VersionsMehkûm [Kurdî, Stenbol, 2002]
Mehkûm [Kurdî, Huddinge, 1994]
Mehkûm
M.Ali K.
Avesta
M.Ali Kut -Di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbinê çêbûye, di sala I983an hatiye Swêdê û aniha jî her li wir dimîne. "Mehkûm" kitêba wî ya pêşîn e ku di sala 1994an de li Swêdê di nav weşanên Welat de çap bûye.
Birayê ezîz! Berî ku dest bi reşbeleka xwe bikim gelek silavên germ ji te re rêdikim, ji herdu çavên te ên reş radimîsim... Lo birawo, ev bûn deh name ku min ji te re şandin, eva jî ya yanzda... Lê ji te, me hêj tu bersiv ne girt! Qe neba me bizaniya ku tu sax î, rehet î... Viya wê dilê me têxista cî, kêfa me bihaniya. Diya min bi girî herdu çavên xwe kor kirin! Heroj rûdine, saetekê digirî û dibê; "Saloxên min ji min re binin!" Pitepita bavê min bi ser min de, dibê; "Tu ji qezda wilo dikî! Tu naman jê re naşînî!" Ez fikirîm ku dibe te navnîşana xwe guherti be û ez çûm min navnîşanek hevalê te ji bavê wî tika kir. Li ser wê navnîşanê jî min çend name şandin. Lê dîsan jî, digel ku ev serê sê mehan e ku em bersivekê ji te dipên... bêfêde ye! Naverok
Dilop / 9 Mehkûm / 13 Serûpê / 25 Bavfile / 33 Dilê dê / 39 Ez û heykel / 43 Keçika piçûk / 49 Xewneke şeva zivistanê / 53 Reşbelek / 59 Tabût / 63 Terorîst / 73 Teyrek zêrîn / 8I Tirşikçî / 85 Ken / 93
Mîrê Emgiónê mîrekî kurd Li Vlachernê girtî Pêşkêşî agirê te dike vê axaftinê: Dûşîza ku kesek ne xwedî ye dûşîza ku ne xwediyê tiştekî ye Ruhê min ji min re goti bû ku ez ê li hemberî wan serî hildim Ger ku serê min vê gavê li ser darekî daçikandî li ber derî be jî fikra min li ba te ye Dûşîza ji Agir û ne ji tiştekî*
Gunnar Ekelöf
* Dîwana li ser Mîrê Emgiónê
DilopDipa! Tarîtî, şev dipa! Li benda avaçûna royê û tarîtiya şevê bû. Ji bo ku bikari be derkeve der doş bibe, hinek hewa paqij bikişîne cîgerê xwe ev pêwist bû, ango avaçûna royê û tarîtiya şevê... Tenê tarîtiyê dikarî bû ew veşarta, ew ji ber çavan winda bikira da tu kesî ew nedîta... Gelek caran li reşikê şevê dikir hawar da hinekî din şevê dirêj bike, ji bo ku bikanî ba xwe bigihanda şikefta xwe. Te digot qey carina reşikê şevê dengê wî dibihîst û teşiya xwe hêdî hêdî dirist û giloka şevê dom dikir, şev dirêj dibû; wê çaxê ew jî berî rojhilat digihişt cihê xwe... Di şikefta xwe de, li ser cihê xwe dirêjkirî diramiya: Di tarîtiya şikeftê de ronahî difikirî û di tenêtiya xwe de jî mirov... Li ser cihê xwe ramidandî dengê dilopên şikeftê dihatinê; şikeftê dilop dikir... li dilopan fikirî. Hinekî wisa domand fikirandina dilopan. Li xweşa wî diçû denge wan. Dilopan ew ji ... M.Ali K.
Mehkûm
Avesta
avesta | Edebıyat: 133 | 2 Mehkûm M. Alî K.
Editor: Abdullah Keskin Dizayna bergê: Ahmet Naci Fırat Tashîh û mîzanpaj: Avesta Çapa yekem: I994, Stockholm (WW) Çapa duwem: 2002, Stenbol Çap: Berdan matbaacılık
© Avesta, 2001 Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Meşrutiyet caddesi Özbek işhanı 136 - 4 Beyoğlu / İstanbul Tel - faks: (02I2) 251 71 39 - 251 44 80
Ekinciler caddesi Nurlan apt. giriş katı no: 2 Ofis / Diyarbakır Tel - faks: (0412) 222 64 91
ISBN: 975-8637-36-3
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|