La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurd: Rûnkirin û Dîtin Kurd Nevîyên Mîdîyani


Éditeur : Rewşenbirî Date & Lieu : 1999, Hewlêr
Préface : Pages : 102
Traduction : M. S. CumaISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x2154 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Min. Kur N° 4505Thème : Général

Kurd: Rûnkirin û Dîtin Kurd Nevîyên Mîdîyani

Kurd: Rûnkirin û Dîtin Kurd Nevîyên Mîdîyani

V. F. Mînoriskî

Rewşenbîrî

Da ku em Ciyografîya wî perçeyê ji Asyayê bidin binîşankirin, yê ku emê dê li ser wî de bidin biaxivtin, divê li ser me dû tiştên naskirî Çîyayê Araratê û Dilava Iskenderonê bidin bibîrxistin.
Di vî Perçeyê Jêrî de ji Araratê û li ser dûrbûna du hezar Fersex de rêzên Çiyayî têtin bidirêjkirin û ew ligel hev de bi rengekî rast ve ji Jor ber bi Jêr de hevdû didin bigirtin, di pişt re jî ew çend rêzên Çiyayî din jî didin bipêkanîn ku ew xwe ber bi jêrî Rojhilatê ve tanî Dilava Farîsî didin bipêçandin.
Weha perçê yekem ji van rêzên hanê bi navê "Rêzên Sînorê Turkî-Farisî" ve têtin binavkirin. Ew heremê ji bona du komên Çiyayî, Gola Wanê û Ormiyê didin bidabeşkirin. Perçê duwem jê xwe tanî sînorên Turkî û Welatê Faris dide bikişandin. Ev Çiyayên ...


Navrok

Pêşgotina Kurmancî / 1
DerîyêPêşî / 9
Li Rusya de / 12
Li Farisde / 13
Li Turkîyê de / 14
Derîyê Duwem / 17
Derîyê Siyem / 31
Derîyê Çarem / 35
Derîyê Pêncem / 46
Derîyê Şeşem / 58
Derîyê Heftem / 73
Derîyê Heştem / 83
Pêşgotina Dr. Kemal Mezher ya Erebî / 87
Kurd Nevîyên Mîdya / 89
Kar û barên Daner di warê Xwendekarîyên Kurdî de / 98


PÊŞGOTINA KURMANCÎ

Xwendevanên hêja! Vaye ez ji bona nava destên we vê Nivîsta Minoriskî Beşê yekem: Kurd, Rûnkirin û Dîtin û Beşê duwem: Kurd Nevîyên Mîdîyan1 bi dilxweşî û bextiyarî ve didim bidanîn.


Beşê yekem ew ji bal Dr. Maruf Xeznedar û Beşê duwem ew ji bal Dr. Kemal Mezher ji Rusî ji bona Zimanê Erebî hatîye biwergerandin. Min ev wergerandina Kurdî li ser wergerandina Erebî daye bikirin.
Ez di xwazim li vê derê de bi dil û can ve sipasî van herdu Mirovan li ser vê kirina karê hanêyî bi nerx û pir giranbuha ve bidim bikirin.
Herwehajî vê carê jî nala hercar jî bi neçarî ve ez ji Xwendevan û Rexnevanan hêvîya lêbuhurandinê li ser hemû kur û kêmanîyên vê wergerandina hanê de ji bona zimanê me didim bidaxwazkirin.


Min ev Wergerandina hanê ji bona Zimanê meyî Dê date biwergerandin, da ku Zimanê meyî xweş û perest pê bête bipêşvexistin û Gelê Kurd li ser rûpelên mêjûwa xwe de bêtir pê bête biagehdarîkirin û bişiyarkirin.


Gava ku Merov vê Nivîsta hanê bi herdu beşên wê ve ji xwe re dide bixwendin, weha rûpelekî tarîyî veşartî bi Sedan sal ve li ser gundwa kurdîyî poşandî de jiber çavên Merov tête dutakirin û bitarûmarkirin; jiber ku ev karê hanê ji bal yekekî ji gewretirîn û kamastirîn Rojhilatnasên gundvanên vê Serdema me hatîye bitomarkirin. Wî nebes tenê rûpelên poşandî li ser gundwa me de dayite bihilanîn, lêbelêjî bersivên pir bi nerx, hêja ve û bêjimar hêjîbêtir li ser bingehê zanistîyê de li ser pir pirsên bê bersiv de di mêjûwa me de û herwehajî di vê deme me jî de dayite bidan.
Ev karê hanêyî biçûk bi saya Minoriskî ve kêreke xweyî pir zanistîyî mezin di dû xwe de dayite bihiştin. Ev li ser tevaya me Kurdan dide bipêwistkirin, ku em pir bi hûrî, wirdî û kûrî ve vî karê hanê ji xwe re bidin bixwendin û biliberketin; jiber jê em dikarin pir di mêjûwa xwe de û hêjîbêtir di xebata xwe de ji bona Serxwebûna xwe bêtin biliberketin.

Xebata me ji bona Rizgarkirina Welatê me û Azadîkirina Miletê me nayête biserketin, ger ku em bi başî û bi rêk û pêkî ve li ber tevaya mêjûwa xwe de neyêtin bikevtin. Miletekî bê mêjû mîna Menalekî bê serpêhatî tête bidîtin.

Biserketina xebata me li ser me dide bineçarkirin, ku em şev û rojê divê di tevaya gundwa xwe de û herwehajî di tevaya mêjûwa dorhêla xwe de bêtin biliberkevtin. Divê em xwe bi xwe bidin binaskirin, ger ku em jî ji xwe re bixwazin, ku belê em jî nala Miletekî Azad di nava kurdistana xwe de bi serbestî, serfirazî, bi xweşî û bextiyarî ve bêtin bijiyandin.

Tevaya Bedbextîya me, perçekirina Kurdistana me, talankirina dewlemendîya Welatê me û bi serdejî hêjîbêtir kole û bendekirina Miletê me bi carekê ve di Nezanîya me de tête bidîtin. Ev rastîya tirş û tal li ser Zanevanên Kurd de dide bipêwist û bineçarkirin, ku ew şev û rojê ji bona pêşvexistina Zimanê me û şiyarkirina Miletê me bidin bikeftileft û bixebatkirin.

Çarekirina Pirsiyarîya Kurd di Rojhilata Navîn de li ser beijewendîya Gelê Kurdistanê de bi darê ço ve dê bête biçarekirin.
Perçekirina Welatê me, talankirin, raw û rûtkirina Dewlemendîya Kurdistana me û hêjî bi serdejî ve kole û bendekirina Miletê me ji bal Borcuwazîya Turkî, Farisî û ya Erebî jî de gewretirîn metirsîyê ne bes tenê ew li ser beijewendîya Gelê Kurdistanê de dide bipeydakirin, herwehajî pêrejî û ligeljî ew berjewendîya Miletê Turk, yên Îranî û yê Erebî jî bi ber tirsê ve dide bixistin.

Miletekî Azad Miletekî din jêrdestê xwe nade bikirin. Azadîya Miletê Kurd û pêşvexistina.wî bi Azadî û pêşvexistina van Miletên hanê ve tête bigirêdan û herwehajî pêrejî Azadî û pêşvexistina van Miletên hanê jî ew bi xwe jî ve bi Azadî û pêşvexistina me Kurdan ve jî bi xwe jî ve tête vegirêdan. Weha tevaya gundwa me û rastîya jînê bi xwe jî ve bi diyarî vê rastîya hanê jî bi hemû tirş û talbûnên xwe ve jî ji me tevan re dide biderxistin.

Tevî hemû dirbûn û hovîtîya Serdarîkirina Turkî, Farisî û Erebî jî Dostanîya van Miletan ji me re û ya me jî ji wan re tevaya dilsozî û zanebûna me û ya wan jî ji bona Welat û Miletên me û bextiyarî û xweşîya me tevan dide biderxistin. Li ser me kurdan divê ku em şev û rojê Miletê xwe li ser vê Dostanîya hanê de bidin biperwerdekirin; jiber bes û bi tenha ve em ji Miletê xwe didin hezkirin û em ji dil û can dixwazin, ku Miletê me jî nala hemû van Miletên din li vê Cîhana me jî de bi xweşî û bextiyarî ve di nava Kurdistana xwe de bête bijîyandin. Li ser vê jî de divê ku em her û her Miletê xwe li ser rêya azadîyê û serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe de, li ser vê dilsozîyê de bidin biliberxistin û bişiyarkirin.

Di dabeşkirina kurdistana me de di nava Serdarîkirina Turkan, Ereb û Farisan de tevaya bedbextîya me û herwehajî ligeljî bedbextîya Miletên Îranî, Turkî û Erebî jî tête bidîtin. Ev bi xwe jî ve li ser me de dide bineçarîkirin, ku em şev û rojê vê rastîya hanê jî ji bona Miletên Îranî, Turkî û Erebî jî bidin bidiyarkirin. Bi vî rengê hanê ve û xebat li ser vê rêya hanê de dê gorîyên gihandina ermanca me di Serxwebûna Kurdistanê de û di pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe de bêtin bikêmkirin û dema gihandina wê dê bête bikurtkirin.

Xebata Miletê Kurd di vê pêla me de, belê di piştî avêtina Çekên Kimyawî û Biyolocî de ji bona nava Kurdistana îraqê bi qonaxeke nuhî xwe ve li seranserî kurdistanê de hatîye vegihaştin.

Di vê qonaxa nuhî hanê de bi neçarî ve şêweyê Şerê Kurd bi hezaran sal ve duçarî veguhertina xwe tête bikirin û pêrejî bi neçarî ve şêweyê sitratîcîya kurdîyî siyasî jî û şêweyî rêxistina wîyî siyasî jî duçarî veguhertinê tête bikirin. Ev jî tevî jî bi hemû tirşbûn û talbûnên jînêyî nehajî ve li nava Kurdistana me jî de, Xebata Miletê Kurd li seranserî Kurdistanê de ji bona Serxwebûnê û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe dide biyekkirin û pêrejî bi serdejî ve ew bingehê vê xebatê û bi serketina wêna ve ji Kurdistana Turkî dide hîmkirin û bidestpêkirin.

Weha bi vî rengê hanê ve Hîmkirin û Bingehkirina biserketina Xebata me li Kurdistana Turkî de û ji Kurdistana Turkî tevaya rastîya jînê ji me re vê dide bipêwistkirin, ku em ji her kat bêtir ala dostanîyê di nava Miletê Kurd de li seranserî Kurdistanê de û Miletê Turk de bi dilsozî û hêjîbêtir bi zanebûn ve divê bidin biberz û bibalakirin.

Ev rastîya hanê kêseke mêjûyîyî mezin li ser ronahîya pêşketina dema me de û hêzên kêrkirî di Rojhilata me de û herwehajî di vê Cîhana me de ji me Kurdan re dide biderxistin. Ev jî tev jî bicarekê li ser têgihiştin, zanebûn û dilzozîya me de ji bona Welat û Miletê me tête bidîtin.
Xebata Miletê Kurd bi avêtina Çekên kîmyawî ve ji bal Faşîya Ereb ve ji bona nava Kurdistana me nayête bidawîkirin, Da ku ew Dewlemendîya Welatê me (bêtir ji 90 melyon ton Neft her sal) ji xwe re bide biraw, birût û bitalankirin û bi serdejî ve Miletê me ji xwe re di Sedsalên Bîstan jî de careke din jî mîna berê ji xwe re jî bide bikole û bibendekirin. Ev avêtina Çekên Kîmyawî ji bona nava kurdistana me bi malandina Xakê kurdistanê ve ji gemara Tapanên Gurîyên, Kotîyên û Faşîyên Ereb û bi Serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe ve ji tevaya Dunyayê re dide bimujdekirin.

Geijî bi avêjî ma be, dê Zarok û Pîrekên Helebçe tevaya talankrina Kurdistana me û wergirtina tola xwe ji Faşîyên, Pêxwasên, Qertelên Bexdadê bidin bisitandin.

Xebata Miletê kurd bi darê ço ve û bi hinera pêşveçûna Qanên Jînê ve dê bi Serxwebûnê û Pêkanîna Dewleteke Milîyî Yekirtîyî Serbixwe ve di Rojhilata Navîn de bête bitac û bixelatkirin.

Aramî, Aşîtî, pêşveketin û geşbûna Abûrî û Civakî û xweşbûn û bextiyarîya jînê di Rojhilata Navîn de nayête bidîtin, tanî ku Kurdistan neyête biyekkirin û Dewleta Milîyî Serbixwe di nava wê de neyête bidamezirandin.

Evaya bi xwe jî ve ji bona hemû Miletan Mafeyê Serûştî bi xwe ye. Ew nayête bidan, lêbelê dara Azadîyê her û her bi xwînê ve tête biavdan. Hîç gûman têde niye, ku dê Netewê Kurdî perçekirî hêjî vê dara perest jî di nava Kurdistana xwe de her û her jî bi xwîna baştirîn Keç û Lawên xwe ve bide biavdanîkirîn; jiber ku em jî bes û bi tenha ve nala Mirovan Serbest û Azad di nava Kurdistana xwe de dixwazin bijîn. Em naxwazin Bende û Kole di nava Welatê xwe de di vê jîna hanê de li vê dunya hanê jî de li jêrdestîya Dir û Hovan de bêtin bijîyandin.

Xwendevanên Hêja!
vaye min di nava van salên çûyî de li gora karîn û zanebûna xwe têgihiştina xwe de ji bona Zimanê me çend ji Nivîstan ji bona Zimanê meyî şêrîn û xweş ji Zimanên Bêgane dane biwergerandin; Jiber ku Kilîta Pêşveketina Xebata me û Şiyarbûna Miletê me di Serxwebûn û Pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe de di pêşveketina Zimanê me de tête bidîtin.

Zimanê me em ji windakirinê û nemanê dane parastin. Hebûna me, na hêjîbêtir tevaya Mirovanîya me bi xwe jî ve ew di pêşveketina Zimanê me de tête bidîtin; jiber vê jî her û her pê Keleşên, Talankerên, Dagîrkerên kurdistana me di pêşîya pêşî de bi hemû nobûnê ve şerê Zimanê me didin bikirin û nemana wî bi hemû konetî, kosetî, dirbûn û hovîtî ve didin bidaxwazkirin.

Ez zaro bûm, menal bûm, li nava gundê xweyî razayî li paşvemayî de bûm, di pêşîya pêşî de di jîna xwe de ez duçarî neçarî pirsiyarîya Zimanê xwe bûm.

Dêya min ez bi tûrê hevirmêşî ve ligel nan, mewîjan, xame, defter û cizû de û ligel tepikekî ji rêxê de ji bona sobê ez ji bona Hucrê dame birêkirin, da ku ez Yasîn û Quranê ji xwe re bidim bixwendin.

Gava Feqe Hesen dest bi xwendina me date bikirin, ew ligel me bi zimanekî din de dihate biaxivtin, em pê li ber nedihatin bikevtin. Min jê bi hemû zarotiya xwe ve date bipirskirin: Feqe çima tu me bi Zimanê me nade biferkirin?

Wî di bin çavan re li min de date bitemaşekirin û ji me re date bigotin: Evaya Zimanê şêrînî Quranê ye, yê Erebî ye, yê ku Xwedanê Mezin pê Quran li ser Pêxember de dayite bidaxistin û ew ligel wî bi vî Zimanê perestî hanê ve hatîye bipeyivandin. Zimanê me çewt û xware.
Careke din min jê date bipirskirin: Çima zimanê me çewt û xwar tête bidîtin? Ew li ber dilê me de bi me ve pir xweş û şêrîn tête bidîtin. Çima Xwedanê me bi Zimanê me ve ligel me jî de nayête biaxivtin, ger ku ew jî bi xwe jî ve bi rastî jî ve bi Xwedanê me jî ve bête bidîtin?
Feqê di bin çavan re awirên xweyî tûj li min de didatin vedan û şiva xweyî xêzeranîyî ter ii ser serê min de dida bihejandin, bivîzandin, bilivandin û bitewandin.

Lêbelê jî ji tirsa Dêya min jî wî newêrî bû, ew wê jî ji xwe re jî li gora dilê xwe jî de li ser serê min jî de bîne xwar. Minjî û wî jî ev dizanîbû.
Feqe Hesen danê êvarê hate mala me û tevaya çîroka min û xwe ji Dêya min re date bita û biderzîvekirin.
Dêya min ji min re li ber Feqe Hesen de ji min pirsî: ma gelo bi rastî ve te ev peyvên hanê dane bigotin?
Min rep û rast careke din jî jê re jî ji nû ve jî tevde date vegerandin.

Pepûk! pepûkî bi Dêya min ve hate bikevtin! Wê got: Feqe Lawo! Lawê min Xwedênênas hate biderketin.
Ew careke din jî ji nû ve ji bona ser Ola Bav û Kalên xweyî Yezîdî hatîye vegerandin.
Ji wê rojê û pêve navê minî Navmalîyî Liva ji bona Xwedênenas hate veguhertin.

Weha bi rastî ve Dêya min malika pêşîyî zayînêyê Xwedênenasîyê di nava nîvê mejêyê min de date bihîmkirin û bihilanîn.
Weha bi vî rengî ve tevaya zarotîya min ji min re bi hezkirin û perestkirina Zimanê me ve pê hate bipoşandin.
Weha ez zû bi saya Alfebaya Osman Sebrî ve di salên pêncî de bi dizî ve li pesarên bajarê Qamişlê de, li binarê kavilên bedena Nisêbînê de, Paytextê kevnarî Mîtanî de, hînî xwendin û nivîsandina Zimanê me bûm.

Wehajî bi lez û bi bez jî ve bi dizî jî ve ji bona Zarok, Peye û Pîrekên gundê meyî pirî li paşvemayî jî de bi Mamostê gund ve ez hatim veguhertin. Min ew li gora zanebûna xwe de fêrî Zimanê meyî xweş, şêrîn û perest didan bikirin.
Di pişt re jî ji sala 1956 tanî sala 1959 de li bajarê Şamê de li Taxa Kurmancan de li ser Destên Osman Sebrî de em çend Xortên Kurd în bi în ve bi Zimanê Kurdî ve dihatin bifêrkirin.

Osman Sebrî bi hemû dilsozîya xwe ve em fêrî vî Zimanê xweş û şêrîn didan bikirin û hêjîbêtir wî em di warên siyaset û jînê de li ser tevaya pirsiyarîya Kurd, mêjûwa wî û xebata wî de didan biperwerdekirin.

Herwehajî hêjî bi serdejî wî bi hemû sadebûn ve tevaya serpêhatîya jîna xwe ji me re dida bigotin. Me tevan ji Mamostê xwe re Apo dida bigotin.
Weha ez dixwazim wergerandina vê Nivîsta hanêyî Kurdî ji bona vî Mamostê xweyî berz bidim bipêşkeşkirin.

Belkî dilê Apo hinekî, piçekî pê bidim bihênikkirin, herwehajî belkî jî ew bi Şagirtê xwe ve hinekî pê bête biserbilindkirin2.

Dr. M. S. Cuma
Berlin, di çirya pêşî de sala 1989 de

1 'Xwendevanên hêja!
Di 15. 8. sala 1998 de li bajarê Berlin de di cîvina bîranîna zayînî Partîya Demokratî Kurdistan de di 16. 8. 1946 de çavên min bi Dr. Maruf Xeznedar ve di vê civînê de Cavên pêhate bikevtin. Em li ser hin nivîstên Minoriskî de hatin biaxivtin û wî ji min re date bigotin, ku nivîsta Kurd Nevîyên Midya ne ji bal Minoriskî de lêbelê ew ji bal Tewfiq Wehbî hatîye binivîsandin. Jibervêjî ve min jê date bixwestin ku ew bîr û bawerîya xwe di vî warê hanê de ji min bide binivîsandin, berî ku ew ji bona Kurdistanê bête bivegerandin. Herwehajî min jê date bixwestin, ku ew wê bîr û bawerîya hanê bi tîpên latînî ji min re bide binivîsandin, da ku ez wan di rûnkirinekê de li ser Nivîsta Kurd Nevîyên Midya de ji bona Xwendevanan bidim binivîsandin. Wi ew name ji min re date binivîsandin û ez jî wê niha li vêderê de ji bona Xwendevanên didim binivîsandin, beyî ku ez hîç bawerîyekî li ser de bidim biderxistin. Ez pir sipasî Dr. Maruf Xezndar li ser vê rûnkirina hanê de didim bipêşkeşkirin. Evaya bi navrona vê nameya hanê ve tête biderkevtin:

„Bo berêz Mamosta Mohamed Salih Cuma:

Em katetan baş

Ewey min agedarim li babet ew basey li ser Medyekan nûsrawe, goya Menoriski nûsîwyetî û be nawî wîş bilawkirawtewe ewey layê xuwareweye:
Le duwayi mirdini Mînoriskî le Lenden le sali 1966, erşîvî taybetîyî xoy le sali 1967 le Lendenewe gostraye bo şari Liningirad (Santpeterburg) we le Institutê Rohilatnasi Ekadimiyetî Zanistî parêzra. Le Erşivekeda baseki mêjuyî li ser Madekan hebûwe be ingilîzî nûsrabûwew, le katî xo de Tewfîq Wehbî em base nûsîbûwe û bo Mînoriskî nardibû bîr û rayî xo li ser bida. Wabû Mînoriskî mird, baseke li naw erşîvî ew mayewe û li ber ewey nawî Tewfiq Wehbî û hîc kesekitir li ser nebû we, êtir we hîsabkirawe ke Mîriskî nûsîtewe.

Le helkewtik de korê zanyarîyi Kur le Begda em base dest kewt we goryanewe bi ser zimanê Erebî we bilawyankirdutew. Le deway belawkirdinewe mustefa Nerîman witareki le rojnemey „Hawkari“ Begdad de belawkirdewe û em rastîye pêşya da, ke baseke hê Tewfîq Wehbîye û hê Mînoriskî niye, le witareke de Mustefa Nerîman ewey pêşan dawe ke le katêk de le Lenden bowe û em rastîye le Tewfiq Wehbî xoyî bihistuwe.
Min bo ewye em rastî derxist çunke mêjû wedibê rastî bê“

Dr. Marûf Xezendar
Navnivîsandina wîna
Berlin, 31.8. 1998

2 EV kar hanê bi yarmetî û alîkarîya Fewzî Esed, Dr. Fewzî Resul, Mizgîn, M. A. Delawî û Dr. Ciwan Cuma hatîye bikirîn. Ez dixwazim, ji dil û can li ser vê yarmetî û alîkarîya wan de sipasîya xwe ji bona wan bidim bipêşkeşkirin.

Derîyê Pêşî3

Da ku em Ciyografîya wî perçeyê ji Asyayê bidin binîşankirin, yê ku emê dê li ser wî de bidin biaxivtin, divê li ser me dû tiştên naskirî Çîyayê Araratê û Dilava Iskenderonê bidin bibîrxistin.
Di vî Perçeyê Jêrî de ji Araratê û li ser dûrbûna du hezar Fersex de rêzên Çiyayî têtin bidirêjkirin û ew ligel hev de bi rengekî rast ve ji Jor ber bi Jêr de hevdû didin bigirtin, di pişt re jî ew çend rêzên Çiyayî din jî didin bipêkanîn ku ew xwe ber bi jêrî Rojhilatê ve tanî Dilava Farîsî didin bipêçandin.
Weha perçê yekem ji van rêzên hanê bi navê "Rêzên Sînorê Turkî-Farisî" ve têtin binavkirin. Ew heremê ji bona du komên Çiyayî, Gola Wanê û Ormiyê didin bidabeşkirin. Perçê duwem jê xwe tanî sînorên Turkî û Welatê Faris dide bikişandin. Ev Çiyayên berz û bala û pesarên wan. yên ku ew di navbera rêzên Çiyayên Iranî de û di Welatê Navbera herdu Çeman de têtin bikevtin, bi têgihiştina Kevnar ve bi Zagrosê têtin binavkirin. (Ez gûmandikim, ku Peyva Zagrosê ji kokeke Yunanî tête biderkevtin, ew bi xwe ve li nik Miletên Rojhilat de nayête binaskirin).

Weha Çiyayê Agrî Daxê xwe ji Araratê ber bi Jêr ve dide bikişandin. Ew xwe li piş Qafqasya de ji rêzên Çiyayên Ermenî dide bicudakirin û di pişt re jî ew xwe careke din tev Ii wan de dide bikirin.

3 Daner kurtkirina vê gotara hanê di civîna "Civata Rojhilatnasên Rusî de" di gulana sala 1915 de date bixwendin.


V. F. Mînoriskî

Kurd: Rûnkirin û Dîtin Kurd Nevîyên Mîdîyan

Rewşenbîrî

Weşanên Rewşenbîrî
Rêza Barzanî ji Nivîstên Kurdî 7
Kurd: Rûnkirin û Dîtin Kurd Nevîyên Mîdîyan
V. F. Mînoriskî
Werger Dr. M.S. Cuma

Berlin
17. 6. 1999

Naunîşan: Kurd
Nivîskar: V. F. Mînoriskî
Werger: Dr. M.S. Cuma

Çapa yekem: Kurdî - Kurdmancî -1999
Çapxana: Rewşenbirî - Hewlêr - Kurdistan
Dane :    1000
Leyawt: Govend M.H. - Berig: Serdem
Mafeyê Çapkirinê parastîye – 1999

Jimara spardinê (106) li sala 1999
Çap: Çapxana Rewşenbîrî – Hewlêr - Kurdistan

Mafeyê Çapkirinê parastîye -1999
Jimara spardinê (106) li sala 1999
Çap: Çapxana Rewşenbirî - Hewlêr - Kurdistan



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues