Balûlka Şekirê
Hesen Silêvaneyî
Apec
Hesen Silêvaneyî li sala 1957 li başûrê Kurdistanê , li gundê Tirkija, nêzîkî Zaxoyê ji dayik bûye. Li destpêka sala 1980 dest bi nivîsîna kurdî kiriye:
-Helbest û kurteçîrokan dinvîsit.
-Li 1993 Dîwana xwe "Hozanên Sava" bi tîpen latinî çapkiriye.
-Li sala 1987 kurte romanek nivîsiye bi navê "Gulistan û Şev" lê ne çap kiriye.
-Ew di warê wergerê da şehreza ye. Komek çîrok û helbestên kurdî wergerandine zimanê erebî û li rojname û kovaran belav kirine.
-Ew li Duhokê sekretêrê Yêketiya Nivîskarên Kurd e.
-Endamê desteka nivîsîna kovara "Peyv"e.
-Niviskarê kovara "Metîn" e.
Naverok
1. Balûlka şekirê / 7
2. Sibe bihar dê gimijit / 15
3. Mirina Serfiraz / 21
4. Seatek li cem nojdarê şadiyê / 30
5. Zerî / 43
6. Şeva baranê / 49
7. Şehyana çûçkan / 54
8. Zarokê befrê / 58
9. Heyhat / 62
10. Seredan / 66
11. Mesîn / 70
12. Wexer / 74
13. Ew û dil / 78
14. Eve kî ye / 82
Têbînî
Ew pirtûk bi riya kek Xalid gehişte destê me. Dema me dît, ku nivîskar ji başûrê welêt e û xwes- tina wî heye ku bi latînî pirtûka xwe çap bike, em pê kêfxwaş bûn. Piştî ku me pirtûk di çav re der- bas kir, me dit çewtiyên rênivîsê gelek bûn...
Ji ber hendê çapkirina wê dereng ma. Rastkirina rêzimanê wê me li gor rêzimanê Mîr Celadet Be- dirxan nivîsî û ferhengokek biçûk jî, di dawiya pirtûkê de berhevkir. Ji bo vî karî, em spasiya Beşîr Botanî û Amed Tîgrîs dikin.
Em hêvidar in ku birayên me h başûr û rojhilata welêt jî, weke me bi latînî binvîsin. Ew jî da ku em ji hevdu têbigehin.
Digelsilavên germ!
Weşanên Apec
Balûlka Şekirê
Bêhnek xweş ma bê deng û diqulaç û dîwarên şkefta tarî û bêhinteng fukrî. Heta tirs û tariyê, xwe kirine yek û qesta wê kirin û rahêlanê. Yekser "Helûka" çar salî xwe avêt di danga dayka xwe û serê xwe yê qijavij û berdayî ' hişk bi singê wê vena:
-E...Ez birsî me o da ... min balûlka şekirê divêt.
Babê wê bi rex ve lê heytand:
-Dê hiş be kiçê, ma nûke demê hindê ye? Helûyê berda giryê û destên xwe bi çavên xwe venan û serê xwe ji sîngê dayka xwe vekir û bi hîvî berê xwe dayê...bi rondikan digote;
"Ez birsî me o da"
Bê agir cerg û hinavên dayka wê li ber rondikên birsê û jariya zaroya wê ya nazdar dihatin sotin.
-Helûkê, daygoriyê, bes bigrî û dilê min ne sojîne. Eve ez dê biçim bo te balûlkeka şekirê çêkim û bînim, û çi diqewimit bila biqewimit. Mêrê wê kîskê tûtinê ji ber şûtka xwe raîna derê û ma di pê xwe yê rast yê seqet fukrî. Sê sal di wê gavê da kuştin:
-Ûsif heme kutanke û nehêle kes nîzîk bit çetir e. Ne şola te ye... Xwe jê dûr bike... Bela ye.
-Ez dizanim bela ye û ne yariyek e. Lê bêhna min qet nahêt demê ez vê gula nepeqî hosa çiklandî li ber derê malê dibînim... Ez dê li her...
-Ûsif... Ûsif
-Haha... Alya.. te çi ye?
-Çavê te li kiçkê bit ev e ez ê biçim!
Dizanî ji axavtina wî bê wuc e, kes wek wî serreqiy wê nas nakit, lê di ser hindê ra gotê:
-Dîna Xudê neçe... Neçe... Ma te haj qîre qîra firokên segbaban nîn e.. nê li vêrê guhên me kerr kirin.
-Ma tu min nas nakî Ûsif? Axavtinên xwe di avê da neberde.
-Ma tu li mirina..." eûzu bîllah"... Pîrejineka serspî û alek qurmiçî nêzîkî wê gotê:
-Rûne xwarê û neçe, kiça te her ji birsa namirit. Ewî ...
Hesen Silêvaneyî
Balûlka Şekirê
Apec
Weşanên Apecê
Kurteçîrok
Balûlka Şekirê
Hesen Silêvaneyî
Kurteçîrok
Balûlka Şekirê
Hesen Silêvaneyî
Weşan no: 66
ISBN: 91-87730-66-9
Apec
Utgivare: Apec-Tryck & Förlag
Box 3318,163 03 Spênga/Sweden
Tel: 08-761 81 18 • Fax: 08-761 24 90
ISBN: 91-87730-66-9