Landika hesta, belbest - 1
Şepal Hêvo
Compt d’auteur
Ala sipî
Dema min ramûsanek Ji dêmên te revand Herû çavên min Peyva (na) Ji ser lêvên te dizîn Û buhara sînga te Ala sipî ji bo min hilda.
Alan Hesen Naverok
Ala sipî - Alım Hesen / 9 Pirs - Ardelan / 10 Amade me - Egîd Tahir / 11 Rengî - Fixan / 13 Lêborîn - ? / 14 Toşî - Jiyan Şêxo / 15 Çima - Kurdyar / 17 Mêvan bimine - Memo / 18 Hem lê neme - Mizgîn Qamişlo / 19 Xanê min - Narîn Metini / 21 Rêwiyo - Pêl Îbrahîm / 22 Ne ew e - Roder / 23 Şahiyê - Rizgar Alûcî / 25 Yarê - Sîpan Xelîl / 26 Sûnd - Şevgerê Kurdî / 27 Cejin - Alan Hesen / 28 Dergehê dil - Ardelan / 29 Neynik - Egîd Tahir / 31 Pêlên xewna - Fîxan / 32 Qamişlo - ? / 33 Bingeha jînê - Jiyan Şêxo / 35 Bîranîna te - Kurdyar / 36 Bi tirse - Memo / 37 Kenê gir? - Mizgîn Qamişlo / 39 Şeva tarî - Narîn Metînî / 40 Vegere - Pêl Îbrahîm / 41 Gulistana min - Roder / 43 Ji te hes dikim - Rizgar Alûcî / 44 Jîn - Sîpan Xelîl / 45 Bes e - Şevgerê Kurdî / 47 Bêrîvana min - Alan Hesen / 48 Bê çar - Ardelan / 49 Pêşgotin - Egîd Tahir / 50 Buhara helbesta - Fîxan / 51 Xefk - ? / 53 Raz - Jiyan Şêxo / 54 Digerim - Kurdyar / 55 Nervîn - Memo / 57 Yazdanê dîl - Mizgîn Qamişlo / 58 Diyarî - Narîn Metînî / 59 Nav - Pêl Îbrahîm / 61 Aferî - Roder / 62 Girî - Rizgar Alûcî / 63 Evîna te - Sîpan Xelîl / 65 Ramûsan - Şevgerê Kurdî / 66 Jiyanê - Alan Hesen / 67 Warê dîna - Ardelan / 69 Tu çi ye - Egîd Tahir / 70 Êşa te - Fîxan / 71 Helbest - ? / 72 Westiyam - Jiyan Şêxo / 73 Bê jiyanim - Kurdyar / 74 Asoyên dûr - Memo / 75 Hisret - Mizgîn Qamişlo / 76 Çavên te - Narîn Metinî / 77 Hêviyên şeva - Pêl Îbrahîm / 78 Çi bêjim - Roder / 79 Xewnek - Rizgar Alûcî / 80 Hestên şewitî - Sîpan Xelîl / 81 Şermînoka min - Şevgerê Kurdî / 82
PÊŞGOTIN
Dema dest dirêj kirin! xewna û xwestin ku hêviya ji xortaniyê bi revînin û ciwaniyê bê viyan bin gor bikin.
Piştî ku xwîn û xwêdan tev li hev bû li ser dergehên girtî ji lêdanê û destên me man vala û bê silav hatin xapandin.
Pêwîst bû ku Landika hesta bê amadekirin û zemînê dibin lingên ku li ser sînorên gora sekinî mane û dibin lingên lerizîde bihejîne
Pêwîst bû ku em leylanan nêçîr bikin û rastiyê jê parzûn bikin diva bû ku aso bibe kaxezek dibin pênûsa ramanên ciwanan de.
Bi hêvî û evin û viyan ciwan li hev civiyan û paşe roj li hev pîroz kirin û di nava pelên landika hesta de dîlana helbestvana germ kirin.
Bê civan û bi zelalî dibin siya bîr û baweriyê de xewnên xwe hûnandin.
Bi hêz hebûn ji himêzeke westiyayî
û pîr bûyî revandin û tovên ramanan di nava axa payîz xêrekê de bi hêvî bê sînor bê tirs çandin.
Perdên reş tev qetandin û rastiya xwe ji bin cilikên gemar û kevnar e derxistin û
li ber roka hebûn raxistin û bi yek qêrînê gotin êdî em hew bi tinebûnê razî dibin êdî win nikarin tûjbûna pênûsên me ko bikin.
Me gelek şev di Landika rojhelatê de lorandin û gelek sitêr û çiraxên bi ronî riwê xwe ji me guhertin.
Me bi xwêdanê û hêsir û xwînê nivîsand û kaniyên helbesta me parzûn kirin ta em karibin bi Landika hesta qêrîn bikin.
Çimkî gelek cara bi roka tûj re baran
dibare û gelek cara bi kenê ji dil re rondik dibare lê hemî cara û hemî dema ji pênûsa ciwana hêvî dibare.
Şevgerê Kurdî û Alan Hesen
Şepal Hêvo
Landika hesta, belbest – 1
Compt d’auteur
Compt d’auteur Landika hesta Helbest (1)
Navnîşan: Landika hesta Derhiner: Şepal Hêvo Wêneyên matîv: Bengîn Xelîl Nexşandina qapê: Hemada Selîm Sipas ji bo Ebdula Hewas
Ev berhem ji bo alîkariya nexweşên Pencşêr (Seretan)
|