Dîroka edebiyata fransî : sedsala hivdehan û hijdehan
Dîroka Edebiyata Fransî, bi zimanê kurdî? Gelo hemû edebiyata fransî? Bêguman, na. Na ji ber ko bernameyeke bi vê mezinbûnê xebata salan e, ew karê umrekî dirêj e, eger bi ser de jî umrê mirovekî têra wê bike. Xebateke weha berfireh karê akademiyekê ye û ez li jora Swêdê, li welatê berf û serma û tarîtiyê bi tenha serê xwe me û ji hemû kesên ko dikarin alikariyê bikin, dûr im. Ji ber giranbûna barê ko ez dixwazim bidime ser milê xwe, ez naengirim û rêyeke dirêj ji xwe re nakime armane. Gerek e ko ez barê xwe sivik bikirn, nigên xwe, wek ko kal û bayan gotine, li gora berra xwc radim. Hêviya min avêtina gavekê ye, mebesta min amadekirina pirtûkeke hûrik û lihevhatî ye il ser nivîskarên fransî yên sedsala hivdehan û hijdehan, yên herî navdar.
Helbijartina navan di amadekirina antolojiyekê de hergav ji aliyckî serêşiyek mezin e û ji aliyekî dî berpirsiyariyek giran e. Nivîsîna hezarên rûpelan li ser hemû nivîskarên mezin û biçûk, bi kurdî, ne armanea min e. Ez dixwazim gaveke biçûk, lê gaveke pêşîn, di warê pêşkêşkirina nivîskarên fransî de, bi zimanê kurdî, bavêjim. Ez nivîskarên herî mezin û navdar bi zimanekî hêsan, didime nasîn... NAVEROK
Pêşgotin / 5 sedsala hivdehan / 7 Sedsala hivdehan an serdema Louisê XIVan / 9 Henriyê Çaran û dawiya şerên oldarî / 10 Dema Louisê Sêzdehan / 12 Louisê Çardehan an qiraliya mutleq (1661-1715) / 13 I - Sedsala hivdehan û şêweyên hunerî û edebî / 16 Şêweya barok / 16 Şêweya xweşikperestiyê ango "Préciosité" / 16 Şêweya klasîk / 17 Klasîkî çi ye? / 17 Sedsala hivdehan û beşên şanoyî / 19 Her çar beşên şanoyê / 20 Komedî an şanoya kendar / 23 Destgeha her sê yekaneyên Şanoyê / 24 Temaşegeheke gehremanî û siyasî / 29 Mijara çend Şanoyên Corneille / 32 Racine / 34 Jean Racine (1639-1699) / 34 Mijar û neveroka Phèdreyê / 36 Destgeha trajediyê li bal Racine / 38 Molière / 44 II-Sedsala hivdehan û şêweyên corbecor yên nivîsînê / 53 I-Nêrînên felsefî yên Pascal û Descartes / 53 Pascal / 53 Ravekirinên oldarî di nava xirîstiyaniyê de / 55 Ramanên Pascal / 55 Descartes / 57 Jiyana René Descartes (1596-1650) / 57 Gotara destgehê (1637) / 58 Nivîsên li ser mirov û civatê / 60 La Fontaine / 60 Charles Perrault / 68 La Rochefoucault / 74 La Bruyère / 77 Dawiya serdema klasîk û xirecira "Kevnan" û "Nûjenan" / 79 Sedsala hivdehan, bi kurtebirî / 80 Sedsala hijdehan 83 Şoreşa Fransî / 86 Sedsala hijdehan û rewşa aborî / 91 Sedsala Ronahiyan / 92 Dîtin û nêrînên nû / 94 Montesquieu / 96 Voltaire / 105 Diderot / 122 ROUSSEAU / 129 Pêşgotin
Dîroka Edebiyata Fransî, bi zimanê kurdî? Gelo hemû edebiyata fransî? Bêguman, na. Na ji ber ko bernameyeke bi vê mezinbûnê xebata salan e, ew karê umrekî dirêj e, eger bi ser de jî umrê mirovekî têra wê bike. Xebateke weha berfireh karê akademiyekê ye û ez li jora Swêdê, li welatê berf û serma û tarîtiyê bi tenha serê xwe me û ji hemû kesên ko dikarin alikariyê bikin, dûr im. Ji ber giranbûna barê ko ez dixwazim bidime ser milê xwe, ez naengirim û rêyeke dirêj ji xwe re nakime armane. Gerek e ko ez barê xwe sivik bikirn, nigên xwe, wek ko kal û bayan gotine, li gora berra xwc radim. Hêviya min avêtina gavekê ye, mebesta min amadekirina pirtûkeke hûrik û lihevhatî ye il ser nivîskarên fransî yên sedsala hivdehan û hijdehan, yên herî navdar.
Helbijartina navan di amadekirina antolojiyekê de hergav ji aliyckî serêşiyek mezin e û ji aliyekî dî berpirsiyariyek giran e. Nivîsîna hezarên rûpelan li ser hemû nivîskarên mezin û biçûk, bi kurdî, ne armanea min e. Ez dixwazim gaveke biçûk, lê gaveke pêşîn, di warê pêşkêşkirina nivîskarên fransî de, bi zimanê kurdî, bavêjim. Ez nivîskarên herî mezin û navdar bi zimanekî hêsan, didime nasîn.
Hebûna Dîroka Edebiyata Fransî bi zimanê kurdî ji bo min xewneke şîrîn e. Mirov xewnan di serê xwe de kok dikin da ko ew wan paşê bikin rastiyên berbiçav. Ez didim ser rêya xewnê û derbasî hundirê baxçeyê gulan dibim, ji her gulîstanekê destegulek, ji her rengekî rengek, ji her govendeke bîhnan mistek bîhn, ji her awazê ahnengekc kurt û şîrîn. Ez dikevim nava baxçeyê gulan û tirsa min ew e ko bîhna xweş û rengên boş min sermest bikin û ez xwe û hevalên xwe ji bîr bikim. Li ser nivîskarekî wek Rousseau bi fransî bi hezaran pirtûk û lêkolîn hene. Ez li ser wî nêrînekê digihînime xwendevan, nêrîneke biçûk, ne bêtir; ez li ser wî tistên herî pewîst hildibijêrim Helbet kêmasî û çewtiyên min hene. Ez gelek nivîskarên hêja bêguman ji bîr dikim, an nikaribim ciyekî li gor mezinbûna wan bidime wan. Hêviya min ew e ko çewitiyên pir mezin di vê bernameyê de peyda nebin û ko rê, herweha ji bo raman û lêkolînan re fireh vekirî bimîne.
Piştî xwendina vê pirtûkê helbet mirov nabe bawer bike ko ew hertiştî li ser nivîskarekî wek Racine an Voltaire dizane Her nivîskarek cîhaneke bi serê xwe ye, deryayeke bîhn û reng û awazan e Ev pirtûka hanê bêtir danasînek e û hêviya min ew e ko ew edebiyata fransî li ber dilan şêrîn bike, meraqa xwendin û wergerandina berhemên nivîskarên fransî pir bike.
Ez Dîroka Edebiyata Fransî bi sedsala hivdehan û hijdehan dest pê dikim, lê belê eger Xwedê destûrê bide, ez ê li edebiyata Sedsalên Navîn û sedsala şanzdehan vegerim û paşê berdewam bikim, ta demên nûjen.
Wek vê pirtûka ku ez bi kurdî amade dikim bi sedan pirtûk bi zimanê fransî hene û ew ji bo şagitên herdu salên dawî yên berî zankoyê ne Bi hezaran mamoste û nivîskarên fransî hene ku wan xwe dane hev û pirtûkên wek vê yekê ji bo wezareta perwerdina neteweyî çê kirine. Serçaviyên min pir in û min ji dehan pirtûkan agahiyên vê pirtûkê dane hev, wergerandine kurdî, hilbijartine Pirtûka mamosteyê min yê Sorbonnê Pierre Brunel ya bi navê Histoire de la littérature française (Dîroka Edebiyata Fransî) bi taybetî alîkariya min kiriye Hesenê Metê û Mahmûdê Lewendî destnivîsa min xwendine, li ser zimanê wê û çewtiyên rastnivîsînê hûr bûne, serê xwe êşandine. Ez mamosteyê xwe û herdu hevalên xwe spas dikim û vê pirtûkê pirtûkxaneya kurdî dikin.
Dr Fawaz Husên Swêd, 1996-1998 Dîroka Edebiyata Fransî sedsala hivdehan û hijdehan Dr. Fawaz Husên Lêkolîn Apec 1998
Weşan no: 132 Çapa yekem, Stockholm, 1998 Dr. Fawaz Husên Dîroka Edebiyata Fransî
Lêhûrbûna zimên: Hesenê Metê Mahmûd Lewendî
Wêneya bergê: Xatûna Pompadourê, 1757. Di tabloyê de, François Boucher (1703-1770), Kevaniya Pompadourê di nîvê sedsala hijdehan de nişan dide wek piştgira edebiyat, huner û zanyariyê. Mûnix (Alrnaniya), Alte Pinakothek.
Navnîşana xwestinê: Apec Förlag Box: 3318, SE-163 03 Spånga/Sweden Tel: 08-761 81 18 Fax 08- 76124 90
Fawaz Husên di 1953an de li gundê Kurdoyê, nêzîkî bajarê Amûdê, tê dunyayê. Ew li Parîsê, di navbera salên 1978-1992an de dimîne, xwendina xwe ya bilind li xwendegeha Sorbonnê teva dike û di 1988an de doktora xwe li ser edebiyata fransî digire. Ew di navbera 1994-1997an di li jora Swêdê dibe profesorê edebiyata fransî. Ew ji 1998an de geh li Stockholmê, geh li Parîsê dijî. Dîroka Edebiyata Fransî pirtûka Fawaz Husên bi kurdî ya çaran e.
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|