Hevîrtirş: Makale û Portre
Salihê Kevirbirî
Do
Dengbêj Feyzoyê Riza, biraziyê dengbêjên ‘eyan’ Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Wekî piraniya şêniyên li Ermenistanê, ew jî kurdekî me yê êzîdî ye. Dema ku ligel çend nas û dostên xwe û ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo, emê ji Êrîvanê biçûna gundê “Solxoza Çaran” cem dîtina dengbêjê mezin Karapetê Xaço, navê Feyzoyê Riza ket nava galegal û gotûbêjên me. Taksiya me hêj nû ji Erîvanê derketibû. Egîdê Cimo daxwaz dikir ku em biçin gundê Feyzo da ku ew jî beşdarî civata me ya ligel Apê Karapêt bibe. Şifêrê me Siyabendê Ordî diyar dike ku Egîdê Cimo û Feyzoyê Riza dostên hev ên kevn in. Piştî şêwr û mişêwirê biryar hat girtin ku em biçin gundê Arêvaşadê. Feyzo li vî gundî, ligel jin û zarokên ...
Naverok
Çend Gotin: Salihê Kevirbirî / 9
Pêşgotin; Mustefa Reşîd: Nivîskarekî Ciwan ê
Xwediyê Serborî û Ezmûnên Mezin: Salihê Kevirbirî / 11
Qulingê Deşta Rewanê Feyzoyê Riza / 17
Ji Selahattîn Bulut Çîrokên “Bihuşta Lal” / 19
Ji Pênûsa Orhan Çelîk Keserek ji Welatê Serhedê
“Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk” / 22
Meng Sagh Hrant Dink En..! / 26
Li Beyogluya Stenbolê Nevendeka Çanda Kurdewarî Seyr-î Mesel / 29
Mehmed Uzun û Nifşên Nû / 32 Xenoyê Etar / 35
Sê Sal Bêyî “Lawikê Metînî” Karapetê Xaço (1900-2005) / 38
Helebçe Ango “Dayê Bêhna Sêvan Tê” / 42 15 Sal Gotina “Kurdî-Kurmancî”: Nûbihar / 45 Vê Nivîsarê Nexwînin! / 48
Yekitiya Neteweyî-Axx Pişta Min! / 53
PCD-DTP û Gundêmecîd! / 56
Kula Helebê: Bêbextî / 58
Mehmûd Baksî: Nexşa Jiyana Kurdewarî / 61
S. S. Dilpolo li ku ye?! / 65
Bibore Kirîvo! / 69
Pelê Cixarê-Kevirê Çeqmaqan / 72
Seyîd Evdoyê Batêrgizî / 75
Rewşenbîrî li Başûr Sînoran Hildiweşîne, lê... / 82
Dînê ku ji Xwedê re Nameyan Dişîne: Birako!.. / 85
“Dawiya bê Dawî” û Siûd Kîkî / 89
“Mîrê Bilûrê”: Egîdê Cimo / 92
Devjeniya Evdalê Zeynê û Şêx Silê / 95
Qehwexaneya Kozluxiyan, Kasetfiroşên Seyyar û Karapetê Xaço / 98
Glî Angelî Non Muoîono / 101
“Ez Pîr Dibim, Dil Pîr Nabe!..” / 103
Çanda Dengbêjiyê & Çend Xalên Girîng / 105
însan bi çi Şad Bibe, Jiyan Ew e! / 107
Ev hê lê lê ye, lo lo maye: Îdîanameya Ergenekonê / 110
Tu Bi Xêr Hatî Stêr E. Neco! / 115
SBS Radyo Kurdî & Şahînê Bekirê Soreklî / 119
Koma ku “Bayê Elegezê” ji me re tîne: Koma Wetan û Keremê Gerdenzeri / 122
Teyrê Butîmar û Erol Mîntaş / 127
Vegotina ‘Derdê Bêderman’: “Xadim”a Selahattîn Bulut /130
Nûrîkê Siyavendê Apê Etar /134
Radyoya Êrîvanê û Dengbêjên wê / 138
Pêlewanê Zimanê Kurmancî: Enwer Karahan / 141
“Memikê Nofa Derman a” / 145
We Qet li “Sûka Sêrtiyan” Parêv ango Buryan Xwariye? “Werine Parêvê” / 149
Hîndekara Zanîngeha Colombiayê Kelly Stuart:
“Min Digot Qey Kurd Kêmnetew in, Zeîf û bi dizî ne” / 153
Xwediyê Weşanxaneya Do’yê Huseyîn Gunduz:
Hejmara Nivîskaran, ji Hejmara Xwendevanan Zêdetir e! / 157
Ji Mîr Qasimlo “Giyanên Bahozî” / 160
Rojnameyeke Batmanê ku li 18 Bajaran Belav Dibe: Duruş / 162
Ekrem Cemîl Paşa û “Kurdistan Cemiyetî” / 164
Albûm/ 169
PÊŞGOTIN
Nivîskarekî Ciwan ê Xwediyê Serborî û Ezmûnên Mezin: Salihê Kevirbirî
Tevî vê rewşa bindestî û zordariyê, ku li ser çand û zimanê me heye, di van 20 salên derbasbûyî da weşandin û çapkirina pirtûk û berhemên bi zimanê kurdî -bi taybetî jî Kurmanciya Bakur- gihişte asteke gelek bilind. Heya ji dest dagîrker û talankerên welatê me tê, rê li ber van weşanan digirin û astengiyan li ber datînin, lê belê, dîsa jî pirtûk û berhemên helbestvan û nivîskarên me, -çi mêr û çi jin-, mîna kulîlkên biharê, mîna nêrgizên zozanên me, serê xwe di nav kevir û latan re hildidin û xwe digihînin ronahiya rojê.
Helbet, ev çalakiya weşangeriyê, ku em dikarin navê “şoreşa çandî” jî lê bikin, dibe ku ji bo gel û neteweyên din pêvajoyeke suriştî be, ji ber ku rewşa wan û derfetên ku di dest wan de hene, ne mîna yên me ne. Gel û neteweyên serbest û rizgar, nifşên xwe hên ji zarotiyê ve, di xwendegeh û dibistanan de, bi ziman û çanda xwe perwerde dikin. Ji bo gelê me, ji bo nifşên me yên nûgihayî, mixabin heya roja îro jî, ku em ketine sedsala bîst û yekê, hên jî ev rê û derfet girtî ne.
Di bin van mercan de, weşandina pirtûk û berheman ne karekî hêsan e. Ne tenê ji ber zordestiya dagîrkeran karekî zor û giran e, lê belê ew kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûbe, çawa dikare berheman, çi helbest û çi pexşan, çi çîrok û çi roman bi vî zimanî binivîse, belav bike û ev berhem jî bêne xwendin?!. Bê guman di rewşeke weha de, xwendevanên van berheman wê ne pir bin. Ma ewê ji ku hebin û çawa peyda bibin?
Belê di bin nîr û rewşên gelek dijwar de, di van çend dehsalên dawî de, gelek egîd û çelengan, gelek têkoşer û şoreşgeran bi berdewamî ev kar û xebat, ev têkoşîn û kefteleft pêşve birin. Gelekan ji wan jiyana xwe jî di vê rêya pîroz de dan; ji bo me, ji bo paşeroja gelê me bûn şehîd û cangorî. Heya ji dest neyaran hat, ev rê li ber me girtin... Nimûneyên wek Apê Mûsa û gelekên din wê her dem di bîra me de bin.
Mirovekî biyanî dikare bipirse: De baş e, heger neteweyek bi giştî di dibistanan de bi zimanê xweyî dayîkî perwerde nebûbe, çawa dikare bi vî zimanî binivîsîne? Gelo emê çi bersivê bidin wî mirovê biyanî?! Em rewşa xwe baş dizanin. Tevî wê jî, em îro bi zimanekî wisa dinivîsin ku piraniya me baş têdigihînin.
Hin xortan ji rehmetî Apê Mûsa re got: “We tu tişt nekiribû, me ji sifirê de destpê kir.“ Apê Mûsa got: “Xebera we ye, we ji sifîrê da dest pêkir. Lê belê hûn nizanin, ku berê em çiqas di bin sifirê da bûn.”
Belê, belê, em niha êdî li jorî sifirê ne. Lê ka em bipîvin, gelo em di roja îro de bi çiqasî li jorî sifirê ne?
Emê çawa bipîvin? Gelo terazî çi ye û pîvan li gor kîjan standardê ye? Gava em li standardê bipirsin, em digihînin navika mijarê. Bi rastî jî standardek ji me ra divê, ku em li gor wê asta pêşveçûna xwe, bergeh (mesafe) û bilindbûna xwe li jor sifirê bipîvin. Em wisa gihîştin peyva “zimanê standard” ku di vê dema dawî de, li ser vê mijarê gelek tê nivîsandin. Her yek, li gor têgihîştina xwe, di bin mijara “zimanê standard” de tiştekî têdigihîne. Hin kes ji “zimanê standard” yekirina herdu alfabeyên kurdî (yanê ya li ser bingeha latînî û ya li ser bingeha aramî-erebî) fehm dikin. Hin kes jî ji pêkanîna “zimanê standard” bikaranîna zaravayekî ji zaravayên me û ferzkirina wî zaravayî li ser yên din fehm dikin û wisa dixwazin. Hinên din jî ji “zimanê standard” têkilkirina hemû zaravayên me û ji nava wan pêkanîna “zimanekî tevayî” ji bo hemû kurdan fehm dikin. Dawiya dawî, hen kes jî, ji “zimanê standard” standardkirina Kurmanciya Bakur, standardkirina Kurmanciya Başûr û standardkirina Kirmanckî fêhm dikin. Heya roja îro jî, kesên ku li ser vê mijarê dinivîsînin, hên jî li hev nekirine.
Gelo kîjan têgihîn ji van têgihînan pêkan û rêalîst e? Tevî ku hin kes ji birayên me yên başûrî, bi behaneya ku zaravayê wan ji dehsalan de di xwendegeh û dibistanan da tê bikaranîn, bi her şêweyî hewl didin, ku zaravayê başûr bikin “zimanê standard” ji bo hemû kurdan, bi rastî, ne ji aliyê kurdên ku bi Kurmanciya Bakur diaxivin û ne jî ji yên ku bi Kirmanckî diaxivin, nayê pejirandin, ku dev ji zaravayên xwe berdin. Her û her di rewşeke wisa de, ku welatê kurdan hên ne welatekî yekgirtî û serbixwe ye, ev yek ne pêkan û gengaz e jî.
Lewre, tenê rêyek yan jî opsiyonek li meydanê dimîne, ku ew jî bikaranîna sê zaravayên standard e, wek ku îro hene.
Lê belê ka em bipirsin: Her zaravayek ji van zaravayên me, di hundirê xwe de çiqas gihîştiye asta “standardbûnê”? Emê bersiva vê pirsê ji bo herdu zaravayên Kirmanckî û Kurmanciya Navîn (zaravayê başûr) ji nivîskar û xwendevanên wan zaravayan ra bihêlin. Helbet, kesekî wekî min, ku tenê bi Kurmanciya Bakur dinivîsîne, dikare tenê baweriya xwe li ser zaravayê ku pê zane bide.
Di vê mijarê de jî, baweriya hemû nivîskar û xwendevanên ku bi Kurmanciya Bakur dixwînin û dinivîsînin, bi temamî ne mîna hev e. Hin kes dibînin, ku Kurmanciya Bakur li ser bingeha gramêra Mîr Celadet Bedirxan êdî gihîştiye asta standardbûne. Hin kes dibêjin, belê bi gelemperî ev yek rast e, lê belê gava em li rastiya bikaranîna ziman di roja îro de temaşe bikin, emê bibînin, ku hin tiştên taybet, yên ku Mîr Celadet Bedirxan wek rêzik danîbûn, êdî hatine guhertin û di rastiya ziman de nema tên bikaranîn; wek mijara avêtina tîpa dubare û tîpa pêşîn ji tîpên ji yek cihderkê, ji nava peyvên lihevsiwarkirî û hin tiştên din. Hin nivîskar û zanayên me jî, bi taybetî yên ji herêma Qefqasan û welatên berê yên Yekîtiya Sovyetê, di vê rewşa Kurmanciya Bakur ya îro da, xwe girêdayî gramêra Mîr Celadet Bedirxan nabînin; ew hên nivîs û berhemên xwe li ser bingeha gramêra Prof. Qenatê Kurdo dinivîsînin.
Yanê, bi gotineke din, heger em ji hev re bi duristî bêjin, hên hin pirsgirêkên Kurmanciya me ya Bakur jî hene, ku divêt pêşî bêne çareserkirin, heya ku em bigihînin “standardeka temam” ji bo Kurmanciya Bakur.
Niha pirs ev e: Gelo ew berhem û pirtûkên ku me di destpêkê da qala wan kir li gor kîjan standardê têne nivîsandin û weşandin? Gelo nivîskarên me li gor kîjan standardê dinivîsînin û weşanxaneyên me li gor kîjan standardê berhemên wan dipîvin yan sererast dikin?
Heger em hinekê pirtûkan li aliyekî bihêlin û li gotar û nivîsên di tora întemêtê de têne weşandin temaşe bikin, emê bi ser ferşeke giran de bikevin. Helbet, hin nivîskar hene, heya radeyeka mezin, bi zimanekî xweş, ciwan û rewan dinivîsînin. Lê belê li hêla din, hin nivîs hene, ser û binê wan hevdu nagire; mirov hin caran ji ber wan bi rastî şerm dike. Lê belê, em pir nikarin lome û gazinan ji xwediyên wan nivîsan bikin. Bersiv li ber çavan e. Ewê bêjin: Keko ezê di kîjan dibistanê da perwerde bibim? Ê bêjin, di vê tevliheviyê de, ez xwe li kê bigirîm û li gor nivîsên kê şopekê ji xwe re bibînim?
Ev rewşa me, rewşa zimanê almanî, ya dema “Duden” tîne bîra me. îro li Almanyayê “Duden” navê ferhenga rastnivîsa zimanê al- manî ye. Lê belê di bingehê de ew navê mirovekî ye. Vî mirovê hanê, di dema xwe de, bi zimanekî wisa baş û xweşik dinivîsand ku mamosta û nivîskarên dema wî gotin, ka em hemû wek birêz Duden binivîsînin. Bi rastî jî wisa pêk hat. Zimanê almanî yê ku îro tê nivîsandin li ser bingeha rênivîsa Duden e. Helbet li Almanyayê Saziya Zimanê Almanî heye û ew ji her çend salan bi carekê, rêformekê di ziman de pêk tîne.
Em jî dikarin bêjin, ku em li ser bingeha rênivîsa Mîr Celadet Bedirxan diçin. Lê belê ji dema wî de êdî gelek sal derbas bûn û hewcedariya zimanê me jî bi hin rêforman heye. Ji ber tunebûna “Saziya Ziman” em îro di vê rewşa kambax de ne.
Gelo emê çawa nasbikin, ji van nivîskarên me yên îro, kî bêhtir nêzîkî standarda vê dema me ye. Bersiv li ber çavan e. Kî ji hemuyan bêhtir di jiyana rojane de ziman bi kar bîne, kî bêhtir zimanê xwe ji bingeha folklor û çanda gel bistîne, kî bêhtir di nava liv û tevgera ziman da be. Ewê ji hemûyan bêhtir nêzîkî standarda roja îro bibe.
Yek ji wan nivîskaran, nivîskarê vê pirtûkê rêzdar Salihê Kevirbirî ye. Salih, ligel ku bi temenê xwe gelek ciwan e jî, ji folklora me ya gelêrî gelek hez dike û pêwendiya wî bi dengbêjan re herdem xurt e; ew pirî caran dide ser rêyên dûr, da ku hevpeyvînekê bi denbêjekî ji wan dengbêjên gelêrî re bike. Lê belê divê neyê fêmkirin ku ew bi tenê li ser vê şopê kar û xebatên xwe didomîne. Helbet, ew rojnamegerekî zîrek e, gotarên wî baş têne xwendin û şopandin, di warê kirina gotûbêj an roportajan de jêhatî ye û ehlê karê xwe ye. Ew hem serpêhatî û dewlemendiya gencîneya kurdan digihîne xwendevanan, hem jî ji ziman û axafitina wan hînî zimanê gel yê pêtî û resen dibe.
Salihê Kevirbirî di rêdaksiyona kovar, rojname û weşanxaneyan û rêveberiya saziyên çandî de jî kar kiriye û hên jî kar dike, ew ji van çavkaniyan jî sûd û mifayê werdigire. Helbet, Salih heya niha gelek pirtûk jî nivîsandine û wisa hên di vî temenê ciwan de bûye xwediyê serborî û ezmûnên mezin. Ji ber vê yekê, zimanê Salih zimanekî xweş, rewan û herikbar e. Dibe ku Salih mîna hin zimanzanan navê hemû têgehên gramerê nizanibe; ev yek qet ne girîng e jî. Hin kesên ku xwe zimanzan dibînin, gava mirov nivîsên wan dixwîne, hest pêdike, ku zimanê wan dikule, hevokên wan dihejin û diçeliqin; mirov nikare tu cêj û tamê jê bibîne. Lê belê mirov nivîsên Salih gelek bi keyf û rihet dixwîne. Di nava hevokên wî de çand, huner û edebiyata gel û xweşikahiya zimanê me veşartiye.
Lewre, kesên ku dixwazin van taybetmendiyên nirxdar qezenc bikin, bila nivîsên Salihê Kevirbirî bixwînin. Naverok çi dibe bila bibe, Salih li ser çi jî binivîsîne, hem spehî dinivîsîne, hem jî germahiya çand, civak-jiyan û zimanê kurdewar dixe nav. Bi ser de jî mijarên ku li ser wan dinivîse, bi rastî jî balkêş ango serincrakêş in. Min bawer e dema ku we dest bi xwendina vê pirtûkê kir, hûnê di demeke kurt de xwe bigihînin dawiya pirtûkê û hewl bidin, ku hûn pirtûkên Salih yên din jî bi dest xwe ve bînin û bixwînin.
Ez serkeftin û pêşveçûnên hên mezintir ji nivîskarê meyî ciwan Salihê Kevirbirî re dixwazim.
Mustefa Reşîd
Cîgirê Serokê Navenda PEN-a Kurd
Almanya, Homburg, 01.11.2008
Qulingê Deşta Rewanê
Feyzoyê Riza
Dengbêj Feyzoyê Riza, biraziyê dengbêjên ‘eyan’ Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Wekî piraniya şêniyên li Ermenistanê, ew jî kurdekî me yê êzîdî ye. Dema ku ligel çend nas û dostên xwe û ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo, emê ji Êrîvanê biçûna gundê “Solxoza Çaran” cem dîtina dengbêjê mezin Karapetê Xaço, navê Feyzoyê Riza ket nava galegal û gotûbêjên me. Taksiya me hêj nû ji Erîvanê derketibû. Egîdê Cimo daxwaz dikir ku em biçin gundê Feyzo da ku ew jî beşdarî civata me ya ligel Apê Karapêt bibe. Şifêrê me Siyabendê Ordî diyar dike ku Egîdê Cimo û Feyzoyê Riza dostên hev ên kevn in. Piştî şêwr û mişêwirê biryar hat girtin ku em biçin gundê Arêvaşadê. Feyzo li vî gundî, ligel jin û zarokên xwe dimîne. Piştî nîv saetî taksiya me ya jihevketî ku ji serdema rûsan maye ligel toz û dûmanê kete nêv gund. Piştî xêrhatineke germ û vexwarina qehweyekê, li kesên nav erebeya me Feyzoyê Riza jî zêde dibe.
Şayanî gotin û pesindanê ye ku Feyzoyê Riza yek ji dengberztirîn dengbêjê kurd e. Bi rastî jî ligel ku heta niha bûme mêvanê bi dehan dengbêjên kurd û min dêhn û bala xwe daye deng û şêwaza wan, hê jî rastî dengekî wekî dengê Feyzoyê Riza bilind nehatime. Lewra jî dengê vî malnemîratî! bû sedem ku Karapetê Xaçoyê 103 salî ku kesî li ser xwe nabîne, şaş û metel bimîne û wisa bibêje: ‘Camêrekî zor e ha..! ’ Her wiha di wê civatê de derket holê ku Feyzo kilama dilsotîner ‘Hekîmo’ ne kêmî apê xwe Şeroyê Biro dibêje. Ligel vê kilamê, kilama ‘Evdalê Zeynê’, ‘Filîtê Quto’, ‘Xozan Daxê’, ‘Bêrîvanê’, ‘Derwêşê Evdî’, ‘Bavê Feqî’ û gelek kilamên din kir ku Feyzo, ji hosteyên wekî Karapetê Xaço û Egîdê Cimo ‘aferim’eke baş werbigire.
Feyzoyê Riza di sala 1954’an de çavên xwe ji dinê re vekiriye. Li gorî gotina wî, kalbavên wî di sala 1915’an de ji ber zilma Roma Reş ango ji ber qirkirîna fîleh û êzîdiyan ji ‘Welatê Serhedê’ dorhêla îdirê hatine û li Erîvana Ermenistanê û Tiblîsa Gurcistanê bi cih û war bûne. Şayanî gotin û pesindanê ye ku ev 23 sal in deng û awaza kurdewar ê Feyzoyê Riza di Radyoya Erîvanê Para Kurdî de olan dide.
.....
Salihê Kevirbirî
Hevîrtirş: Makale û Portre
Do
Weşanên Do
Weşanên Do: 75
Hevîrtirş: Makale û Portre
Salihê Kevirbirî
ISBN: 978-9944-108-75-1
Hevîrtirş: Makale û Portre
Salihê Kevirbirî
© Salihê Kevirbirî, 2009
© Weşanxaneya Do, 2009
Cotmeh, 2009
Edîtor: Hüseyin Gündüz
Sererastkirin: Jan Jar Dilpolo
Berg: Do
Wêneyê Bergê:
“Palyaçolar”, 100x120, yb, 2007, Ahmet Güneştekin
Sazkirina Wêneyên Hundir:
Balan Zenderlioglu
Berdan Matbaacilik
Davutpaşa Cad. Güven San. Sit.
C Blok No: 215 Topkapı / İstanbul
Tel: (0212)613 12 11
Weşanxaneya Do
Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5
Taksim / îstanbul
Tel: (0212) 243 01 56
Fax: (0212) 252 70 48
doyayinlari@hotmail.com