Rêya teze
Emelê ewlîn
Mala binêrd û xefikî, ji pencerê rex derî ronayî davêje hundur, pencere bi erdêra xeber didin, du kerabatê hesin kevin, texte, çend rûniştek, sobeke pizinî, kevin. Li ser dîwarê malê û hundur malê ser ùirîteke pêrêzî çend çil, palas, kincik, paçik raxistine û her tişt tevî heve.
Şikilê pêşin
Casim, Gulê û paşê jî Cangir
Gulê – (Rex sobê runiştye, derdana dişo, bi xue-xue). Wey roja min reş û hiş be, ew roj reş be, ku mêrê min ez anîm Tiflîsê, giva haz baê dinê hebim, ji mala Têmûr aqa aza bibim, hatim, çi kar min dît? Min kurekemê kurê xue ji bîna temiz û berga fire ve xefikêda da xeniqandinê, ax lawo, min por kurê… (Fereq şuştinê dihêle û dest bi grînê dike. Derî bi çetinî vedibe, Casim westayî gava radihêle, palanê xuê dide alîkî, dibe rex dîwêr, axînek drêj dikşîne. Nan û …
1. Casim: - Batrakê berê, niha li Tiflîsêda piştokêş, 35 salî, kandîtatê firqê, paşê sedirê şewra gund.
2. Gulê: - Jina Casim; batraka berê, 25 salî.
3. Rihah: - Dersdar
4. Suko: - Batraka berê, pale Alahvêrdîê, yê 5 hezariyê, serkarê fêrma rêncberiyê, 40 salî, firqevan.
5. Memo: - Sedrê kolxozê, 35 salî salî, firqevan.
6. Mîrze: - Kolxozvan, nefirqevan.
7. Bekir: - Rîspîê berê, kulak (ji kulakiê dawşayî) 65 salî.
8. Têmûr: - Kulak, ji srgûnê teze vegeriyaye, 55 salî.
9. Cangir: - Kurê Têmûrî piçûk, hesabdarê kolxozê, 30 salî, ne firqevan.
10. Simko: - Merivê Bekir, kolxozvanê kesîb, 40 salî, ne firqevan.
Piştokêşê ewlîn, duya û sisya.
Gundiê ewlin, duda û sisya.
H. Şalçyan
Rêya teze, pyêsa ji sê perda
Neşra hukumatê
Seksia kitêbê kurmanca
Rêya teze, pyêsa ji sê perda
H. Şalçyan
Tercme kir H. Cindî
Rewan – 1934
Pêşkêşî tetorê massayî yê gundê kurmanca dikim
Nivîskar
Neşirxana Hukumatê
Glavlît n°8610 (b)
Neşir n°3043
Tembî n°1054
Tîraj 1000
Redaktor; Ç. Genco û Ç. Celîl