Kurtiyek ji Mejuwa Kurd û Kurdistan
Mohemed Emîn Zekî Beg
Rewşenbîrî
Nivîstên mêjûwa kevnar hin car û bi taybetî li dawîya hefitê pêş zayînê de li ser welatê Kurdoîn û yanjî heremekê jê dane biaxivtin. Ev berseva hanê -li gora neqşên Sêr Mark Sayks û hin ji kanîyên din de- têde bidan, ku ew di navbera kanîyên Zeyê gewre, Diclê û li jêrî gola Wanê de tête bikevtin'.
Li gora bawerêya Kurozon de ku herema Namrî, ya ku ew li jorî herema Lulu de tête bikevtin, ew di dema Aşûrî de yanjî berî ...
Navrok
Çend gotinên Werger / 6
Pêşgotin / 8
Pêşgotina Daner Ji Bona Wergerandina Erebî / 15
Derîyê Yekem / 16
1. Li Gora Mêjûwê de / 16
2. Li Gora Ciyografîyê de / 23
1. Kurdên îranê / 27
Seijimara Kurdên Iranê / 32
2. Kurdên Turkîyê / 33
3. Kurdên îraqê / 39
4. Kurdên Rusya / 45
5. Kurdên Surî / 46
6. Kurdên Bilucistan, Hindistan û Afxanistan / 47
Derîyê Duwem / 50
Bîr û Bawerîya Von Minoriskî / 52
Bîr û Bawerîya Sêr Sindni Simis / 62
Bîr û Bawerîya Daner / 70
A. Qata Yekem: Miletên Zagrosê / 72
1. Lolo-Lollo yanjî Lolloobom / 72
2. Goti-Guti / 73
3. Kasaites-Kasay-Kosi-Koşo / 77
4. Xalidi-Orarto / 78
5. Subari / 78
B. Qata Duwem (Mad û Pêvgirêdayên wî ve) / 80
1. Medes-Med / 81
2. Nairi-Nayrî / 82
3. Karduchio-Kardoxuy / 83
Derîyê Sêyem / 92
1. Ji Heyamên Kevnar de tanî Heyamê Mîdya / 92
1. Lollo / 93
2. Guti-Goti-Coti / 99
3. Kassites-Kasay / 103
4. Mitan-Mîtanî / 106
5. Khaldi-Xaldi / 108
6. Subari / 109
7. Nairi-Nayri / 110
2. Ji dema Med tanî derkevtina musulmantîyê / 114
8. Medes-Med / 114
3. Kurd ji derkevtina musulmantîyê de tanî vekirinên Turk de / 128
Kurd di Pêla A1 Boyê de / 139
Derîyê Çarem / 143
1. Tanî Pêla Îlxanî De / 143
2. Kurd di Pêla Etabekan de / 149
3. Kurd li Pêla Xuwarzimî û Êlxanî (Megolî) de / 155
Derîyê Pêncem / 164
1. Kurd Tanî Pêla Sefewî / 164
2. Kurd di Pêla Sefewî de û di pêşîya Dewleta Osmanî de / 168
Serhildana Kurê Can Pola / 186
Rûdana keleha Dum Dum / 188
Vegurandina Eşîrên Mukri / 193
Liberrabûna Eşîrên Mukri / 198
Derîyê Şeşem / 202
1. Kurd Tani Pêla Nadir Şah / 202
2. Kurd Tanî Navîna Sedsalê Sêzdehemînî Koçî Ve -Nadirşah- / 208
3. Kurd Li Dawîya Sedsalê Heştdehemîn De û Di Sesdalê Nozdehemîn De / 214
Daxwazên Eb-Dul Rehman Paşayê Baban / 223
Daxwaza Mohemed Paşayê Rewanduzê / 224
Pêrabûna Ismail Paşayê Badinan / 229
Ehmed Paşayê Baban / 231
Tevgera Mîr Bedirxan Beg / 231
Li Duwayî Mîr Bedirxan De / 234
Ize -Dîn Şêrê Botanê / 236
Tevgera Şêx Ubeydul-Lah / 236
Sûd Li Kurd De Wergirtin Û Bikaranîna Wan / 242
Pêwendîyên Kurd Ligel Ermenîyan De / 247
4. Kurd Di Sedsalên Bîstan De / 248
Ibrahim Paşayê Milî / 248
Serhildana Bedlîsê / 250
ŞerêGewre 1332-1336 k.-1914-1918 z / 250
1. Zîyanên Bidagirtina Giştî / 250
2. Zîyanên Şer / 251
3. Zîyanên Ji Hêzên Cengînî Bi Xwe Ve / 252
4. Zîyanên Ji Barkirinê U Vegurandinê / 253
5. Zîyanên Birçîtîyê Û Nexweşîyê / 25>fc
6. Zîyanên Wêrankirinên Cengê / 255
Serpereştîyeke Cîhî li Sulêmanîyê de / 256
Serhildana Ismaîl Axayê Simko / 256
Şûreşa Kurdên Dêrsimê / 257
Peymana Lozanê / 258
Pirsiyarîya Musilê / 259
Alîkarîya Kurd Ji Bona Turka Di Tevgerên Wanî Welatî De / 260
Serhildanên Kurdistanîyî Vê Dawîyê / 261
Derîyê Heftem / 270
1. Reng, Reweşt Û Jîyana Civaka Kurd / 270
2. Ayîn Û Oldarî / 273
Ayîna Zerdeştî / 275
Bîr Û Baweîyên Zerdeştî / 277
5 Kurtîyeke Mêjûwa Kurd û Kurdistanê Bawermendîya Elî Îlahî / 284
Bawermendîya Yezîdî / 288
3. Ziman / 292
Lîsta beramberkirina Kurdî ligel Avesta û Farîsî êstade / 304
Kurmancîya Rojhilatî / 311
Kurmancîya Rojavayî / 311
1. Beşê Îranî / 312
2. Kurmancîya Rojhilatî / 312
3. Kurmancîya Jorî û Rojavayî / 312
Beramberkirin di navbera zaravayê Jorî û Jêrî de / 315
Lor / 317
Beramberikirina Farîsî ligel Lorî de / 318
Beramberkirina Lorî ligel Kurmancîya Jêrî de / 319
Beramberkirina hemû zaravayên Kurdî ligel hevdû û Farisî de / 320
4. Civat, Wêje Û Çapemenîyên Kurdî / 324
1. Civat / 324
2. Wêje / 325
Hin ji Zanistvanên kurd, yên ku bi pirbûn ve bi Kurdî ve dane binivîsandin / 327
3. Kovar û Rojnamên Kurdî / 348
Derîyê Heştem / 352
1. Di Destpêka Musulmanîyê De / 352
2. Di Pêla dewleta Kolemenî-Memalîkî Misrî de di sedsalê heştehemînî koçî de / 357
Pêvekirîn / 365
3. Eşîrên Kurdî li Pêş Şerê Gewre 1914-1918 Zayînê de / 368
1. Kurdên Nîvgerokên Deşt û Çiyayên Jêrî Kurdistanê / 369
2. Eşîrên Rûniştî di nava Çiyan de / 370
3. Eşîrên Nîvgerok û Çiyaneşîn / 371
Herema A / 371
Herema B / 387
Herema C / 391
Herema D / 400
Herema E / 403
HeremaF / 407
PÊŞGOTIN
Ev nivîsta hanê çawan min daye binivîsandin?
Piştî ku gotina Osmanî hate bihilanîn û li cihê wê peyva Turk û Toranî ji xwe re cihê wê date biwergirtin, bi serûştî jî ve mîna hemû Neferên Miletên tir min jî li nava wê civakê de bêtir bi rûmeta xwe ve dane bipêhestkirin û payebûna Milî ez dame bineçarîkirim, ku li hemû kêsekê de vê pêhestbûna xwe bidim bixuyanîkirin.
Lêbelê derbare bi bunyand û mêjûwa Miletê xwe ve hîç min nedida bizanîn; jiber tanî wê demê jî ne di bistanan de remaneke weha bi me ve hatibû bidan û ne jî' di pişt re jî me pêwistîya lêvenerîna mêjûwa Kurdan didate bidîtin; jiber peyva civaka "Osmanî" damarên me tevan tanî radeyekî dabûn bisist û bixavkirin.
Her di navberekê de min ev pirsa han ji xwe dida bikirin!
Miletê Kurd ji çi Netewyekî tête biderkevtin, ci bi ser de hatîye bikevtin?
Belam min netuwanî berseveke baş ji bona vê pirsê bidim bidozan- din. Bi neçarî min ji çend Gewreyên Kurdan date bipirsîn, ji wan jî dudwên wan li Mamostên mêjûwê de bûn.
Yekekî ji wan koka Kurdan bi goyeke pir tevlihev ve bi ser Kurdê Kurê Emroyê Qehtanî de date birdin, yêtir jî em bi Netewê Dêwekî (Casad) ve dane bikirin.
Ez bi rastî ve pir li ber hîç û pûçbûna van herdu bersevan ve hatin bikevtin û min ligel bextê xwe de soz date bibirîn, ku ez bi xwe ve li vê veşartoka hanê dê bidim bigerandin. Wê çaxê jî ez li Istenbolê de bûm û kêseke baş bû.
Dema paş îşê xwe min ji bona van lêvenerandinan date bidanîn û di destpêkirina 1328 koçî de min dest bi serdana nivîstxanên Istanbolê de date bikirin. Kêsa vî karê min kêm bû: jiber hemû salek şeş heft mehan ligel Komisyona Sînor de li derve de xerîk bûm.
Ji vê kêsê min piçekî sûd ji xwe re date biwergirtin û tanî dawîya sala 1330 koçê de çend sed ji nivîstên cuda û kaniyên mêjû pir min dane bixwendin û jibergirtinên zor min ji wan ji xwe re date biwergirtin.
Bext û şans di sala 1330 de bi karmendiyeke mîrî ez bi Ewropa ve datim bigihandin. Li Elemanya û Firensa de zor nivîstokxane û mozeyom min datin biserdanîkirin û zor nivîstên giranbuha çavên min bi wan ve hatin bikevtin û notekî zor ji wan min dane bikomkirin. Derbarê kurdayetî jî sî çil nivîstên başî min ji xwe re dane bikirîn; belam li dawîya vegerandina min de zorî pê nehate biçûyîn, şerê gewre date bidestpêkirin; karmendîyê ev lêvenerînên hanê datin biduwaxistin.
Li duwayî şerê gewre de ez ji bona Istenbolê hatim bicûyîn, ser li nû de min destpêkirina xwendina nivîstên taze û baş date bikirin. Notên xwe min datin birêkxistin û dest bi nivîsandinê date bikirin. Min du sed lapere datin bilikarxistin.
Ewende pêneçû, li sala 1337 k.-l919 z. û li cejna gorîyê de ez tûşî belayeke gewre hatim bikirin; di demekê de ku ez li malê nebûm, gerekê me agir têperbû û xanîyê min jî li wê navê de ew jî hate bisutandin û hîç tiştek ji min re ji nav agir nehate biderçûn. Bi serûştî jî ve xebata pênc şêş salên min jî ji dest çû. Ne jiberwergirtin man û ne jî nivîst man.
Vê bela gewre bi rastî ve ez zor dame bibêhêvîkirin û bi naçarî ve min li karê xwe de waz date bianîn.
Li dawîya vê bedbîniya bi dehan sal de di sala 1929 z. de rojekê li nivîstkxana Civata Wêneran de çavên min bi "Insikilopêdîya Musulmantîyê" ve hate bipêkevtin û min ew ji bona xwendinê ji xwe re bi sipartin ve date biwergirtin.
Min ji xwe re li vê nivîsta bi nerx û taze ve date bitemaşekirin, ya ku ew di sala 1905 de ii bal Encûmeneke Kamas de hatibû bidestpêkirin û hiştajî ew nehatîye bidawîkirin.
Di bergê duwem de lêgerînek bi taybetî ve der barê Kurdan de têde dihate bipeydakirin, ku ew ji bal Rojhilatnasekî û Zanistvanekî zor bi nav û bange ve Fon Minoriskî hatîye binivîsandin.
Bi dilekî pir germ ve min ew bêtir ji du sê carî ji xwe re date bixwendin. Vê xwendina hanê mêldarîya kevin date bitazekirin. Ser li nû de min biryarîya xwe date bidan, ku ez li ser wî bingehî de "Kurtîyeke Mîjûwa Kurd û Kurdistanê" bidim binivîsandin.
Di pêş hemû tiştekî de min ew lêgerandinên ligel Kurd û Kurdi- stanê de pêwendîyên wan dihatin bidîtin, tev de min ew dane biwerge- randin û di pişt re li gora serçavîyên wê de ew nivîstên, yên ku bi wan ve hatibûn binîşandan, min ji bona peydakirina wan date bikarkirin. Hinek ji wan bi destên min ve hatin bikevtin û hêjî bi serdejî min hin nivîstên taze jî ji xwe re datin bipeydakirin.
Hinekan ji Dostên min jî li babetî peydakirina hinek ji nivîstan de zor yarmetîya min dane bikirin. Herwehajî li amojgarî û remanên Zanistvan Sêr Sidnî Simis de Sermiyanê Serpereştîya Şopên Iraqî min ji xwe re zor sûd datin biwergirtin.
Wî ji min re pirtûka xweyî bi pir nerx ve ligel hin ji nivîstên din de ji bona min date birêkirin û herwehajî wî ji bona min gotareke pir baş jî di derbarê Kurdistanê de date binivîsandin.
Êtir li dawîya komkirina van nivîstan de, yên ku navên wan di dawîya vî bergî de hatine binivîsandin, min di destpêka sala 1930 de dest bi kar ve date bikirin.
Nebûna karmendîya minî mîrî ji bona min kêseke baş bû û bi karekî li dûhev de nêzîka salekê xerîkbûm.
Di vê demê de ev bergê yekem, yê ku ew Kurtîyeke Mêjûwa Kurd û Kurdistanê ye, ligel beşekî ji bergê duwem de, yê ku ew Mêjûwa Dewletên Kurda ye, ligel Mêjûwa welatê Sulêmanîyê de û beşekî jî ji nivîsta Peyên Gewreyîn Kurd de min datin binivîsandin.
Hinekan ji Dostan wistin, ku ez van nivîstên hanê bi Erebî ve yanjî bi Turkî ve bidim binivîsandin. Belam bi rastî ev li layî min de bi başî ve nehate bidîtin, ku mêjûwa Kurd û Kurdistanê li layê Kurdekî de û ji tevanjî hêjîbêtir ji bona Kurd ne bi zimanê Kurdî ve bide binivîsandin.
Mele Idrîsê Bedlîsê nivîsta xweyî Heşt Buhuşt bi Farisî ve ji bona Sultan Beyazîd date binivîsandin, ev bi xwe ve zîyana wê nebû; çunge ew mêjûwa Osmanî bû. Belam di bawermendîya min de Şeref Xanê Bedlîsî ne dibû, ku ew Şerefname bi zimanê Farisî ve bide binivîsandin, ya ku ew mêjûwa Kurd bû.
Bi kurtî ve bi vê bawermendîyê min ev nivîsta xwe bi Kurdî ve date binivîsandin. Lêbelê di vê nivîsandina hanê de du tişt min bi bingeh ve dane bidanîn
1. Bigotinên Kurdî wekû dibêjin, weha min ew datin binivîsandin, belam gotinên Erebî û Farsî min ew têk nedan, çunge yekem ew mafeyê min ne bû, duwem renge serî jî min li Xwendewaran bida bitêkdan.
2. min li şûna tipên Kurdî U E, U, t de tpên Erebî Yê, He, Waw datin bidanîn: jiber min nexwest, ku ez tipên din bidim bibêtirkirin. Bi rastî jî ve peyva (L), (R) û (U) jî di zimanê Kurdî de bi çend rengan ve têtin bipeydakirin, lêbelê jî ev jî di cih de bi guhpêdana wan ve ji hev têtin bibicudakirin.
Ez bi hîc corekî nabêjim, ku ev nivîsta hanê mêjûyeke Kurdîyî bê kur û kêmasî tête biderkevtin, belkî bi servajê vê jî ve ez vê dibêjim, ku kêmasîyên wê pirî zorin; ligel vê jî de ev hate biderkevtin, ku encamê lêvenerandina dused û pêncî bergên ji nivîstên Igilîzî, Firensî, Elmanî, Erebî, Turkî û Farisî tête biderkevtin, dîsan jî hêjî bi kêmasî ve tête biderkevtin û ew bi tenha ve ji bona Law û Xwendewarên Kurd bingehekî dide bidurustkirin, ku ew tuwanin bi başî ve bidin biserbixistin.
Ji bona saxkirina mêjûwa Kurdîyî kevnar, ji hemû bêtir jî min date bikarkirin û çar caran ev lêgerandina hanê ser li nû de min ew date binivîsandin; bi pileyekî ve bi yarmetîya şopên taze û bi nerx ve min ew daye bisaxkirin.
Heger ev nivîsta hanê ne birast ve bête biderkevtin û ne bi bê kêmanî ve ev lêgerandina bêtin biderkevtin- wa ezanim- şaşbûna min niye; çunge şop û belgeyên êsta ewende yarmetiya min dane bikirin. Belam umêdîya min heye, ku karên germîyî li dû hevdû de ji yên Encûmenên Şopên kevnar li ayîndeyeke nêzîk de dê vê lêgerandina hanê bêtir bide bironahîkirin.
Li beşê bûyînên mêjûwa Kurd û Kurdistanê jî bûyînên bi hevgi- rêdayî ve û bi rêxistî ve ligel hev de nayêtin bidîtin. Hoyê vê jî ji nebûna lêvenerandineke taybetî der barê Miletê Kurd de bi xwe ve tête biderkevtin.
Şopên Rojhilat û Rojava li ser Kurd û hinekî ji perçên mîjûwa wî de û li ser Peyên Gewreyên wî de bes û bi tenha ve ligel hinekî ji buyînên û kirinên wîna de hatine biderkevtin. U ev lêgerandinên hanê jî waha nayêtin bidîtin, ku yek li dû yên din de têtin biderkevtin, piranîya wan jî bi kêmasî ve têtin biderkevtin û ew ji hevdû bi çiryayî ve têtin biderkevtin. Ji bona nimûne Alkamil li ser Cafer dide biaxivtin, ku ew navekî Gewreyê Kurdin, ku wî du carî Leşkerê Xelîfeyê Ebasî El-Mutesem li şaxên Dasin de dayite bişikenandin, belam der barê bi kok, bunyad û serguzeşta wî ve hîc agehdariyek nedaye bidan.
Ibin Meskuye li nivîsta Serpêhatiyên Netewan de li ser Ehmedê Kurê Zehakê Kurd de dide biqisekirin, ku ew di nava Leşkerê Misrî de di bin Rêberîya Ibin El-Semasime de bû. Di wê dema ku Leşkerê Misrî beramber bi Rom ve li Surî de hate bişikenadin, Ev Qehremanê Suwarê hanê bi tenha xwe ve Leşkerê Romê date bitiraşkirin û xwe bi Serdarê Romê ve date bigihaştin û wî ew date bikuştin. Weha ew bi sebeba biserketina Leşkerê Misrê bû (sala 381 koçê). Lêbelê der barê bi kok û dawîya jîna vî
Qehremanî ve hîc agehdariyekê nade bidan.
Bi kurtî li kanîyên Erebî û Rojhilatî de der barê bi mêjûwa Kurd de agehdarîyên rêk û pêk nayêtin bidîtin, yaxud bi min ve hêjî ew nehatine bidozandin.
Bi dûr niye, ku heger bi dûhevdûbûn ve li ser mêjûwa Kurd de lêvenerandin bêtin bikirin, dê ev kêmasîyên hanê jî piranîya wan bêtin bihelgirtin û ev bi xwe jî ve bi kar û karmendîya Lawên îro û sibehê ve têtin biderkevtin.
Di vî warê hanê de ez zor tikayan li we dikim, ku weku hinekan ji Nivîsvanên Kurdên donê û îro di nivîsandina mêjû de xwe bi hest û xewnan ve nedin bigirêdan û jiber xwe ve hîç şaşbûnan nebestin û bûyînên Mêjûyî weku hatine bikirin, weha bidin binivîsandin û wan mîna belgeyekî pêrûniştî bi nişan ve bidin biderxistin. Heger ew wisa nedin bikirin, dê karên wan bi xurayî ve bête biçûyîn û nivîsînên wan hêjabûneke zanistî ji xwe re nadin bidîtin. Ji aliyekî din jî xwe û herwerjî Miletê xwe jî didin bişermezarîkirin.
Ez li gora livenerandin û bidûketinên xwe ve bi tewawî ve têde hatim bigehaştin, ku Miletê Kurd û mêjûwa wî jî hîç pêwistî bi van tiştan ve nayête bikirin, Serbilindîyên Mêjûyî zorin, divê ji bona wan li wan de bêtin bigerandin û bidozandin. Evayajî bi xwe jî ve bi erkê Pêgihiştvanên Kurdan ve bi xwe ve tête biderkevtin.
Ji bona pirozbayê kara çapa pêşîyî kurdîyî vî bergê hanê ez ji bona Yaneyî Serkewtin bi diyarî ve didim bikirin. Heger ev Civata Zanistîyî Kurdî kêm bext hinekî ji vê kara karê hanê bête bidestkevtin, ezê zor bextiyar bim.
Heger ku Xwedê gote erê, li dawîya vî bergê duwem û mêjûwa welatê Sulêmanîyê û Nivîsta Peyên Gewreyên Kurd de yek li dû yan din de dê li çapê de bêtin bidan. Ev jî ji bona hoyên dilgermbûna xamê di nava destên Pêgihiştvanên kurdan de bi xwe ve tête bikirin.
15. avdara sala 1931 de
Mohemed Emîn Zekî
Wezîrê pêşîyî serdarîya îraqê
Derîyê Yekem
Kurdistan, Cigeh û Serjimara Kurd
Bi ku ve hatîye bigotin?
1. Li Gora Mêjûwê de
Nivîstên mêjûwa kevnar hin car û bi taybetî li dawîya hefitê pêş zayînê de li ser welatê Kurdoîn û yanjî heremekê jê dane biaxivtin. Ev berseva hanê -li gora neqşên Sêr Mark Sayks û hin ji kanîyên din de- têde bidan, ku ew di navbera kanîyên Zeyê gewre, Diclê û li jêrî gola Wanê de tête bikevtin'.
Li gora bawerêya Kurozon de ku herema Namrî, ya ku ew li jorî herema Lulu de tête bikevtin, ew di dema Aşûrî de yanjî berî wan jî herema Kurdistanê bû yaxud bi kêmanî jî beşek jê bû* 2.
Sin Martin di bîrxistina xweyî mêjûyî û ciyografî de dide bigotin, welatê Kurdoîn di kevnar de bi navê Kurd Çîx hatibû binasîn3, ku ev jî gotineke bi Ermenî ve tête biderkevtin, têgihiştina wê jî bi xwe jî ve bi Eremenîya Kurdî ve tête biderkevtin.
1 nivîsta Şopa Xulefayên Dawî
2 îran, bergê 2, R. 1
3 Kurd Çîko bi zimanê Şerkesî yanî welatê Kurd. (Mohemed Ewnî-M. E.).
...
Mohemed Emîn Zekî Beg
Kurtiyek ji Mejuwa Kurd û Kurdistan
Rewşenbîrî
Rewşenbîrî
Rêza Barzanî ji Nivîstên Kurdî 4
Kurtîyek ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan
Ji Destpêkirina Mêjûwê Tanî vê Rojê
Mohemed Emîn Zekî Beg
Werger Dr. M.S. Cuma
Naunîşan: Kurtîyeke Mêjûwa Kurd û Kurdistanê
Ji Destpêkirina Mêjûwê Tanî vê Rojê
Nivîskar: Mohemed Emîn Zekî Beg
Werger Dr. M.S. Cuma
Çapa yekem: Kurdî - Kurdmancî - 1999
Çapxana: Rewşenbirî - Hewlêr - Kurdistan
Dane: 1000
Leyawt: Govend M.H. - Berig: Serdem
Mafeyê Çapkirinê parastiye - 1999
Jimara spardinê (98) li sala 1999