Bayê Bakur
şewatên xwe di çermê min de vemirîne bila gewdê min rizgar bibe zengil di barînê de lêdikevin... bakur di destên te radibe ser piyan şaxekî kesk li ser milê min e tavel baran di destên te de û têra hemêzekirineke germ bayê bakur bêdeng dimîne
NAVEROK
şevên bakur /9 jomartina roj û şevan /11 mizawir in tu û van şevan /13 lêv jî çîk didin /16 dengvedera xewnekê /18
evînek di bahîna bakur de /19 destên te yên bi min hilçûyî /21 Serxoşî /24 destine zêrî, destine zîvî /25 bişkuvîn /28 destê xwe ji bin serê min mekşîne /29 ka destên xwe bila xûna min bişihe /31 tiliyên şekirpereyî... /33 pîvan /34
bayê bakur /35 ji pêjn û baregekê de /37 bahîn /38 du pencere... rûyekî çelmisî /39 rizgarbûn /41 hezkirin /42
rojavayê bakur /43 bi guliyên hinekirî rokê dibin ava /45
pêlek ji beravên bakur /49 pêl û beravên singê te /51 bîranînên rêya jorîn /56
hestên bakur di axîneke bêdengkirî de /59 bi qilafetê xewneke û pergala barovan tê bê /61 bêrîkirin /65 gunehkarî /66 behîdarî /67 tabloyeke ji girî /68 hêstirek /71 lavlaka birîn û bedenan /72 rûniştî ne... av ji tiliyên wan diherike /74 lome /76 zorbirin /77 xulîpifk /78 dilxwazî /79 pirs /80 ??!!! /81 newroza 2004 /85 Jimartina roj û şevan
Roj û şevan dijmêre... herwiha tiliyên xwe yên yek bi yek di porê wê de diweşin. hemû tiliyên nazik di deh rojan de winda kirin roj bi roj porê wê ji rê û çîrokên zivistanê dirêjtir dibû. bê nav, bêyî ku tiştekî li şûn xwe bihêle hat û winda bû.
tenê rê xûdana wî ya şor vedixwin û gavan dijmêrin... nabêjin çima kenir nema tu îşê xwe ji axê tînin !
ku bê tu îşê xwe ji êgir nanîba î êgir tu îşê xwe ji argunên dil nanîba wê porê wê yî ji çemekî dirêjtir, hemû qeyîkên zaroktiyê bigihandana beravan babelîşk bişkandana û ba biloranda...
sal û birînan dijmêre, herwiha tiliyên nû şîn dibin û porê wê ji barana wan salan tevan dirêjtir ji tîrêjên rokê bi şewqtir bi ser milên wê diherike.
nêzîk de wê ji guneh û giraniya gewdê xwe rizgar bibe wê ewr di pêşwaziya giyanê wê de ji hev vekişin, û ezman firehtir bibe nêzîk de wê ji xwe rizgar bibe û bifire."
avesta | ŞAHMARAN : 206 | 3 Bayê Bakur Axîn Welat
Edîtor: Rûken Bagdu Keskin Berg: Genco Demirer Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 2006, Stenbol Çap: Banş Matbaacilik
© Avesta, 2006 Ji xeynf danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
AVESTA BASIN YAYIN REKLAM TANITIM MÛZlK DAGlTIM LTD. ŞTl. Evliya Çelebi Mah. Aybasti Sok. No: 48/4 BEYOGLU/ISTANBUL Tel: (0212) 251 44 80 (0212)243 89 74 Faks: (0212) 243 89 75
Ekinciler Caddesi Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2 OFlS/DlYARBAKIR Tel-Faks: (0412) 223 58 99
ISBN: 9944-382-02-7
AXÎN WELAT di sala 1970 de li Efrînê, gundê Kefercenê (Serêkaniyê), ji dayîk bûye. Beşê edebiyata erebî, li zanîngeha Helebê xwendiye. Bi herdu zimanan dinivîse, kurdî û erebî. Berhemeke wê bi kurdî heye : Helbestina bê ziman, sala 2001î çap bûye. Di radeksiyona malper û kovara Hajalnama de, ku li Swedê bi erebî derdikeve, kar dike.
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|