Sobarto "Jineke spî... lingan hildide... û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike." Piştî "Mirî Ranazin", "Mêrê Avis" û "Jinên Qatên Bilind" Helîm Yûsiv vê carê jî bi romanekê derdikeve pêşberî me: Sobarto; "welatê serseriyan, welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketiyê", "welatê ku ji erebeya dîrokê ket, coxrafya dev li guhê wî kir"... Nivîskar şeş deriyên vî "welatê ku goştê evîndarên xwe dixwe û hestiyên wan davêje kolanan" vedike, me li welatê Sobarto digerîne, lê hîn çend deriyên din hene, eger hûn bixwazin hûn dikarin vekin. "Gava we kilît nedîtin, hûn dikarin hêdî hêdî wan ji cih derxînîn, an jî eger we xwest. deriyan bişkînin, ji ber ku ezê we li ber deriyê heftan bihêlim, lêborînê dixwazim, hêviya min ew e ku hûn bixwe derbas bibin... "Fermo!" SOBARTO* Li gor jêderên dîrokî. sînorê Sobarto ji rojhilat de Çiyayê Zagros e û ji rojava de Çemê Xabûr e û li gor Merdok Blan (710-721 Berî Zayînê), şoreşgerê dijî desthilatdariya Aşûriyan, Sobarto, navê herêma Aşûriyan bû. "Soî",** li gor jêderên dîrokî.. Soî, ango niştecihên herêma "So" yên herî kevn in li vê herêmê û rastiya ku vê yekê bi cih dike navê herêmê ye (Subar) yê ku di nivîsarên Ay anatim de li dora 2430-2470 BZ cara yekemîn bikarhat ev nav, ji "Su" ango navê niştecihên herêma "Su" ya li başûrê rojavayê "Wan"ê, û peyva "Bar" ya ku bi Somerî bi wateya "derve" tê bikaranîn, û bi vî awayî wateya navê "Sobar" ev e, soîyên li derveyî sînor û peyva Sobarto di nivîsên mîxî de hatiye dîtin. Ji ber ku Someriyan tim ev herdu tîp "To" di zimanê xwe de weke nîşana navên cihan bikartanîn. Û herêma Sobarto, li gor nivîsên mîxî, di sê hezar salên berî zayînê de, zêdeyî carekê ketiye bin destên dagirkeran.
_________________ (*) û (**) ji dîroka kurdan ya kevn -bi zimanê erebî- hatine girtin. Dr. Cemal Reşid Ahmed û Dr. Fewzî Reşîd. Ji Weşanên Komara Îraqê Wezareta Hînkirina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Selaheddîn, Erbîl, 1990, Rûpelên 41-42-43. AVESTA/ROMAN: 55 / 11
Sobarto / Helîm Yûsiv Edîtor: Abdullah Keskin Berg: Ahmet Naci Fırat Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 1999, Stenbol Çap: Gülen Ofset © Weşanên Avesta, 1999 Bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin AVESTA BASIN YAYIN REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD. ŞTİ. Asmalı Mescit Sokak Şahin Han 35 / 403 BEYOĞLU / İSTANBUL Tel-Faks: (0212) 251 71 39 avestayayinlari@hotmail.com
Helîm Yûsiv : 1967, Amûdê (Başûrê Piçûk) Kitêbên wî: Mirî Ranazin (çîrok, 1996, Stenbol) Mêrê Avis (çîrok, 1997, Stenbol) Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1998. Stenbol) Ölüler Uyumaz (çîrok, Wergera bi Tirkî: Rahmi Batur, 1998, Stenbol) Sobarto (roman. 1999, Stenbol)
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|