La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hetîketî


Auteur : J. M. Coetzee
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2018, Diyarbekir
Préface : Pages : 250
Traduction : Yunus EroğluISBN : 978-605-5683-39-9
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Coe. Het. N° 6612Thème : Littérature

Hetîketî

Hetîketî

John Maxwell Coetzee

Lîs

David Lurieyê navsere û berê du caran zewicî, paşê her du jinên xwe jî berdayî, dema mamostetiya xwe ya di Zankoya Teknîkî ya Cape Towna paytextê Efrîqaya Başûr a di warê helbesta romantîk de, ji nişkê ve dil berdide xwendekareke xwe, ku ev têkiliya wî jiyana wî lê dike jehr, li ser gilîkirina malbata keçikê, David derdixin ber desteyeke jêpirsînê ya zankoyê. David gava ku dil dike li tawana xwe mukir bê, lê napejirîne ku bidî raya giştî radest bibe, dev ji karê xwe berdide û lê dixe diçe çewlika biçûk a keça xwe, Lucyyê.
Her çend di sêrî de bandora keça wî û teqla xwezayî ya çewlikê dike ku jiyana David a ahenga xwe ji dest dayî bi rêk û pêk bibe jî, lê hevkêşeya hêzan a wan deverên dûredest dest pê dike xerab lê tîne. Kesine reşik rojekê tên bi awayekî hovane êrîşî wî û Lucyyê dikin, ev yek jî dihêle ku hemû çewtiyên di peywendiya bavê û keçikê de derkevin mexderê.

J. M. Coetzeeyê ku yek ji mezintirîn romannûsên serdema me ye (xelatgirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2003'yan), bi vê çîroka xwe ya pirrtewek a şuxulê bîrtûjiyê ve, bertekên polîtîk ên xef î takekesî yên li gel reşik û spiyên Efrîqaya Başûr, viyana tund a bo goştê mê tîne rojevê, bi zimanê xwe yê lîrîk, xwendevanên xwe hûr hûr dajo nava rehên şahkareke bi navê Hetîketî.


YEK

Ji wî we ye li gorî zilamekî di temenê wî de, pêncî û du salî û bî, wî pirsa zayendiyê gelekî baş çareser kiriye. Rojên pêncşeman, piştî nîvro, bi erebeya xwe diçe Green Pointê. Saet tam di duduyê piştî nîvro de pê li bişkoka dergehê Koşkên Windsorê dike, navê xwe dibêje û derbasî hundir dibe. Li ber deriyê 112’an Soraya li hêviya wî ye. Rasterê qesta odeya razanê dike, ku bêhneke xweş jê tê û bi şewqeke nerm ronî ye, û cilên xwe ji xwe dike.

Soraya ji serşokê tê, kirasê xwe dişiqitîne û xwe dixe nava ciyan, kêleka wî. “Te bêriya min kiriye?” dibêje. “Ez her tim bêriya te dikim” bersiv dide. Laşê wê yê mîna hingiv qehweyî, ku tavê lê nexistiye, mist dide; wê vedilezîne, pêsîrên wê maçî dike; bi hev şa dibin.
Bejn dirêj û zirav e Soraya, tevî porekî reş î dirêj û çavên reş î rohn. Bi hesêb ew di temenê bavê wê de ye, lê dîsa bi hesêb, yek dikare di danzdehsaliya xwe de jî bibe bav. Ev ji salekê zêdetir e pê emel dike, wê ji bo xwe bi tevayî tetmînkar dibîne. Di beyabana hefteyê de, 'pêncşem bûye wekî wehayeke luxe et volupte1.

Soraya di nava nivînan de ne pirr peroşdar e. Bi rastî xulqê wê gelekî hêmin e, hêmin û sernerm. Di fikr û ramanên xwe yên giştî de jî, bi qasî ku yekî matmayî bihêle, helwesteke xwe ya sincî heye. Ji tûrîstên ku li peravên hevpar pêsîrên (“guhan”, dibêje ew ji wan re) xwe vedikin pirr aciz dibe; bi raya wê, divê hemû berdûşan bidin hev û têxin karê maliştina kolanan. Ew fikrên xwe û pîşeyê ku dike çawa li hev tîne, ji wê napirse.
Ji ber ku zewqê ji wê hiltîne, ji ber ku zewqa wî qet naqede, di dilê wî de hezkirinekê zîl avêtiye ji bo wê. Bi baweriya wî, heta astekê ev hezkirin ciyê xwe digire. Hezkirin dibe ku ne evîn be, lê qet nebe jî, dotmama wê ye.
Gava ku mirov hizra destpêka wan bike, ya ku hêvî jê nedibû, siûda wan heye, ya her duyan; ê wî ji bo ku wî ew dîtiye, ê wê ji bo ku wê ew dîtiye.
Hestên wî, haya wî jê heye ku, bê xem in, heta şinikî ne. Bes ew dest ji wan bernade.

Ji bo her neqleke nod-deqeyî 400 randî2 dide wê, ku nîviyê wî diçe ji Discreet Escortsê re. Werê dixuye ku çi heyfek e ku Discreet Escort ew qas pirr distîne. Lê No.l 13 û daîreyên din ên li Koşkên Windsorêyên wan in; Soraya jî ya wan e, meriv dikare bibêje; vê hêla wê û vê bizava wê jî.
Di hişê xwe re derbas kiriye ku ji wê bixwesta ew wî di wextê xwe yê din de bibîne. Dixwest êvarekê pê re derbas bikira, tew tê heye ku sax şevekê. Gelekî baş bi xwe dizane ku nikare toqa sibeheke ku di pey re têxe stûyê wê, ku wê çaxê çi qasî dibe yekî sar, mehdetirş û heta ku tenê nemîne, tebatî nayê.

Xulqê wî ev e. Xulqê wî dê neguhere, ji vê yekê re yekcarî pîr e. Xulqê wî edla xwe girtiye, saz bûye. Pêşî xulq, bi dû re qoqê sêrî: du hişktirîn parçeyên lêş.
Bi ya xulqê xwe bike. Ev ne felsefeyek e, dê wê bi vî navî payebilind neke. Ew rêzanek e, wekî rêzana St Benedict3.
Siheta wî baş e, li ser hişê xwe ye. Wekî pîşe, ew zanyarek e, ango wisa bû, û zanyarî hê jî, carcaran, li nava dilê wî vedigire. Li gorî abora xwe, li gorî xulqê xwe û li gorî mercên xwe yên dilînî dijî. Şad e? Bi gelek pîvanan, belê, bawer dike ku şad e. Lê cardin jî koroya dawîn a Oedipus]i bîr nekiriye: Nabêje şad e tu kes heta ku li dinyayê xweş be.

Di warê zayendiyê de xulqê wî çendî dijwar be jî, hîç nebûye yekî azwer. Heke wî totemek bijibarta, dê mar bûya ev. Têkiliya di navbera wî û Sorayayê de, aşop dike ku, encax mîna lihevpiçikîna maran be: dûr û dirêj, ji ser xwe ve çûyî, lê di germtirîn pêla wê de jî qewî razber, qewî tisî.
Totema Sorayayê jî mar e xwene? Bê guman bi zilamên din re dibe jineke din: la donna e mobile1. Lê teqez e ku di asta xulq de hevrengiya wê ya bi wî re çênabe bê mandelkirin.
Tevî ku yê wê ew ji aliyê pîşe ve jineke sivik e jî, ew, heta derekê, bi wê amin e. Di dema hevdîtinên wan de, bi wê re bi serbestiyeke neyî hindik xeber dide, heta tew carinan qûtiya dilê xwe jî jê re vala dike. Ew bi rastiyên jiyana wî dizane. Li serbûriyên du zewacên wî guhdarî kiriye, haya wê ji keça wî heye, bi xweşî û nexweşiyên jiyana keçikê dizane. Bi gelek ramanên wî dizane.

Ji jiyana xwe ya derveyî Koşkên Windsorê tu tiştî dernabirre. Soraya. Soraya ne navê wê yê berra ye, ew ji vê yekê amin e. Hin şop û nîşanên ku zarokek, an zarokin ji wê bûne hene bi laşê wê ve. Dibe ku qet jî ne yeke profesyonel be. Dibe ku hew hefteyê carekê, an du caran, piştî nîvro, ji ajansê re dişuxule, û yê mayî jî li taxên dereke, Rylandsê an Anthloneê, ji xwe re jiyaneke bi rêzdarî dijî. Ev ê tiştekî nedîtî be ji bo misilmanekê, bes her tişt pêkan e vê heyamê.

Ew derbarê şuxulê xwe de zêde tiştekî gilî nake, naxwaze wê bê zar bike. Xwe bi dahata ku ji Zankoya Teknîkî ya Cape Townê, ku berê Zankoya Cape Townê bû nave wê, tê xwedî dike. Berê mamosteyê zimanên hevçerx bû, lê ji çaxa ku di pêvajoya qitûtkirina mezin de Zimanên Hevçerx û Klasîkan hate girtin û vir ve profesorê cîgir ê Beşa Ragihandinê ye. Mîna hemû karbidestên ku bi qitûtî hatine serifandin, ew jî destûr dayî ye ku salê derseke taybet a beşê bide, çend kes qeyd dibin nabin bila, lew re ev ji bo mehdexweşiyê baş e. Isal derseke li ser helbestkarên Romantîk dide. Wekî din jî, dersa Ragihandinê ya 101’ê dide xwendin, ‘Şiyanên Ragihandinê’ û dersa Ragihandinê ya 201 e, ‘Şiyanên Pêşketî yên Ragihandinê’.

Ligel ku rojê bi saetan wextê xwe dide vê dersa xwe ya nû, rêgeza wê ya pêşîn, her wekî ku di kitêboka dersa Ragihandinê ya 101’ê de hatiye destnîşankirin, dûrî aqilan dibîne: “Civaka mirovan ziman afirand, da ku em bikaribin raman, hest û armancên xwe bi hev û din ragihînin.’ Lê bi raya wî, ku wê nade xuyakirin, bingeha axaftinê stran e û ya stranan jî pêdiviya bi deng dagirtina giyanê mirov ê gelekî mezin û zehf vala ye.

Wî jiyana xwe ya xebatê ya bi dirêjahiya çaryeka sedsalekê pê ve, sê pirtûk dane weşandin, ku yekê ji wan jî deng veneda an tew sureke biçûk jî ranekiriye: a pêşîn li ser operayê (Boito û Efsaneya Faust: Bûyîna Mefistofele) bû, a duduyan, li ser aşopê bi hawayê erosî ffopa Richardê St Victorê), a sisiyan jî, li ser Wordsworth û dîrokê (Wördsworth û Barê Rabirdûye).

Van çend salên dawî, der barê xebateke li ser Byron de hizir dike. Serê pêşîn difikirî ku ev jî dê pirtûkeke din be, berhemeke din a rexneyî. Lê hemû hewildanên wî yên ji bo nivîsandina wê di nava canbêzariyekê de teqinîn.Ya rast, ji rexneyê kerixiye, ji pexşana ku bi mêtroyan tê pîvan kerixiye.Ya ku ew dixwaze binivîse muzîk e: Byron Li Italiyê, nivîseke ramanî bi şêwaza operaya odeyan li ser evîna di navbera zayendên ferên hev de.

Dema ku tê pêşberî komên dersên xwe yên Ragihandinê, gotin, awaz, parçeyên stranan ên ji xebata wî ya hê nenivîsandî di hişê wî de xar dibin. Çu carî nebûye mamosteyekî tam û temam; li vê saziya fêrbûnê ya kiras guhertî û, bi ya wî, xesandî, ji her carê bêtir hest bi xwe dike ku ew ne li gorî vê derê ye. Lê hevpîşeyên wî yên berê jî wisa ne, ku barê gihandinên ku bi karên ku divê bikin re li hev nakin li ser pişta wan e; dezgehdarên çaxeke piştoldariyê ne.

Ji ber ku tu rêzgirtina wî bo malzemeyê ku fêr dike nîne, tu bandorekê jî li xwendekarên xwe nake. Dema ku diaxive, xwendekar awirine bêbaldarî jê vedidin, navê wî ji bîr dikin. Bêpaxaviya wan, çi qasî lê mukur neyê jî, zora wî dibe. Lêbelê cardin jî berpirsiyariya xwe ya li hemberî wan, dê û bavên wan û dewletê bê nuqsanî tîne cî. Her meh spartekên wan diyar dike, wan dide hev, dixwîne û nîşeyan li wan datîne, xeletiyên di xalbendî, rastnivîs û bikaranînê de sererast dike, bi hûrbînî li nîqaşên lawaz vedide, nirxandineke kurt û zelal û tev dayî bi her kaxizokekê ve dike.

Ji ber ku debara wî bi wê ye, bi karê hîndekariyê berdewam e; bi ser de jî, ev kar nefsbiçûkiyê hînî wî dike, tîne bîra wî ka dewsa wî li kû ye li vê cîhanê. Ironiya di vir de ji bala wî nafilite: yê ku hatiye hîn bike, dersa herî dijwar hîn dibe, digel ku vanên tên ku hîn bibin, tiştekî hîn nabin. Ev jî taybetiyeke pîşeyê wî ye, ku qet ji Sorayayê re behsê nake.
Şikê dike ku îroniyeke mîna vê yekê di yê wê de jî hebe.

Di mitbexa daîreya li Green Pointê de, çaynîkek, piyalên plastîk, cêrek qehweya demildest, kasikek qursikên şekiran hene. Di dolaba qeşayê de, tibabek ava şûşeyan heye. Li serşokê, sabûn û lodek pêjgîr; di kulînê de jî, çarşefên paqij. Soraya hacetên maqyaja xwe di çenteyekî sûkî de hiltîne. Ciyekî hevdîtinê ye, ne zêdetirî vê, bi kêr tê, nişmî, bi rêk û pêk.
Neqla pêşîn ku Sorayayê pêşwazî li wî kir, rûjeke sor î kur di lêvên xwe û kileke giran di çavên xwe dabû. Ji ber ku ji mezeloqa maqyajê hez nedikir, ji wê xwest ku jê bibe. Wê jî bi ya wî kir û careke din di xwe neda. Şagirteke dilxwaz, hevkar, sernerm.

Kêfa wî tê ku diyariyan dide wê. Di sersalê de, bazinekî mîna kirî da wê, di Eydê de jî, şêrînşahoyekî biçûk ê Malahîtî, ku li dikaneke ku diyariyên balkêş lê têne fîrotin bi ber çavê wî ketibû. Kêfa wî tê bi şabûna wê, ji dilê safî.
Ew dimîne ecêbmayî ku serê hefteyê nod deqeyî bi jinekê re qîm dike ku şad bibe, ewê ku difikirî ku jê re jinek, zewacek, malek diviya. Kifş dibe ku pêdiviyên wî gelekî sehal in, sehal û kurtedem, mîna yên perîdankekê. Tu hestiyarî nîpe, an jî di ciyekî herî kûr, ciyekî nayê hiş de heye: li ser foneke ku dengekî kûr ê xweşhaliyê jê tê, mîna vinevina hatûçûya bajêr a ku şêniyên bajêr di xew radike, an mîna bêdengiya şevê ji şêniyên zozanan re.

Li Emma Bovaryê difikire, ku ji niyandineke bêserî ya di piştînîvroyekê de têr bûyî, çav zenûn hatiye malê. Nexwe ev e bexteivarî, dibêje Emma, dema ku bi çavên heyran mayî li xwe dinihêre di mirêkê de. Nexwe ev e bextewariya ku helbestkar qalê dikin. Icar ku rojekê riya rebenê giyanê Emmayê bi Cape Townê biketa, wî yê pêncşemekê, piştî nîvro ew bi xwe re bibira ku raberî wê bike ka bextewarî dibe ku çi be: bextewariyeke tîn şikestî, bextewariyeke tîn şikandî.

Pişt re pêncşemekê, serê sibehê, her tişt tê guhestin. Ji bo karekî daketiye bajêr; dema ku di Kolana St Georgeê de dimeşe, çavê wî di nava qerebalixa li pêşiya wî de li qilafetekî ziravik dikeve. Ew Soraya ye, tê derdixe; du zarok li kêlêkên wê, du lawik. Pakêt hene bi wan re, tiştin standine.

Di erênayê de dimîne, paşê wan hinekî ji dûr ve dişopîne. Dikevin Xwaringeha Masiyan a Kaptan Dorego û winda dibin. Lawikan jî wekî diya xwe porê biriqî û çavên reş hene. Ne pêkan kurên keseke din bin.

.....


J.M. Coetzee

Hetîketî

Lîs

Weşanên Lîsê
Hetîketî
J.M. Coetzee
Wergera Ji Ingilîzî: Yunus Eroğlu

Navê Pirtûkê Yê Resen: Disgrace
Wêjeya Cîhanê: 101 / 8

Gerînendeyê Weşanê
Lal Laieş
Edîtor
Kawa Nemir
Derhênerê Dîtbarî
Şener Özmen
Mîzanpaj
Lîs

Çapa Yekemîn
Sermawez 2010

Çap
Bariş Matbaa - Mucellit/ Ali Laçin (Sertifika No:12037)
Davutpaşa Cad. Giiven San. Sitesi
C Blok, No: 291, Topkapi - istanbul
Tel: 0 212 674 85 28 - Fax: 0 212 674 85 29

Ji bilî danasînê bêyî destûra nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopîkirin.

ISBN: 978-605-5683-39-9
Copyright © J.M. Coetzee, 1999

Mafê çapa zimanê Kurdî ya vê pirtûkê bi rêya Peter Lamback Agency, Inc. hatiye wergirtin.

©Lîs (Sertifika No: 13746)

Navnîşan
Lîs Basın-Yayın Pazarlama
Organîzasyon Rehberlîk ve Danışmanlık
Ofis Akkoyunlu 4. Sokak, Feza Apt.
No: 1/1 Yenişehir-Diyarbakir
Tel-Fax 0 412 228 97 76
e-mail: wesanenlis@yahoo.com

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues