Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan, berhemên giştî


Nivîskar : Ehmed Huseynî
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2001, Stenbol
Pêşgotin : Rûpel : 492
Wergêr : ISBN : 975-8637-33-9
Ziman : KurdîEbad : 130x215 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 2496Mijar : Wêje

Dîwan, berhemên giştî

Dîwan, berhemên giştî

Hey guliyên êgir!
Hey dastanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir
ên gunehbariyê dişûştm
û berbiskên evinê bi bîna cegerdar a çilmisîna kulîlkên bejî dixemilandin!
Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û
goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin?
Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan,
yên ji perenga bêrikirinê bi ser matmayîn û sergerdaniya me de
vedigirin?

Naverok

Pêşgotina helbestvên / 9

Pirtûka 1ê
Mistek ji şîna bêcir / 13
Goristanên teng / 15
Gula berbero / 33

Pirtûfea 2ê
Bi xewna we pênûsê dilorînim / 41
Bûka êgir / 45
Zerdeştê biharê / 59
Şino can / 65
Çarçira / 78
Newroz û serbitackirina qublenameya giyan / 101
Awazên Rono / 108
Ronahî / 115
Tilî / 124
Nav û dabeşkirina xewnên Hîroyê / 134
Dayik / 136
Seîd Rêzanî / 137
Amûdê / 138
Menal / 139
Sîpano / 140
... / 141
Ferat / 142
Girê Şermola / 144
Dûrî / 145
Pirs / 146
Dîlan / 147
Remzî (S. Rêving) / 148

Pirtûka 3ê
Rono û sirodên bêrîkirinê / 149
Serpêhatiya kulîlkên bejî / 151
Vegirtina dûkelê / 161
Beyaniya biyaniyê / 165
Nostaljî / 169
Ji dayikbûna mirinê / 1 73
Roka ber êvarê / 177
Ardar / 181
Nîveroja şor / 189
Li ser keviya gerdûn / 195
Kila şevê / 203
Şebeng, xwe-lîreng û loza Amûdê / 209

Pirtûka 4ê
Bazbend / 215
Ji we vedigerim / 217
Sê şar in lê digirîn / 226
Kewbazê kerr û dengvedana dijwar a bazinên taristanê / 234
Ciwan / 253
Pêşgotina mûmên bêrîkirinê / 261
Bazbend /275
Ji ber ko / 287
Wexta ko / 293
Şevnameyek bo Helîm Yûsiv / 309

Pirtûka 5ê
Kewname / 313
Nameya yekemîn / 316
Nameya diwemîn / 323
Nameya sêyemîn / 337
Nameya çaremîn / 353
Nameya pêncemîn /361
Nameya şesemîn / 375

Pirtûka 6ê
Nimêjgeha xewnê / 383
Dastana Şêx Ehmedê Huseynî / 385
De piçekî li ber dergehê mezin ê mizgefta mezin a Amûdê jî raweste ey Şêxê Sen'an / 401
Payîza gumanê / 405
Reşekujiya berfê / 411
Hêlîna beravêtî / 415
Serçavka serdemê / 420
Destên ko dê Ferhad bikujin / 425
Ne ko min dixwest / 428
Di vê adara şînîgiriyan de pêrgî rondikên çavên te dibûm / 431
Zixurên şevê / 434
Beybûna axînê / 447
Şemala reşgirêdanê / 453
Kulîlkên sirûdê / 461
Şevbaş ey şev! / 467
Wek ko tu dîn î ez jî dîn im / 471
Wek mirinê tu bi lêv dibî! / 479
Nimêjgeha xewnê / 485
Xwe amade bike! / 488

PÊŞGOTINA HELBESTVÊN

Li bajarê Amude di sala 1955 an de, wek ko hatiye nivîsandin, gerek cara pêşîn û ya dawîn be ko beşdarî vê pêkenîna dijwar a ko jê re jiyan dibêjin bûme hetanî vê kêlîkê jî wisa diyar e ko ez dê li Swêdê bimirim, lê ez dê li kuderê bême veşartin hêjî vê yekê nizanim. Helbesta min ber bi van pirsan ve diçe, lê li nik wan ranaweste.
Di salên heftêyî de, bi bavê xwe re li Beyrûtê bûm. Xaniyê me ji text û tenekeyan bû. Hejariyeke req û malkambax konê xwe yê ji hesin bi ser me de vegirtibû, lewra me Amûdê li pey xwe hiştibû û bavê min, piranî ji ber deyndaran, ber bi Beyrûtê ve li çareyekê digeriya. Bavê min Şêx Tewfîqê Bavê kal bû, hetanî vê kêlîkê ez nizanim çawan mir û gora wî li kuderê ye, di çeşnê helbestvanê Fransî Jack Privêr de bû, bi cigareya ko hergav di nav lêvan de vêxistî dihate nasîn.
Derbasî xaniyê me yê ji tenekeyan bû, êvar bû, bavê min bi destên xwe yên lerzokî çayê jê re anî û gotê: Fermo Seyda. Ji bavê min re pesnê xwişka min Senîhayê dida, bavê min hinekî şerm dikir û digot: Hey me tişt nekir Seyda de belkî zarokên me bi kêrî vê meselê bên.
Piştî çend salan ez ji nû ve têgihiştim ko xwişka min hevala wî ya rêxistinî ye.
Ew kî bû? Piştî ko çû min ji bavê xwe pirsî.
"Mezintirîn helbestvanê kurda ye kurê min, Cegerxwîn e." Bavê min got. Pişt re ez dê du carên din wî bibînim. Yek ji wan caran baş tê bîra min, ez û çend hevalên xwe li Qamişloyê çûn şevbuhêrka wî, nermika dêstê xwe şewitandibû, bîna wî teng bû, herwiha hinekî bêzar bû jî.
Hûn dikarin tenê nîv saetê rûnin! Seyda ji me re got.
Lê piştî ko me dest bi şevbuhêrka xwe kir, kêfa wî ji me re hat, li me nihêrî û ji nişka ve got:
- De madam wisa ye ka saetek din jî bimînin.
.....
Min hewl da ko di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim, min ji xwe re got, de bila ev ziman zimanê dayika min be, dayika ko serê xwe danî ser destê min ê rastê û xatir ji ronahiyê xwest. De bila di her helbestekê de vedîtina wî zimanî ber bi asoyekî din ve bifire. Dîsa min ji xwe pirsî, lê belê ez dê çawan kêlîka revyayî ya pêşerojê, kêlîka ko ji milyon salan ve her û her di esmanê azadiya windayî ya giyanê kurd de xwe li ba dike, zeft bikim.
Min bi zimanê xwe nivîsand da ko wateya hebûna xwe ya di vê gerdûnê de ji dest xwe winda nekim, da ko mêvandariya min ne ewqasî bi jiyanê giran be, da ko bê ser û şûn ber bi rexê tarî ve neçim.
Cara pêşîn, min helbest di odeya pismamê xwe Mihemed Nûr de, odeya ko pencereya wê li banga melê guhdarî dikir, nas kirin.
Min di dikana hevalê xwe Mihemedê Esedo de xwe hînî xwendina kurdî kir. Hema ko şevistana Amûdê dest bi êrîşa xwe dikir, ji mal derdiketim û diçûm cem M. Esedo da ko dastana Memê Alan jê re bixwînim. Min hêdî hêdî dixwend, wî jî hem li min û hem jî li pêjna rêwiyan guhdarî dikir.
Pişt re di xelwetgeha sedeqeyê polfiroş de, bi helbestên Cizîrî sermest bûm, sedeqeyê ko bi êşê û bi tûtinê hatibû dagîr kirin ji min re digot: "Ehmed ji pey helbestê veneger û hergav wek xwe binivîsîne ne wek kesî din" bi dengê xwe yê feqane ji min re dixwend û ez jî bi peyvê re, bi xwendina wî re sergerdan dibûm.
Dema min dest bi nivîsandina helbestan kir, herdem tolgirtina du helbestvanan ji bîra min nediçû, Fesîhê Seyda yê bîst salîyê ko nû dest bi nivîsandina helbesta kurdî kiribû, û di serşoyê de bi gazê şewitî û Kesrayê Ebdê, helbestvanê rewanbêjiya wê qonaxê, yê ko hêdî hêdî ber bi gencîneyan û asoyan ve diçû da ko sermestiya helbestê û êşa wê zeft bike, lê belê ew jî di nav êgir de ber bi dûrahiyan ve çû.
Ez jî mîratgirê wan herdu helbestvanan ê herî dilsoj im.
Min di odeya birayê xwe yê sazbend û wênekêş de Seîd Rêzanî, mûzîka zimanê xwe şayik kir, dengê wî yê birîndar û saza wî ya êşdar bi hêminî derbasî helbesta min dibûn.
Pişt re êdî qonaxa bişaftina di aso û gêwil û şewatên Selîm Berekat de dest pê dike.
Bi alîkariya vê taya zirav a zimanê kurdî hewl didim ko hebûna xwe ya fîzîkî û jiyana xwe berdewam bikim û pişt re jî bipirsim: Gelo rola zimanê min ê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de heye yan na?
Helbesta kurdî ji hicreyekê bo hicreyekê, ji koşeyekê bo koşeyekê dihate veguheztin û xwedûbare kirin. Bi helbesta Cegerxwîn re naveroka helbestê ji esmanan dadikeve û berê xwe dide wateya xewnê, azadiyê, çiyan û civatê dibêje.
Hestên pir dijwar peyda dibin. Em bi erebî dixwînin, me bi erebî xwendiye, lê em bi kurdî dinivîsînin.. Ev herdû zimanên ko ji alî rêziman û rewanbêjiya xwe ve cihêreng in çawan dikarin bi hev re bipeyivin? Wexta min nivîsand ez kurê van nakokî, hevkêşiyan û pirsan bûm.
Helbesta me ji helbestvanekî radestî yekî din bû, lê yên ko hewl dane xwîna wê nû bikin pir kêm in.
Aniha êdî dem dema avdana giyanê zuhabûyî yê kurmanciyê ye.
Ma min tiştekî wisa di helbestên xwe de kiriye yan na?
Ger min kiribe yan nekiribe, dixwazim di dawiya vê pêşgotinê de baweriya xwe bibêjim:
Tişta herî dijwar ew e ko, di vê serdema rizyayî û veçiryayî de, mirov helbestvan be û bi taybetî helbestvanekî kurd be.
Ko mirov nalîna sedsalane ya birîndarekî ji birîndarên helbesta kurdî be!
Helbestê, ji bilî şikestinan û şewatê, tu kêfxweşî hetanî aniha nedaye min.
Îro, dema helbestên min di laşekî xweser de derdikevin, hest dikim ko mirin pêrgî jiyanê dibe û helbest pira di navbera wan de bi destên xwe dirûxîne da min bispêre bextê herdiwan, wek sîmirekî min li pey xwe ber bi qonaxeke nediyar ve dikişîne, li asoyê, ez berbanga jiyanê û tavsorka mirinê têkel dibînim.
Eger derçûna berhema giştî piştî mirina helbestvên çap dibe, bi derçûna vê dîwanê, aniha, ez ji jiyanê re li xwe mikur têm. Ew jî, mirinê wek diyarî di nav helbestan de pêşkêşi jiyana min dike.

Ehmedê Huseynî
Stockholm 020516

Ehmed Huseynî
Dîwan, berhemên giştî

Weşanên Avesta
Avesta: 130
Dîwan - Berhemên giştî
Ehmed Huseynî
Wêne: Rehîmo

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Ahmet Naci Firat
Dîzayna navê: Genco Demirer
Tashîh û mîzanpaj: Avesta
Çapa yekem: 2002, Stenbol
Çapa duwem: 2002, Stenbol
Çap: Berdan Matbaacihk

© Avesta, 2001
Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayê nayê kopîkirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Meşrutiyet caddesi
Özbek îşhanι 136/4
Beyoğlu / İstanbul

Tel: (0212) 251 44 80 - 251 71 39

Ekinciler caddesi
Nurlan apt. giriş katι no: 2
Ofis - Diyarbakır

Tel - fax: (0412) 222 64 91

ISBN: 975-8637-33-9

 


Ehmed Huseynî - Di sala 1955'an de li bajarê Amûdê ji dayik bû. Di sala 1983'an de ji Unîversîteya Şamê lîsansa felsefê wergirt. Ji sala 1989'an ve li Swêdê dijî. Berhema wi ya yekem Mistek ji "şîna bêcir" (Weşanên Komeleya jinên Kurdistanê) di I990'î de, "Bi xewna we pênûsê dilorînim" (Weşanên Jîna nû) di 1993'an de, "Rono û sirûdên bêrîkihnê" (Weşanên Jîna nû) di 1994'an de, "Bazbend" û "Kewnmne" (Weşanên Apec) jî di 1999'an de çap bûn. "Nameya şeşemîn" a di "Kewnamê" de û dîwana şeşan a dawî cara yekem di nav berhemên giştî de çap dibe.

 

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar