La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronakbîr


Auteur : Laleş Qaso
Éditeur : Pelda Date & Lieu : 2003, Stockholm
Préface : Pages : 116
Traduction : ISBN : 9197 22 75-95
Langue : KurdeFormat : 125 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Qas. Ron. N° 1092Thème : Littérature

Ronakbîr

Ronakbîr

Laleş Qaso

Pelda

Kî ji min re çi dibêje bila bibêje; kî çi navî li min dike bila bike; heta ku kurdên bakurê welêt nebin dewlet, yan jî tiştekî ku bişibe dewletê bi dest nexînin, û zimanê kurdî di her hêlê de geş nebe, bi insanetiya kurdayetiya min re dijminahiya herî mezin ew e ku kitêbên min wergerî tirkî bibin û kurd jî van kitêban bi tirkî bixwînin. Ev mirina min û binpêkirina keda min e! Ez ê tu carî efû nekim! Û ez naxwazim ku kurd jî efû bikin. Ev wesyetekî min e.

Ronakbîrî her çi tiştên ku mexzena êqil bindest digire û rê nade aqiliyetê, pêşketinên civakî û ilmî, paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zorê pevçûneke bêwestan emir dike!


RONAKBÎR

I

Bi awirên wê re tevzînokan girte canê wî; çavên wî li hev qulipîn û keser kişand. Bi şêla wê re qolincan hinavên wî mîna ariya menqelê vepexirandin û kalîn pê ket. Bi kenê wê re soro moro bû û niriya. Bi gotina wê re qêriya û mîna dînan li wê navê çû û hat:

«Vê ez bi carekê ve ji namûs û şerefê kirime! Ez bûme şekalka wê; ez bûme qeşmerkê wê!..»
Lêbelê wê guh neda van hemiyan û gotina berî niha dubare kir:
«Hinekî medenî be, stuyê xwe bişikîne û here ji dikanê hevîrtirşekî ji min re bîne!..»

Wî xwe wek şindolekî mêran dît û xwe bi ser hev de pirnisand:
«Medenî ha!»
Wê xwe wek împeretorekê dît û dengê xwe lê rakir:
«Dirêj neke. Yella zû!..»
Wî di ber xwe de got:
«Yalla zû ha!»

Li hesebê wê ne hat, hêrs bû:
«Mîna mêran dengê xwe hilde û bibêje!»
Vê carê jî serê xwe berda ber xwe:
«Ma ku ez mêr bama ji xwe te ê nikarîba wisa bikira.»
Jinikê wek simaqê lê nerî:
«Kuro qut bike!..»
Mêrik ji cihê xwe çeng bû:
«Qut bike ha!» got û bi sola xwe ve beziya.

Sol li ber derî bû lê ew çû mitfaxê û hema pê re jî ji wir çû odeya razanê. Li vir çû û hat û çi tiştên ku ketin ber destê wî tevdan. Hindur kire gêre û sol jî ne dît. Dirêjî gardolabê bû, vekir û cil û mil bi vir de û wir de avêtin. Qiyamet bi cilan de anî! Lêbelê sol dîsa nependî bû. Des- tên xwe dirêjî refên dolaban kirin û çi tiştên ku di wan de bûn tev de belav kirin...
«Kuro tu li çi digerî, ew tu hîn li vir î ha!»

Bi dengê wê re şiyar bû. Dengê xwe ne kir; xwe da ser hev û wilo xwas di deriyê malê re firiya. Heger deriyê helawêjê vebûya û helawêj jî li jêrê bûya, miheqeq wî ê jî mîna pismamê xwe ê ku li Stenbolê rûdinişt, wê xwe biavêta valayê û li qata jêrîn bêcan li ser helawêjê veziliya.
Dikan di bin avaniya wan de bû. Wek ku çû wilo jî zû hat. Çûn û hatina wî hemû çar-pênc deqîqeyek ne girt.

«Min xwê û ard jî kirî, ha», got û malê xwe li wê navê danî.
Lêbelê gava xwe daqûl kir û çavên wî bi sola wî ketin, mîna ku ji xwe re hêlîna kewê bibîne, hema xwe dada solê û xist lingên xwe.
«Xwedê bike hema te şîr û mast jî ji bîra ne kiribin.»
Bêyî ku devê xwe veke, bi lez çû û hat; anî û danî û li ber derî mîna tayikekî sekinî.

«Wîîî, kuro ma ne nan jî qediyaye!»
Ew jî bi haweyê ên din anî. Lê niha bêhna wî hinekî çikiyabû û dikuxuya.
«Ûfff, binere min ji bîra kir ku ez bibêjim...»
Wî ne hişt ku jinik bibêje:

«Eeehew! haho haho haho!» got û bi qapûtê xwe ve mîna hirçekî birîndar di derî re çeng bû. Bi xezeb xwe bi neqebên avaniyê de berda. Di neqebên qatên jêrê de kumişî û serserkî çû. Lê pêhlewan derket, zû bi xwe ve giha û xwe bi derabeyên hesinî ve girt. Bi tenê tilîkên lingê wî ê rastê hinekî êşiyabûn. Ew jî ne êşeke ku mirov ewqasî li ber bi- keta. Tilî bi ser hev de eciqîbûn. Hilmekê sekinî û bêyî ku li êşa tilîkên xwe bihizire guh da ser qîje wîja ku ji helawê- jê dihat. Piştî ku ew qîje wîj nas kir, neqeb hemû kirin yek û bêmefer xwe avêt gasînê. Gasîn ji jin û zarokan tije bû û bi qîje wîja jinikê re hemiyan lê nerî. Wî guh li tu kesî ne kir, serê xwe berda ber xwe û bi rêya xwe de çû. Lêbelê xe- las ne bû. Jinika ku jê hatibû bêvilê, bi bayê beza xwe re çawa ku gihayê wilo jî bi wahc sola xwe têwerkir û bi gotinên herî lewitî ew da ber hev. Ronakbîr jî wek ku hîç tiş- tek ne qewimîbû, bê his û pis da xwe û lezand. Lezand, lê dîsa jî xelas ne bû. Jinikê mîna polîsê trafîkê xwe avêt pêşiyê û destê xwe lê hejand:

«Ê ne tu ji xwe fedî nakî, qey tu ê tu carî medenî nebî! Ji xwe re li derdora xwe binere hema. Hevalên te hemû avê Ii destên jina xwe dikin. Û tu jî her roj bi min re pev- diçî. Tu hîç li min guhdarî nakî...»

Ronakbîr Ii himberî van gotinan jî bêdeng ma. Lêbelê sekinî, serê xwe hîn bêhtir berda ber xwe û ji qehra nava xwe re lêvên xwe cûtin. Piştî ku jinikê bi gotinên tirovirî kela dilê xwe lê hênik kir, bi kel û girî û bêserî bi vir de û wir de lezand. Di dawiyê de xwe gihand ser rêya terempêlan. Texsiyek sekinand. Nehişî xwe avêt hindurê texsiyê û berê wê da nav daristanên Tulînge. Lêbelê pênc deqîqeye- kî ne çû, texsî sekinand. Çawa ku texsî sekinand wilo jî wek dînan destên xwe li bêrîkên xwe gerandin. Bêyî ku di derbarê heqê siwarbûna xwe de tiştekî ji şifêr bipirse, sê sed kronê wî ên ku gelşikî di bêrîka pantor de bûn, hemû avêtin ber ê şifêr û bi hêrs ji texsiyê daket; bi hêrs deriyê texsiyê girt, bi hêrs da xwe û bi wê hêrsê jî li erdê veziliya. Serikê qapûtê wî ketibû ber deriyê texsiyê. Ketina xwe ne kir tiştek. Di cih de rabû ser xwe, derî vekir û girt û da ser rêya xwe. Piştî ku çend gavekî meşiya, sekinî û bi herdu destan serê xwe girt. Serî eciqand, li daristanê nerî û çavên xwe li cîhê herî xewlecîh gerandin. Piştî çend bêhnikên bi vî haweyî, du-sê şiqam li serê xwe xistin, keser li ser keserê veda, kire niçe niç û kişiya nav daristanê.

Li nav daristanê tibabê nîv seetekê bi vir de û wir de geriya. Di dawiyê de li ber dareke bilind çong berdan erdê û pala xwe da darê. Dareke çam bû. Dû re jî li bêrîkên qa- pûtê xwe xebitî û demaçeya ku ji şevê din ve xistibû bêrî- kê, derxist. Çawa ku demaçe li hev qulipand û bi balkêşî lê nerî, wilo jî sivik danî erdê û ziq li pêşberî xwe nerî. Jiyana wî a sîh-çil salî li ber çavên wî mîna çemekî diherikî. Giriya. Lê piştî ku hêsirên xwe paqij kirin, vê carê jî tam zorî da girî û di îske îskan de fetisî. Wî bi çavekî ku heta xwîn di canê wî de bigeriya alîkarî bi insên re bikira, li xwe dinerî. Gelekî gotibû, kiribû û nivîsandibû. Lêbelê gotin, kirin û nivîsên wî ên herî xurt hîn di hinavên wî de bûn; hinav jî bûbûn tenûr û bi rivînan re ew nivîs ha ha dişewitîn. Aha li ber wan diket. Qêriya:
«Aaaa! Wey wey wey, haho haho!..»

Kela dilê wî hênik ne bû. Heta ku jê hat lingê xwe li erdê xist:
«Hewarêêê!..»
Bi lêdana ling û hewaran jî kela diiê wî daneket. Kulmek avêt argûşka xwe. Kulmê cihê xwe girt. Xwîn ji devê wî herikî. Bi zimanê xwe girt û bi hinc tiliya xwe tê rakir. Lê piştî ku got «çi hatibe serê min, hemû ji destê te ye», vê carê jî bi kulman bi herdu çavên xwe ket û got:
«Heger ne ji te ba ziman jî wê ewqasî nepeyivya!..»

Lê kulman tesîr li çavan ne kirin. Wî çiqasî li wan xist, wan jî xwe ewqasî bi ser hev de guvaştin. Sekinî. Sekinî Iê tebût ne sekinî. Vê carê jî bi haweyê ku sûc hemî têxe ser mejiyê xwe, li xwegihandina mejî fikirî. Piştî dît ku wê tu carî nikaribe destê xwe bigihîne mejiyê xwe, rahişt demaçê; li hev siwar kir û devê wê xist cênîka xwe a rastê. Bêhnekê wilo fikirî. Zarokên wî hatin bîra wî. Demaçe danî:

«Bi kuştina xwe re ez ê ji xwe re xelas bibim. Lê dû re wê çi bi serê herdu zarokên min bê? Keçik heşt û lawik jî heft salî ye. Û dê jî ne tu dê ye. Ger dê wan mezin bike jî, wê wan neke mirovin pêzan. îcar ku herdu ketin nav pîsiya mafya Stockholmê wê çawa bibe? «Ka îcar ez çi bikim, hahooo!» got û bi qehr rabû ser xwe.
Li derdora xwe nerî. Kevirekî yeklepî dît. Kevir gewr bû. Lê wî kevir wek zelqa ku pê ve bû, hemû reş dît. Rahiştê. Dû re jî rahişt çend kevirên din û dîsa hat li ber darê rûnişt. Kevir li pêşiya xwe rêz kirin û got:
«Hûn dadger û dadmend û ez ê îfadeya xwe bidim. Û dû re jî heq niheq ez ê xwe bikujim.»

Li vî haweyê xwe jî bêhnekê hûr û kûr fîkirî. Mehkeme ne ket serê wî:
«Wisa nabeee!» got û dîsa bi hêrs rahişt demaçê û danî.
Li ezmên nerî. Ezman belekbelekî bû. Piştî ku ji kûraya kezebê keserek veda, li erdê nerî û mîna xiltan bi neperûş- kan raperî erdê bû:
«Ooofff, min çiqasî dixwest ku bi rastî niha Xwedê hebaya û min û wî hevdu mehkeme kiribaya», got û bi lingê xwe demaçe pekand dera ha.
Niha jî ziq li demaçeya ku pekandibû dinerî. Demaçe jî mîna ku qeweteke nediyar bi destê xwe girtibû, di nav pûş û pelaxê de li ser qevda xwe sekinîbû û berê wê tam ketibû defa sênga wî. Mirov bi destan jî belkî nikarîbû ew demaçe wilo di wê temtêlê de li hev rast bianiya. Bala Ronakbîr ji hew bêhtir kişand. Tiştê ku pê rabûbû hemû ji bîra kirin û vê carê jî di demaçeyê de insan mehkeme kir:

«Aha ew insan e. Ew ez im. Ew ji kîna min xuliqî ye. Ne ew min dikuje, ez xwe dikujim. Insan hîn tam ne bûye insan. Insan hîn nîvcoyî ye», got û li xwe fikirî:

Ez kî bûm, ji ku bûm û ez aniha bûme kî û ji ku me? Min çi kir û çi nekir û ez aniha çi dikim? Ez ji ku rabûbûm, li ku ketibûm û ez aniha li ku ketime? Ez ronakbîr bûm. Û ronakbîriya min jî her çi tiştên ku mexzena êqil bindest digirt û rê ne dida aqiliyetê û pêşketinên ilmî, paş- verû didît; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kesan û civakê ve girêdida û li himberî zilm û zorê û ketxwariyê ...


Ronakbîr

Laleş Qaso

Pelda

Weşanên Pelda
Ronakbîr
Pelda

© Pergala bergê û rûpelan Pelda

Wêneyê bergê: Behzad Tara

Çap: Pelda
Stockholm 2003

ISBN: 9197 22 75-95

«Tiştek bi qasî ku bindestî dikare mirov pîs bike tuneye!»

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues