê de bêhtir zelal bû.
Di sala 1977an de bi reforma ’zimanê mal’e, di polîtîkaya Swêdê ya bîyanîyan de guherînên bingehîn çêbûn, hizirkirineke asîmîlasyonîsta netekamul cihê xwe ji hizirkirineke p/urahstya ne- tekamul re hişt. Li gor qanûna "reforma zimanê malê” ku di tîrmeha 1977an de derket, şaredarî mecbûr bûn ku hem zimanê malê fêr bikin û hem jî bi zimanê malê di dibistanên Swêdê de, xwendekar fêrî dersên din bibin4.
Di sala 1991 ê de gava ku berpirsîyarîya birêvebirina perwerdeyê ji dewletê derbasî şaredarîyan bû, di perwerdeya zimanê zikmakî de jî hin guherîn çêbûn. Lê ev guherîn êdî negatîf bûn. Wekî nimûne, ji bo ku bi zimanê zikmakî perwerde bibe divê bi kêmanî pênc xwendekar hebin, perwerdeya zimanê zikmakî ji şemaya xwendegehan hat derxistin. Ji wê demê û vir de ye ku dersên zimanê zikmakî piştî ku perwerdeya edetî xilas dibe dest pê dikin5.
Perwerdeya bi zimanê kurdî jî di destpêkal980yî de dest pê kir. Perwerdeya mamosteyên zimanên zikmakî di sala 1977an de dest pê kir û heta 1988an dom kir6. Di nîvê salên 198Oyî de, ji bo ders- dayîna zimanê zikmakî mamosteyên kurdî jî hatin perwerdekirin.
Têkilîyên zimanê piranî û hindikayîyê
Tê zanîn ku têkilîyên zimanê piranî û hindikayîyê fenomeneke gelek komleks e, faktorên ku tesîr li têkilîyên zimanê piranî û hin- dikayîyê dikin gelek in: Hyltensamî ev faktor di sê kategorîyan de tasnîfkirine7: Di sewîyeya (çarçeweya) civata zimanê piranîyê de Di sewîyeya (çarçeweya) civata zimanê bindest (hindikayîyê) de Di sewîyeya (çarçeweya) şexsî de
Kategorîya yekem meriv dikare li gor şertên me weha şirove bike. Li Swêdê rewşa zimanê kurdî, faktorên ku tesîr li kurdî dikin kîjan in. Di kategorîya duyem de faktorên navxweyîyê kurdan çawa tesîrê li zimanî dikin. Ya sêyem jî her kurdîaxêfxwedîyê roleke çawa ye. Bêguman di van analîzên Hyeltenstamî de têkilîyên di navbera welatên serdest û bindest de bêhtir berbiçav in. Lêbelê faktorên hatine tesbîtkirin zêde yan jî kêm di civatên duzimanî de xwedîyê roleke girîng in. Ji ber ku mijara me zêde bela nebe ez bi xwe li ser faktorên yekem û duyem ranawestim, tenê ji wan, faktorên girîng li jêrê rêz dikim. Lê ji bo fêmkirina rewşa şagirdên me ez dê li ser kategorîya sêyem piçekî rawestim:
1) Di sewîyeya (çarçeweya) civata zimanê serdest de - Rewşa sîyasî û qanûnî - Îdeolojîya civata serdest - Qanûnên di warê zimên de - Problemên ku girêdayî bicihanîna biryaran - Faktorên aborî - Normên sosyokulturel - Perwerde
.....
1 Hyltenstam Kennneth, Stroud, Christopher, Sprakbyte och sprakbevarande -om samiskan och andra minoritetssprak-Studentlitteratur, Lund, 1991, r. 33-34 2 Wellros, Seija, Sprak, kultur och social identitet, Lund, 2011, r. 154 3Hyltenstam Kennneth (red.), Tvasprakighet med förhinder? Invandrar- och minuritetsundervisning i Sverige, Studentlitteratur, Lund, 2004, r.12 4 Hyltenstam, Kenneth (red.) (2004) r. 44 5 Hyltenstam, Stroud (1991) r. 47 6 Hyltenstam, Kenneth (red.) (2004) r. 51 ’Hyltenstam, Stroud (1991) r. 76
J. Îhsan Espar
Nivîsên xwendekaran - ji dersên kurdî –
Apec
Apec förlag Nivîsên xwendekaran -ji dersên kurdî- J. Îhsan Espar
Lêhûrnêrîna zimên: Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê Form û grafîk: Apec förlag