Yazınca, kovara werger, lêkolîn û edebiyatê / çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi
Em vê hejmara Yazıncayê yadîgarî te dikin kekê Mehmed Dirêj...
Mehmed Uzun mir. Di nav van şerên hov û êrîşên li ser aştiyê de Mehmed Uzunê ku dengê aştiyê bilind dikir mir. Wî ji zemanekî din, ji welatekî din gazi me dikir; awazê dengbêjan digihande me; digel ewqas zulm û zordarî û sirgûniyan, emrê xwe dabû zimanê xwe yê ku li ser sûnd hatibû xwarin; bi dehan kitêban li ber wan neheqî û tahdeyan sekinîbû.
Ji bo me ji her aliyan ve wateya ve hejmarê gelekî cuda û girîng e. Di sala 2003'an de Mehmed Uzun hatibû zanîngeha me, bibû mêvanê me. Her wê salê me dest bi xebatên xwe kiribû. Wî behsa serencama xwe, behsa edebiyata kurdî û romannûsiya kurdî kiribû. Li ser pêwîstiya edebiyateke serbixwe û pêşketî sekinîbû. Wî digot berî her tiştî aştî lazim e; lazim bû ku şer bisekine, mirov bi rehetî kul û keserên xwe ifade bikin, bê tirs û bê tahde jiyanên xwe bibin serî. Jiyana wî li welatê xerîbiyê derbas bibû; kul û merema wî nivîsandina bi zimanê xwe, yanî bi kurdî bû. Serketibû jî. Çak serketibû. Lê di hemû nivîs û axaftinên wî de tesîra jiyana sirgûniyê, hêmanên welatê xerîbiyê hebû. Dilkul bû. Keserkûr bû. Daxbar bû.
Digel ewqas kul û derdan, çavên wî dibiriqiyan bi dîtina me, bi dîtina ciwanên ku salon tejî kiribûn ji bo dîtina wî, guhdarîkirina wî, famkirina wî. Ji me re gotibû, riya herî baş li dijî pêşhukmiyên civakî, nijadperestî û şerî, têkoşîna bi rêka huner û edebiyatê ye. Kitêbên me yek û yek îmze kiribûn. Li nav çavên me hemûyan nihêrîbû û bi her yek ji me re du sê peyv kiribûn. Paşî, gava ji me xatira xwe dixwest got: "Bi dostanî" û çû.
Li gorî wî dengbêjan bir û baweriya gel, têkoşîna li dijî zulm û neheqiyan heta îro anîbû û niha pê de di sedsala modern de diviya edebiyatê ew wezîfe bi cih bianiya. Wî digot divê em ji rabirdûyê nefret nekin, divê em li ser rûdanên rabirdûyê bisekinin, wan binivîsin û karê edebiyatê yê esasî jî divê her ev be; ne ji bo rik, xuy û tolê, da ku bi vî awayî em bikarin ji rabirdûyê dahatûyeke nipînû bisêwirin. Hemû emrê xwe dabû ve rêkê; herwekî Hrant Dink ku sala bihurî ji nav me bi zorî û zordarî biribûn, qetl kiribûn. Her du jî bi hewl û têkoşînên xwe yên ji bo aştiyê li ber … MEHMED UZUN DOSYASINA GİRİŞ
Sevgili yazınca okuyucuları; Birinci dönem boyunca süregelen çalışmamızın, toplanıp yaptığımız söyleşilerimizin ürünü 'Mehmed Uzun Dosyası' ile Yazınca'dayız. Bir borç olarak belirtmeliyiz ki; kendini Kürt, Türkiye'li, İsveçli, İskandinav ve evrensel olarak tanımlayan Mehmet Uzun'a Türkiye edebiyatına sunduğu sonsuz katkıdan dolayı teşekkür ediyor, onu sevgiyle ve özlemle anıyoruz.
İlk iş olarak eserlerini okuduğumuz bu değerli yazarın yaşamından kısaca bahsetmek istiyorum. Mehmed Uzun 1953 Siverek doğumludur. Geniş bir aşiret evinde doğan Mehmed Uzun'un anadili Kürtçe'dir. Evde, yaşadıkları yerde hep Kürtçe konuşmaktaydılar. Ancak Mehmed Uzun bu dilde okuma ve yazmayı 12 Mart 1971 darbesinden sonra 3 Mart 1972'de tutuklanınca hapishanede özellikle Apê Musa -Musa Anter- sonra da birçok Kürt aydını yardımıyla öğrenmiştir.
Mehmed Uzun Rizgarî dergisinin kurucu ve yöneticilerinden biri olmuştur. Bu dergicilik esnasında 1976'da yeniden yargılanmış ve 9 ay hapis yatmıştır. Mahkumiyetinin kesinleşmesiyle de İsveç'e sürgüne gitmiştir. En verimli dönemini İsveç'te yaşadığı süreçte geçirmiştir. Birçok romana, denemeye ve incelemeye imza atmış olan Mehmed Uzun eserlerini Kürtçe, Türkçe ve İsveççe dillerinde vermiştir. Romanları birçok dile çevrilmiş ve hâlen çevirilmektedir.
2001 yılında Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık romanı ve Nar Çiçekleri denemesinden dolayı yargılanmış ve beraat etmiştir. Yine 2001 yılında Türkiye Yayıncılar Birliği'nin verdiği Düşünce ve İfade Özgürlüğü Ödülünü, roman sanatına ilişkin katkılarından ötürü Berlin Kürt Enstitüsü'nün verdiği Edebiyat Ödülünü ve …
Alev Güneş
..... Ez im, dengê ava qedîm Denge min mîrat ji do, mîrat ji bo sibehê Dengê min di ser şer û pevçûnan Di ser birîn, mirin û kuştinan re Bi te re ho insan, ho dilê birîndar, ruhê sûzen Ho nifşên do yên ketî, nifşên be yên sext Ho însan, xwediye mîratê Tu li kû yî? Te li kû hembêz bikim, bihewînim Bi dengê xwe, bi mîratê bihebînim Li kû dinya kete xewê Keser, derd, xizîn û birîn sincirî Deng hate birîn Li kû deng hişyar dibe Li kû ez ê dengê xwe bigihîm te, ho însan?
Mehmed Uzun
Hekim Kιlιç Alev Güneş, Lal Laleş, Şeyhmus Diken, Mem Mîrxan, Seren Üstündağ, Firat Cewerî, Derya Çetin, Onur Günay, Kawa Nemir, Izeddîn S. Baqessrî, Xanna Omerxalî, Şerîf Derînce,
Yazınca, kovara werger, lêkolîn û edebiyatê / çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi
Boğaziçi Üniversitesi
Boğaziçi Üniversitesi Edebiyat Kulübü Yazınca, bahar, 2008 hejmar / sayı: 9 Büed adına sahibi ve sorumlu yazı işleri müdürü: Hekim Kılıç Yayın türü: süreli yayın Teknik sorumlular: Şerif Derince Yayın kurulu: Alev Güneş, Derya Çetin, Onur Günay, Seren Üstündağ, Şerif Derince Katkıda bulunanlar: Alev Güneş, Ergin Öpengin, Derya Çetin, Ferdi Demir, Kawa Nemir, Onur Günay, Ömer Yıldırmaz, Öykü Tümer, Resul Serdar Ateş, Selda Alagöz, Seren Üstündağ, Şerif Derince
Baskı: Boğaziçi Üniversitesi Matbaası
Boğaziçi Üniversitesi Edebiyat Kulübü Boğaziçi Üniversitesi Güney Kampüs 1. Erkek Yurdu No: 10 34342 Bebek - İstanbul
Telefon: 0212 359 6473 Web: www.bued.boun.edu.tr E-mail:buedkurd@yahoogroups.com bued@boun.edu.tr
Ön kapak: Şahan Yatarkalkmaz Ön kapak Şiiri: Hawara Dîcleyê I Arka kapak: Fidel Metin Kılıç
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|