
Dêrsîm Destan
(Her Roj bi Bûyerekê Avîs e)
Adîl Duran
Çanda Nûjen
Adil Duran 1955, li Kurdistana bakur ji Dêrsimê ye. 1968 an de bi karê şano dest bi jîyana hunerî kiriye. Piştre bi rojnamevanî û helbesnivîsiyê jîyana xwe berdewam kirîye.
1971 de cara yekem ew tê girtin. 1978 an ji ber sedema zor û zilma romî tê Berlînê, dizewice û li wir cîwar dibe.Li Tirkîyê di gelek kovar û rojnameyên çep de berhemên wî tên weşandin.
Disa di derveyî welat de ji nivîs, xêzik û helbestên wî di kowar û rojname yên biyanî û kurdî de cî digirin. 1984 li gel hunermend û ronakbirên kurd;" Nawenda Çanda Amojgarîya Kurdî" sazuman dikin û ew dibe berpirsiyarê karê çandî...
Adil Duran di warê helbestan de sala 1976 an li Tirkiyê xelata yekem distîne.
Di karê xêzikan de, sala 1977 an xelateke taybetî, sala 1979 an de jî li Kubayê xelateke mezin ya navnetewî ( Xelata Xawênê) distîne.
Vêne û xêzikên wî 1976 di festîvalaYarimcayê ya navna - tawî de tên rexistin. 1984 / 85 an ji li Berlinê du caran xêzikên wî têne raxistinê. Adar 1993 an ji wêneyên boyaxa bi nift li Baselê galerî Cautika de / Pirtukxana Gelterkiridenê de û bi arikariya Organizasyonên mirovhez pêşanidaneke mezin ji li B.A.S ê radixe....
Adil Duran 1985 an de çû Swêd û sê salan li wir ma. Piştre jî sedemê pêwistiya kar û barên siyasî bi rêç û şopên rêx - istinî, berê xwe da welat ( dawîya 1987 ) 4 Nisanl989 ' ê da hate girtin. Ew sê salan di girtîgehên romî de ma...
Careke din 1992 an de ew derket derve, nefiyê jîyana mihacirîyê bû...
GOTÎNÊN JANÊ
Dêrsim; derîyê sîmîn ê dilê welatê Kurdan, derîyê zêrîn û kahnîyên jîyana kurdî. Dêrsim, bihuşteke rastîn a cîhanê, yek ji navçeyên rengîntirin ê welatê kurdan. Dêrsim; adet û ûsilên kevintirîn ên însanîyetê, cîhaneke taybetî ya cîhanê. Warê şêr û pilingan, seyîd û dedeyan. Cihê mêrxas û egîdan, jin û keçên bedew. Dêrsim; jîr, serbilind, maxrûr. Dêrsim; brîndar, stûxwar, bindest. Dêrsim; serbilindahîyeke yekta, keser û xemgînîyeke bêpayan.
Dêrsim; kahniyajînê, kahniyajanê
Dêrsim; guleke sor, kulekî sor
Kî dikare Dêrsimê ji bîr bike? Kî dikare tarixa Dêrsimê ya bi xwin avdayî gorî tarîxê bike? Ew kesê kû dixwaze vê yekê bike, xwe dixapîne. Tarîxa Dêrsimê hê ne bûye tarîx. Tarîxa Dêrsimê jîyan e, nan û ava rojane ya welatê kurdan e Dêrsim, serhildana Dêrsimê, bi dû serhildan û berxwedanê re, qetliama mezin a Dêrsimê hê nêbûye do. Ew îro ye, stêrka Gelavêjê ya şevên tarî û kaserkûr yên welatê kurdan e.
Piştî serhildan û berxwedana Dêrsimê, 1936-38, gava bi deh hezaran kurdên Dêrsimê hatin kuştin û bi deh hezaran jî hatin surgun kirin, desthilatên nû yên Tirkîyê simbêlên xwe badan û gotin; "Me Dêrsim kola û ew gorî axê kir..." Lê wan xwe dixapandin. Rast e, Dêrsimê, bûka nazenîn a Rojhelatê, reşa xwe girêda û li şînê rûnişt, zimanê xwe jêkir, lal û bêdeng hêstîr barandin. Ev hemû rast in. Lê Dêrsim nebû gor û goristan, nebû welatê lal û koran, nebû axeke stewr, nêbû daristana mirî ya bûm û kundan. Di bin perda reş û şinê de , Dêrsim bû destanek û mal bi mal, war bi war geriya, ji nifşekî veguhezî nifşekî nû.
Av, kahnî û lehîyên zelal ên Dêrsimê, dîsan bi xûşeşûş, herikîn, kulilk û gul, dar û dol, dîsan, di her destpêka biharê de, serî hildan, bi rengên taybetî yên Dêrsimê, hêşîn bûn. Gelî û newal dîsan bûn warê şêr û pilingan, dehl û şikeft dîsan bi hilma evîndaran tijî bûn. Heyam zan, jin û diyên Dêrsimê welidîn. Zarokên nû, keç û nevîyên dêrsimîyên qirkirî, sirgûnkirî, hatin dinê. Dinya ji nû ve geş bû, şen bû. Dengê zarokan, dîsan bi esmanan gîhan. Dengê zarokên heyamên nû, dîsan, bi dengê çemê Munzurê, teyr û tûrên Dêrsimê re bû yek.
Iro, bi qasî 50 salan bi dû serhildan, berxwedan û qetliyama Dêrsimê re, zarokên Dêrsimê rahijtine pênûsê û serpêhatîyên Dêrsima kahnîya jîyanê, kehnîya janê, diniwîsin. Zarok û neviyên serekên Dêrsimê Seyid Riza, Elişêr, Hesen Heyri, Nurî Dêrsimî û yên din, îro bi gotinên xwe yên mîna lûlû, hal û hewalên Dêrsimê tînin ziman û salix didin. Kemal Burkay, Mustafa Duzgun, Haydar Işik, Riza Çolpan û lawên din yên Dêrsimê bi berhem û eserên xwe, Dêrsima kû desthilatan bawer dikir kû êdê ji bîr bûye, ji nû ve derdixin ronahiyê. Sitran û destana kû di bin perda reş a şinê dê dihate gotin, direşinin ser kaxizên spî şahidî li tarixa bi xwin dikin û wê tarixê bi me digihînin. Ew tarîxa Dêrsimê hem ji bîrbûnê hem ji tarîx bûnê rizgar dikin û wê dikin beşekî jîndar û jîyana îro ya kurdan.
Niha navekî nû li wan law û keçên Dêrsimê yên gotinbêj zêde dibe: Adil Duran,
Ji Dêrsimê ye. Mina law û keçên din yên navçê, ew jî bi stran, destan, gotin û çîrokên Dêrsimê mezin bûyê. Bav û bapîrên wî ew û heş û mejîyê wî bi serbûrî û tarixa Dêrsimê risandine. Niha, gava bîr û hizrên wî, heş û mejîyê wî hatiye radeya vegotina gotinên janê yên Dêrsimê, veguhezandine tecrube û janên bav û kalan, wî jî, mîna bira û xwişkên xwe yên din, rahiştiye pênûsê û destana Dêrsimê nivisiye.
Û wî ev xebat bi gotinên bav û kalan kû li Turkiyê mîna berfa ber tavê dihelin, aniye pê. Bêgûman bi hezar zehmetî, bi hezar keft û leftî. Tevî ku wî hîç kurdî nenivisiye Adil Duran bi gotinên kurdî ku her yek nimûna jan û keserê ne, jana Dêrsimê hunandiye û destana xwe, tevî kêmaniya tecruba nivisîna kurdî, bi kurdî anîye pê, bêyî ku hunera edebî û estetîka lihevnînê ji bîr bike;
Ma her destpêka pir zehmet a nivisîna kurdî ne weha ye?
Ma ji xebateke pir zehmet pê ve, janên keşiyayî dê çawan bi gotinên jantijî biafirin?
Min bi heyecan "Destana Dêrsimê" ya Adil Duran xwend. Mina her cara ku ez berhemeke law û keçeke Dêrsimê dixwînim, îcar jî dîsan, gava min ev destan xwend, Nurî Dêrsimî, kitaba wî û serpêhatiye min û kitaba wî hatê bîra min. Eger ez ne şaş bim, destpêka salên 1970- an bû. Rojekê hevalekî min, bi dizîka, behsa "kitabeke pir mûhîm kir. Dotira rojê jî, wî kitab anî û bi dizîka da min. Kitab, "Kurdistan Tarihinde Dersim"a Dr. Vet. Nurî Dêrsimî bû. Min kitab wergirt û berê xwe da malê. Havîn bû, germê leylan dida. Bi xwêdan, bi heyecan min xwe gîhand malê û dest pê kir rûpelên kitabê, yek bi yek vekirin. Û heta ku min kitab xelas nekir, ez ji malê derneketim. Her gotineke kitabê dilopeke xwidan bû, dilopeke hêstir bû, dilopeke jan û kozeke agir bû... Di dawiya kitabê de, mvîskar bi navê "Gençligê Hitab" paşgotinek nivîsîbû û kitaba xwe yadîgarê keç û lawên kurdan dikir. Û Nurî Dêrsimî ku kitaba xwe li welateki dûr nivisi bû hêvi dikir ku law û keçên kurd Dêrsimê ji bîr nekin...
Adil Duran jî, bi vê destana xwe, mîna xwişk û birayên xwe yên din, li şîretên Nurî Dêrsimî guhdarî dike û dide ser riya jan û keser, lê di eynî wextê de, xîret û rumetê.
Ew jî tevî kerwana şevê, lê di eynî wextê de, ya serbilindahiyê ku stêrka Gelavêjê rê şanî dide, dibe...
Di dawîya destana xwe de, Adil Duran weha dibêje; "Di bihar de mirin / Zor e gula min / Em çawa bi hêsanî herin û / Min ji êşên dilê xwe li stranan bar kirin..."
Kesên ku bawer bûn ku wan di biharê dê Dêrsim kuştibûn, xwe dixapandin. Ma Dêrsim, kahniya jîn û janê, diya leheng û şerwan, nivîskar û şahîran, di biharê de dimire?
Dêrsim; kahniya jînê, kahniya janê...
Mehmet Uzun
Dewsa Pêşgotinê de
Em ji ku ve tên
Û bi ku ve diçin!
Ma tu kesekî ku bizanibe heye?
Mirov carna çêker e
Carna jî mxên e
Bi çêkerî û rûxên jî
Mirov nemir e
Ew dibe ramanek ji min re..
Ew tahlî û tûjî
Min ji sitranan
Ji bav û kalan
Berhev kir
Bi lêger û lêkolînan
Ne wisa bi hêsanî
Pêk hat bûyerên vê destanê..
Ez hatim girtin
Hatim lêdan
Hatim xeberdan
Zanim çi wext bû
Dijmin bêbext bû
Bes! xuyaye ku
Adet û toreyên gelê me ye
Çaxa stran tên gotin
Hêstir ji çavan tên xwar, dil bi sotin
Êş û jana Dêrsimê xilas nabe tenê bi gotin
Koçgirî - Agirî - Barzan û Helepçe
Ew çîrokên jîyandar û roj dîtin
Ew hêstirên çavan ku
Heta iro tiştek li ser wan ne hatîye gotin
Ez yek ji ewan
Naxwazim bijim wek heywan
Bi sond û peyman
Bi xeyai û raman
Ez ê binivîsînim
Û ne nivîsandinê çêtir
Ewa ax! û peyman...
Adil Duran
(Girtîgeha Nigde)
(Em mîna tiliyên destan bi hev re girêdayi ne..
Tilîk jan bide, êdî ew jan dikeve dilê me hemûyan..)
Bi alîkariya hogir û dostan
Wisa dest pê dike ev destan
Ger têkoşîna we bi rûmet be Ko,
Jîyeneke nûjen di Kurdistanê de qîmet be
Têkoşinên ku,
Berê wê hatine dayînê ji rûmet in
Ihsan Nurî Paşa
Qazî Mihemed
Şêx Seîd
Seyîd Rizo
Û Mistefa Barzanî ji
Qedr û qîmet in..
Bûyera Hesen Hayrî
Hesen tevgerê xwe hissî dikir
Dilnermik bû, zû bawer dikir
Fermana xwe da bi dilmermiya xwe
Bendê xwe kişand bi destê xwe
Gelek Hesen dijîn îro ji niha
Jiyana ewan bêrumet e
Û mirina ewan jî bêbiha
Lê çiqas bêberketin mirina mirovan
Mirina Hesen jî qasî ewan
Mixabin;
"Tu serê vala hilde,
ne hilde, çi feyde.."
Çîyateqiya
Pêt û agir bilind bû
Heya li banî çû...
.....
Adîl Duran
Dêrsîm Destan
Çanda Nûjen
Weşanên Çanda Nûjen
Weşanên Çanda Nûjen – No: 9
(Her Roj bi Bûyerekê Avîs e)
Dêrsîm Destan
(Bi Pêşgotina Mehmed Uzun)
Adîl Duran
Weşanên Çanda Nûjen
(Modern Kultur Förlaget)
Navnîşana Xwestinê
Tensta Alle 43/2tr.
16364 Spanga
Stockholm / Sweden
Çapa Yekem: Stockholm —1996
Çap: Baran Tryckeri
ISBN = 91-972247-4-X