La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ditın, Serpêhatî, Karê Mınên Komeleti û Biraninên Mın: Jan û Jiyan


Auteur : Rıza Çolpan
Éditeur : Dersim Date & Lieu : 1994, Sydney
Préface : Pages : 392
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135 x 205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Col. Dit. N° 3713Thème : Général

Ditın, Serpêhatî, Karê Mınên Komeleti û Biraninên Mın: Jan û Jiyan

Ditın, Serpêhatî, Karê Mınên Komeleti û Biraninên Mın
Jan û Jiyan

Rıza Çolpan

Weşanên Dersim

Çawa ku min li pêşgotina xwe de ji got, ez li herêma Dêrsim, qeza Mêzgir, neya Moxmdi, li gundê Kûpikê de hatune cihan. Navê min çawa ku hûn xwendevan ji dizarnn Riza ye, paşnavê min ji Çolpane. Helbet ev paşnava me h xwe nekiriye, dewleta Roma Reş ev paşnava daye me. Lê disa ji ev peyva Çolpan peyvek zunanê Tirki nine, peyvek Kurdiye. Wek " Çola pan " Ev nav, navê stêrekiye, ku ew stêra her nêzike rojêye. Lê li nav gel de malbata me bi naveki taybeti va tête naskirin, ew nava ji 'Mala Guran"e, ji kesên malbata me ra "Miroveki Mala Guran" dibêjin. Minak : Ji minra "Rizê Guran" dibêjm. Carna min di hin Rojname û kovaran de, navê xwe "Rizê Guran" nivisandiye.
Ez endameki eşira Îzolan im. Navê eşira me "Îzol"e. Eşira ...


Naverok

Pêşgotin / 6

Ez kime, endamê kijan eşira Kurdistan im û li ku bûme / 9
Bavê min û gotinên wi / 25
Kuştina gundiyeki me / 28
Şaneyên ser bêderan û tasildarên sirqetê / 30
Nexweşiya girr û xuriyan û birçibûnek / 36
Çiroka min a destpêka dibistana Tirk / 47
Ez Kurd welidiyabûm, lê dûra ez bûm Tirk    ? / 64
Cara yekemin ez portaqal dibinim / 72
Bêbextiyên gundiyên Kurd ji hevra / 74
Çiroka xewna şêxeki / 81
Çiroka Merem Dede / 83
Çiroka simari a Mihemedê Ereb / 94
Nexweşiya Cin ketinê / 99
Birçibûnek duwem / 103
Reva min a yekemin / 105
Daxwaziya mal barkirina birayê min û şerê Kore’yê / 109
Reva min a bajarê Edenê a yekem / 116
Minna bavê min û reva min li welat / 137
Bûyera şeş û heftê (6-7) Ilonê, sala 1955 / 160
Bûyerên girava Qibrisê / 166
Leşkeriya min / 168
Şerê min û dadgerê Tirk / 171
Gotinên hevaleki, sehêtkinna dolav u berkêşka min / 183
Çûyina min a Qibnsê û zewaca min / 188
Şiyarbûna mma civaki û koministiya mm / 189
Çûyina mina Elmanya / 194
Yekşema bt xwin û çiroka nexweşxanê / 196
Riya Awistûralya / 200
Li Awistûralya de ez h koministan digenm / 207
Daxuyana min û Engin Dinçer / 211
Cara yekemin ez li Awistûralya de dibim nasên Kurdan û Kurd komeleki avadikin / 212
Ez bi taybeti li eslê xwe digeriyam û min digot gelo Kurd kine? / 217
Hevnasiya mm û Mistefa Yalçmê Qibrisi, rojname a nav "Turkiye" Omer Akbiyik û rojname a nav "Adim” / 219
Şerê Qibnsê, şeva pişgirtiya Bulent Ecevit û damezrandina Komela Kedkarên Tirk li Awistûralya / 227
Ez û Mistefa Yalçin em dibin pêşekarên damezrandina hêlina zarokên Tirk li Awistûralya / 234
Em hevalên Kurd, Komela Kedkarên Tirk dadidin / 236
Damezrandina Komela Hevdem a Kedkarên Tirk li Awistûralya / 238
Tirkên faşist ji min ra kuştinxwaziyê çêaikin / 239
Damezrandina Komela Kurdên Awistûralya / 243
Navbera min û Şahin Bekir xirab dibe / 258
Ez li Komelê dûrdikevim û h endamtiya komelê deji paşva dikişinim / 264
Gera mina Sovyet / 271.
Ezbûm miroveki dil nexweş / 301
Mesela Konferansa gelên Rojhilata Navin / 312
Kemal Burkay û Gultekin Gazioxlû tên Awistûralya / 315
Gera mina duwem û sêyem a Sovyet / 320
Belavbûna civata Kurd h Awistûralya / 347
Komela Kurd a sêyem li Sydney / 353
Du namerdiyên aligirên PKK / 356
Li Awisturalya de Enstitûya Kurdi vedibe / 366
Komela penahendan û yekitiya du komelan / 381
Hin agadari h ser kişwera nav Awistûralya    383
Çend agadari ji h ser civata ku li Tirkiyê hatiye Awistûralya / 387


PÊŞGOTIN

Xendevanê delal,
ev pirtûka ku li destê tedaye, tevahiya naveroka ev pirtûkê, jiyan, ditin, biranin û serpêhatiyên mrnin. Ji bona ev e ku, min navê ev pirtûka xwe dani, Jiyan, Ditm, kar û berên minên komeleti, Serpêhati û Biraninên mm " Jan û Jiyan". Lê bi rasti hemû jiyana min li nav êş û janan de derbaz bû, hat xwe gihand ev rojê. Lê iro şuva ji çi dibe, çi tête serê min, wê em kesek qet mzanm, wê tenê Xwedê bizane. Ji bona ev jiyana mma êş û janan bû ku, mm ev nava li ev pirtûka xwe kir. Bi kurti navê ev pirtûka mm "Jan û Jiyan" e.

Xwendevanên birêz, li ev cihana meda qet keseki heya roja mirina xwe, ditin, serpêhati û biraninên xwe nemvisine. Ev ne keyse. Ji ber ku mirov mkanbe ev kari pêkbine. Mirov dunire, lê jiyan her berdewame. Ango mirov her çiqas ku bimvisine ji, lê disa ji kar nivçe dunine. Ji ber ev yekê ye ku ez dibêjun iro şuva çi dibe û çi tête serê mm, ez ew mzanun. Lê heke ku Xwedê heye, tenê ew dizane.

Herwaha xwişk birayê minên hêja û dilsoz, hûn çi li ev pirtûkê de bixwinm, bawerbm bêt derew hemû rastm. Min çu tisteki zêde ji nekiriye zikê ev pirtûka biranin û jiyana xwe. Heta min hm tişt ji nexwast ku bimvisinun. Min tenê tiştên giring mvisin, ewqas. Bi taybeti mm pirr dixwast ku hemû kar û ber û tekoşin û çalakiyên xwe ên komeleti û civaki yek û yek bimvisimrti, qal û behsa hin tiştên dm ji bikim, Iê dûra min xwe bi xwe re got " na, çêtire hin tiştan nemvisimm ". Min werge ji kir. Ji ber ku wê hm kes bibe ku bixeyidin. Ew kesên ku bixeyidin ji, lê bêt derew ew kesana Kurdm, lê piçeki xwehez û ezone. Ev xeysiyet ji li diroka me Kurdan de her zêdene. Ji bona ev bû ku, mm hm tiştên ku hin kesan bixeyidimn, min ew tiştana bi tevahi nemvisandin, ez bi kurtasi li ser ew tiştan sekiniyam.

Xwendevanên hêja, gor ku dayika mina dilovan ji minra digot, ez Ii saldema payizê de, h herêma Dêrsim, qeza Mêzgirê, neya Moxmdi, h gundê nav Kûpık ê de hatune ev cihan. Gor ku ji minra gotine, naha dewleta Roma Reş navê ew gundê min kiriye "Gelîncîk". Lê ez kijan salê de hatime ev cihan, sed mixabin ku ew sedi sed ne pêdane. Ji bona ev ji dayika mm ji mm ra:

- Kurê min wexta ku hina dewleta Roma Reş destpêka tevkuştina me gelê Dêrsimiyan nekiribû, h ew demê de tu h dergûşê de bûy. Tu dikişiyay û te xwe bi xwe ra " der- do, derdo " digot. Lê me keseki tu fêm nedikiri, ku tu çi dibêji. Tenê jina Seyid Beytaş digot " h ev gotina vi zaroki de wê tiştek heye, Xwedê neke wê disa tiştek, yan ji xeze- wek were serê gelê me. Ji ber ku li ev gotma vi pizêzi de ecêbek heye. Hûn binhêrm wê tiştek bibe ". Bi rasti ji h heyamek heri kurt de dewleta Romê êriş da ser me Dêrsi- miyan û qira me ani, me canê xwe li hmdir şikeftan de, h bin baxiran de, h nav dar û daristanan û h ser çiyan de felat kir. Li pişti ewqas cangoriyan de icar tu li ser hngan keti û te ew"Derdo, derdo" a xwe ji, ji xwe birakir û carek din ji te ew tişta negot, digot.

Belê, naha ez ew gotinên dayika xwe tinime bira xwe, xwe bi xwe ra dibêjim " mana vê ewe ku, ez h zaroktiya xwe de bûme xudan derd û kul ". Bi rasti ji mm gelek jan û êş û serenceme ditin û jiyana min h nav ew tiştan de derbaz bû. Herwaha, li gor gotma diya min,ez ya h sala 1936’an de, yan ji li sala 1937’an de hatime ev cihan û nun çavên xwe h ev cihan de vekiriye. Ez h 13 salina xwe de bûme terki welat. Ango ez li sala 1951’i de li welat derketime çûme Edenê, dûra li sala 1954’an de ji çûme îstembolê. Sala 1962’yan de çûm Qibrisê. Li wê giravê de zewicim û pişti sê salan de disa dageriyam îstembolê; Ii 21-1-1970 de ji min sê zarok û jina xwe a ciwan li ew welatê dewleta Romê de cihiştm û ez reviyam hatim li kişwera nav " Awistûralya " de ciwar bûm. Pişti heşt (8) mehan de dewleta Awistûralya zarokên mm ji anin ba min û êdi ez ji bûm rûmştvaneki ev welati. Ev e 25 sahn ku, ez Ii ev welatê demoqrat de dijim. îro ez xudan çar zarok û du newiyanim. Navên zarokên min ev in : înci, Xeyal, Hakan û Xwinkurd Heval. îro şuva ji jiyan çito derbaz dibe wê ez mzanun, wê Xwedê bizane.

Xwendevanên giranbiha, ez hêvi dikun ku hûn kêmasiyê minên zimin û hin kêma- siyên dm - ku hene - biborinm û min bibaxşinm. Li milê din de, divê hûn li hm bûyer û tiştan de ji dersan û cên- bandman bistimn, ku hûn bêtir serkevm, mina min û me mebin. Bibm xudan tolerans û kesên xoşditi, ku ciwanên Kurd h we dersan bistinm. Ji bona ev ji ez dixwazim ev pirtûka xwe pêşkêşe hemû ciwanên Kurd bikim, ku hûn pirr kêmasiyan nekm û ji bona Kurd û Kurdistan kar bikm. Ta ku Kurdistan azad bibe.
Li hêvi û benda ew rojê.

Ez Kî me, Endamê Kîjan Eşira Kurdıstan’ım û lı ku Bûme?

Çawa ku min li pêşgotina xwe de ji got, ez li herêma Dêrsim, qeza Mêzgir, neya Moxmdi, li gundê Kûpikê de hatune cihan. Navê min çawa ku hûn xwendevan ji dizarnn Riza ye, paşnavê min ji Çolpane. Helbet ev paşnava me h xwe nekiriye, dewleta Roma Reş ev paşnava daye me. Lê disa ji ev peyva Çolpan peyvek zunanê Tirki nine, peyvek Kurdiye. Wek " Çola pan " Ev nav, navê stêrekiye, ku ew stêra her nêzike rojêye. Lê li nav gel de malbata me bi naveki taybeti va tête naskirin, ew nava ji 'Mala Guran"e, ji kesên malbata me ra "Miroveki Mala Guran" dibêjin. Minak : Ji minra "Rizê Guran" dibêjm. Carna min di hin Rojname û kovaran de, navê xwe "Rizê Guran" nivisandiye.

Ez endameki eşira Îzolan im. Navê eşira me "Îzol"e. Eşira me izoliyan li Kurdistan de eşirek mezine. Çawa ku hin dirokzan ji dinivisinin û dibêjin - wek Dr. N. Dêrsimi hin kesên din - endamên eşira izoliyan ji, mina hin gelek eşirên kurdistan li Xorosanê de derketine û hatine li Rojhilata Kurdistana Bakûr - a iroin - herêmd Dêrsim de, ango li ser erdê qeza Mêzgirê de ciwar bûne. Çawa ku Dr. N. Dêrsimi ji dide xuyakirin, eşira me Îzoliyan ji, li pişti kuştina serdarê Kurd Eba Muslun ê Xorosani ê dilovan de, ew ji li ber kuştin, lêdan û sitemkariya Ereb’ên Abasi û Emewi’yan de, reviyane û hatine ligel birayê xwe ên Dêrsuniyan de ciwar bûne; ji xwe ra cih û warên nû ditine, mal û xani avakirme. Bi taybeti endamên eşira tzoliyan li dorbera qeza Mêzgirê de mane, bûne cinarên eşira Şadiyan, Xeraniyan, Bamasûran, Seysawûnan, Dewrêş-Gewran û hin eşirên din. Disa gor ku Dr. N. Dêrsimi ji dibêje, xênci eşira îzol, eşira Kurêşan, Şadiyan, Bamasûr û hin eşirên din ji mina eşira izol, li Xorosanê de derketine û hatine li ser ew erdi de ciwar bûne. Li bili ev, disa ...


Rıza Çolpan

Ditın, Serpêhatî,
Karê Mınên Komeleti û Biraninên Mın
Jan û Jiyan

Weşanên Dersim

Weşanên Dersim
Ditın, Serpêhatî,
Karê Mınên Komeleti û Biraninên Mın
Jan û Jiyan
Rıza Çolpan

Weşanên Dersim - 2
Çapa Yekem
Çiriya Paşin 1994

Adres:
Riza Çolpan
33 Villiers Str.
Merrylands 2160
Sydney - Australia

ditin_serpehati_jan_u_jiyan_r_colpan.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues