Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê


Weşan : International Free Women's Foundation Tarîx & Cîh : 2007, Rotterdam
Pêşgotin : Rûpel : 188
Wergêr : Lokman TurgutISBN : 978-90-812050-1-6
Ziman : KurdîEbad : 148x210 mm
Mijar : Civaknasî

Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê
Versions

Psychological Consequences of Trauma Experiences [English, Rotterdam, 2007]

Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê [Kurdî, Rotterdam, 2007]


Pêşgotin

Gelek tabûyên di nav konteksta şiddeta li dijî jinê de nedihatin bilêvkirin, bi xêra hewldanên wêrek yên gelek çalakgerên mafên jinan û saziyên jinan di van 10 salên dawiyê de eşkere bûn. Gunehên mîna “kuştinên ji bo namûsê”, şîdeta nava malê, seqetkirina endamên cinsî yên jinan (Sinetkirina Jinan), êşkenceya cinsî û destavêtin weke gunehê şer bûne mijarên nîqaşên civakî û kampanyayên navneteweyî. Ev bandorê li Jînenîgariya bi milyonan jinan dike. Di hemû civakên baviksalar de, şîdeta li ser hîmê cinsan a di tayfeke fereh de û cihêkariya di asta malbatê û saziyan de, ji bo jinan rê li rîskeke mezin a serboriyên trawmatîk vedike. Ji bo ku mirov bi awayekî berdar li dijî wan têbikoşe hîn jî gelek aliyên şîdeta li ser hîmê cinsan û şîdeta hatî cinsîkirin û bi taybetî têkîliya wan a dualî bi şewazên din ên cihêkariyê re divê ji nêz ve werin lêkolan.

Li hember vê raboriyê, ji sala 2000’î û vir ve rêxistinên mafên jinan û çapemeniyê destpê kir, bala xwe dane rewşa jinên kurd. Ji wê demê ve rojnameyan der barê rêjeya gelekî mezin a xwekuştina jinan li bajarê Kurdan Batmanê (Tirkiye), xweşewitandinên jinan li herêmên Kurdan ên Iraq û Îranê, an jî rêjeyên pêkhatina “kuştinên ji bo namûsê” de nivîsîn ku jiyana gelek jinên kurd li welatên wan û li cihên koçberî wan bûne dixe tehlûkeyê. Lê ev çend xalên balkêş têrê nakin mirov
mînakên tekilîhev ên cihêkariyê û şewazên şîdetê ku bandorê li jiyana jinên kurd dike, vebêje. Şîdeta baviksalar di nava saziya civaka ‘kevneşop’ de ne şêwaza yekane ye ku jinên kurd pêre rûbirû dimînin. Lê belê şîdeta weha dikare jiyana jinên kurd bixe tehlûkeyê, weke jinên hemû civakên baviksalar. Tepisandina çandî, neteweyî, aborî û siyasî ya Kurdan li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê ev bûn zêdeyî çar nifşan ku jiyanên wan diyar dike...

Li ser navê Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad
Ann-Kristin Kowarsch û Nursel Kiliç

Naverok

Agahdarî li ser Wergerê / 9

Pêşgotin 13

Der barê weşangeran de / 17

Fikrên Pisporê ji derve / 18

Tevkar û Malavayî / 21


Beş I – Destpêk / 23

1 Helwesta Giştî û Raborî / 23

2 Rewşa Jinên kurd li Çar Parçeyên Kurdistanê / 25

2.1 Kurd – Dîroka Neteweyeke Bêdewlet ta 1923’an/Kurtebir / 25

2.2 Jinên kurd Çawa Dijîn / 30

2.2.1 Jinên kurd li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê / 30

2.2.2 Jinên kurd li Iraqê û Başûrê Kurdistanê / 45

2.2.3 Jinên kurd li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê / 53

2.2.4 Jinên kurd li Sûriyê û Başûrrojavayê Kurdistanê / 61

3 Rewşa Jinên Kurd ên Penaber li Yekîtiya Ewrûpayê / 66

3.1 Koçberiya ber bi Ewrûpayê ve / 66

3.2 (Ne-)Darîçavbûn û Navxerakirina Nasnameya Neteweyî / 68

3.3 Zorderiya Cinsî û Azadiya Jinên Kurd / 69

3.4 Jinên Kurd ên Penaber û Trawma / 71


Beş II – Encamên Dawiyê û Netîceyên Lêkolînê / 73

1 Raboriya teorîk / 73

1.1 Cihêtiyên Etnîk û Trawma / 74

1.2 Cins û Trawma / 75

1.3 Jicihkirina li Hundir li hember ya ber bi Derve ve û Trawma / 77

1.4 Çandîbûn – Faktora Jibîrkirî / 78

1.5 Jinên kurd ên Penaber li Yekîtiya Ewrûpayê / 79

1.6 Li Alîkariyê Pirsîn û Trawma / 83

1.7 PTSD: Gelo Têgîneke di ware Çandî de Derbasdar e? / 85

1.8 Armanca Lêkolînê û Pirsên Lêkolînê / 88

2 Rêbaz / 89

2.1 Dîzayn / 89

2.2 Beşdar û Xisletên Mînakan / 90

2.3 Amûr / 92

2.4 Prosedur / 96

2.5 Analîzên statîstîk / 99

3 Encam / 99

3.1 Demografiyên Civakî û Tendurustiya Derûnî / 99

3.2 Koçberî û Tendurustiya Derûnî / 100

3.3 Serboriyên Trawmatîk / 102

3.4 Serboriyên Civakî û Tendurustiya Derûnî / 102

3.5 Zextên Din / 103

3.6 Reaksiyonên Depresîf / 105

3.7 Panîk û Reaksiyonên Tirsê / 106

3.8 Reaksiyonên Zexta Piştî Trawmayê / 106

3.9 Jiheqderketin û Bixwebawerî / 106

3.10 Adaptasyona Çandî / 107

3.11 Bandora Jicihkirina li Hundir / 107

3.12 Bandora Şîdeta Nava Malê / 108

3.13 Pêşbêjên Nîşaneyên Pirsgirêkên Tendurustiya Derûnî / 109

3.14 Pêşbêjên Nexweşiya Zexta Piştî Trawmayê / 109

3.15 Li ber Mînakên din Girtin / 110

3.16 Li Alîkariyê Pirsîn / 110

3.17 Fikrên li ser ‘Rûmet’ û ‘Namûs’ê / 112

4 Nîqaş / 113

4.1 Encamên Sereke li ser Tendurustî, Jiheqderketin, Çandîbûn û li Alîkariyê Pirsînê / 113

4.2 Profilên Rîskê – Bandora Jicihkirina li Hundir / 115

4.3 Ramanên Metodolojîk / 116

4.4 Geremolên Pratîk û Klînîk / 118

Beş III – Pêşniyar / 119


Beş IV – Servekirin: / 122

1. Şahidiyên Jinên kurd ên Penaber / 122

1.1 Bûyer 1 – Amed / Tirkiye / 122

1.2 Bûyer 2 – Swêd / 126

1.3 Bûyer 3 – Elmanya / 127

1.4 Bûyer 3 – Elmanya / 130

1.5 Bûyer 5 – Holenda / 132

2 Danezaneke Paşê ya Jineke Beşdarî Lêkolînê Bûyî / 135

3 Forma Pirsan / 140


Beş V – Çavkanî / 169

Beş I – Destpêk

Ann-Kristin Kowarsch & Nursel Kiliç

1. Helwesta Giştî û Raborî

Koçberbûn, Kurdbûn û jinbûn ne kategoriyên yekreng in û gelek faktorên cihêkariyê dihewînin. Ji bo pêşxistina têgihiştineke baştir ya faktorên zextê (stresê) çêdikin û serboriyên trawmayê ku belkî di ser jinên kurd ên koçberî Yekîtiya Ewrûpayê bûyî re derbas bûbin, me pêdivî bi nîşandana van kategoriyan dît. Tevî pênasên giştî yên peyvnasiya hatî bikaranîn me hewl da em bandora hin bûyerên dîrokî li ser jinên kurd lêbigerin; dema me ev kir em li ser pêvajoya penaberiyê û têkîliyên cinsan di konteksta dîrokî de kûr bûn. Ev bûyer zemîna raboriyê ne ku îro rewşa jinên kurd ya huqûqî, civakî, dînî û siyasî û her weha derfetên pêşketina wan li Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û diyasporaya li Ewrûpayê pêk tîne...

Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê li ser Pêşketina Jinên Kurd ên Koçber li Yekîtiya Ewrûpayê

Encamên Dawiyê û Dîroka Raboriya Anketeke li Pênc Welatên Ewrûpî û Tirkiyeyê

Bi hevkariya
Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad, Rotterdam
Zanîngeha Utrechtê, Beşa Psîkolojiya Klînîkê û Tendurustiyê
Navenda Agahdariyan a Kurdistanê, Parîs
hatiye birêvebirin û weşandin

Di ware Aborî de Komîsyona Ewrûpayê Bernameya Daphne û Weqfa CIBO’yê piştgirî daye


© 2007 Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad

Willebrordusplein 10a
NL-3037 TC Rotterdam
Têlefon: 0031 (0) 10 465 18 00
Faks: 0031 (0) 10 265 14 65
E-mail: info@freewomensfoundation.org
Internet: //www.freewomensfoundation.org

Yekane berpirsiyariya naverok û mafê nivîsandinê ya vê weşanê bi nivîskar û weşangeran e.
Ne Komîsyona Ewrûpayê, ne jî sazî û ferdên tevkariya pêkhatina vê projeyê kirine ji
naverokê ne berpirsiyar in. Ti aliyên ku beşdarbûne nikarin ji ber bikaranîna muhtemel a
agahdariyên di vir de, berpirsiyar werin girtin.

Dîzayna Berg û mîzampaja ji bo çapê : Annett Bender, Elmanya
Çapxane: Druckerei Zollenspieker, Elmanya
Buroya redaksiyonê ji bo versiyona bi Ingilîzî: Leonardo Solutions, Elmanya
Redaksiyon û wergera bi Kurdî: Lokman Turgut, Franse

Hejmara weşanê ya IFWF No. 1

ISBN/EAN: 978-90-812050-1-6



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar