Gurî : çîrok û serpêhatiyên kurdî
(ji pêşgotinê) Zargotina kurdî gelekî dewlemend e. Bi hezaran helbest, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kevn, heta îro jî di nava gelê Kurd de dijîn. Lê mixabin, di warê nivîskî de edebiyata kurdî li gor wê dewlemendiyê pêş ve neçûye. Dijminên Kurdistanê ew keys û firsend nedaye neteweyê Kurd ku ziman, edebiyat û çanda xwe bi şîweyekî azad pêş ve bibe. Heta ji dest wan hatiye, xwestine ku ziman, edebiyat û çanda kurdî ji holê rakin. Bi gotinek din, zilm û zordariya li ser neteweyê kurd, li ser ziman, edebiyat û çanda wî jî heta îro bi dijwarî dom kiriye. Ji ber vê yekê jî, gelek çîrok, serpêhatî û helbestên hêja nehatine weşandin û hinek ji wan di nava pêvajoyê de wenda bûne. (...)
Naverok
Pêşgotin / 3
Gurî / 5
Taya Qolçî / 12
Birayên Pozqut / 13
Qolçî û gundî / 29
Hevaltiya keran / 31
Miriyê dehperan / 35
Dergûş / 52
Beraz / 55
Tahsîldar û ker / 57
Gramafona Apê Qado / 59
PÊŞGOTIN
Zargotina kurdî gelekî dewlemend e. Bi hezaran helbest, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kevn, heta îro jî di nava gelê Kurd de dijîn. Lê mixabin, di warê nivîskî de edebiyata kurdî li gor wê dewlemendiyê pêş ve neçûye. Dijminên Kurdistanê ew keys û firsend nedaye neteweyê Kurd ku ziman, edebiyat û çanda xwe bi şîweyekî azad pêş ve bibe. Heta ji dest wan hatiye, xwestine ku ziman, edebiyat û çanda kurdî ji holê rakin. Bi gotinek din, zilm û zordariya li ser neteweyê kurd, li ser ziman, edebiyat û çanda wî jî heta îro bi dijwarî dom kiriye. Ji ber vê yekê jî, gelek çîrok, serpêhatî û helbestên hêja nehatine weşandin û hinek ji wan di nava pêvajoyê de wenda bûne.
Ji bo vê yekê, vatiniyeke gelek girîng e ku heta ji dest bê, em çîrok, serpêhatî, stran, helbest û metelokên kurdî yên di nava gel de, bidin hevdu û wan biweşînin. Bi vî awayî, em dê ji aliyekî wan ji wendabûnê xelas bikin û ji aliyê din jî, perçeyeke jiyan û têkiliyên wan deman raxîne ber çavan û ji wan îstifade bikin.
Pêkanina vê vatiniyê, îro ji her demê bêtir pêwîst e. Ji ber ku radyo û bi taybetî jî televizyon di nava bajar û gundên Kurdan de gelekî belav dibin. Dijmin bi riya van weşanan jî, li hember ziman û kultura kurdî, şerekî bi dizî dimeşîne. Ev weşan li ser ziman û çanda kurdî tesîrên neyînî dikin. Ziman û kultura kurdî nikare xwe weke berê li hemberî van êrîşên dijmin biparize. Dengbêj û çîrokbêjên me êdî weke berê şevbuhêrkên civata kurdî naxemilîne. Zarokên Kurdan weke berê bi çîrok û metelokên kurdî nakevin xew.
Hejmara dengbêj û çîrokbêjên me êdî bi tilîkan tên hijmartin. Eger ew jî herin ser heqiya xwe û ji nava me koç bikin, wê gelek stran, çîrok û serpêhatiyên me jî bi wan re koç bikin. Ji bo vê yekê, divê em beriya ku zêde bi derengî keve, bêtir hewl bidin ku ji devên dengbêj û çîrokbêjên xwe, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî binivîsin û wan ji wendabûn û koçkirinê xelas bikin. Xebatên weha, wê edebiyata kurdî jî bêtir pêş ve bibe û dewlemendtir bike.
Piraniya van çîrok û serpêhatiyên kurt yên di vê pirtûkê de hatine civandin, berê di hejmarên kovara zarokan "Kulîlk"ê de hatibûn weşandin. Min xwest ku ez wan di ber çavan re derbas bikim û weke pirtûkekê jî nû ve çap bikim.
Di vê derê de, bêyî ku ez pênivîsa tu nivîskarên Kurd birîndar bikim, dixwazim tiştekî din jî diyar bikim ku çîrok û serpêhatiyên weha yên di nava gel de tên gotin, ne malên tu nivîskaran in; xezîne û dewlemendiya gelê Kurd in. Ji ber vê yekê jî, ez xwe nivîskarê wan nabînim, hew berhevkar ya jî amadekarê wan dibînim.
Zinar Soran
Tebax 1993
Weşanên APEC
No: 50
GURÎ
Çîrok û serpêhatiyên kurdî
Amadekar: Zinar Soran
Weşanên APEC
© APEC-TRYCK & FÖRLAG
Spângavâgen 345
Box 3318
S-163 03 Spånga / Sweden
Tel: 08-761 81 18 Fax: 08-761 24 90
ISBN: 91-87730-50-2