| Perîşan
 Şîn û xebat
 
 Berfîn
 
 Zordestan dihêrim
 
 Pizot û pêt û arim ez
 Şewat û kêferatim
 Çeleng û xurte mêrim ez
 Kuhû pût û kelatim
 Rewanê serfirazîme
 Agid û baz û şerim ez
 Bi mêranî bi dengim
 Pilingê ser zinarim ez
 Ji rengê Areratim
 Jîyan û restegarîme
 Dûrbîna rojhilatim ez
 Kûrdim gelek dilêrim
 Hetava serbestîme ez
 Zordestan xweş dihêrim
 Neyare şew û tarîme
 
 .....
Fihrest
 
 Zor destan dihêrim / 3
 Şêrîne welatê min / 4
 Aştî / 5
 Para me xoze / 10
 Nalîna / 12
 Serhindan / 14
 Nama millet / 16
 Şerê xwînxwar / 17
 Welatê min melûle / 18
 Kengî / 19
 Ji bizava yartê afirandin / 20
 Xurtiya yekîtiyê / 23
 Hêvî û avrû / 25
 Şêrîna min / 26
 Ji xew  rabe / 27
 Çiraya çakiyê meste / 29
 Dîlan û sema / 31
 Rewşa zaroyê dehbê / 33
 Êrîşa xedar / 35
 Cejna jînê / 37
 Namek ji xaîn re / 39
 Xwedyê aş bûye qeraş / 41
 Dubendî û hêviya / 43
 Faşîst nama / 45
 Pêlang / 48
 Lîstoka şerxwaza / 40
 Rihê min ber şewate / 51
 Pepûkiya min dijmin diçerinê / 52
 Lêvê rizgariyê dermane / 53
 Mizgînê razî nekê nabê / 54
 Sorgula geş / 56
 Şîna Helebce / 57
 Zinara Arebî / 61
 Rewşa hêlekê ji Kurdistan / 63
 Ax û hewar / 60
 Jiyana nexweş me navê / 71
 Xerîbî û rengê jîvana min / 73
 Baxê min bu xar / 75
 Jîna ala min / 77
 Destûra xoz / 79
 Em Kurdin / 80
 Xemla dîlber / 83
 Fihrest / 85
PÊŞGOTIN
 
 Ez dibînim û wisa jî dibêjim kû kesên nivîskar û şair û hunermend ewin yên kû xebatek hêja û bilind ji miletê xwere dikin û serê miletê xwe bilind dikin û hildidin jor ev xebata ji vî rengî nivîsandin û hiner xebateke pir hêja û giring û giran bûhaye û ji rengê herî bilinde.
 
 Nivîskar û şair û hunermend ewin yên kû bi kûrîtî û bi ferehî li ser dîrok û mîjiwa miletê xwe disekinin û bi ferehî jî li ser pê mayê miletê xwe dinivîsin û ev nivîsandin û hiner bihezarê salan li nav rûpelê mîjiwê de.
 
 Li demên direj de dimînin û nifşek didê dest nifşekî û filiklor û mijwa miletê xwe bihemo miletên cîhaêre didin naskirin dizanin kû ev nivîskar û hinermend dibin rohnîyek pir bişewq li ber milatan û dibin tevdanek pir bi hiner û xurt di nav miletan de û dibin rêçek pir fereh ber tevger û rêxistinên miletan û li bermiletan rêvedikê. Herî tê te xuyanî kirin kû rist, şir û hilbest kelema çavê neyarin ji lewra dibejin ev xebata kû ji vi rengî xebateke helî bilinde û bi romete.
 
 Gelek caran bimin rehatiye xuya kirin kû kesên nivîskar û şair û hinermend dilovan û dilpak û paqijin û xwedî bîr û bawerîne ji ber vê yekê ez sipasîya hemî kesên nivîskar û şair û hinermandan dikim û di nav wande jî sipasî nivîskarê hêja û bilind –Kamîran- dikim û serkeftin û pêşveçûne jêre dixwazim ji ber kû ristevanê mini Kamîran rêçekzanistî û hêja girtiye û têde gelek ristên xweş û hêja çêkirine û binezmek wek hêvî hûnandine hêvîdarim kû ristevanê me divê rêçê de bi dûmînê û roj bi roj têde xurttir û ferehtir binivîsîne û bibê şaîrek mezin û payedar û dinav ristevanên miletê xwede cîh bigre û dinav gelê xwede nav û dengekî bilind bistînê.
 
 S.K.
Perîşan
 
 Şîn û xebat
 
 Berfîn
 
 Weşanên Berfîn
 Şîn û xebat
 Dîwana (1)
 Perîşan
 
 Weşanên Berfîn
 Berfin verlag
 
 |